Kesên çirûskên destpêkê yên Şoreşa Rojava vêxistin axivîn 2018-07-18 09:40:27 KOBANÊ - Hevserokên TEV-DEM’ê yên Kobanê Ayşe Efendî û Ehmet Şêxo, di 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya bandora wê li ser tevahiya Rojhilata Navîn kir, vegotin. Şêxo, diyar kir ku şoreşa gelekê li Rojhilata Navîn mîna modelekê bilind dibe. Ayşe Efendî jî, anî ziman ku li cihek mîna Rojhilata Navîn jin dibûn artêş, xwe birêve dibirin û gelê xwe diparastin. Li Rojhilata Navîn, pêlên îsyanê ya binavê “Bihara Ereban” ku li dijî rejîma zordest a belavî Sûriyeyê dibû, di şerê li dijî rejîma BAAS a desthilatdar de, li şûna statukoyên nû bên avakirin, çirûkên Şoreşa Rojava ku di bingeha wê de azadiya gelan hebû, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê hat vêxistin.      Şoreşa ku jinan mora xwe lê dan, bi nirx û ramanên diparêzin re, bala hemû gelên mezlum ên cîhanê kêşa ser xwe û hîna jî vê bandora xwe berdwam dike. Şoreşa Rojava ya ji herêmên Bakurê Sûriyeyê balevî, Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bû, ket sala xwe ya 6’emîn.  Ji pêşengên Şoreşa Rojava, Hevserokên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kobanê Ayşe Efendî û Ehmed Şêxo derbarê Şoreşa 19’ê Tîrmehê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.   BI 15 KESAN RE ÇIRÛKA DEST PÊ KÊ VÊXISTIN     Ehmed Şêxo, yek ji 15 kesên di 18’ê Tîrmehê de başdarî civîna ku elemanên rejîmê ji Kobanê derbixin bû. Şêxo, diyar kir ku her tişt şeva 18’ê Tîrmehê, di civîna nêzî Cerablusê pêk hat de, hat plankirin û wiha axivî: “Di plan destpêkê de, me avahiya Partiya Sosyalîst a Erep (BAAS) azad kir. Niha avahî weke Kantona Kobanê tê bikaranîn. Me 4 hevalan bi hevre bi şev avahiya kantonê azad kir. Wê şevê ji bo xwîn ne rije, bi awayekê bi hesas em tevgeriyan.”   AGAHÎ BELAV BÛ Û GEL DAKET KOLANAN   Şêxo, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Gava me avahî azad dikir, hevalên me yên din jî hemwext şaxa siyasî ya polîsên BAAS’ê, avahiya gumrikê, avahiya ziraetê, avahiya girtîgehê û avahiya dewletê ji bo ji rejima paqij bikin, ketibûn nava liv û tevberê. Berê jî ji bo rejîm ji bajarê me derbikeve, me meşên û çalakiyên şermezarkirinê pêk anîbûn. Dîsan me hin cih ji wan girtibûn. Lê tevgera bi rêxistinkirî, di şeva 18’ê Tîrmehê de pêk hat. Di saetên şevê de me hin avahî ji wan girt. Çalakiyêk bê qûsûr bû. Wê şevê agahî belav bû û gel daket qad û kolan û heya serê sibê rawestiyan.”   BI GIŞTÎ PAQIJ BÛ   Şêxo, da zanîn ku heya sibeha 19’ê Tîrmehê bi awayekê giştî gel rabibû serhildanê û wiha pê de çû: “Me Kobanê ji destê rejîmê rizgar kir. Dûre gel hemû daketin kolanan. Em bi gel re qadên din ên di destên rejîmê de azad kirin. Gava me girtîgeh azad kir, me hemû girtî jî azad berdan. Peywirdarên şaxa siyasî ji me pir ditirsiyan. Ji ber ku bi dehan car ez jî biribûm wê girtîgehê, heqaret û  îşkence li min kiribûn. Wan ji pirsa ‘Gelo hûnê jî wisan li me nekin, hûnê tola xwe ji me negirin?’ dikirin. Lê me zirar neda yek ji wan jî.”    BINGEH RAMANÊN OCALAN BÛN   Şêxo, dest nîşan kir ku wan bingeha vê şoreşê ji ji ramanên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtin û wiah dawiya li axaftina xwe anî: “Îro em tenê bi herêmên xwe re sînordar nemane. Şoreş gel a ji erdnîgariya Ereban belav dibe, mîna modelekê li Rojhilata Navîn bilind dibe. Feraseta gelan li hev kom dike, dê ji bo krîza Sûriyeyê jî bibe çareserî. Şoreşa me ket 6’emîn salvegera xwe. Şîara pîrozbahiyên me yên îsal dê pir cuda be. Li Kantona Efrînê jî, bingeha vê şoreşê bilind bû û Tirkiye ew der dagir kir. Emê pîrozbahiyên xwe yên îsal, diyarî azadkirina Efrînê bikin.”    JI JINÊN DEST PÊ KÊ:  AYŞE EFENDÎ   Ayşe Efendî jî, yek ji wan jinane ku beşdarî meşên dest pê kê yên li dijî rejîma li bajêr bûyî û ji ber vê yekê gelek caran rastî êrîşan hat.    Efendî, diyar kir ku berî 19’ê Tîrmehê, 3 rojan ser hevdû civîn lidarxistin û wiha axivî: “Di wan civînan de me bernameyên xurt danîn pêşiya xwe. Li ser gelek mijaran me nîqaş kir. Ligel hemû kurt û kêmasiyan hevalên me şeva 18’ê Tîrmehê ketin nava tevgerê. Hevalan ji bo şeva 18’ê Tîrmehê agahî nedabûn min.  Di 19’ê Tîrmehê de gava şiyar bûm, di saetên serê sibê de min berê xwe da Mala Gel. Min dît ko kolan tije bûn. Şeva 18’ê Tîrmehê gaval li hevalan geriyam, nexwestin ser telefonê agahî bidin min û ji min re gotin ‘emê sibe hev bibînin.’  Ji ber ku agahî nedabûn min ez gelek aciz bûbûm. Li ser vê yekê min bi hevala re gelek nîqaş kir. Dûre qadên me azad kiribûn, em yek bi yek bi hevre lê geriyan. Bi şev jî gel avahiya BAAS’ê paqij kirin û me weke avahiya TEV-DEM’ê bikar anî.”    BI TIFINGAN NOBET DIGIRTIN   Efendî, anî ziman ku wan bi derfetên xwe noqteya asayêşê ya dest pê kê avakirin û wiha rêz kir: “Em bi tifingan xwe diparast. Dûre bi awayekê lez bû bez me meclîsên berê ava kiribûn, xist pratîkê. Hemû tiştên aîdê rejîmê me ji bajer derxistin. Bi taybetî, bi pêşengtiya jinan, pêşketinên muezem dihat jiyîn. Di warî siyasî û leşkerî de jinan di hemû qadan de cih digirtin. YJP’ê ne tenê jinên Kurd, jinên Erep, Tirkmen, Ermenî, Çerkes û Sûryanî jî xistin nava tevgerê. Me şoreş dinava şoreşê de dijiya. Ev di heman demê de serhildana jinan jî bû. Di cihek mîna Rojhilata Navîn de jin dibûn artêş, xwe birêve dibirin û gelê xwe diparastin. Destana Kobanê, tam destana jinê ye. Di şerê Kobanê de, jinan li dijî kesên herî hov ên cîhanê berxwedanek bêeman nîşan dan. A rast ruhê 19’ê Tîrmehê ew ruh bû. Jin bi wî ruhî heya Reqqeyê çûn.”   PÊŞENGTIYA SIYASÎ   Efendî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di warê siyasî de jî jinan gelek qezenc bi dest xistin. Jinan ji malên xwe dest pê kirin. Bi meclîsbûyînan re, dest bi çareseriya pirsgirêkên xwe kirin. Dest pê kê Yekîtiya Star weke sêwan hat avakirin. Dûre Kongreya Star hat avakirin. Ev sêwan hemû jin anîn gel hev û bi rêxistin kirin. Dûre ji bo perwerdekirina jinan û guhertina hişmediyê fakulteyên Jinelojî vekir. Jinên Kurd bi pêngavên avêtin re, pêşengtiya şoreşa siyasetê jî kirin û bala hemû cîhanê kişand ser xwe.”   KES NIKARA LI HEMBERÎ VÊ BIHARÊ BISEKINE    Ayşe Efendî di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji ber vê yeke ev şoreş naşibe, tu şoreşên din. Ji bo me tune bikin, hemû tişt hatin kirin. Hemû kesan rastiya jinên Kurd ên cengawer û çawan bi qehremantî gelên xwe diparêzin dîtin û ji nêz de naskirin. Bi têkoşîna wan jinan dê pergaleke nû, cîhanek nû hêdî hêdî bê avakirin. Ji vê saetê û şûn de kes nikare li hemberî vê biharê raweste.    MA / Nazim Daştan