Ji 73 fermana heta Meclîsa Giştî ya Şengalê rewşa êzidiyan 2018-08-01 09:18:03   ŞENGAL - Êzidî heta beriya 4 salan li Şengalê bi 73 fermanan re rû bi rû man. Carek din ji bo qirkirineke wisa re rû bi rû nemînin yekîneyên xwe yên leşkerî ava kirin û xwe bi rêxistin kirin. Yekîneya Leşkerî ya Êzidiyan destpêkê herêma xwe rizgar kir. Piştî azadkirinê jî hêzên xwe yên parastin û rêveberiyên xwe ava kirin. Êzîdî niha jî amadekariyê dikin ku ligel Şîayên Ereb ên ku bi hev re dijin îlana avakirina Meclîsa Giştî ya Şengalê bikin.    Bi destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê re bi destê dewletên desthilatdar bo ku dîzaynek bidin Rojhilata Navîn DAIŞ hat damezrandin. DAIŞ li nav xaka Iraq û Suriyê hat bihêzkirin. Artêşên heyî li ber xwe nedan. Li Iraqê bajarê Musilê û li Sûriyê bajarê Reqayê bê ku rastê şerek were DAIŞ'ê dagir kir. Çekên artêşa Iraq û Sûriyê ket destê DAIŞ’ê. Bi wan çekan li Iraq û Sûriyê derdorên nijad û baweriyên cihêreng bi destên DAIŞ’ê hetin qirkirin. Li Musilê êzîd, şebek û kurdên kakaî, şîa, tirkmen û derdorên bîadê DAIŞ’ê nekirin kir hedef û kuşt.    DAIŞ’ê Enbar, Felluce, Ramadî, Tîkrît, Baac, Havîce, Musul û Telafer dagirkir û derdora Şengala welatên Êzîdiyan dorpêç kir. Di serê Tebaxa 2014’an de hêzên artêşa Iraqê û Peşmergeyên Herêma Kurdistana Federe ji Şengalê revîn û Êzîdiyan bi tenê hiştin. Êzîdî di dîroka xwe de piştî 72 fermana evcar bi destê DAIŞ’ê fermana 73’yan pêk hat.    FERMANA 73'YEMÎN   DAIŞ piştî Musilê girt û dest danî derduora Şengalê roja 2’yê Tebaxê di xeta başurojavayê şengalê de êriş kir. Li gundê Siba, Şêx Xidir, Tel Êzer, Gir Zer û Koço dest bi êrişeke hov kir. Bi vî êrişê qirkirina Fermana 73’yan jî destpêkir.    DAIŞ gav bi gev ber bi navenda Şengalê ve hat.  Di her gundê ketin de zilam bi komî hatin kuştin. Jin û zarokan jî dîl girtin û wek xenîmet birin. Li gundê Siba, Şêx Xidir û Gir Zer Êzîdî heta sibê berxwe bidin jî ji bo destekê pêşmergeyê girêdayê PDK’ê neçûn berxedan têk çû.    FERMAN…   3 Tebaxê bi têkçûna vê eniyê re DAIŞ ket Şengalê. Bi sedhezaran jin, zarok, kal, pîr û zilamên Êzîdî bi komî qetil kirin. Hin Êzidî ji ber komkujiyê revî û xwe sipartin Çiyayê Şengalê.    Êzîdiyên ketin destê DAIŞ’ê birin Musul, Telafer, Raka, Minbic, Girê Spî, Dêra Zorê û di bazarên koleyan de firotin. DAIŞ’iyan hin jinan ji xwe re kirin cariye. Hinek jinên ku nebûn misilman jî qetil kirin.    12 SUWAR   12 Suwarên HPG û YJA Starê gihîştin Çiyayê Şengalê. Hêza PKK’ê ya ji 12 kesan pêk dihat yekemîn car  li Çiyayê Şengalê bereya şer danî û dest bi parastina Êzîdiyan kirin. Di nava Êzîdiyan de navê 12 Suwarî li koma yekemîn a PKK’ê kirin. Bi sedhezaran Êzîdiyên ji be komkujiyên DAIŞ’ê revîn û xwe spartin Çiyayê Şengalê ji aliyê van 12 Suwariyên PKK’î ve hatin parastin. DAIŞ ne karibûn li ber berxwedana 12 Suwaran bisekine. Rê li ber DAIŞ’ê hat birîn û neket Çiyayê Şengalê.   YPG/YPJ ji Rojava hat desteka Êzîdiyan. Gav bi gav şer kirin, hata ‘korîdora mirovîn di navbera Çiyayê Şengal û Rojava de hat vekirin. Êzîdiyên li çiya wisa hatin rizgarkirin.     BERXWEDANA ŞENGALÊ   Berxwedanê rê neda DAIŞ temamê Şengal dagir bike. Ji Çiyayê Şengalê heta Taxa Sîtî Zeynep a Şengalê xeta şer hat damezrandin. Di nav demê de ciwanên Êzîdî xwe birêxistin kir û hêza xwe ya Yekîtiya Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîtiya Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin. Bi van hêzan, xwe û welatê xwe parastin. YBŞ/YJŞ 11 meh li dijî DAIŞ’ê berxwe da û destur neda komkujiya bi giştî ya li ser Êzidiyan pêkbê.    MEZINBUNA ÊŞA FERMANÊ   Heta niha li Şengalê di 68 gorê komî de 200 cenaze hatin dîtin. Hê jî gorên komî tên dîtin. Cihê herî zêde gorên komî hatin dîtin gundên Koço, Solax, Herdan, Ramusî û Kapusî bûn.    ÊZÎDIYÊN DÎL HATIN GIRTIN   Meclîsa Damezrîner a Şengalê Çileya 2015’an de ava bû. Di bin banê vê meclîsê de xebat hat kirin. Ev gav bû hewildana yekem a herêma xweser a Êzîdiyan. Meclîsa Damezrîner a Şengalê ji aliyê xizmet, perwerde, çand, huner û ewlehiyê de xwe kir erka berpirs. Jinên Êzîdî Tevgera Jinên Azad a Êzîdiyan (TAJÊ) ava kir û giranî da ser xebatên jinê. Her ku YBŞ û YJŞ’ê di xebat û serkeftinên xwe de bawerî da keç û xortên Êzîdî tevlêbun jî zêde bû. TAJÊ di nav xwe de Koma Rizgarkirina Jinên Êzîdî ava kir û di şerê li dijî DAIŞ’ê de ji 500 kesî zêdetir jin û zarokên dîl ên Êzidî ji nav lepên DAIŞ’ê rizgar kir û wan radestê malbatên wan kir. Taybet jî dîlên li Raka, Musul û Dêra Zorê ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.    RIZGARÎ   Şengal 13’ê Mijdara 2015’an de bi temamî ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin. 2017’an de Meclîsa Xweser a Şengala Demokratîk hat avakirin. Meclîsê bi damezrandinê re 23 xalê ji bo parastina Êzîdiyan ji bo rayagiştî deklere kir. Meclîsa Xweser ji bo destek bidin Êzîdiyan jî bang li hemû dewletê navneteweyî kir. Azadkirina Şengalê, damezrandina meclîs û rêxistinên navxweyî yên Ezîdiyan derfat da ku malbatê koç kirin jî vegerin Şengalê. Bi hezaran malbat piştî çend salan hê karibûn vegerin ser cih û warên xwe.    SALVEGERA 4’EMÎN A FERMANÊ   Fermana 4’emîn li paş ma. Lê bi hezaran kesên di êrişê de dîl ketin destên DAIŞ’ê hê aqubeta wan ne diyar e. Di salvegera 4’emîn a fermanê de Êzîdî amadekariya hin bîranînan dikin. Ji bo merasîmên bîranînê ji Musil, Telaafer, Herêma Kurdistana Federe û heremên din hin heyet hatin vexwendin.    Ji bo bîranînê dê di 2’yê Tebaxê de ciwanên Êzîdî ji Çiyayê Şengalê meşa bi meşale li dar bixin. Di sibeha rojê de tê payîn ku li Herêma Serdeştê bi hezaran kes kom bibin û Meclîsa Giştî ya  Şengal îlan bikin. Di Meclîsê de Erebên Şîa yên ku berê li herêmê dijiyan jî dê cihên xwe bigirin. Hat aşkerakirin ku ev meclîs dê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve jî bi awayê fermî bê naskirin.    MA / Nazim Daştan