Parêzerên Ocalan raporek ji CPT'yê re şandin

img

STENBOL - CPT, di serdanên xwe yên 2019'an de cih neda Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji CPT'yê re raporek şandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku tecrîda li Îmarliyê veguheriye tecrîdeke mayînde û bang li CPT'yê hat kirin ku serdana Îmraliyê bike. 

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, der barê Girtîgeha Îmraliyê, muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş de raporek amade kirin. Di raporê de serdanên parêzer û malbatan jî cih girt û berpêşî Komîteya Şopandin û Rêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hat kirin. 
 
Di raporê de dema di navbera 1'ê Çile- 22'yê Hezîrana 2018'an cih digire. Di raporê de hat destnîşankirin ku di vê demê de parêzeran 48 caran û malbatan jî 24 caran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daye, lê belê hemû serlêdan hatine redkirin. 
 
BIRYARÊN DADGEHÊ HATIN BIBÎRXISTIN 
 
Di raporê de biryarên ku Dadweriya Înfazê ya Yekemîn ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn cih girtin. Dadweriyê di biryara xwe de der barê hikumxwarin di Girtîgeha Îmraliyê de biryara qedexekirina qebûlkirina serdêran, sînordarkirina pêwendiya bi nivîskî û telefonê, qedexekirina hevdîtina bi parêzeran û sînordarkirina belgeyên ku dê parêzer bidin dabû. 
 
Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku îtiraz li vê biryarê hatiye kirin, lê belê Dadgeha Cezayê Giran a Yekan a Bûrsayê di 26'ê Nîsana 2018'an de ev îtiraz red kiriye. 
 
QEDEXEKIRINA SERDANA MALBATAN
 
Di raporê de ligel binpêkirinên mafan ên di dema Rewşa Awarte de hatine kirin, astengkirina serdana malbatan jî cih girt. Di raporê de hat bilêvkirin kirin ku têkildarî serdanên malbatan de tu tiştekî derhiqûqî tune ye. Di raporê de hat diyarkirin ku di madeyên qanûnê yên der barê girtiyan de, di tu madeyên hevdîtina parêzeran de xisûseke qedexekirina serdana malbatan tune ye, lê belê dîsa jî serdanên malbatan tên qedexekirin û ev yek bi awayekî aşkere derhiqûqî ye. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Îmraliyê bi salan e ne hevdîttin ne jî pêwendî tên danîn û ev yek bi tena serê xwe tecrîd e. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku herî dawî CPT di navbera 28-29'ê Nîsana 2016'an de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye û wiha hat gotin: "Dema mirov li serdanên 2007,2008, 2010, 2013 û 2016'an dinihêre, em dibînin ku di nav serdanên Komîteya we yên 2019'an de Tirkiye cih nagire. Di 28.08.2016-06.09.2016, 10.05.2017-23.05.2017 û 04.04.2018-13.04.2018'an de serdan hatine kirin. Têkildarî van serdanan gelek daaxwazên me hebûn, lê belê dîsa jî Girtîgeha Îmraliyê nehatiye ziyaretkirin. Li Girtîgeha Îmraliyê tim pêkanînên derî qedexekirina îşkenceyê tên kirin, lê bellê dîsa jî serdanên de facto nehatine kirin û bi ser de jî di nav serdanên we yên perîyodîk de cih jî nagire. Loma ev yek cihê fikaran e." 
 
TECRÎD VEGUHERÎ TECRÎDEKE MAYÎNDE 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku şert û mercên tecrîdê veguherîne tecrîdeke mayînde û wiha hat gotin: "Di peymana we de prsedura daxuyaniya çapemeniyê heye, divê ev yek pêk bê. Di serdanên raporên 2013 û 2016'an de hin tewsiye hene. Ev tewsiye pêk nehatiye û bi ser de li gorî çavdêriyên Komîteya we şert û merc xirabtir bûne. Di rapora we ya dawî de bersiva ku hikûmetê dabû ev e:'... di vê astê de der barê girtiyên cezayê muebedê xwarine de guherandina rejîmê tê raberkirin.' Bi vî awayî hatiye îlankirin ku pêşniyazeke biçûk jî nayê qebûlkirin." 
 
21 MEH E TU AGAHÎ TUNE NE 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku ji sala 2011'an ve bi biryarên îdarî û kêfî û ji sala 2016'an ve jî bi biryarên ku daraz dide bi her awayî pêwendiya muwekîlên di Girtîgeha Îmraliyê de ji cîhana derve hatiye qutkirin û bi pêkanînên der mirovî re rû bi rû ne. Di raporê de hat gotin ku parêzer bi tu awayekî der barê rewşa tendurisît û fizîkî ya muwekîlên xwe de agahiyan nagirin. 
 
Di raporê de hat gotin ku 21 meh e tu xeber ji Girtîgeha Îmraliyê û muwekîlan nayê girtin û bi her awayî rêyên pêwendî û hevdîtinê hatine girtin û ev yek bi awayekî sîstematîk didome. 
 
BANG LI CPT'YÊ HAT KIRiN 
 
Di dawiya raporê de bang li CPT'yê hat kirin û wiha hat gotin: "Du sal in Tirkiye bi Rewşa Awarte û KHK'yan tê birêvebirin. Di vê pêvajoyê e mafên bingehîn û azadî hatine hilawistin û gelek maf hatine mevredkirin û bi awayekî derhiqûqî bi KHK'yan hatine qanûnîkirin û rê li ber mayîndekirina Rewşa Awarte hatiye vekirin. Bi her awayî mafê hevdîtina girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê ya bi parêzerên xwe re, hevdîtina bi malbatan re, pêwendiya bi rêya name, faks û hwd. ji holê hatine rakirin. Di rewşe wisa de êdî mirov nikare behsa binpêkirina mafekî an jî gelek mafan bike. Li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî dijwar îşkence heye û şik û gumanên der barê parastina yekpareyiya madî û manewî ya serdêran zêde bûne. 
 
Pêvajoya Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê, berpirsiyariya netewî û navnetewî ya Tirkiyeyê bin pê dike. Li welat tu venihêrîneke qanûnî nemaye. Welateke ku namzetê Yekîtiya Ewropayê ye, lê belê hemû nirxên demokratîk û mafên mirovan di talûkeyê de ne, divê ev yek bê dîtin. Jixwe ji ber vê ye ku Konseya Ewropayê wê dişopîne. Divê Komîteya we û Konseya Ewropayê berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Ji ber vê dvê demildest serdana Girtîgeha Îmraliyê û serdêran bê kirin û ji bo dewleta bernedam ku tewsiyeyan bi cih nayîne û wan red dike Paragrafa 10/2 a Peymanê demildest pêk bê." 
 
MA / Yasin Kobulan 
 

Sernavên din

06/08/2018
09:07 Ev çîroka Gurbetê ye ku di 11 saliya xwe de hatiye zewicandin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2018'AN
05/08/2018
16:29 Karkeran cara 74’an daxwaza adaletê kirin
16:20 Siyasetmedarên piştigrî dan HDP’ê: Têkoşîna me bi gefan naraweste
14:14 Hunermendê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
14:14 Kampa Piştevaniya Mor bi dawî bû: Rêya me dirêje û pêşiya me vekiriye
14:13 Li Afganistanê leşkerên NATO’yê hatin kuştin
12:57 Talîmata medya civakî ya Şaredariya Serê Kaniyê!
12:40 Gundiyên li Gogsî ragihandin: Em dibin bombebaranê dene
12:14 Jinan bertek nîşanî Erdogan dan: Em li pişt dengên xwe ne
12:03 Derbarê teqîna Colemergê de angaştên nû
10:48 Polîsan bi ser daweta li ber stranên Kurdî guvend digerandin de girtin
10:40 Li Îranê çalaki didomin
10:28 Li ser rêya Riha û Semsûrê qezaya trafîqê çêbû
10:27 5 rojîn agahî jî endamê HDP'ê Koçakli nayê girtin
09:37 Li dijî Madûro hewldana sûîkastê: 7 keşker birîndar bûn
09:36 Hevjîna wî Dengbêj Cizîrî vegot
09:07 Esnafê Mahmûtpaşayê: Îsal rewşa kar ne tu rewş e
09:07 Li hemberî rejîma 'yekzilamî' pêşniyaza 'xeta têkoşînê'
09:06 Parêzvanên mafên mirovan: Dixwazin bi windakirin û revandinê tirsê belav bikin
09:05 Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê: Bêcezatî şidetê zêdetir dike
09:04 Qedexeya 2 sal û nîve naqede: Îmrali û Ocalan
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2018'AN
04/08/2018
16:35 Ji bo girtiyên nexweş bang li rayedaran kirin
16:08 Beştaş: Tu jî dê biçî…
15:53 Parêzer Încîn: OHAL rabû, lê di girtîgehan de binpêkirin man
15:46 Bîlgen bertek nîşanî Erdogan da
15:45 14 sale li benda bersivê ye: Tolga Baykal Ceylan li ku ye?
15:35 Qeyûm Geverê veguherandiye qada xwelî û tozê
14:59 Îstîsmarkarê zaroka 8 salî hat girtin
14:34 Waliyê Êlihê destûr neda çalakiya xizmên windayan
14:33 Ji gundiyên hatibûn binçavkirin 18 jê hatin berdan
14:31 4 kes li Stenbolê hatin girtin
14:05 Çîroka windayekê: Leşkeran bir û carek din venegeriya
12:53 ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de 195 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Sewqên girtiyên Tarsûsê yên ji bo Kayseriyê didomîn
12:18 Lî Rûsyayê helikopterek ket û 18 kes mirin
11:59 Qedexeya derketina derve ya Lîcê û Hênê rabû
11:58 Li Mereşê erdhêj çêbû
11:48 Angaşta 2 polîsên birîndar jiyana xwe ji dest dane
11:21 Li Erdîşê 20 kes hatin girtin
11:05 Kujerên Cemîle nehatin dîtin
10:25 Malbatan bertek nîşan dan: Ên ferman dan jî, divê bên darizandin
09:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
09:35 ‘Bûyera Brûnson di nav têkiliyên ne baş de tenê hincetek e’
09:33 Dema wesayîta polîsan derbas bû teqîn rû da: 1 jê girina 9 polîs birîndar bûn
09:08 Parêzerên Ocalan raporek ji CPT'yê re şandin
09:07 'TRT'a ku bi bacên me li ser piya ye, xweserîbûna xwe winda kir'
09:06 Parêzer Încîn: Li girtîgehan hîna jî binpêkirina mafan zêde ye
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2018'AN
03/08/2018
21:38 Ciwanê HDP'î yê bi ‘Ranger’ê hat revandin hat berdan
20:48 Malbatên 10'ê Cotmehê: Em ê tim doza edaletê bikin
18:04 Di doza komkujiya Gara Enqereyê de biryar hat dayîn
16:55 Ji bo Komkujiya Şengalê panel li dar xistin
16:37 Ji HDP’ê hişyariya stagflasyonê
16:36 Îdiaya ciwanê HDP’yî yê hat revandin agahî jê nayê girtin
15:45 Baroya Amedê: Di hefteya 136’emîn de edalet xwest
14:49 Çotkarên birîna ceyranê şermezar kirin, hatin binçavkirin
14:17 Êrîşî mizgefta Şiiya kirin û 15 kes kuştin
14:11 Qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
14:08 Di salvegera fermanê de Meclisa Giştî ya Şengalê ragihandin
13:36 Kampa AFAD’ê ya Mîdyatê tê valekirin: Êzidî dixwazin li gundên Êzidiyan bi cih bibin
12:57 Ji Girtîgeha Tarsûsê 17 jin sewqî Qayseriyê kirin
12:54 Helîkopteran sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê bombebaran kir
12:40 Îşkenceya di bin çavan de bir Meclisê
12:38 Bersûcê Komkujiya Garê: Wesaît li ser navê min qeydkiriye
12:33 Meclîsa Jinan a DÎK’ê: Bêdengbûn hevkariye
12:01 Şandeya HDP’ê li Şengalêye
11:56 'Emê di şexsê jinên Êzidî de rê nedin qirkirinên jinan'
11:20 Li 9 gund û mezrayên Amedê 'qedexe' hat îlankirin
10:35 Li Çiyayê Şengalê ciwanên Êzidî bi meşaleyan meşîn
09:57 Vesazkirina leşkeriya bedelî hat weşandin
09:52 Dolar dîsa bilind bû û 5.11 TL
09:20 Karkerên Paksanê: Sendîkayê destek neda me
09:02 Li Rihayê piştî OHAL’ê: Bi hezaran binçavkirin û îşkence
09:02 Girtiya pirsgirêk ji dozger re vegotin 10 roj in di hucreyê de ye
09:01 Newaze û bihûşta xwezayê: Gola Nemrûtê
09:00 Li Şengalê gavbigav geriya û ew roj vegotin
09:00 Oguz: Tecrîta li ser Ocalan rabe, dê rewş biguhere
09:00 Li vî bajarî jiyan li ser pişta duçerxan e
09:00 ROJEVA 03'Ê TEBAXA 2018'AN
02/08/2018
18:14 Namzetê HDP’ê yê Çewligê hat girtin
18:10 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:20 Senatoya DYA’yê firûtina F-35 rawestandin
15:07 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê cezayê pereyan ranezînin
14:26 Li gumrika Karkamiş teqîna 'bi kontrol' rû da
13:38 Malbatên îstîsmarkarên zaroka biçûk ji bajarokê hatin dûrxistin
13:29 KCD: Em li cem civaka êzidî ne
12:26 Parêzerên Ocalan cara 777’emîn serlêdan kirin
12:25 Bersiv nedan teklîfa jenosîda Êzidiyan bê naskirin
12:11 Li bendê ye biryara doza Komkujiya Garê bê dayîn
11:42 Jinên êzidî di 4’emîn salvegera fermanê de behsa hovîtiyê dikin
11:21 Pisporan MB'’ê derewand: Di dawiya salê de enflasyon ji sedî 20 derbas dike
11:20 Onura CHP’î : Divê muxalefeta belava xwe kom bike
10:27 Bavê Feray Şahîn a hat kuştin: Dozger kujer bêsûc dike
09:55 ‘Îstîsmarkar tên parastin û dewletê kirin e zirx’
09:07 Li Efrînê êrîşên li ser jinan -3
09:03 Nivîskarên Portreyên Aştiyê: Pêkanîna adalete deynê stuyê me ye
09:01 Xelata Nobelê ya bîrkariyê dan profesorê Kurd
09:00 ROJEVA 02'Ê TEBAXA 2018'AN