Qeyûm Geverê veguherandiye qada xwelî û tozê

img
COLEMÊRG - Li Geverê xebatên şaredariya qeyûm ên binesaziyê jiyana welatiyan rawestandiye. Şêniyên navçeyê ji ber doz û xweliya xebata binesaziyê nexweş dikevin, nikarin kargehên xwe vekin û derkevin sûkê. Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê xebatên zêde dihatin kirin, niha tenê li qada leşkerî didomin. 
 
Li navçeya Gevera Colemêrgê ku ev nêzî 3 sal in xebatên binesaziyê yên şaredariya qeyûm dewam dikin, beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê hatibûn lezkirin. Piştî hilbijartinê xebat hatin sekinandin. Ji ber xerakirina peyarê û kolanan navenda navçeyê di nava toz û xweliyê de maye. Hat zanîn ku ji ber pereyên îhaleyê nehatiye razandin, bi mehan e karker nikarin pereyê xwe bistînin. 
 
Niha xebat tenê li Fermandariya Tumena 3’yemîn a Leşkerî ya Navçeyê û derdora wê tê kirin. Di serî de li kolana Cengîz Topel û kolanan ji ber nepaqijiyê bêhn xwe li derdorê belav dike û ev yek dibe sedemê nexweşîna welatiyan. Şêniyên navçeyê nikarin derkevin derve û esnaf jî nikarin kargehên xwe vekin. 
 
Şêniyên Geverê anîn ziman ku ev 3 sal in ew di nav xwelî û tozê de dijîn û xwestin projeya binesaziyê ya hatiye destpêkirin demildest bê qedandin. 
 
‘EM NIKARIN KARGEHÊ XWE VEKIN’ 
 
Ji esnafên navçeyê Necat Sonmez anî ziman ku ji ber kargeha wan di bin tozê de dimîne ew nikarin karê xwe bikin û wiha got: “Xebata ku ev 3 sal in didome pêşiya hilbijartinê hinek zêde bû lê niha hatiye sekinandin. Em nikarin kargeha xwe vebikin. Dema ku em vedikin kargeh di nav tozê de dimîne. Em bi dehan caran paqij dikin lê dîsa paqij nabe. 3 sal in navçe di zivistanê de di nav heriyê de û havînê jî di nav tozê de dimîne. Em dixwazin bila navçeya me bibe mîna berê.” 
 
‘EM NIKARIN DERKEVIN DERVE’ 
 
Turgay Cankurtaran jî diyar kir ku ew nikarin bi zarokên xwe re derkevin derve ji ber viya ew piranî li malê dimînin û got: “Em paceyên xwe digirin û wisa li malê rûdinên. Dema ku em derdikevin derve zarok nexweş dikevin. Çend caran jî nexweş ketin. Her wiha rojê herî kêm em du caran serê xwe dişon. Welatiyên Geverê toz û xweliyê heq nakin.” 
 
‘EM NEXWEŞ DIKEVIN’ 
 
Musa Baran jî destnîşan kir ku di dema şaredariya DBP’ê de hemû kolan û peyarê bi xweşikî û mîmarî hatibûn çêkirin û wiha axivî: “Lê niha qeyûm ne rê û tu tiştek din neheştiye. Ji xwe ev projeya biha qeyûm çêdike ya şaredariya DBP'ê ye. Projeyê 8 sal dan sekinandin û nehiştin ku proje bikeve meriyetê. Piştî qayûm hate tayînkirin ev proje wek projeya qayûm kete meriyetê. Ewil navçe bi maşîneyên zirxî û teqemeniya hat hilweşandin. Niha jî bi destê qeyûmê tê hilweşandin. Êdî bes e em wek berê kolanên xwe paqij dixwazin. Ez nexweşek astimê me û ev toz li ser min bandorê dike. Nexweşên astimê nikarin derkevin derve. Ji ber tozê, xwelî û ava qirêj ya li kolanan nikarin derkevin derve.” 
 
‘EM JI BER TOZÊ NAYÊN NAVÇEYÊ’
 
Emrah Canan jî anî ziman ku dema ew ji gund tên navçeyê di nav tozê de dimînin û wiha pêde çû; "Em bi awayek paqij tên navçeyê, lê dema em ji navçeyê derdikevin ser me hemû qirêj e. Em ji ber tozê nayên navçeyê. Jiyana navçeyê di bin xetereyê de ye. Xebatên pêşiya hilbijartinê dan destpêkirin niha dane sekinandin. Xebat tenê li qada leşkeriyê berdewam dike. Ji ber dengê ku dixwestin nehildan, ceza didin cezakirin. Vîna me nas nakin. Bila vîna me nas bikin.”
 
MA – Fethî Balaban
 

Sernavên din

06/08/2018
09:07 Ev çîroka Gurbetê ye ku di 11 saliya xwe de hatiye zewicandin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2018'AN
05/08/2018
16:29 Karkeran cara 74’an daxwaza adaletê kirin
16:20 Siyasetmedarên piştigrî dan HDP’ê: Têkoşîna me bi gefan naraweste
14:14 Hunermendê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
14:14 Kampa Piştevaniya Mor bi dawî bû: Rêya me dirêje û pêşiya me vekiriye
14:13 Li Afganistanê leşkerên NATO’yê hatin kuştin
12:57 Talîmata medya civakî ya Şaredariya Serê Kaniyê!
12:40 Gundiyên li Gogsî ragihandin: Em dibin bombebaranê dene
12:14 Jinan bertek nîşanî Erdogan dan: Em li pişt dengên xwe ne
12:03 Derbarê teqîna Colemergê de angaştên nû
10:48 Polîsan bi ser daweta li ber stranên Kurdî guvend digerandin de girtin
10:40 Li Îranê çalaki didomin
10:28 Li ser rêya Riha û Semsûrê qezaya trafîqê çêbû
10:27 5 rojîn agahî jî endamê HDP'ê Koçakli nayê girtin
09:37 Li dijî Madûro hewldana sûîkastê: 7 keşker birîndar bûn
09:36 Hevjîna wî Dengbêj Cizîrî vegot
09:07 Esnafê Mahmûtpaşayê: Îsal rewşa kar ne tu rewş e
09:07 Li hemberî rejîma 'yekzilamî' pêşniyaza 'xeta têkoşînê'
09:06 Parêzvanên mafên mirovan: Dixwazin bi windakirin û revandinê tirsê belav bikin
09:05 Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê: Bêcezatî şidetê zêdetir dike
09:04 Qedexeya 2 sal û nîve naqede: Îmrali û Ocalan
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2018'AN
04/08/2018
16:35 Ji bo girtiyên nexweş bang li rayedaran kirin
16:08 Beştaş: Tu jî dê biçî…
15:53 Parêzer Încîn: OHAL rabû, lê di girtîgehan de binpêkirin man
15:46 Bîlgen bertek nîşanî Erdogan da
15:45 14 sale li benda bersivê ye: Tolga Baykal Ceylan li ku ye?
15:35 Qeyûm Geverê veguherandiye qada xwelî û tozê
14:59 Îstîsmarkarê zaroka 8 salî hat girtin
14:34 Waliyê Êlihê destûr neda çalakiya xizmên windayan
14:33 Ji gundiyên hatibûn binçavkirin 18 jê hatin berdan
14:31 4 kes li Stenbolê hatin girtin
14:05 Çîroka windayekê: Leşkeran bir û carek din venegeriya
12:53 ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de 195 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Sewqên girtiyên Tarsûsê yên ji bo Kayseriyê didomîn
12:18 Lî Rûsyayê helikopterek ket û 18 kes mirin
11:59 Qedexeya derketina derve ya Lîcê û Hênê rabû
11:58 Li Mereşê erdhêj çêbû
11:48 Angaşta 2 polîsên birîndar jiyana xwe ji dest dane
11:21 Li Erdîşê 20 kes hatin girtin
11:05 Kujerên Cemîle nehatin dîtin
10:25 Malbatan bertek nîşan dan: Ên ferman dan jî, divê bên darizandin
09:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
09:35 ‘Bûyera Brûnson di nav têkiliyên ne baş de tenê hincetek e’
09:33 Dema wesayîta polîsan derbas bû teqîn rû da: 1 jê girina 9 polîs birîndar bûn
09:08 Parêzerên Ocalan raporek ji CPT'yê re şandin
09:07 'TRT'a ku bi bacên me li ser piya ye, xweserîbûna xwe winda kir'
09:06 Parêzer Încîn: Li girtîgehan hîna jî binpêkirina mafan zêde ye
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2018'AN
03/08/2018
21:38 Ciwanê HDP'î yê bi ‘Ranger’ê hat revandin hat berdan
20:48 Malbatên 10'ê Cotmehê: Em ê tim doza edaletê bikin
18:04 Di doza komkujiya Gara Enqereyê de biryar hat dayîn
16:55 Ji bo Komkujiya Şengalê panel li dar xistin
16:37 Ji HDP’ê hişyariya stagflasyonê
16:36 Îdiaya ciwanê HDP’yî yê hat revandin agahî jê nayê girtin
15:45 Baroya Amedê: Di hefteya 136’emîn de edalet xwest
14:49 Çotkarên birîna ceyranê şermezar kirin, hatin binçavkirin
14:17 Êrîşî mizgefta Şiiya kirin û 15 kes kuştin
14:11 Qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
14:08 Di salvegera fermanê de Meclisa Giştî ya Şengalê ragihandin
13:36 Kampa AFAD’ê ya Mîdyatê tê valekirin: Êzidî dixwazin li gundên Êzidiyan bi cih bibin
12:57 Ji Girtîgeha Tarsûsê 17 jin sewqî Qayseriyê kirin
12:54 Helîkopteran sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê bombebaran kir
12:40 Îşkenceya di bin çavan de bir Meclisê
12:38 Bersûcê Komkujiya Garê: Wesaît li ser navê min qeydkiriye
12:33 Meclîsa Jinan a DÎK’ê: Bêdengbûn hevkariye
12:01 Şandeya HDP’ê li Şengalêye
11:56 'Emê di şexsê jinên Êzidî de rê nedin qirkirinên jinan'
11:20 Li 9 gund û mezrayên Amedê 'qedexe' hat îlankirin
10:35 Li Çiyayê Şengalê ciwanên Êzidî bi meşaleyan meşîn
09:57 Vesazkirina leşkeriya bedelî hat weşandin
09:52 Dolar dîsa bilind bû û 5.11 TL
09:20 Karkerên Paksanê: Sendîkayê destek neda me
09:02 Li Rihayê piştî OHAL’ê: Bi hezaran binçavkirin û îşkence
09:02 Girtiya pirsgirêk ji dozger re vegotin 10 roj in di hucreyê de ye
09:01 Newaze û bihûşta xwezayê: Gola Nemrûtê
09:00 Li Şengalê gavbigav geriya û ew roj vegotin
09:00 Oguz: Tecrîta li ser Ocalan rabe, dê rewş biguhere
09:00 Li vî bajarî jiyan li ser pişta duçerxan e
09:00 ROJEVA 03'Ê TEBAXA 2018'AN
02/08/2018
18:14 Namzetê HDP’ê yê Çewligê hat girtin
18:10 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:20 Senatoya DYA’yê firûtina F-35 rawestandin
15:07 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê cezayê pereyan ranezînin
14:26 Li gumrika Karkamiş teqîna 'bi kontrol' rû da
13:38 Malbatên îstîsmarkarên zaroka biçûk ji bajarokê hatin dûrxistin
13:29 KCD: Em li cem civaka êzidî ne
12:26 Parêzerên Ocalan cara 777’emîn serlêdan kirin
12:25 Bersiv nedan teklîfa jenosîda Êzidiyan bê naskirin
12:11 Li bendê ye biryara doza Komkujiya Garê bê dayîn
11:42 Jinên êzidî di 4’emîn salvegera fermanê de behsa hovîtiyê dikin
11:21 Pisporan MB'’ê derewand: Di dawiya salê de enflasyon ji sedî 20 derbas dike
11:20 Onura CHP’î : Divê muxalefeta belava xwe kom bike
10:27 Bavê Feray Şahîn a hat kuştin: Dozger kujer bêsûc dike
09:55 ‘Îstîsmarkar tên parastin û dewletê kirin e zirx’
09:07 Li Efrînê êrîşên li ser jinan -3
09:03 Nivîskarên Portreyên Aştiyê: Pêkanîna adalete deynê stuyê me ye
09:01 Xelata Nobelê ya bîrkariyê dan profesorê Kurd
09:00 ROJEVA 02'Ê TEBAXA 2018'AN