Qeyûm Geverê veguherandiye qada xwelî û tozê 2018-08-04 15:35:23   COLEMÊRG - Li Geverê xebatên şaredariya qeyûm ên binesaziyê jiyana welatiyan rawestandiye. Şêniyên navçeyê ji ber doz û xweliya xebata binesaziyê nexweş dikevin, nikarin kargehên xwe vekin û derkevin sûkê. Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê xebatên zêde dihatin kirin, niha tenê li qada leşkerî didomin.    Li navçeya Gevera Colemêrgê ku ev nêzî 3 sal in xebatên binesaziyê yên şaredariya qeyûm dewam dikin, beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê hatibûn lezkirin. Piştî hilbijartinê xebat hatin sekinandin. Ji ber xerakirina peyarê û kolanan navenda navçeyê di nava toz û xweliyê de maye. Hat zanîn ku ji ber pereyên îhaleyê nehatiye razandin, bi mehan e karker nikarin pereyê xwe bistînin.    Niha xebat tenê li Fermandariya Tumena 3’yemîn a Leşkerî ya Navçeyê û derdora wê tê kirin. Di serî de li kolana Cengîz Topel û kolanan ji ber nepaqijiyê bêhn xwe li derdorê belav dike û ev yek dibe sedemê nexweşîna welatiyan. Şêniyên navçeyê nikarin derkevin derve û esnaf jî nikarin kargehên xwe vekin.    Şêniyên Geverê anîn ziman ku ev 3 sal in ew di nav xwelî û tozê de dijîn û xwestin projeya binesaziyê ya hatiye destpêkirin demildest bê qedandin.    ‘EM NIKARIN KARGEHÊ XWE VEKIN’    Ji esnafên navçeyê Necat Sonmez anî ziman ku ji ber kargeha wan di bin tozê de dimîne ew nikarin karê xwe bikin û wiha got: “Xebata ku ev 3 sal in didome pêşiya hilbijartinê hinek zêde bû lê niha hatiye sekinandin. Em nikarin kargeha xwe vebikin. Dema ku em vedikin kargeh di nav tozê de dimîne. Em bi dehan caran paqij dikin lê dîsa paqij nabe. 3 sal in navçe di zivistanê de di nav heriyê de û havînê jî di nav tozê de dimîne. Em dixwazin bila navçeya me bibe mîna berê.”    ‘EM NIKARIN DERKEVIN DERVE’    Turgay Cankurtaran jî diyar kir ku ew nikarin bi zarokên xwe re derkevin derve ji ber viya ew piranî li malê dimînin û got: “Em paceyên xwe digirin û wisa li malê rûdinên. Dema ku em derdikevin derve zarok nexweş dikevin. Çend caran jî nexweş ketin. Her wiha rojê herî kêm em du caran serê xwe dişon. Welatiyên Geverê toz û xweliyê heq nakin.”    ‘EM NEXWEŞ DIKEVIN’    Musa Baran jî destnîşan kir ku di dema şaredariya DBP’ê de hemû kolan û peyarê bi xweşikî û mîmarî hatibûn çêkirin û wiha axivî: “Lê niha qeyûm ne rê û tu tiştek din neheştiye. Ji xwe ev projeya biha qeyûm çêdike ya şaredariya DBP'ê ye. Projeyê 8 sal dan sekinandin û nehiştin ku proje bikeve meriyetê. Piştî qayûm hate tayînkirin ev proje wek projeya qayûm kete meriyetê. Ewil navçe bi maşîneyên zirxî û teqemeniya hat hilweşandin. Niha jî bi destê qeyûmê tê hilweşandin. Êdî bes e em wek berê kolanên xwe paqij dixwazin. Ez nexweşek astimê me û ev toz li ser min bandorê dike. Nexweşên astimê nikarin derkevin derve. Ji ber tozê, xwelî û ava qirêj ya li kolanan nikarin derkevin derve.”    ‘EM JI BER TOZÊ NAYÊN NAVÇEYÊ’   Emrah Canan jî anî ziman ku dema ew ji gund tên navçeyê di nav tozê de dimînin û wiha pêde çû; "Em bi awayek paqij tên navçeyê, lê dema em ji navçeyê derdikevin ser me hemû qirêj e. Em ji ber tozê nayên navçeyê. Jiyana navçeyê di bin xetereyê de ye. Xebatên pêşiya hilbijartinê dan destpêkirin niha dane sekinandin. Xebat tenê li qada leşkeriyê berdewam dike. Ji ber dengê ku dixwestin nehildan, ceza didin cezakirin. Vîna me nas nakin. Bila vîna me nas bikin.”   MA – Fethî Balaban