Onura CHP’î : Divê muxalefeta belava xwe kom bike

img
STENBOL – Parlamentera berê ya CHP’ê Melda Onur, diyar kir ku piştî hilbijartinê nîqaşên li ser kurultayê û guherînên pêk hatin ‘geşedaneke xwezahiye’ û got: "Lê piştî hilbijartinê muxalefeta ku belawela bû divê xwe kom bike û demek zûtir yekîtiya xwe ava bikin." 
 
Di Partiya Gel a Comarê (CHP) de nîqaşên li ser Kurultay Awarte didomin. Hin navên CHP’iyên berê diyar dikin ku pêwîstî bi guhretînê heye. Parlamentera berê ya CHP’ê Melda Onur ji van navan yek e. Onur li ser tabloya piştî hilbijartinê derket holê, ji aliyê partiyên muxalefetê ve tê çi wateyê û riya ku CHP bişopîne dê çibe, rêbaz kîjan be axivî. 
 
Melda Onur diyar kir ku daxwazên guherîna CHP’ê demeke dirêje di pratîka partiyê de hebûn. Ev piştî hilbijartinê bu rojeva farmî. Di hêla din de bê hiquqî, nebûna azadiya kesayetî, xwe îfadekirina fikrî û medya azad dê bidomin. Desthilatdarî ji bo van rewşan bidomîne dê bêtir pişta xwe bispêre zor û şidetê. Berdêla vê ya siyasî jî dê hebe.  Ew jî neserketin û têkçûn be.
 
‘MUXALEFET HILWEŞIYA’
 
Onur tabloya encama hilbijartinê ji aliyê muxalefetê ve jî nirxand û wiha got: “Pêwîstbûn,  yekîtiya beryahilbijartinê hat avakirin piştî hilbijartinê jî xwe xurtir bikirana. CHP vegeriya şer û nîqaşên nava xwe. Partiya IYÎ poşmaniyê dijî. HDP lewaz dixuye. Muxalefet hilweşiya.”  Onur da zanîn ku heta partî nava xwe hal nekin ne pêkane karibin yekîtiya muxalefetê jî ava bikin û wiha pêde çû: “Partiya IYÎ dê kurulta darxe. Meral Akşener bibe lîderê partiyê. Lîderê CHP’ê biguhêre dê başbe. Ev dê reng û rûçik bide partiyê. Anha divê ev her du partî nava xwe saz bikin. Piştî sazkirina nava van partiyan dê pêwîstiya muxalefeta hevbeş derkeve holê. Ji bo muxalefeta hevbeş divê teqez hevdîtin bi HDP’ê re jî çêbe. Ne tenê bi HDP’ê re divê hesabê partiyên din yên biçûk jî bên kirin. Raste hêza parlamentoyê nemaye û dixwazin a heyî jî biqedînin. Lê li dij vê divê dengeke mezin û  bi bandor bê zêdekirin. Derfetê avakirina dengê wisa xurt û bibandor jî heye. Lê ku muxalefet karibe yekîtiya xwe ava bike.”
  
‘KES BILA XWE DI EWLEHIYÊ DE NEBÎNE’
 
Onur, zagonên derketin bibîr xist û got: “Erkên dan Waliyan, asteng kirina azadiyên kesayetî ji bo her kesî xetereye. Dibe ku di nava pergala kevin û nûde ferqek nebe. Li gor min jî nîn e. Xetere berê jî hebûn. Îro ev hatiye aktîfkirin. Her kes di xetereyê deye.”
  
‘PÊWÎSTÎ BI GUHERÎNA LEZGÎN HEYE’
 
Onur guherînên nava CHP û nîqaşên li ser kurultayê “ wek geşedaneke xwezahî ya piştî hilbijartinê” pênase kir û wiha vegot: “Muharrem Înce piştî serneket û nebû Serokomar ez ji ber daxwaza wî ya serokatiya CHP’ê matmay nemam. Ev tişteke xewzahiye. Ji xwe Înce ji berê de xwe daye ser vê rê. Di kurultayê de 2 car bûye endam. Her çend têk çûbe jî niha hêzeke senpatîk a muxalefetê ji wî re heye. Ew jî pişta xwe dide wî hêzê û têdikoşe. Ji vê jî xwezatir tiştek nîn e. Fikrê min bi xwe jî ev e ku di rêveberiya sereke ya CHP’ê de guherîn çêbe. Guherîn tenê bi guhertina çend kesan ji Desteya Navenda Meclîsê (MYK) nabe. Bi guhertina MYK’ê partî naguhêre. Guhertina bi giştî xwe ferz kiriye. Guhertineke wisa nebe di hilbijartinên din de jî partî dê nikaribe xwe ji têkçûnê rizgar bike.”
 
‘DI HILBIJARTINÊN HERÊMÊ DE YEKÎTÎ’
 
Onur li ser hilbijartina heremî jî nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Yekîtiya ku nehat parastin divê hilbijartinên heremî de pêk bê. Taybet jî hevkariya HDP-CHP’ê divê hebe. Ne tenê ev her du partî divê yekîtiyahevbeş a hemû partiyên muxuyalefetê hebe. Yekîtiya ji bo hilbijartina şaredaran heta encumanan divê hebe. Hin derdor hen û dibêjin ‘bila HDP-CHP neyn berhev. Heke bên berhev gelek CHP’î hene dê deng nedin CHP’ê’. Di vî de çêkirina hişmendiyeke sûnî heye. Hilbijartina dawî gelek tişt raxist ber çavan. Taybet jî endezyariya hilbijêran balkêş bûn. ‘Dengek ji HDP’ê re û dengek ji CHP’ê re daxwaza partiyan nebûn. Mihendisiya hilbijêran bûn. Divê vana bên zanîn. Hikumet derfeta xwe heye û di ser çapameniyê de dixwaze hişeke li gor xwe di serê gel de bide afirandin. Di vî de jî serkeftiye.”
 
MA / Necla Demir
 

Sernavên din

06/08/2018
09:07 Ev çîroka Gurbetê ye ku di 11 saliya xwe de hatiye zewicandin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2018'AN
05/08/2018
16:29 Karkeran cara 74’an daxwaza adaletê kirin
16:20 Siyasetmedarên piştigrî dan HDP’ê: Têkoşîna me bi gefan naraweste
14:14 Hunermendê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
14:14 Kampa Piştevaniya Mor bi dawî bû: Rêya me dirêje û pêşiya me vekiriye
14:13 Li Afganistanê leşkerên NATO’yê hatin kuştin
12:57 Talîmata medya civakî ya Şaredariya Serê Kaniyê!
12:40 Gundiyên li Gogsî ragihandin: Em dibin bombebaranê dene
12:14 Jinan bertek nîşanî Erdogan dan: Em li pişt dengên xwe ne
12:03 Derbarê teqîna Colemergê de angaştên nû
10:48 Polîsan bi ser daweta li ber stranên Kurdî guvend digerandin de girtin
10:40 Li Îranê çalaki didomin
10:28 Li ser rêya Riha û Semsûrê qezaya trafîqê çêbû
10:27 5 rojîn agahî jî endamê HDP'ê Koçakli nayê girtin
09:37 Li dijî Madûro hewldana sûîkastê: 7 keşker birîndar bûn
09:36 Hevjîna wî Dengbêj Cizîrî vegot
09:07 Esnafê Mahmûtpaşayê: Îsal rewşa kar ne tu rewş e
09:07 Li hemberî rejîma 'yekzilamî' pêşniyaza 'xeta têkoşînê'
09:06 Parêzvanên mafên mirovan: Dixwazin bi windakirin û revandinê tirsê belav bikin
09:05 Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê: Bêcezatî şidetê zêdetir dike
09:04 Qedexeya 2 sal û nîve naqede: Îmrali û Ocalan
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2018'AN
04/08/2018
16:35 Ji bo girtiyên nexweş bang li rayedaran kirin
16:08 Beştaş: Tu jî dê biçî…
15:53 Parêzer Încîn: OHAL rabû, lê di girtîgehan de binpêkirin man
15:46 Bîlgen bertek nîşanî Erdogan da
15:45 14 sale li benda bersivê ye: Tolga Baykal Ceylan li ku ye?
15:35 Qeyûm Geverê veguherandiye qada xwelî û tozê
14:59 Îstîsmarkarê zaroka 8 salî hat girtin
14:34 Waliyê Êlihê destûr neda çalakiya xizmên windayan
14:33 Ji gundiyên hatibûn binçavkirin 18 jê hatin berdan
14:31 4 kes li Stenbolê hatin girtin
14:05 Çîroka windayekê: Leşkeran bir û carek din venegeriya
12:53 ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de 195 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Sewqên girtiyên Tarsûsê yên ji bo Kayseriyê didomîn
12:18 Lî Rûsyayê helikopterek ket û 18 kes mirin
11:59 Qedexeya derketina derve ya Lîcê û Hênê rabû
11:58 Li Mereşê erdhêj çêbû
11:48 Angaşta 2 polîsên birîndar jiyana xwe ji dest dane
11:21 Li Erdîşê 20 kes hatin girtin
11:05 Kujerên Cemîle nehatin dîtin
10:25 Malbatan bertek nîşan dan: Ên ferman dan jî, divê bên darizandin
09:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
09:35 ‘Bûyera Brûnson di nav têkiliyên ne baş de tenê hincetek e’
09:33 Dema wesayîta polîsan derbas bû teqîn rû da: 1 jê girina 9 polîs birîndar bûn
09:08 Parêzerên Ocalan raporek ji CPT'yê re şandin
09:07 'TRT'a ku bi bacên me li ser piya ye, xweserîbûna xwe winda kir'
09:06 Parêzer Încîn: Li girtîgehan hîna jî binpêkirina mafan zêde ye
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2018'AN
03/08/2018
21:38 Ciwanê HDP'î yê bi ‘Ranger’ê hat revandin hat berdan
20:48 Malbatên 10'ê Cotmehê: Em ê tim doza edaletê bikin
18:04 Di doza komkujiya Gara Enqereyê de biryar hat dayîn
16:55 Ji bo Komkujiya Şengalê panel li dar xistin
16:37 Ji HDP’ê hişyariya stagflasyonê
16:36 Îdiaya ciwanê HDP’yî yê hat revandin agahî jê nayê girtin
15:45 Baroya Amedê: Di hefteya 136’emîn de edalet xwest
14:49 Çotkarên birîna ceyranê şermezar kirin, hatin binçavkirin
14:17 Êrîşî mizgefta Şiiya kirin û 15 kes kuştin
14:11 Qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
14:08 Di salvegera fermanê de Meclisa Giştî ya Şengalê ragihandin
13:36 Kampa AFAD’ê ya Mîdyatê tê valekirin: Êzidî dixwazin li gundên Êzidiyan bi cih bibin
12:57 Ji Girtîgeha Tarsûsê 17 jin sewqî Qayseriyê kirin
12:54 Helîkopteran sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê bombebaran kir
12:40 Îşkenceya di bin çavan de bir Meclisê
12:38 Bersûcê Komkujiya Garê: Wesaît li ser navê min qeydkiriye
12:33 Meclîsa Jinan a DÎK’ê: Bêdengbûn hevkariye
12:01 Şandeya HDP’ê li Şengalêye
11:56 'Emê di şexsê jinên Êzidî de rê nedin qirkirinên jinan'
11:20 Li 9 gund û mezrayên Amedê 'qedexe' hat îlankirin
10:35 Li Çiyayê Şengalê ciwanên Êzidî bi meşaleyan meşîn
09:57 Vesazkirina leşkeriya bedelî hat weşandin
09:52 Dolar dîsa bilind bû û 5.11 TL
09:20 Karkerên Paksanê: Sendîkayê destek neda me
09:02 Li Rihayê piştî OHAL’ê: Bi hezaran binçavkirin û îşkence
09:02 Girtiya pirsgirêk ji dozger re vegotin 10 roj in di hucreyê de ye
09:01 Newaze û bihûşta xwezayê: Gola Nemrûtê
09:00 Li Şengalê gavbigav geriya û ew roj vegotin
09:00 Oguz: Tecrîta li ser Ocalan rabe, dê rewş biguhere
09:00 Li vî bajarî jiyan li ser pişta duçerxan e
09:00 ROJEVA 03'Ê TEBAXA 2018'AN
02/08/2018
18:14 Namzetê HDP’ê yê Çewligê hat girtin
18:10 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:20 Senatoya DYA’yê firûtina F-35 rawestandin
15:07 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê cezayê pereyan ranezînin
14:26 Li gumrika Karkamiş teqîna 'bi kontrol' rû da
13:38 Malbatên îstîsmarkarên zaroka biçûk ji bajarokê hatin dûrxistin
13:29 KCD: Em li cem civaka êzidî ne
12:26 Parêzerên Ocalan cara 777’emîn serlêdan kirin
12:25 Bersiv nedan teklîfa jenosîda Êzidiyan bê naskirin
12:11 Li bendê ye biryara doza Komkujiya Garê bê dayîn
11:42 Jinên êzidî di 4’emîn salvegera fermanê de behsa hovîtiyê dikin
11:21 Pisporan MB'’ê derewand: Di dawiya salê de enflasyon ji sedî 20 derbas dike
11:20 Onura CHP’î : Divê muxalefeta belava xwe kom bike
10:27 Bavê Feray Şahîn a hat kuştin: Dozger kujer bêsûc dike
09:55 ‘Îstîsmarkar tên parastin û dewletê kirin e zirx’
09:07 Li Efrînê êrîşên li ser jinan -3
09:03 Nivîskarên Portreyên Aştiyê: Pêkanîna adalete deynê stuyê me ye
09:01 Xelata Nobelê ya bîrkariyê dan profesorê Kurd
09:00 ROJEVA 02'Ê TEBAXA 2018'AN