MELETÎ - Li Meletiyê polîsekê bi hevalê xwe yê li navenda polîsan re nîqaş kir, qirika wî birî û kuşt.
Du polîsên li Navenda Polîsan a Battalgazî ya taxa Meydanbaşi ya Meletiyê nîqaş kirin, dinavbara wan de şer derket. Di demek kurt de şer mezin bû û yek ji polîsan, bi kêrê gewriya polîsê din birî. Polîsê bi giranî birîndar bû, li Navenda Tîpa Turgut Ozal jiyana xwe ji dest da.
Polîsê sûcdar hat binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.