Parêzerên Ocalan raporek ji CPT'yê re şandin 2018-08-04 09:08:13 STENBOL - CPT, di serdanên xwe yên 2019'an de cih neda Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji CPT'yê re raporek şandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku tecrîda li Îmarliyê veguheriye tecrîdeke mayînde û bang li CPT'yê hat kirin ku serdana Îmraliyê bike.  Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, der barê Girtîgeha Îmraliyê, muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş de raporek amade kirin. Di raporê de serdanên parêzer û malbatan jî cih girt û berpêşî Komîteya Şopandin û Rêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hat kirin.    Di raporê de dema di navbera 1'ê Çile- 22'yê Hezîrana 2018'an cih digire. Di raporê de hat destnîşankirin ku di vê demê de parêzeran 48 caran û malbatan jî 24 caran ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daye, lê belê hemû serlêdan hatine redkirin.    BIRYARÊN DADGEHÊ HATIN BIBÎRXISTIN    Di raporê de biryarên ku Dadweriya Înfazê ya Yekemîn ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn cih girtin. Dadweriyê di biryara xwe de der barê hikumxwarin di Girtîgeha Îmraliyê de biryara qedexekirina qebûlkirina serdêran, sînordarkirina pêwendiya bi nivîskî û telefonê, qedexekirina hevdîtina bi parêzeran û sînordarkirina belgeyên ku dê parêzer bidin dabû.    Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku îtiraz li vê biryarê hatiye kirin, lê belê Dadgeha Cezayê Giran a Yekan a Bûrsayê di 26'ê Nîsana 2018'an de ev îtiraz red kiriye.    QEDEXEKIRINA SERDANA MALBATAN   Di raporê de ligel binpêkirinên mafan ên di dema Rewşa Awarte de hatine kirin, astengkirina serdana malbatan jî cih girt. Di raporê de hat bilêvkirin kirin ku têkildarî serdanên malbatan de tu tiştekî derhiqûqî tune ye. Di raporê de hat diyarkirin ku di madeyên qanûnê yên der barê girtiyan de, di tu madeyên hevdîtina parêzeran de xisûseke qedexekirina serdana malbatan tune ye, lê belê dîsa jî serdanên malbatan tên qedexekirin û ev yek bi awayekî aşkere derhiqûqî ye.    Di raporê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Îmraliyê bi salan e ne hevdîttin ne jî pêwendî tên danîn û ev yek bi tena serê xwe tecrîd e.    Di raporê de hat diyarkirin ku herî dawî CPT di navbera 28-29'ê Nîsana 2016'an de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye û wiha hat gotin: "Dema mirov li serdanên 2007,2008, 2010, 2013 û 2016'an dinihêre, em dibînin ku di nav serdanên Komîteya we yên 2019'an de Tirkiye cih nagire. Di 28.08.2016-06.09.2016, 10.05.2017-23.05.2017 û 04.04.2018-13.04.2018'an de serdan hatine kirin. Têkildarî van serdanan gelek daaxwazên me hebûn, lê belê dîsa jî Girtîgeha Îmraliyê nehatiye ziyaretkirin. Li Girtîgeha Îmraliyê tim pêkanînên derî qedexekirina îşkenceyê tên kirin, lê bellê dîsa jî serdanên de facto nehatine kirin û bi ser de jî di nav serdanên we yên perîyodîk de cih jî nagire. Loma ev yek cihê fikaran e."    TECRÎD VEGUHERÎ TECRÎDEKE MAYÎNDE    Di raporê de hat destnîşankirin ku şert û mercên tecrîdê veguherîne tecrîdeke mayînde û wiha hat gotin: "Di peymana we de prsedura daxuyaniya çapemeniyê heye, divê ev yek pêk bê. Di serdanên raporên 2013 û 2016'an de hin tewsiye hene. Ev tewsiye pêk nehatiye û bi ser de li gorî çavdêriyên Komîteya we şert û merc xirabtir bûne. Di rapora we ya dawî de bersiva ku hikûmetê dabû ev e:'... di vê astê de der barê girtiyên cezayê muebedê xwarine de guherandina rejîmê tê raberkirin.' Bi vî awayî hatiye îlankirin ku pêşniyazeke biçûk jî nayê qebûlkirin."    21 MEH E TU AGAHÎ TUNE NE    Di raporê de hat destnîşankirin ku ji sala 2011'an ve bi biryarên îdarî û kêfî û ji sala 2016'an ve jî bi biryarên ku daraz dide bi her awayî pêwendiya muwekîlên di Girtîgeha Îmraliyê de ji cîhana derve hatiye qutkirin û bi pêkanînên der mirovî re rû bi rû ne. Di raporê de hat gotin ku parêzer bi tu awayekî der barê rewşa tendurisît û fizîkî ya muwekîlên xwe de agahiyan nagirin.    Di raporê de hat gotin ku 21 meh e tu xeber ji Girtîgeha Îmraliyê û muwekîlan nayê girtin û bi her awayî rêyên pêwendî û hevdîtinê hatine girtin û ev yek bi awayekî sîstematîk didome.    BANG LI CPT'YÊ HAT KIRiN    Di dawiya raporê de bang li CPT'yê hat kirin û wiha hat gotin: "Du sal in Tirkiye bi Rewşa Awarte û KHK'yan tê birêvebirin. Di vê pêvajoyê e mafên bingehîn û azadî hatine hilawistin û gelek maf hatine mevredkirin û bi awayekî derhiqûqî bi KHK'yan hatine qanûnîkirin û rê li ber mayîndekirina Rewşa Awarte hatiye vekirin. Bi her awayî mafê hevdîtina girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê ya bi parêzerên xwe re, hevdîtina bi malbatan re, pêwendiya bi rêya name, faks û hwd. ji holê hatine rakirin. Di rewşe wisa de êdî mirov nikare behsa binpêkirina mafekî an jî gelek mafan bike. Li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî dijwar îşkence heye û şik û gumanên der barê parastina yekpareyiya madî û manewî ya serdêran zêde bûne.    Pêvajoya Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê, berpirsiyariya netewî û navnetewî ya Tirkiyeyê bin pê dike. Li welat tu venihêrîneke qanûnî nemaye. Welateke ku namzetê Yekîtiya Ewropayê ye, lê belê hemû nirxên demokratîk û mafên mirovan di talûkeyê de ne, divê ev yek bê dîtin. Jixwe ji ber vê ye ku Konseya Ewropayê wê dişopîne. Divê Komîteya we û Konseya Ewropayê berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Ji ber vê dvê demildest serdana Girtîgeha Îmraliyê û serdêran bê kirin û ji bo dewleta bernedam ku tewsiyeyan bi cih nayîne û wan red dike Paragrafa 10/2 a Peymanê demildest pêk bê."    MA / Yasin Kobulan