Polîsekê hevalê xwe yê kar kuşt 2018-07-30 11:41:47   MELETÎ - Li Meletiyê polîsekê bi hevalê xwe yê li navenda polîsan re nîqaş kir, qirika wî birî û kuşt.      Du polîsên li Navenda Polîsan a Battalgazî ya taxa Meydanbaşi ya Meletiyê nîqaş kirin, dinavbara wan de şer derket. Di demek kurt de şer mezin bû û yek ji polîsan, bi kêrê gewriya  polîsê din birî. Polîsê bi giranî birîndar bû, li Navenda Tîpa Turgut Ozal jiyana xwe ji dest da.    Polîsê sûcdar hat binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat vekirin.