Parêzvanên mafên mirovan: Dixwazin bi windakirin û revandinê tirsê belav bikin

img

STENBOL – Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci der barê bûyerên revandinê de axivî û got: "Bi vî awayî dixwazin tirsê li hemû civakê belav bikin." Sekreteê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî got: "Divê lêpirsînên çalak bên destpêkirin." 

Di salên 90'î de li Tirkiyeyê bi hezaran kes hatin revandin û binçavkirin careke din xeber ji wan kesan nehat girtin. Di demên dawî de bûyerên bi vî rengî dîsa rû dan. Seroka Weqfa Mafên mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci destnîşan kir ku bi vî awayî bi revandinên bi vî rengî, bi ferzkirina sîxuriyê û gefa mirinê tê xwestin ku civak bê tepisandin û got: "AKP endezyariya civakiyî dike. Dixwaze bi gefên mirinê civakê kontrol bike." 
 
‘ARMANC EW E KU TIRSÊ BELAV BIKIN' 
 
Fîncanci, bi bîr xist ku salên 90'î serdema windakirina kesên dihatin binçavkirin bû û niha jî gefa windakirinê endîşeyê peyda dike. Fîncanci, bilêv kir ku bi gefxwarinan tê xwestin ku şik û gumanê li tevahiya civakê peyda bikin û got: "Hayjêhebûna ji van gefan bi xwe jî jiyana mirovan sererast dike ûd ibe sedama tirsê û tepisandin. Bi vî awayî tenê ne kesên ku gefa revandinê li wan tê xwarin, tê xwestin ku bi vî awayî tirsê li ser derdoa kesên gef li wan tên xwerin û tevahiya civakê belav bikin. Ji bo em tu awayî nebin muaxlif, dnegekî cuda dernexînin em xwe bi xwe xwe otosandur dikin." 
 
Fîncanci, bi lêgerîna Dayikên Şemiyê ya li xizmên xwe yên windayî digeriya re li Tirkiyeyê tevgerek nû dest pê kir û got: "Ev di heman demê de tevgereke jinê ye jî. Dayikên ku herî zêde êş hîs dikirin têkoşîna mafên mirovan dan destpêkirin." Fîncanci, destnîşan kir ku ji bo niha destpêkirina awayekî nû ya têkoşîihê nîqaşê ye û got: "Em niha di pêvajoyeke ku ji ya salên 90'î cudatir re derbas dibin. Xizmên girtiyan, rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan ku bi salan e têdikoşin bi awayekî zêde tên tedhîtkirin. Rêxistinên ku gelek xebat bi rê ve dibirin di dema Rewşa Awarte de hatin girtin. Ji bo vê têkoşînê pir ne mimkun e ku mirov dengê xwe ragihînin." 
 
‘AKP DIXWAZE CIVAKÊ KONTROL BIKE' 
 
Fîncanci, destnîşan kir ku bi taybetî jî AKP dixwaze bi amûrên ragihandinê civakê kontrol bike û got: "Amûrên ragihandinê yên muxalif di dema Rewşa Awarte de hatin girtin. Ji bilî çapemeniya berbelav, dengên muxalif li ser înternetê dest bi weşana xwe kirin. Li Tirkiyeyê gel li mala xwe nikare li ser înternetê rojevê bişopîne. Yanî di warê nûçewergirtinê de pirsgirêkên mezin hene. Berê şert rojnameyên serbixwe zêde bûn, şert û mercên ku mirovan dikaribû dengê xwe ragihîne hebûn. Rojnameya Ozgur Gundemê gelek caran hat girtin, bombekirin, nûçegihanê wê hatin kuştin, lê dîsa jî tim weşana xwe kirin û dengê xwe ragihandin. Lê niha belavkar li nav kuçeyan tên girtin, gef li wan tên xwarin, matbaa tên girtin, matbaa tune ne ku rojnameyê çap bikin. Lê dîsa jî nivîsandin didome." 
 
‘TOPLUM MÜHENDİSLİĞİ YAPILIYOR’
 
Fîncanci, diyar kir ku pêvajya salên 90'î zêde bû û çewisîner bû, lê belê pêvajoya nû bi awayekî din tê kirin û got: "Berê mirov dihatin windakirin, lê niha di bin çavan de gef li wan tê xwarin û piştî tên berdan bi van gefan endezyariya civakiyî tê kirin. Bi berdanê vê gefê radigihînin civakê û li tevahiya civakê tê belavkirin. Li bajarên mezin mirovên tên revandin û xeber ji wan nayê girtin jî hene. Belkî 10-15 sal şûnde li qadên cuda dayik, zarok li xizmên xwe bigerin. Em tim bi nifşekî ku li xizmên xwe digerin re rû bi rû dimînin. Loma divê mirovên gef li wan tên xwarin vê rewşê ragihînin û tev bigerin." 
 
Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî der barê desteserkirin û gefxwarina di bin çavan de got: "Divê mirov her serdemê di nav xwe de rûberî hevdu bike. Dema em serdeman rûberî hevdu bikin, dibe ku hin rewşên taybet ji ber çavan çûbin. Di belgeyên navneteweyî û di hin sererastkirinên li Tirkiyeyê de mafên me, mafên me yên azadî û ewlehiyê hene. Kesek bê hincet divê ji azadiyê neyê mehrûmkirin. Kesê ji azadiyê tê mehrûmkirin jî divê bi rêya parêzer, xizmên xwe, bijîşkê xwe pêvajoyekê bi rê ve bibe." 
 
'DIVÊ LÊPIRSÎN BÊN DESTPÊKIRIN' 
 
Bakkalci, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê hin prosedurên qanûnî nayên kirin û got: "Li Tirkiyeyê texrîbatkirineke zêde heye. Mirov bi awayekî kêfî tên binçavkirin. Ji bo kesên tên binçavkirin ewlekariyeke usûlî nayê birêvebirin. Ji ber vê şik û gumanên mirovan zêde dibin. Em parêzvanên mafên mirovan jî ji nêz ve van rewşan raçav dikin. Di sala 2016'an de jî hin bûyerên windakirinê rû dane. Mirov tiştên hatine serê wan dibêjin. Ji bo raya giştî tetmînkar bibe û ji edalet texrîb nebe divê lêpirsînên çalak bên destpêkirin." 
 
‘DIXWAZIN PEYAMA KU EZ DESTHILATDARÊ HER TIŞTÎ ME BIDIN' 
 
Bakkalci, destnîşan kir ku di serî de baweriya ji bo hiqûqê jî di nav de her tişt hatiye texrîbkirin. Bakkalci, diyar kir ku windakirin an jî gefa windakirin hem kes hem jî ximzên kes û hem jî civakê ji nêz ve eleqedar dike. Bakkalci got: "Kesên van gefan dixwin dixwazin peyama 'em desthilatarê her tiştî ne' bidin." 
 
Bakkalci, destnîşan kir ku lê belê divê li hemberî van gefan demildest lêpirsîneke çalak bê destpêkirin û li hemberş van tiştan peywira îktîdara siyasî ew e ku ewlehiya civakê peyda bike. 
 
MA / Elif Çetiner
 

Sernavên din

06/08/2018
09:07 Ev çîroka Gurbetê ye ku di 11 saliya xwe de hatiye zewicandin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2018'AN
05/08/2018
16:29 Karkeran cara 74’an daxwaza adaletê kirin
16:20 Siyasetmedarên piştigrî dan HDP’ê: Têkoşîna me bi gefan naraweste
14:14 Hunermendê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
14:14 Kampa Piştevaniya Mor bi dawî bû: Rêya me dirêje û pêşiya me vekiriye
14:13 Li Afganistanê leşkerên NATO’yê hatin kuştin
12:57 Talîmata medya civakî ya Şaredariya Serê Kaniyê!
12:40 Gundiyên li Gogsî ragihandin: Em dibin bombebaranê dene
12:14 Jinan bertek nîşanî Erdogan dan: Em li pişt dengên xwe ne
12:03 Derbarê teqîna Colemergê de angaştên nû
10:48 Polîsan bi ser daweta li ber stranên Kurdî guvend digerandin de girtin
10:40 Li Îranê çalaki didomin
10:28 Li ser rêya Riha û Semsûrê qezaya trafîqê çêbû
10:27 5 rojîn agahî jî endamê HDP'ê Koçakli nayê girtin
09:37 Li dijî Madûro hewldana sûîkastê: 7 keşker birîndar bûn
09:36 Hevjîna wî Dengbêj Cizîrî vegot
09:07 Esnafê Mahmûtpaşayê: Îsal rewşa kar ne tu rewş e
09:07 Li hemberî rejîma 'yekzilamî' pêşniyaza 'xeta têkoşînê'
09:06 Parêzvanên mafên mirovan: Dixwazin bi windakirin û revandinê tirsê belav bikin
09:05 Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê: Bêcezatî şidetê zêdetir dike
09:04 Qedexeya 2 sal û nîve naqede: Îmrali û Ocalan
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2018'AN
04/08/2018
16:35 Ji bo girtiyên nexweş bang li rayedaran kirin
16:08 Beştaş: Tu jî dê biçî…
15:53 Parêzer Încîn: OHAL rabû, lê di girtîgehan de binpêkirin man
15:46 Bîlgen bertek nîşanî Erdogan da
15:45 14 sale li benda bersivê ye: Tolga Baykal Ceylan li ku ye?
15:35 Qeyûm Geverê veguherandiye qada xwelî û tozê
14:59 Îstîsmarkarê zaroka 8 salî hat girtin
14:34 Waliyê Êlihê destûr neda çalakiya xizmên windayan
14:33 Ji gundiyên hatibûn binçavkirin 18 jê hatin berdan
14:31 4 kes li Stenbolê hatin girtin
14:05 Çîroka windayekê: Leşkeran bir û carek din venegeriya
12:53 ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de 195 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Sewqên girtiyên Tarsûsê yên ji bo Kayseriyê didomîn
12:18 Lî Rûsyayê helikopterek ket û 18 kes mirin
11:59 Qedexeya derketina derve ya Lîcê û Hênê rabû
11:58 Li Mereşê erdhêj çêbû
11:48 Angaşta 2 polîsên birîndar jiyana xwe ji dest dane
11:21 Li Erdîşê 20 kes hatin girtin
11:05 Kujerên Cemîle nehatin dîtin
10:25 Malbatan bertek nîşan dan: Ên ferman dan jî, divê bên darizandin
09:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
09:35 ‘Bûyera Brûnson di nav têkiliyên ne baş de tenê hincetek e’
09:33 Dema wesayîta polîsan derbas bû teqîn rû da: 1 jê girina 9 polîs birîndar bûn
09:08 Parêzerên Ocalan raporek ji CPT'yê re şandin
09:07 'TRT'a ku bi bacên me li ser piya ye, xweserîbûna xwe winda kir'
09:06 Parêzer Încîn: Li girtîgehan hîna jî binpêkirina mafan zêde ye
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2018'AN
03/08/2018
21:38 Ciwanê HDP'î yê bi ‘Ranger’ê hat revandin hat berdan
20:48 Malbatên 10'ê Cotmehê: Em ê tim doza edaletê bikin
18:04 Di doza komkujiya Gara Enqereyê de biryar hat dayîn
16:55 Ji bo Komkujiya Şengalê panel li dar xistin
16:37 Ji HDP’ê hişyariya stagflasyonê
16:36 Îdiaya ciwanê HDP’yî yê hat revandin agahî jê nayê girtin
15:45 Baroya Amedê: Di hefteya 136’emîn de edalet xwest
14:49 Çotkarên birîna ceyranê şermezar kirin, hatin binçavkirin
14:17 Êrîşî mizgefta Şiiya kirin û 15 kes kuştin
14:11 Qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
14:08 Di salvegera fermanê de Meclisa Giştî ya Şengalê ragihandin
13:36 Kampa AFAD’ê ya Mîdyatê tê valekirin: Êzidî dixwazin li gundên Êzidiyan bi cih bibin
12:57 Ji Girtîgeha Tarsûsê 17 jin sewqî Qayseriyê kirin
12:54 Helîkopteran sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê bombebaran kir
12:40 Îşkenceya di bin çavan de bir Meclisê
12:38 Bersûcê Komkujiya Garê: Wesaît li ser navê min qeydkiriye
12:33 Meclîsa Jinan a DÎK’ê: Bêdengbûn hevkariye
12:01 Şandeya HDP’ê li Şengalêye
11:56 'Emê di şexsê jinên Êzidî de rê nedin qirkirinên jinan'
11:20 Li 9 gund û mezrayên Amedê 'qedexe' hat îlankirin
10:35 Li Çiyayê Şengalê ciwanên Êzidî bi meşaleyan meşîn
09:57 Vesazkirina leşkeriya bedelî hat weşandin
09:52 Dolar dîsa bilind bû û 5.11 TL
09:20 Karkerên Paksanê: Sendîkayê destek neda me
09:02 Li Rihayê piştî OHAL’ê: Bi hezaran binçavkirin û îşkence
09:02 Girtiya pirsgirêk ji dozger re vegotin 10 roj in di hucreyê de ye
09:01 Newaze û bihûşta xwezayê: Gola Nemrûtê
09:00 Li Şengalê gavbigav geriya û ew roj vegotin
09:00 Oguz: Tecrîta li ser Ocalan rabe, dê rewş biguhere
09:00 Li vî bajarî jiyan li ser pişta duçerxan e
09:00 ROJEVA 03'Ê TEBAXA 2018'AN
02/08/2018
18:14 Namzetê HDP’ê yê Çewligê hat girtin
18:10 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:20 Senatoya DYA’yê firûtina F-35 rawestandin
15:07 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê cezayê pereyan ranezînin
14:26 Li gumrika Karkamiş teqîna 'bi kontrol' rû da
13:38 Malbatên îstîsmarkarên zaroka biçûk ji bajarokê hatin dûrxistin
13:29 KCD: Em li cem civaka êzidî ne
12:26 Parêzerên Ocalan cara 777’emîn serlêdan kirin
12:25 Bersiv nedan teklîfa jenosîda Êzidiyan bê naskirin
12:11 Li bendê ye biryara doza Komkujiya Garê bê dayîn
11:42 Jinên êzidî di 4’emîn salvegera fermanê de behsa hovîtiyê dikin
11:21 Pisporan MB'’ê derewand: Di dawiya salê de enflasyon ji sedî 20 derbas dike
11:20 Onura CHP’î : Divê muxalefeta belava xwe kom bike
10:27 Bavê Feray Şahîn a hat kuştin: Dozger kujer bêsûc dike
09:55 ‘Îstîsmarkar tên parastin û dewletê kirin e zirx’
09:07 Li Efrînê êrîşên li ser jinan -3
09:03 Nivîskarên Portreyên Aştiyê: Pêkanîna adalete deynê stuyê me ye
09:01 Xelata Nobelê ya bîrkariyê dan profesorê Kurd
09:00 ROJEVA 02'Ê TEBAXA 2018'AN