Geliyê Sefo 75 sal e xwîn digirî

  • rojane
  • 11:15 28 Tîrmeh 2018
  • |
img
WAN – Yek ji komkujiyên dîrokî yên li Tirkiyeyê ku di bîra civakê de cih girtiye Komkujiya Newala Sefo ye û 75 sal e xwîn digirî. 
 
Li Geliyê Sefo yê li gundên Xerapsorik, Îngizamilan û Runexwar ên girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê di 28’ê Tîrmeha 1943’an de bi hinceta “Sînor derbas kirin e” leşkerên Tirk 32 gundî hatin binçavkirin û li ser fermana Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Orgeneral Musatfa Muglali destê wan ji paş ve hatin girêdan, çokşikandin û hatin înfazkirin. 
 
Ev komkujî derbasî nava komkujiyên herî mezin ên dîroka Tirkiyeyê bû. Ev welatiyên hatin înfazkirin bi boneya sînor derbas kirin e û ji aliyê Îranê miyên an hatine desteserkirin bînin derbasî wî aliyê sînor dibin. Di wê serdemê de Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Orgeneral Mustafa Muglali bi boneya li dijî dagikirina rûs derkeve dişînin herêmê. Muglali 33 welatiyan binçav dike û dide girtin. 
 
TENÊ KESEK RIZGAR BÛ
 
Mufetîşê Wezareta Karê Hundir Avnî Dogan bi girtiyan re hevdîtin dike û fêm dike ku welatî bê sûc in. Lê belê qeymeqam û serbaz bi derewa welatiyan bi “casûsiya ev kes diçin pozîsyona me ji rûsan re dibêjin” û li mufetîş guhdar nakin. Li ser fermana Muglali di 30’ê tîrmeha 1943’an de şev nîvê şevê esker wan ji girtîgehê derdixin û radestî fermandarê tabûra tixûm dikin. 32 welatî destê wan bi awayekî girêdayî leşker wan gulebaran dikin û qetil dikin. 
Tenê kesek di bin cenazeyan de dimîne û bi awayek birîndar sax dimîne. Lê ew jî piştî demek kurt ku xwe li sînorê Îranê bicih dike jiyana xwe ji dest dide.
 
KOMKUJÎ DI RAPORA SEROKWEZÎRTIYÊ DE YE
 
Komkujî di rapora serokwezîriyê de cih digire. Leşker jî li xwe mikûr tên û şahidiya komkujiyê dikin. Wê demê leşkerek der barê komkujiyê de wiha vegotiye:  “Piştî 33 welatî binçav kirin mehekê di axûrê de hatin hiştin. Qeyd û bend li devê wan xistin û nehiştin biaxivin. Leşker li ser wan siwar dibûn. Piştî derketim jiyana sivîlî min fêm kir ku ew bûyer çiqas kirêt bûye. Ez li wir wek robotan bûm. Li sivîliyê min xwe wek qailt û xwînmij dît. Min dît ku li eskeriyê ne mirovahî, ne ol û ne jî îman heye.” 
 
‘EM BI SIRÛDA ‘SERÊ ÇIYA MIJ GIRTIYE’ VEGERIYAN NAVÇEYÊ’
 
Leşkerek ji Nîgdeyê Îsmaîl Çolakjî der barê bûyerê de wiha gotiye: “Gundiyan li erdê dirêj kiribûn. Bi fermana ‘êrîş’ bike me dest bi gulebaranê kir. Guleyên min xelas bûbûn jî lê ez hêj di pozîsyona êrîşê de bûm. Mirov li ber çavê min bêruh dirêj bûbûn. Piştî komkujiyê em bi xwendina sirûda ‘Serê çiya bi duman e’ vegeriyan Serayê.” 
 
BI DARVEKIRINÊ DAREZANDIN, TAHLIYE KIRIN
 
Piştî van îfadeyên leşkeran Muglali di 1949’an de derket pêşberî dadgehê lê dadger ew berdan. Her çiqas bi cezayê darvekirinê hat darizandin jî lê dîsa nehiştin ew leşkerî û dadgeha wê demê wî parast û ew tahliye kir. Muglali di 1’ê kanûna 1951’ê de mir.  
 
NAVÊ MUGLALI LI QIŞLAYÊ KIRIN
 
Bêyî ku hesabê komkujiyê bê pirsîn piştî salên dirêj di 2004’an de navê Mustafa Muglali li qişleya Qelqeliyê kirin. Li ser nerazîbûna gel û giliyê sû cdi sala 2011’an de navê qişleyê bi navê “Şehît Astsubay Erkan Durukan” hat guhertin. Li ser komkujiya Sefo helbest û pirtûk hatin nivîsandin. Hêj cenazeyê welatiyan li herêma qedexe ya leşkeriyê ye. Li gel hemû serlêdanên xizmên wan jî hestiyan nedan wan.
 
LOGOYA 33 GULE GUHERANDIN
 
Şaredariya DBP’ê di 2010’an de li navenda navçeyê xwest Parka 33 Gule çêbike, lê Serokatiya Serfermandariya Giştî avakirina parkê asteng kir. Li ser vê yekê şaredariya DBP’ê ya Qelqeliyê ji bo bîranîna 32 kesan ji fîgurên 33 gule logoyek çêkir. Pişt re qeyûmê tayînî şaredariya Qelqeliyê hat kirin fîgurên di logoya şaredariyê de cih digirt guherand. 
 
‘HESTIYÊN MIRIYÊN ME GURAN XWAR’
 
Cuzeyîr Ozkaplan ku di komkujiyê de 2 jê apê wê bi giştî ji malbata wê 16 kes hatin qetilkirin jî diyar kir ku ji ber hesap ji berpirsyarên komkujiyê nehatiye pirsîn, nikarin biçin Newala Sefo miriyên xwe jî bi bîr bînin. Ozkaplan destnîşan kir ku 75 salên Newala Sefo ‘Herêma Taybet a Ewlehiyê’ ye û kes nikare biçe newalê û derbarê bûyeran de ev tişt anîn ziman. “Mirov neçûn newalê hestiyên xizmên xwe jî berhev nekirin. Guran hestiyên miriyên me xwar. Em dixwazin li cihê bûyerê birdariyek bê çêkirin. Ev daxwaze me jî nayê qebûlkirin. Di nav kuştiyan de leşkerên bi navê Sica Çavûş (Çelebi) ve Şukru Taşçi yên hatibûn destûrê jî hebûn. Piştre biryara firara van her dû leşkeran tê dayîn. Ji vê yekê jî diyar dibe ku têkiliya Muglali û şûbeya leşkeriyê bi hev re hebûye. Her wiha di nav kuştiyan de kalê 90 salî û xortên 18 salî jÎ hebûn. Em dixwazin ji ber vê pêkanînê dewlet ji me lêborînê bixwaze.”
 
 ‘ROBOSKÎ Û PIRSÛS NEDIBÛN’
 
Ozkaplan da zanîn ku li Tirkiyeyê ji bilî komkujiya 33 guleyan gelek komkujiyên din jî pêl hatine û wiha pê de çû: “Li Newala Sefo 32 mirov, piştre li Roboskî 34 û li Pirsûsê 33 mirov hatin qetilkirin. Ku 33 gule bihata ronîkirin dê komkujiyên Roboskî û Pirsûsê pêk nedihatin. Em baş dizanin ku di vê atmosfera siyasî de komkujî nikarin bên ronîkirin. Dê heta Tirkiye ronî nebe ji me lêborîn neyê xwestin. Ji ber vê yekê wekî her komkujiyê dê komkujiya 33 guleyan jî di tariyê bimîne. Dibe ku hê 75 salên din jî Newala Sefo xwîn bigirî.”
 
AHMED ARIF: MIN 33 GULE WEK ZÊMAR NIVÎSAND
 
Ahmed Arîf ku bi helbesta xwe ya "33 Kurşun" komkujiyê vedibêje di hevpeyvîneke xwe de  çîroka bûyerê wiha vedibêje: “Min 33 gule wek zêmar nivîsand. Ez îro jî wiha difikirim. Gelek xizm û hevalên min ji min re gotin ‘Te çima nivîsand.’ Min jî ji wan re got ‘Li Bahçelievlerê kesek 30 mirişk bidize, serjêke ango biavêje kuçeyê roja din dê Rojnameya Ulusê nûçeya wê biweşîne. Ev mirîşkên 33 welatiyên te ne. Tu gunehê wan tune ye. Ji bêxwedîtiyê pêştir tu gunehê wan tune ye. Mirovên bêxwedî ne. Ew qas.” Di nav wan de cîwan û kal jî hebûn. Wan dane ber guleyan û ew kuştine. Bi rastî min jî weke dayik, xwişk û brayên wan êşê di dilê xwe hîs kir. Ji ber helbesta ‘33 Gule’ rojek hatin min birin. Heta sibehê li min dan û ji min re gotin ‘bixwîne’ min nexwend.” 
 
MA/Mujdat Can
 
 

Sernavên din

28/07/2018
16:35 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Suleyman Cîhan kirin
16:04 Dayik, xwişka xwe û du zarokên wê di bendavê de xeniqîn
15:21 Endamê HDP’ê li Rihayê hat binçavkirin
15:15 Berdana Ozbay a pençeşêra pêsîrê hat xwestin
14:57 ÎHD: Kujerên Îkram Mihyaz li kuderê ne
14:48 Daxwaza girtiya ketibû greva birçîbûnê qebûl bû
14:41 Xizmên windayan: Aqûbeta Aydogan ê 24 salin windaye pirsîn
13:52 MSD Û Hikûmeta Sûriyeyê li ser komîteyên muzakereyan li hev kirin
13:42 ÎSÎG: Di OHAL’ê de cînayeta kar zêde bû
13:35 Girtî di bin gefa kuştinê de ne
13:16 Guven: Hêviya min ji adaletê tune ye
13:01 Li Berwariyê teqîn: Cerdevanek birîndar bû
13:00 Temellî: 'AKP'ê dinava 16 salan de cudakarî, nijatperestî û şer pêşxistin'
11:48 Li şûna nexweşxaneyê birin rîngê
11:41 Li çoltera Lîcê tevçûnên dijwar û şewata daristanan
11:26 Cezayê ‘Kurdistan’ li Zarok TV’î birîn
11:15 Geliyê Sefo 75 sal e xwîn digirî
10:47 Welatiyên Iraqê carek din li dijî nelirêtiyan daketin qadan
10:14 Ajokarên Xaburê îsyan dikin: Dibin navê 'bacê' de ji sedî 80'î qezencên me, ji me digirin
09:46 ‘Duh Toros hebûn îro Ranger hene’
09:24 Qey li tevahiya Tirkiyê lêgerîna GBT'ê destpê kir?
09:24 Prof. Çelîkê OHP’î: Yasayên Keyfiyetê!
09:07 Paş û pêşê doza qirkirina Gara Enqereyê
09:06 Esnafên Wanê: Em dema herî zor a 25 salan dijîn
09:04 ‘Nexweşxane vebû, lê bijîşk û ekîpmanên teknîkî tune ne!’
09:02 Îsotên salçeyê li ser dezgehan cih girtin
09:02 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2018'AN
27/07/2018
17:02 Li qada kavil cesedê keçikek 2 salî hat dîtin
16:17 AKP’ê derbarê Şik ê HDP’î de doza tazmînatê ya 100 hezar TL vekir
16:11 Baroya Amedê: Bila rayedar kujerên Tahîr Elçî bibînin
15:57 Bi ‘Projeya Islahê’ Çemê Dicleyê tê texrîpkirin
15:38 HDP û KCD çûn serdana malbata Dengbêj Cizîrî
15:37 Kurtulan: Sextekariya OHAL radibe çav boyaxkirine
15:09 TJA’yê bang li NY’ê kir
14:33 ÎHD'a Amedê rapora 6 mehan aşkere kir
13:58 Li girtiyan jimartina leşkerî tê ferzkirin
13:52 Tevgera Ekolojiyê: Bila agirê çiyayên Bagok û Cûdî bên vemirandin
13:40 HDP'ê nameyek 'piştevaniyê' ji Yewnanîstanê re şand
13:39 Derbarê mirina di girtîgehê de lêpirsîn
12:32 Piştperdeya bazariya Brûnson
11:56 Girtiyê nexweşiya penceşêrê: Ez nikarim li xwe binêrim
11:45 Bi îdîaya revandina zarokekê kesek hat lînçkirin
11:44 Baroya Wanê: Îşkenceya giran li malbata Şahîn hat kirin
11:22 Ji ber ku beşdarî cenazeyê kurê xwe bûn lêpirsîn derbarê wan de hat vekirin
11:03 Li Amedê angaşta revandina kesekî din
10:51 Maşîneya zirxî 20 miyan pelçiqand û li rêya xwe dewam kir
10:40 Karkerên Superpak 37 rojin di grevê dene
10:30 ‘Li Dersimê xweza, zindî û dîrok tê tunekirin’
10:06 MLSA û IPI dê doza rojnameger Guneş a 7’ê Tebaxê bişopîn in
09:20 Di taxan de îdiaya cihêkariye kevirên parke
09:17 TTB dê li hemberî yasaya torbe dest bi têkoşîna hiquqê bike
09:16 'Bêje ez endamê rêxistinê me, emê te bikin wê qawîşê'
09:07 Endama berê ya PM’a CHP’ê Onanç: Polîtîkayên CHP’ê ji gel re nabe hêvî
09:05 Gundiyên dixwazin vegerin gundên xwe: Li bajêr em pir dixebitin, lê…
09:03 Qedexeyê guhdar nekirin
09:01 Şerê li herêmê bandora xwe li ser cotkarên rojava jî dike
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2018'AN
26/07/2018
16:47 Li Heskîfê şikeftên 5 qatî hatin kifşkirin
16:24 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê bi Ocalan re hevdîtin pêk were
15:29 Qedexeya Pasûrê rabû
15:15 Rojnameger Oner hat berdan
14:53 Şaxa ÎHD'a Edenê: Di nava 6 mehan de 120 jin û 7 zarok hatin kuştin
14:43 Onlu ji ber qedeyê bertek nîşanî walî da
14:25 KCD'ê ji bo Dengbêj Cizîrî sersaxî xwest
14:07 Guven ji ber ku kelepçe qebûl nekir, nebirin nexweşxanê
13:55 Bi jopê tecawiz kirin, ceryan danê û bi kaleşnîkofê delîl afirandin
13:52 Gotina dawîn a Fadil Cizîrî : Kes li dengbêjan xwedî dernakeve
13:41 Cenazeyê Keleş 4 meh şûnde dan malbatê
13:19 Ji bo tevlîbûna danişîna biryarê ya komkujiya 10’ê Cotmehê hat kirin .
12:57 Agahî ji mirovên herêma operasyonê nayê girtin
12:52 Parêzerên Ocalan cara 775’emîn serî li dozgeriyê dan
12:44 Komên bewermendan: Êrîşa li dijî goran, zilma li ser baweriyane
12:26 Dersîmî: Bawerî û çanda me hatiye qedexekirin
12:24 Şêniyên Wanê OHAL’ê şîrove kir: Nav rabû lê cîsm disekine
12:07 HDP nexşerêya xwe ya dema nû bi civînên pêk bîne dê şenber bike
11:59 Krîza aborî herî zêde li xizanan dixe
11:25 'Piştî her bombebaranê em aj didin’
11:09 Li Nisêbînê qedexe hat rakirin, lê şewat didome
10:41 ‘Di hucreyê de nexweşîna penceşêrê lê peyda bû’
10:18 ‘Heta kujer hesab bidin em li cem malbata xwe ne’
10:17 Dozgeriyê îfadeyên guhertî paşguh kir
09:29 Li Du-Çemê qursên hunerî yên havînê destpê kirin
09:21 'Êrîşa li dijî Şik nîşaneya pergala nû ye'
09:20 'Rê li ber Keyfiyeta Waliyan vekirin'
09:13 Walî nexwazin dê mîtîng jî konser jî pêk neyên
09:11 Maxdurên êrişên zayendî û nexweşên zikêşê wekhev hesiband!
09:09 Şaredariya Peyasê qadên hêşîn veguherandin qadên perestî!
09:07 Dozger rapora derbê weke delîl qebûl nekir
09:05 'Di turîzmê de milyonek û 700 kes qaçax tên xebitandin’
09:03 Qolên daran vediguherîne eşyayên xemlê
09:01 7 gund 6 salin ava qirêj a bendavê vedixwin!
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2018'AN
25/07/2018
17:13 2 HDP’î li Edeneyê hatin binçavkirin
17:09 Li Pasûrê operasyonek berfireh hat destpêkirin
16:21 HDK: ji bo Yewnanîstanê banga seferberiyê kir
14:16 Aktîvîstê aştiyê Yaylali hat berdan
13:57 Denîz Gezmîş li Cizîrê qedexe ye!
13:18 Walîtiya Dersimê mîhrîcan qedexe kir
12:45 Ji Berna Laçîn re ceza xwestin
12:14 Waliyan li Pasûr û Nisêbînê ‘qedexe’ îlan kir