Onura CHP’î : Divê muxalefeta belava xwe kom bike 2018-08-02 11:20:15   STENBOL – Parlamentera berê ya CHP’ê Melda Onur, diyar kir ku piştî hilbijartinê nîqaşên li ser kurultayê û guherînên pêk hatin ‘geşedaneke xwezahiye’ û got: "Lê piştî hilbijartinê muxalefeta ku belawela bû divê xwe kom bike û demek zûtir yekîtiya xwe ava bikin."    Di Partiya Gel a Comarê (CHP) de nîqaşên li ser Kurultay Awarte didomin. Hin navên CHP’iyên berê diyar dikin ku pêwîstî bi guhretînê heye. Parlamentera berê ya CHP’ê Melda Onur ji van navan yek e. Onur li ser tabloya piştî hilbijartinê derket holê, ji aliyê partiyên muxalefetê ve tê çi wateyê û riya ku CHP bişopîne dê çibe, rêbaz kîjan be axivî.    Melda Onur diyar kir ku daxwazên guherîna CHP’ê demeke dirêje di pratîka partiyê de hebûn. Ev piştî hilbijartinê bu rojeva farmî. Di hêla din de bê hiquqî, nebûna azadiya kesayetî, xwe îfadekirina fikrî û medya azad dê bidomin. Desthilatdarî ji bo van rewşan bidomîne dê bêtir pişta xwe bispêre zor û şidetê. Berdêla vê ya siyasî jî dê hebe.  Ew jî neserketin û têkçûn be.   ‘MUXALEFET HILWEŞIYA’   Onur tabloya encama hilbijartinê ji aliyê muxalefetê ve jî nirxand û wiha got: “Pêwîstbûn,  yekîtiya beryahilbijartinê hat avakirin piştî hilbijartinê jî xwe xurtir bikirana. CHP vegeriya şer û nîqaşên nava xwe. Partiya IYÎ poşmaniyê dijî. HDP lewaz dixuye. Muxalefet hilweşiya.”  Onur da zanîn ku heta partî nava xwe hal nekin ne pêkane karibin yekîtiya muxalefetê jî ava bikin û wiha pêde çû: “Partiya IYÎ dê kurulta darxe. Meral Akşener bibe lîderê partiyê. Lîderê CHP’ê biguhêre dê başbe. Ev dê reng û rûçik bide partiyê. Anha divê ev her du partî nava xwe saz bikin. Piştî sazkirina nava van partiyan dê pêwîstiya muxalefeta hevbeş derkeve holê. Ji bo muxalefeta hevbeş divê teqez hevdîtin bi HDP’ê re jî çêbe. Ne tenê bi HDP’ê re divê hesabê partiyên din yên biçûk jî bên kirin. Raste hêza parlamentoyê nemaye û dixwazin a heyî jî biqedînin. Lê li dij vê divê dengeke mezin û  bi bandor bê zêdekirin. Derfetê avakirina dengê wisa xurt û bibandor jî heye. Lê ku muxalefet karibe yekîtiya xwe ava bike.”    ‘KES BILA XWE DI EWLEHIYÊ DE NEBÎNE’   Onur, zagonên derketin bibîr xist û got: “Erkên dan Waliyan, asteng kirina azadiyên kesayetî ji bo her kesî xetereye. Dibe ku di nava pergala kevin û nûde ferqek nebe. Li gor min jî nîn e. Xetere berê jî hebûn. Îro ev hatiye aktîfkirin. Her kes di xetereyê deye.”    ‘PÊWÎSTÎ BI GUHERÎNA LEZGÎN HEYE’   Onur guherînên nava CHP û nîqaşên li ser kurultayê “ wek geşedaneke xwezahî ya piştî hilbijartinê” pênase kir û wiha vegot: “Muharrem Înce piştî serneket û nebû Serokomar ez ji ber daxwaza wî ya serokatiya CHP’ê matmay nemam. Ev tişteke xewzahiye. Ji xwe Înce ji berê de xwe daye ser vê rê. Di kurultayê de 2 car bûye endam. Her çend têk çûbe jî niha hêzeke senpatîk a muxalefetê ji wî re heye. Ew jî pişta xwe dide wî hêzê û têdikoşe. Ji vê jî xwezatir tiştek nîn e. Fikrê min bi xwe jî ev e ku di rêveberiya sereke ya CHP’ê de guherîn çêbe. Guherîn tenê bi guhertina çend kesan ji Desteya Navenda Meclîsê (MYK) nabe. Bi guhertina MYK’ê partî naguhêre. Guhertina bi giştî xwe ferz kiriye. Guhertineke wisa nebe di hilbijartinên din de jî partî dê nikaribe xwe ji têkçûnê rizgar bike.”   ‘DI HILBIJARTINÊN HERÊMÊ DE YEKÎTÎ’   Onur li ser hilbijartina heremî jî nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “Yekîtiya ku nehat parastin divê hilbijartinên heremî de pêk bê. Taybet jî hevkariya HDP-CHP’ê divê hebe. Ne tenê ev her du partî divê yekîtiyahevbeş a hemû partiyên muxuyalefetê hebe. Yekîtiya ji bo hilbijartina şaredaran heta encumanan divê hebe. Hin derdor hen û dibêjin ‘bila HDP-CHP neyn berhev. Heke bên berhev gelek CHP’î hene dê deng nedin CHP’ê’. Di vî de çêkirina hişmendiyeke sûnî heye. Hilbijartina dawî gelek tişt raxist ber çavan. Taybet jî endezyariya hilbijêran balkêş bûn. ‘Dengek ji HDP’ê re û dengek ji CHP’ê re daxwaza partiyan nebûn. Mihendisiya hilbijêran bûn. Divê vana bên zanîn. Hikumet derfeta xwe heye û di ser çapameniyê de dixwaze hişeke li gor xwe di serê gel de bide afirandin. Di vî de jî serkeftiye.”   MA / Necla Demir