Parêzvanên mafên mirovan: Dixwazin bi windakirin û revandinê tirsê belav bikin 2018-08-05 09:06:21 STENBOL – Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci der barê bûyerên revandinê de axivî û got: "Bi vî awayî dixwazin tirsê li hemû civakê belav bikin." Sekreteê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî got: "Divê lêpirsînên çalak bên destpêkirin."  Di salên 90'î de li Tirkiyeyê bi hezaran kes hatin revandin û binçavkirin careke din xeber ji wan kesan nehat girtin. Di demên dawî de bûyerên bi vî rengî dîsa rû dan. Seroka Weqfa Mafên mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci destnîşan kir ku bi vî awayî bi revandinên bi vî rengî, bi ferzkirina sîxuriyê û gefa mirinê tê xwestin ku civak bê tepisandin û got: "AKP endezyariya civakiyî dike. Dixwaze bi gefên mirinê civakê kontrol bike."    ‘ARMANC EW E KU TIRSÊ BELAV BIKIN'    Fîncanci, bi bîr xist ku salên 90'î serdema windakirina kesên dihatin binçavkirin bû û niha jî gefa windakirinê endîşeyê peyda dike. Fîncanci, bilêv kir ku bi gefxwarinan tê xwestin ku şik û gumanê li tevahiya civakê peyda bikin û got: "Hayjêhebûna ji van gefan bi xwe jî jiyana mirovan sererast dike ûd ibe sedama tirsê û tepisandin. Bi vî awayî tenê ne kesên ku gefa revandinê li wan tê xwarin, tê xwestin ku bi vî awayî tirsê li ser derdoa kesên gef li wan tên xwerin û tevahiya civakê belav bikin. Ji bo em tu awayî nebin muaxlif, dnegekî cuda dernexînin em xwe bi xwe xwe otosandur dikin."    Fîncanci, bi lêgerîna Dayikên Şemiyê ya li xizmên xwe yên windayî digeriya re li Tirkiyeyê tevgerek nû dest pê kir û got: "Ev di heman demê de tevgereke jinê ye jî. Dayikên ku herî zêde êş hîs dikirin têkoşîna mafên mirovan dan destpêkirin." Fîncanci, destnîşan kir ku ji bo niha destpêkirina awayekî nû ya têkoşîihê nîqaşê ye û got: "Em niha di pêvajoyeke ku ji ya salên 90'î cudatir re derbas dibin. Xizmên girtiyan, rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan ku bi salan e têdikoşin bi awayekî zêde tên tedhîtkirin. Rêxistinên ku gelek xebat bi rê ve dibirin di dema Rewşa Awarte de hatin girtin. Ji bo vê têkoşînê pir ne mimkun e ku mirov dengê xwe ragihînin."    ‘AKP DIXWAZE CIVAKÊ KONTROL BIKE'    Fîncanci, destnîşan kir ku bi taybetî jî AKP dixwaze bi amûrên ragihandinê civakê kontrol bike û got: "Amûrên ragihandinê yên muxalif di dema Rewşa Awarte de hatin girtin. Ji bilî çapemeniya berbelav, dengên muxalif li ser înternetê dest bi weşana xwe kirin. Li Tirkiyeyê gel li mala xwe nikare li ser înternetê rojevê bişopîne. Yanî di warê nûçewergirtinê de pirsgirêkên mezin hene. Berê şert rojnameyên serbixwe zêde bûn, şert û mercên ku mirovan dikaribû dengê xwe ragihîne hebûn. Rojnameya Ozgur Gundemê gelek caran hat girtin, bombekirin, nûçegihanê wê hatin kuştin, lê dîsa jî tim weşana xwe kirin û dengê xwe ragihandin. Lê niha belavkar li nav kuçeyan tên girtin, gef li wan tên xwarin, matbaa tên girtin, matbaa tune ne ku rojnameyê çap bikin. Lê dîsa jî nivîsandin didome."    ‘TOPLUM MÜHENDİSLİĞİ YAPILIYOR’   Fîncanci, diyar kir ku pêvajya salên 90'î zêde bû û çewisîner bû, lê belê pêvajoya nû bi awayekî din tê kirin û got: "Berê mirov dihatin windakirin, lê niha di bin çavan de gef li wan tê xwarin û piştî tên berdan bi van gefan endezyariya civakiyî tê kirin. Bi berdanê vê gefê radigihînin civakê û li tevahiya civakê tê belavkirin. Li bajarên mezin mirovên tên revandin û xeber ji wan nayê girtin jî hene. Belkî 10-15 sal şûnde li qadên cuda dayik, zarok li xizmên xwe bigerin. Em tim bi nifşekî ku li xizmên xwe digerin re rû bi rû dimînin. Loma divê mirovên gef li wan tên xwarin vê rewşê ragihînin û tev bigerin."    Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metîn Bakkalci jî der barê desteserkirin û gefxwarina di bin çavan de got: "Divê mirov her serdemê di nav xwe de rûberî hevdu bike. Dema em serdeman rûberî hevdu bikin, dibe ku hin rewşên taybet ji ber çavan çûbin. Di belgeyên navneteweyî û di hin sererastkirinên li Tirkiyeyê de mafên me, mafên me yên azadî û ewlehiyê hene. Kesek bê hincet divê ji azadiyê neyê mehrûmkirin. Kesê ji azadiyê tê mehrûmkirin jî divê bi rêya parêzer, xizmên xwe, bijîşkê xwe pêvajoyekê bi rê ve bibe."    'DIVÊ LÊPIRSÎN BÊN DESTPÊKIRIN'    Bakkalci, bi bîr xist ku li Tirkiyeyê hin prosedurên qanûnî nayên kirin û got: "Li Tirkiyeyê texrîbatkirineke zêde heye. Mirov bi awayekî kêfî tên binçavkirin. Ji bo kesên tên binçavkirin ewlekariyeke usûlî nayê birêvebirin. Ji ber vê şik û gumanên mirovan zêde dibin. Em parêzvanên mafên mirovan jî ji nêz ve van rewşan raçav dikin. Di sala 2016'an de jî hin bûyerên windakirinê rû dane. Mirov tiştên hatine serê wan dibêjin. Ji bo raya giştî tetmînkar bibe û ji edalet texrîb nebe divê lêpirsînên çalak bên destpêkirin."    ‘DIXWAZIN PEYAMA KU EZ DESTHILATDARÊ HER TIŞTÎ ME BIDIN'    Bakkalci, destnîşan kir ku di serî de baweriya ji bo hiqûqê jî di nav de her tişt hatiye texrîbkirin. Bakkalci, diyar kir ku windakirin an jî gefa windakirin hem kes hem jî ximzên kes û hem jî civakê ji nêz ve eleqedar dike. Bakkalci got: "Kesên van gefan dixwin dixwazin peyama 'em desthilatarê her tiştî ne' bidin."    Bakkalci, destnîşan kir ku lê belê divê li hemberî van gefan demildest lêpirsîneke çalak bê destpêkirin û li hemberş van tiştan peywira îktîdara siyasî ew e ku ewlehiya civakê peyda bike.    MA / Elif Çetiner