Geliyê Sefo 75 sal e xwîn digirî 2018-07-28 11:15:52   WAN – Yek ji komkujiyên dîrokî yên li Tirkiyeyê ku di bîra civakê de cih girtiye Komkujiya Newala Sefo ye û 75 sal e xwîn digirî.    Li Geliyê Sefo yê li gundên Xerapsorik, Îngizamilan û Runexwar ên girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê di 28’ê Tîrmeha 1943’an de bi hinceta “Sînor derbas kirin e” leşkerên Tirk 32 gundî hatin binçavkirin û li ser fermana Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Orgeneral Musatfa Muglali destê wan ji paş ve hatin girêdan, çokşikandin û hatin înfazkirin.    Ev komkujî derbasî nava komkujiyên herî mezin ên dîroka Tirkiyeyê bû. Ev welatiyên hatin înfazkirin bi boneya sînor derbas kirin e û ji aliyê Îranê miyên an hatine desteserkirin bînin derbasî wî aliyê sînor dibin. Di wê serdemê de Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Orgeneral Mustafa Muglali bi boneya li dijî dagikirina rûs derkeve dişînin herêmê. Muglali 33 welatiyan binçav dike û dide girtin.    TENÊ KESEK RIZGAR BÛ   Mufetîşê Wezareta Karê Hundir Avnî Dogan bi girtiyan re hevdîtin dike û fêm dike ku welatî bê sûc in. Lê belê qeymeqam û serbaz bi derewa welatiyan bi “casûsiya ev kes diçin pozîsyona me ji rûsan re dibêjin” û li mufetîş guhdar nakin. Li ser fermana Muglali di 30’ê tîrmeha 1943’an de şev nîvê şevê esker wan ji girtîgehê derdixin û radestî fermandarê tabûra tixûm dikin. 32 welatî destê wan bi awayekî girêdayî leşker wan gulebaran dikin û qetil dikin.  Tenê kesek di bin cenazeyan de dimîne û bi awayek birîndar sax dimîne. Lê ew jî piştî demek kurt ku xwe li sînorê Îranê bicih dike jiyana xwe ji dest dide.   KOMKUJÎ DI RAPORA SEROKWEZÎRTIYÊ DE YE   Komkujî di rapora serokwezîriyê de cih digire. Leşker jî li xwe mikûr tên û şahidiya komkujiyê dikin. Wê demê leşkerek der barê komkujiyê de wiha vegotiye:  “Piştî 33 welatî binçav kirin mehekê di axûrê de hatin hiştin. Qeyd û bend li devê wan xistin û nehiştin biaxivin. Leşker li ser wan siwar dibûn. Piştî derketim jiyana sivîlî min fêm kir ku ew bûyer çiqas kirêt bûye. Ez li wir wek robotan bûm. Li sivîliyê min xwe wek qailt û xwînmij dît. Min dît ku li eskeriyê ne mirovahî, ne ol û ne jî îman heye.”    ‘EM BI SIRÛDA ‘SERÊ ÇIYA MIJ GIRTIYE’ VEGERIYAN NAVÇEYÊ’   Leşkerek ji Nîgdeyê Îsmaîl Çolakjî der barê bûyerê de wiha gotiye: “Gundiyan li erdê dirêj kiribûn. Bi fermana ‘êrîş’ bike me dest bi gulebaranê kir. Guleyên min xelas bûbûn jî lê ez hêj di pozîsyona êrîşê de bûm. Mirov li ber çavê min bêruh dirêj bûbûn. Piştî komkujiyê em bi xwendina sirûda ‘Serê çiya bi duman e’ vegeriyan Serayê.”    BI DARVEKIRINÊ DAREZANDIN, TAHLIYE KIRIN   Piştî van îfadeyên leşkeran Muglali di 1949’an de derket pêşberî dadgehê lê dadger ew berdan. Her çiqas bi cezayê darvekirinê hat darizandin jî lê dîsa nehiştin ew leşkerî û dadgeha wê demê wî parast û ew tahliye kir. Muglali di 1’ê kanûna 1951’ê de mir.     NAVÊ MUGLALI LI QIŞLAYÊ KIRIN   Bêyî ku hesabê komkujiyê bê pirsîn piştî salên dirêj di 2004’an de navê Mustafa Muglali li qişleya Qelqeliyê kirin. Li ser nerazîbûna gel û giliyê sû cdi sala 2011’an de navê qişleyê bi navê “Şehît Astsubay Erkan Durukan” hat guhertin. Li ser komkujiya Sefo helbest û pirtûk hatin nivîsandin. Hêj cenazeyê welatiyan li herêma qedexe ya leşkeriyê ye. Li gel hemû serlêdanên xizmên wan jî hestiyan nedan wan.   LOGOYA 33 GULE GUHERANDIN   Şaredariya DBP’ê di 2010’an de li navenda navçeyê xwest Parka 33 Gule çêbike, lê Serokatiya Serfermandariya Giştî avakirina parkê asteng kir. Li ser vê yekê şaredariya DBP’ê ya Qelqeliyê ji bo bîranîna 32 kesan ji fîgurên 33 gule logoyek çêkir. Pişt re qeyûmê tayînî şaredariya Qelqeliyê hat kirin fîgurên di logoya şaredariyê de cih digirt guherand.    ‘HESTIYÊN MIRIYÊN ME GURAN XWAR’   Cuzeyîr Ozkaplan ku di komkujiyê de 2 jê apê wê bi giştî ji malbata wê 16 kes hatin qetilkirin jî diyar kir ku ji ber hesap ji berpirsyarên komkujiyê nehatiye pirsîn, nikarin biçin Newala Sefo miriyên xwe jî bi bîr bînin. Ozkaplan destnîşan kir ku 75 salên Newala Sefo ‘Herêma Taybet a Ewlehiyê’ ye û kes nikare biçe newalê û derbarê bûyeran de ev tişt anîn ziman. “Mirov neçûn newalê hestiyên xizmên xwe jî berhev nekirin. Guran hestiyên miriyên me xwar. Em dixwazin li cihê bûyerê birdariyek bê çêkirin. Ev daxwaze me jî nayê qebûlkirin. Di nav kuştiyan de leşkerên bi navê Sica Çavûş (Çelebi) ve Şukru Taşçi yên hatibûn destûrê jî hebûn. Piştre biryara firara van her dû leşkeran tê dayîn. Ji vê yekê jî diyar dibe ku têkiliya Muglali û şûbeya leşkeriyê bi hev re hebûye. Her wiha di nav kuştiyan de kalê 90 salî û xortên 18 salî jÎ hebûn. Em dixwazin ji ber vê pêkanînê dewlet ji me lêborînê bixwaze.”    ‘ROBOSKÎ Û PIRSÛS NEDIBÛN’   Ozkaplan da zanîn ku li Tirkiyeyê ji bilî komkujiya 33 guleyan gelek komkujiyên din jî pêl hatine û wiha pê de çû: “Li Newala Sefo 32 mirov, piştre li Roboskî 34 û li Pirsûsê 33 mirov hatin qetilkirin. Ku 33 gule bihata ronîkirin dê komkujiyên Roboskî û Pirsûsê pêk nedihatin. Em baş dizanin ku di vê atmosfera siyasî de komkujî nikarin bên ronîkirin. Dê heta Tirkiye ronî nebe ji me lêborîn neyê xwestin. Ji ber vê yekê wekî her komkujiyê dê komkujiya 33 guleyan jî di tariyê bimîne. Dibe ku hê 75 salên din jî Newala Sefo xwîn bigirî.”   AHMED ARIF: MIN 33 GULE WEK ZÊMAR NIVÎSAND   Ahmed Arîf ku bi helbesta xwe ya "33 Kurşun" komkujiyê vedibêje di hevpeyvîneke xwe de  çîroka bûyerê wiha vedibêje: “Min 33 gule wek zêmar nivîsand. Ez îro jî wiha difikirim. Gelek xizm û hevalên min ji min re gotin ‘Te çima nivîsand.’ Min jî ji wan re got ‘Li Bahçelievlerê kesek 30 mirişk bidize, serjêke ango biavêje kuçeyê roja din dê Rojnameya Ulusê nûçeya wê biweşîne. Ev mirîşkên 33 welatiyên te ne. Tu gunehê wan tune ye. Ji bêxwedîtiyê pêştir tu gunehê wan tune ye. Mirovên bêxwedî ne. Ew qas.” Di nav wan de cîwan û kal jî hebûn. Wan dane ber guleyan û ew kuştine. Bi rastî min jî weke dayik, xwişk û brayên wan êşê di dilê xwe hîs kir. Ji ber helbesta ‘33 Gule’ rojek hatin min birin. Heta sibehê li min dan û ji min re gotin ‘bixwîne’ min nexwend.”    MA/Mujdat Can