Kesên çirûskên destpêkê yên Şoreşa Rojava vêxistin axivîn

  • rojane
  • 09:40 18 Tîrmeh 2018
  • |
img

KOBANÊ - Hevserokên TEV-DEM’ê yên Kobanê Ayşe Efendî û Ehmet Şêxo, di 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya bandora wê li ser tevahiya Rojhilata Navîn kir, vegotin. Şêxo, diyar kir ku şoreşa gelekê li Rojhilata Navîn mîna modelekê bilind dibe. Ayşe Efendî jî, anî ziman ku li cihek mîna Rojhilata Navîn jin dibûn artêş, xwe birêve dibirin û gelê xwe diparastin.

Li Rojhilata Navîn, pêlên îsyanê ya binavê “Bihara Ereban” ku li dijî rejîma zordest a belavî Sûriyeyê dibû, di şerê li dijî rejîma BAAS a desthilatdar de, li şûna statukoyên nû bên avakirin, çirûkên Şoreşa Rojava ku di bingeha wê de azadiya gelan hebû, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê hat vêxistin.   
 
Şoreşa ku jinan mora xwe lê dan, bi nirx û ramanên diparêzin re, bala hemû gelên mezlum ên cîhanê kêşa ser xwe û hîna jî vê bandora xwe berdwam dike. Şoreşa Rojava ya ji herêmên Bakurê Sûriyeyê balevî, Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bû, ket sala xwe ya 6’emîn.  Ji pêşengên Şoreşa Rojava, Hevserokên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kobanê Ayşe Efendî û Ehmed Şêxo derbarê Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.
 
BI 15 KESAN RE ÇIRÛKA DEST PÊ KÊ VÊXISTIN  
 
Ehmed Şêxo, yek ji 15 kesên di 18’ê Tîrmehê de başdarî civîna ku elemanên rejîmê ji Kobanê derbixin bû. Şêxo, diyar kir ku her tişt şeva 18’ê Tîrmehê, di civîna nêzî Cerablusê pêk hat de, hat plankirin û wiha axivî: “Di plan destpêkê de, me avahiya Partiya Sosyalîst a Erep (BAAS) azad kir. Niha avahî weke Kantona Kobanê tê bikaranîn. Me 4 hevalan bi hevre bi şev avahiya kantonê azad kir. Wê şevê ji bo xwîn ne rije, bi awayekê bi hesas em tevgeriyan.”
 
AGAHÎ BELAV BÛ Û GEL DAKET KOLANAN
 
Şêxo, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gava me avahî azad dikir, hevalên me yên din jî hemwext şaxa siyasî ya polîsên BAAS’ê, avahiya gumrikê, avahiya ziraetê, avahiya girtîgehê û avahiya dewletê ji bo ji rejima paqij bikin, ketibûn nava liv û tevberê. Berê jî ji bo rejîm ji bajarê me derbikeve, me meşên û çalakiyên şermezarkirinê pêk anîbûn. Dîsan me hin cih ji wan girtibûn. Lê tevgera bi rêxistinkirî, di şeva 18’ê Tîrmehê de pêk hat. Di saetên şevê de me hin avahî ji wan girt. Çalakiyêk bê qûsûr bû. Wê şevê agahî belav bû û gel daket qad û kolan û heya serê sibê rawestiyan.”
 
BI GIŞTÎ PAQIJ BÛ
 
Şêxo, da zanîn ku heya sibeha 19’ê Tîrmehê bi awayekê giştî gel rabibû serhildanê û wiha pê de çû: “Me Kobanê ji destê rejîmê rizgar kir. Dûre gel hemû daketin kolanan. Em bi gel re qadên din ên di destên rejîmê de azad kirin. Gava me girtîgeh azad kir, me hemû girtî jî azad berdan. Peywirdarên şaxa siyasî ji me pir ditirsiyan. Ji ber ku bi dehan car ez jî biribûm wê girtîgehê, heqaret û  îşkence li min kiribûn. Wan ji pirsa ‘Gelo hûnê jî wisan li me nekin, hûnê tola xwe ji me negirin?’ dikirin. Lê me zirar neda yek ji wan jî.” 
 
BINGEH RAMANÊN OCALAN BÛN
 
Şêxo, dest nîşan kir ku wan bingeha vê şoreşê ji ji ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtin û wiah dawiya li axaftina xwe anî: “Îro em tenê bi herêmên xwe re sînordar nemane. Şoreş gel a ji erdnîgariya Ereban belav dibe, mîna modelekê li Rojhilata Navîn bilind dibe. Feraseta gelan li hev kom dike, dê ji bo krîza Sûriyeyê jî bibe çareserî. Şoreşa me ket 6’emîn salvegera xwe. Şîara pîrozbahiyên me yên îsal dê pir cuda be. Li Kantona Efrînê jî, bingeha vê şoreşê bilind bû û Tirkiye ew der dagir kir. Emê pîrozbahiyên xwe yên îsal, diyarî azadkirina Efrînê bikin.”
 
 JI JINÊN DEST PÊ KÊ:  AYŞE EFENDÎ
 
Ayşe Efendî jî, yek ji wan jinane ku beşdarî meşên dest pê kê yên li dijî rejîma li bajêr bûyî û ji ber vê yekê gelek caran rastî êrîşan hat. 
 
Efendî, diyar kir ku berî 19’ê Tîrmehê, 3 rojan ser hevdû civîn lidarxistin û wiha axivî: “Di wan civînan de me bernameyên xurt danîn pêşiya xwe. Li ser gelek mijaran me nîqaş kir. Ligel hemû kurt û kêmasiyan hevalên me şeva 18’ê Tîrmehê ketin nava tevgerê. Hevalan ji bo şeva 18’ê Tîrmehê agahî nedabûn min.  Di 19’ê Tîrmehê de gava şiyar bûm, di saetên serê sibê de min berê xwe da Mala Gel. Min dît ko kolan tije bûn. Şeva 18’ê Tîrmehê gaval li hevalan geriyam, nexwestin ser telefonê agahî bidin min û ji min re gotin ‘emê sibe hev bibînin.’  Ji ber ku agahî nedabûn min ez gelek aciz bûbûm. Li ser vê yekê min bi hevala re gelek nîqaş kir. Dûre qadên me azad kiribûn, em yek bi yek bi hevre lê geriyan. Bi şev jî gel avahiya BAAS’ê paqij kirin û me weke avahiya TEV-DEM’ê bikar anî.” 
 
BI TIFINGAN NOBET DIGIRTIN
 
Efendî, anî ziman ku wan bi derfetên xwe noqteya asayêşê ya dest pê kê avakirin û wiha rêz kir: “Em bi tifingan xwe diparast. Dûre bi awayekê lez bû bez me meclîsên berê ava kiribûn, xist pratîkê. Hemû tiştên aîdê rejîmê me ji bajer derxistin. Bi taybetî, bi pêşengtiya jinan, pêşketinên muezem dihat jiyîn. Di warî siyasî û leşkerî de jinan di hemû qadan de cih digirtin. YJP’ê ne tenê jinên Kurd, jinên Erep, Tirkmen, Ermenî, Çerkes û Sûryanî jî xistin nava tevgerê. Me şoreş dinava şoreşê de dijiya. Ev di heman demê de serhildana jinan jî bû. Di cihek mîna Rojhilata Navîn de jin dibûn artêş, xwe birêve dibirin û gelê xwe diparastin. Destana Kobanê, tam destana jinê ye. Di şerê Kobanê de, jinan li dijî kesên herî hov ên cîhanê berxwedanek bêeman nîşan dan. A rast ruhê 19’ê Tîrmehê ew ruh bû. Jin bi wî ruhî heya Reqqeyê çûn.”
 
PÊŞENGTIYA SIYASÎ
 
Efendî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di warê siyasî de jî jinan gelek qezenc bi dest xistin. Jinan ji malên xwe dest pê kirin. Bi meclîsbûyînan re, dest bi çareseriya pirsgirêkên xwe kirin. Dest pê kê Yekîtiya Star weke sêwan hat avakirin. Dûre Kongreya Star hat avakirin. Ev sêwan hemû jin anîn gel hev û bi rêxistin kirin. Dûre ji bo perwerdekirina jinan û guhertina hişmediyê fakulteyên Jinelojî vekir. Jinên Kurd bi pêngavên avêtin re, pêşengtiya şoreşa siyasetê jî kirin û bala hemû cîhanê kişand ser xwe.”
 
KES NIKARA LI HEMBERÎ VÊ BIHARÊ BISEKINE 
 
Ayşe Efendî di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji ber vê yeke ev şoreş naşibe, tu şoreşên din. Ji bo me tune bikin, hemû tişt hatin kirin. Hemû kesan rastiya jinên Kurd ên cengawer û çawan bi qehremantî gelên xwe diparêzin dîtin û ji nêz de naskirin. Bi têkoşîna wan jinan dê pergaleke nû, cîhanek nû hêdî hêdî bê avakirin. Ji vê saetê û şûn de kes nikare li hemberî vê biharê raweste. 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

19/07/2018
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2018'AN
08:35 Pêkanîna OHAL'ê bi dawî bû!
18/07/2018
16:10 Heyeta HDP’ê çû serdana şîna Yakişir
15:41 Danişîna Yuksekdag hat taloqkirin
15:27 Dozger sekinandina dozê daxwaz kir dadger red kir
14:46 Dadgehê biryara berdewama girtina Demirtaş da
14:22 Malbata Yildiz ê AKP’î gef li malbata Şenyaşar xwar
14:03 HDP'ê destek da wekîlên xwe: Em li cem nirxên gelê xwe ne
13:45 Bîlgen: Dirêjkirina 3 mehî diqede ya 3 salî destpê dike
13:38 Jin dê ji 1'ê tebaxê heta 3'ê Tebaxê çalakiyan li dar bixin
13:23 Ji bo Mehmet Tunç serî li AYM’ê dan
12:39 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan cara 772’yemîn hat redkirin
12:35 Nûçegîhana ANHA Dicle: Min nekarîbû Kobanê di wî halî de bihêlim û biçim
12:21 Li aliyekî OHAL’ê radikin û li aliyekî kuleyan ava dikin
12:06 Parlamenter Tosun: Bila ewil dozger cenazeyan radestî malbatan bikin
12:04 KCD’ê 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
12:04 Serokê OSP'ê Çîftyurek: Qendîl çiyayê hemû kurdan e
12:03 Polîsê li Wanê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
10:52 Aktar: OHAL û îşkence mayînde dibe
10:51 SDGF: Em dê di 20'ê Tîrmehê de li Navenda Çandê ya Amara bin
10:22 Birîndarên Pirsûsê: Bi pêlîstokan werin bîranîna 20’ê Tîrmehê
10:22 KADAV: ducaniya zarokên Sûriyeyî îhlala zagonen navneteweyî ye
10:01 AYM’ê nameya ‘Yekîtiya Neteweya Kurd' teşwîkkirina tundiyê nedît
10:00 Biryara ‘neşopandinê’ dan dosyeya xebatkarê NÇM’ê Balikesîr
09:44 Talûkeya mirinê li ber serê wane
09:40 Kesên çirûskên destpêkê yên Şoreşa Rojava vêxistin axivîn
09:39 Jina 90 salî hekîmtiyê dide jiyîn
09:38 Qeyûm Parka 4’ê Nîsanê ceza kiriye!
09:37 Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin
09:36 14 mehên girtî weke îşkenceyê derbas bûn
09:34 Dengdêrên Colemêrgê: Leyla Guven îradeya me ye divê berdin
09:29 ‘Hilweşandina aboriya Tirkiyeyê bi hilweşandina ekolojîk telafî dikin’
09:26 Bavê zaroka wî rastî îstîsmarê hat bang kir: Tu carî ser îstîsmarê negirin
09:24 Berxwedanê kana keviran girt niha jî dora kana mermerê ye
09:23 Mêşên hingiv ên Kafkas havînê li Erdexanê, zivîstinê jî li Artvînê ne
09:22 ‘Girtina saziyên jin û zarokan îstîsmar zêde kir’
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2018'AN
09:00 Bi ser mala şînê de girtin
08:10 Piştî topbarana leşkerî agir bi daristana Çiyayê Gabarê ket
17/07/2018
17:08 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk
16:46 Li Şemrexê pevçûn: Karkerên TPAO’yê şandin kifşa operasyonê
15:44 Banga tevli danişîna Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu bibin
14:59 15 meh ceza li rojnameger Îdrîs Yilmaz birîn
14:58 Şahidê Komkujiya Dersimê Zilm îro jî didome
14:03 Piştî 20 mehan derketin pêşberî dadger
14:02 TTB: Em li Onur Hamzaoglu xwedî derkevin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Ceryana jina ducanî birîn
12:56 ÎHD 32 salî ye: Têkoşîna me ya rûmeta mirovahiyê dê bidome
12:55 Bertek nîşanî lêpirsîna lezgîn da: Wekîltiya gel viya dide ferzkirin
12:14 Rojnameger Oruç: Herî zêde min bêriya kameraya xwe kiribû
11:41 Îranê ji bo şivanên hatin binçavkirin pere xwestin
11:34 Bi kulmek komir û axa goran çûn Enqereyê: Em ji riya xwe venagerin
11:16 Li Amanosan 35 hektar daristan tev şewitî
11:09 Ji bo Rojnameger Turfent û Sayilgan serî li AYM'ê dan: Xala 14'an a PMME'ê îhlal bû
10:50 'Meclîs Herêmî ya Efrînê' biryara parvekirina axa gelê Efrînê stendin
10:15 Bi bayê bezê derbarê wekîlên HDP’ê de lêpirsîn destpêkirin
09:40 MSD'ê encamnameya 3'emîn kongreyê aşkere kir
09:39 Karkerên avdaniyê heqê keda xwe nastînin
09:20 Mala xwe kiriye muzeya wêneyên xizmên xwe yên girtî
09:19 Li taxa ku 19 rojin ceyrana wê tune welatî xaniyan vala dikin
09:18 Girtiyê nexweşê şizofrenî di yek hucreyê de tê girtin
09:17 Omer Ocalan: CPT ji armanca xwe dûr ketiye
09:16 Karkerê hat îxrackirin Gongordu: Ez rastî gefan têm
09:16 Modela jiyana hevpar a mirovahiyê: Rojava
09:14 Karkerên Flormarê: Em ê bi ser bikevin
09:13 Emniyetê got ‘biborîne’ dîsa jî doz vekirin
09:12 Li gundên Colemêrgê demsala dirûna gihayê dest pê kir
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2018'AN
16/07/2018
19:30 700 karkeran dest ji kar berdan
17:59 Nûçegihanê me Soylemez hat berdan
17:55 HDP’ê rewşa girtina Guven bir Meclîsê
17:09 Çiyayên Amanosê dişewitin
17:06 Sererastkirina OHAL’ê pêşkêşî Meclîsê kirin
16:20 16 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:06 Xwişka zaroka rastî îstîsmara O.B. hat di dadgehê de axivî
15:54 Doza ku Demîrtaş li Erdogan vekiribû hat redkirin
15:53 Hevserokên MSD'ê: Tirkiye bi hevkariya navneteweyî êrîşî Sûriye û Iraqê dike
15:28 Malbatên Somayê dê bi Serokê HSK’ê re hevdîtin bikin
15:18 Danişîna doza 12 rojnamegeran taloq kirin
15:18 Nûçegihanê me Soylemez hat binçavkirin
15:10 Danişîna rojnameger û parêzeran destpê kir
14:58 ‘Daxwaza aştiyê ne sûc e, ji Onur Hamzaoglu re azadî'
14:51 Karkerên di grevê de bi parêzerên zanîngehê re hevdîtin kirin
14:26 Rêxistina HDP’ê ya Sancaktepe, serdegirtin şermezar kir
13:53 HRW: Tirkiye qeydkirina penaberên Sûriyeyî rawestand
13:21 Polîsan mudaxeleyî malbatên Somayê kir
12:29 HDK: Di serdema nû de dê kolan esas bê girtin
12:23 Wezîrê Dadê: OHAL dê rabe, lê...
12:19 Li Pirsûsê kesek hat binçavkirin û kesek hat girtin
12:11 CHP’ê ji bo kongreya awarte îmze komkirin
12:10 Rojnameger Erdem Gul ji doza TIR'ên MÎT'ê beraet kir
11:57 3'emîn Kongreya MSD'ê destpê kir
11:15 Rêjeya bêkariyê ji sedî 9,6
10:39 Hêjmara nexweş û mirinên li Şehbayê zêde dibin
10:27 'Dixwazin di Elewîtiyê de hişmendiya serdest ava bikin’
10:26 Li Îzmîrê di jêrzemînekê de cenazeyek hat dîtin
10:21 MSD'ê, dê kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne
09:34 Qeyûm bi butçeya şaredariyê maşîna dozger tamîr kir
09:33 Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye