Ji 73 fermana heta Meclîsa Giştî ya Şengalê rewşa êzidiyan

img
ŞENGAL - Êzidî heta beriya 4 salan li Şengalê bi 73 fermanan re rû bi rû man. Carek din ji bo qirkirineke wisa re rû bi rû nemînin yekîneyên xwe yên leşkerî ava kirin û xwe bi rêxistin kirin. Yekîneya Leşkerî ya Êzidiyan destpêkê herêma xwe rizgar kir. Piştî azadkirinê jî hêzên xwe yên parastin û rêveberiyên xwe ava kirin. Êzîdî niha jî amadekariyê dikin ku ligel Şîayên Ereb ên ku bi hev re dijin îlana avakirina Meclîsa Giştî ya Şengalê bikin. 
 
Bi destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê re bi destê dewletên desthilatdar bo ku dîzaynek bidin Rojhilata Navîn DAIŞ hat damezrandin. DAIŞ li nav xaka Iraq û Suriyê hat bihêzkirin. Artêşên heyî li ber xwe nedan. Li Iraqê bajarê Musilê û li Sûriyê bajarê Reqayê bê ku rastê şerek were DAIŞ'ê dagir kir. Çekên artêşa Iraq û Sûriyê ket destê DAIŞ’ê. Bi wan çekan li Iraq û Sûriyê derdorên nijad û baweriyên cihêreng bi destên DAIŞ’ê hetin qirkirin. Li Musilê êzîd, şebek û kurdên kakaî, şîa, tirkmen û derdorên bîadê DAIŞ’ê nekirin kir hedef û kuşt. 
 
DAIŞ’ê Enbar, Felluce, Ramadî, Tîkrît, Baac, Havîce, Musul û Telafer dagirkir û derdora Şengala welatên Êzîdiyan dorpêç kir. Di serê Tebaxa 2014’an de hêzên artêşa Iraqê û Peşmergeyên Herêma Kurdistana Federe ji Şengalê revîn û Êzîdiyan bi tenê hiştin. Êzîdî di dîroka xwe de piştî 72 fermana evcar bi destê DAIŞ’ê fermana 73’yan pêk hat. 
 
FERMANA 73'YEMÎN
 
DAIŞ piştî Musilê girt û dest danî derduora Şengalê roja 2’yê Tebaxê di xeta başurojavayê şengalê de êriş kir. Li gundê Siba, Şêx Xidir, Tel Êzer, Gir Zer û Koço dest bi êrişeke hov kir. Bi vî êrişê qirkirina Fermana 73’yan jî destpêkir. 
 
DAIŞ gav bi gev ber bi navenda Şengalê ve hat.  Di her gundê ketin de zilam bi komî hatin kuştin. Jin û zarokan jî dîl girtin û wek xenîmet birin. Li gundê Siba, Şêx Xidir û Gir Zer Êzîdî heta sibê berxwe bidin jî ji bo destekê pêşmergeyê girêdayê PDK’ê neçûn berxedan têk çû. 
 
FERMAN…
 
3 Tebaxê bi têkçûna vê eniyê re DAIŞ ket Şengalê. Bi sedhezaran jin, zarok, kal, pîr û zilamên Êzîdî bi komî qetil kirin. Hin Êzidî ji ber komkujiyê revî û xwe sipartin Çiyayê Şengalê. 
 
Êzîdiyên ketin destê DAIŞ’ê birin Musul, Telafer, Raka, Minbic, Girê Spî, Dêra Zorê û di bazarên koleyan de firotin. DAIŞ’iyan hin jinan ji xwe re kirin cariye. Hinek jinên ku nebûn misilman jî qetil kirin. 
 
12 SUWAR
 
12 Suwarên HPG û YJA Starê gihîştin Çiyayê Şengalê. Hêza PKK’ê ya ji 12 kesan pêk dihat yekemîn car  li Çiyayê Şengalê bereya şer danî û dest bi parastina Êzîdiyan kirin. Di nava Êzîdiyan de navê 12 Suwarî li koma yekemîn a PKK’ê kirin. Bi sedhezaran Êzîdiyên ji be komkujiyên DAIŞ’ê revîn û xwe spartin Çiyayê Şengalê ji aliyê van 12 Suwariyên PKK’î ve hatin parastin. DAIŞ ne karibûn li ber berxwedana 12 Suwaran bisekine. Rê li ber DAIŞ’ê hat birîn û neket Çiyayê Şengalê.
 
YPG/YPJ ji Rojava hat desteka Êzîdiyan. Gav bi gav şer kirin, hata ‘korîdora mirovîn di navbera Çiyayê Şengal û Rojava de hat vekirin. Êzîdiyên li çiya wisa hatin rizgarkirin. 
  
BERXWEDANA ŞENGALÊ
 
Berxwedanê rê neda DAIŞ temamê Şengal dagir bike. Ji Çiyayê Şengalê heta Taxa Sîtî Zeynep a Şengalê xeta şer hat damezrandin. Di nav demê de ciwanên Êzîdî xwe birêxistin kir û hêza xwe ya Yekîtiya Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin. Bi van hêzan, xwe û welatê xwe parastin. YBŞ/YJŞ 11 meh li dijî DAIŞ’ê berxwe da û destur neda komkujiya bi giştî ya li ser Êzidiyan pêkbê. 
 
MEZINBUNA ÊŞA FERMANÊ
 
Heta niha li Şengalê di 68 gorê komî de 200 cenaze hatin dîtin. Hê jî gorên komî tên dîtin. Cihê herî zêde gorên komî hatin dîtin gundên Koço, Solax, Herdan, Ramusî û Kapusî bûn.
  
ÊZÎDIYÊN DÎL HATIN GIRTIN
 
Meclîsa Damezrîner a Şengalê Çileya 2015’an de ava bû. Di bin banê vê meclîsê de xebat hat kirin. Ev gav bû hewildana yekem a herêma xweser a Êzîdiyan. Meclîsa Damezrîner a Şengalê ji aliyê xizmet, perwerde, çand, huner û ewlehiyê de xwe kir erka berpirs. Jinên Êzîdî Tevgera Jinên Azad a Êzîdiyan (TAJÊ) ava kir û giranî da ser xebatên jinê. Her ku YBŞ û YJŞ’ê di xebat û serkeftinên xwe de bawerî da keç û xortên Êzîdî tevlêbun jî zêde bû. TAJÊ di nav xwe de Koma Rizgarkirina Jinên Êzîdî ava kir û di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji 500 kesî zêdetir jin û zarokên dîl ên Êzidî ji nav lepên DAIŞ’ê rizgar kir û wan radestê malbatên wan kir. Taybet jî dîlên li Raka, Musul û Dêra Zorê ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. 
 
RIZGARÎ
 
Şengal 13’ê Mijdara 2015’an de bi temamî ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin. 2017’an de Meclîsa Xweser a Şengala Demokratîk hat avakirin. Meclîsê bi damezrandinê re 23 xalê ji bo parastina Êzîdiyan ji bo rayagiştî deklere kir. Meclîsa Xweser ji bo destek bidin Êzîdiyan jî bang li hemû dewletê navneteweyî kir. Azadkirina Şengalê, damezrandina meclîs û rêxistinên navxweyî yên Ezîdiyan derfat da ku malbatê koç kirin jî vegerin Şengalê. Bi hezaran malbat piştî çend salan hê karibûn vegerin ser cih û warên xwe. 
 
SALVEGERA 4’EMÎN A FERMANÊ
 
Fermana 4’emîn li paş ma. Lê bi hezaran kesên di êrişê de dîl ketin destên DAIŞ’ê hê aqubeta wan ne diyar e. Di salvegera 4’emîn a fermanê de Êzîdî amadekariya hin bîranînan dikin. Ji bo merasîmên bîranînê ji Musil, Telaafer, Herêma Kurdistana Federe û heremên din hin heyet hatin vexwendin. 
 
Ji bo bîranînê dê di 2’yê Tebaxê de ciwanên Êzîdî ji Çiyayê Şengalê meşa bi meşale li dar bixin. Di sibeha rojê de tê payîn ku li Herêma Serdeştê bi hezaran kes kom bibin û Meclîsa Giştî ya  Şengal îlan bikin. Di Meclîsê de Erebên Şîa yên ku berê li herêmê dijiyan jî dê cihên xwe bigirin. Hat aşkerakirin ku ev meclîs dê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve jî bi awayê fermî bê naskirin. 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

01/08/2018
16:34 Gundiyan derbarê teqîna Colemêrgê de axivîn: Bi dehan maşîneyên zirxî derbas bûn
16:11 Parêzerê D.D: Li Rihayê yekîneyek taybet a îşkenceyê heye
15:36 Rûsya: Dema wê bê dê Tirkiyeyê ji Sûriyeyê bê derxistin
14:34 Rêveberê DBP’ê yê binçavkirî hat berdan
14:20 Doza darizandina cerdevanê îstîsmarkar talûq bû
14:12 Parêzerên doza 10’ê Cotmehê: Em ê li pey dozê bin
14:10 6 meh ceza dan rojnameger Guven
13:23 Li Heskîfê pevçûn: Kesek mir
12:41 ‘Polîtîkayên 5 hezar sal ên li ser jinan, li Şengalê pêk anîn.’
12:27 152 saziyên jinan: Em ê dev ji mafê xwe bernadin
12:06 HDP: Êşa me giran e
11:37 Girtî: Em ji ber bermahiyên febrîkayê nikarin bêhn bigirin
11:30 HDP’ê îstîsmara li Qilabanê bir Meclîsê
11:13 Serokê berê yê DBP’ê Etîz jiyana xwe ji dest da
10:53 ‘Dê welat bibe girtîgeha vekirî’
10:50 Li Şirnexê pevçûn: 3 cerdevan û 4 leşker birîndar bûn
10:43 ‘OHAL li Amedê qet ne rabûye’
10:07 Helbestên kurdî digîhîjin gundan
10:00 ‘Bi armanca herêmê bêmirov bihêlin dişewitînin’
09:22 Esnafên Îdirê: Krîza dema Ecevît jî ne wisa bû
09:21 Pirtûk li girtîgehê 2 qat bihatir tên firotin
09:19 Rojnameger Oner: Di binçavan de MÎT’ê gef li min xwar
09:18 Ji 73 fermana heta Meclîsa Giştî ya Şengalê rewşa êzidiyan
09:14 Cîhanê li hemberî Efrînê rola sê meymûnan lîst -2
09:11 Hunermendê Dewletê yê Sûriyeyê: Bila welatê tu kesê nekeve vî halî
09:08 Karkerên Flormarê: Îktîdar tenê dengê me nabihîze
09:06 Li Îdirê rîçala bi çêj: Rîçala bacanê reş e
09:04 Penêrê Wanê tehma xwe ji giyayê zozanan digire
09:00 ROJEVA 01'Ê TEBAXÊ 2018'AN
31/07/2018
16:35 Polîsan li Erdişê bi ser malan de girtin
16:14 Şandeya HDP’ê serdana Yildirim kir
15:45 Taşdemîr: Em bi polîtîkayên pişavtinê re rû bi rû ne
15:11 Li Amedê ji bo Komkujiya Garê daxuyanî: Dê têkoşîna me bidome
14:57 Reveberê DBP’ê li Mêrsînê hat binçavkirin
14:43 Şaxên ÎHD’ê: Demildest girtiyê nexweş Koçer Ozdal berdin
14:18 Malbatên Komkujiya Garê: Çima berpirsyar nayên darizandin
13:34 Baroya Amedê: Dengê îşkenceyê ji qawîşên din jî tê bihîstin
13:27 Parêzerê 46 salan: Min di 12’ê Adar û 12’ê Îlonê de tiştek wiha nedît
12:37 Şandeya HDP’ê dê biçe serdana Bînalî Yildirim
12:03 Piştî rakirina qanûnê Diyanet TV vedibe
11:40 Prz. Balsak: Girtina Guven ne hiqûqiye
11:39 Doza Komkujiya Enqereyê di bin şertên rêveberiya awarte de destpê kir
11:38 Ji bo nexweşên şekerê Hişyariya hawa germ
10:40 TOMA li otomobîlê qelibî: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
10:34 'OHAL’a daîmî’ fermî bû
10:29 Dadgehê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berat kir
10:02 Guhertina Demografiya Efrînê -1
09:49 Paylan: Dibe ku IMF deyn nede Tirkiyeyê
09:45 Hedefa astengdarê bi yek milî damezrandina akademiyê ye
09:36 Mamosteya berxwedêr: Em koka daran bixwin jî emê ji pergalê re bîat nekin
09:17 Bavê 2 zarokê wî xeniqîn: Rayedar me sûcdar dikin, qey sucê wan nîn e?
09:14 JES’an erê bikin dê bi sedan dar tune bibin
09:13 Civaknas Bariş: Yekitî wê meseleya Şengalê çareser bike
09:10 Ji bo ajantiyê kirin nava HDP’ê, ji ber ku nekarî şantaj bike, qatil kirê kir
09:08 Bihûşta li ser Aras: Gola Masiyan
09:05 Cejna Qurbanê jî hat lê kes naçe bazara heywanan
09:01 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2018'AN
30/07/2018
16:14 Oluç: Divê em li dijî rejîma ne rewa muxalefetê birêxistin bikin
15:29 HDP’ê cezayê Zarok TV’yê bir Meclîsê
15:25 Nûçegihanê me yê bûyera îstîsmarê derxist holê hat tehdîtkirin
15:06 'Li Dersimê bi zanebûn daristanan dişewitînin’
15:04 Li Edenê cînayeta kar
14:47 Mahîr Kiliç li ber Navenda Giştî ya CHP’ê dest bi çalakiyê kir
14:14 Saziyên li Wanê ji bo danişîna 10’ê Cotmehê daxuyanî dan
13:45 'Em hedef dikin ku xwedî zarokan derkevin’
13:28 HDP û KCD: Daristanan dişewitînin û vemirandinê asteng dikin
13:01 Beriya doza 10’ê Cotmehê banga beşdariyê kirin
12:43 Li Îdlipê komên dibin kontrola Tirkiyeyê de navên xwe diguherin
11:50 Doza Nisêbînê: Parastin dibe îşkence û li wan dizivire
11:41 Polîsekê hevalê xwe yê kar kuşt
11:20 ‘Em ê bi êşê re rû bi rû bimînin lê qet dev ji doza xwe bernedin’
10:40 Li Umraniyê dîwarê palpiştê hilweşiya
09:41 8 navên di MYK’a HDP’ê de guherîn
09:20 Pekoz: Şerê li Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçe
09:19 Yek jê 3 salî 2 zarok ji aliyê xizmên xwe ve hatin îstîsmarkirin
09:18 Li Dêrsimê dest bi qusandina hiriyê kirin
09:04 ‘Hunera xweser huner e’
09:02 Meclîsa HDP’ê ya jinan dê eniya hevpar xurt bike
09:00 Epozdemîr: Em ê rastî dozên DMME yên Tirkiyeyê mehkûm bike, bên
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2018'AN
29/07/2018
17:20 ‘Qetilkirina xwezayê qetilkirina jinê ye'
16:13 18 sal ceza li îstîsmarkar hat birîn
15:45 Dê HDP pêşengiya ‘eniya antî faşîst’ bike
14:56 Ji bo Yildirim li ber mala cemê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
12:52 Navê sembola berxwedana Fîlîstînê Tamîmî û dayika wê hatin berdan
11:47 Daxwaza pirtûka kurdî bi bedela wergerê asteng kirin
11:12 Zeytûn: Bûyerên revandinê dişibîn ên salên 90’î
11:03 Agirkuj hat gund lê agir venemirand
10:27 Farisogullari: Ji bo hûnandina xeta têkoşînê emê berpirsiyartiyê bigrin ser xwe
10:25 Ozsoy: Rojava hîn kir ku Erdogan ji darê zorê fem dike
09:52 TJA: Bi pêşengtiya jinê emê xeta têkoşînê bihûnin
09:15 Li kesên îxracan protesto kirin cezayê pere birîn
09:13 Nexweşe lê ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
09:13 Walîtiyê got şer çêbû lê di serê wî de şûna guleyek hebû
09:07 ‘Ne bi polîtîkayên rast be koçberên Sûriyeyê dê bibin geto’
09:06 Prz. Ballikaya: Azadî û Mafên bingehîn ji darazê girtin û dan destê rêveberiyê
09:04 Xwestin ji giliyê vegerînin
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2018'AN
28/07/2018
17:13 Dîsa gef li malbata Şenyaşar xwarin
17:07 Pevçûna li çoltera Liçê dijwartir bû