ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2018'AN

  • rojane
  • 09:00 17 Tîrmeh 2018
* Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bal kişand ser tercida ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û helwesta CPT'î. Ocalan, destnîşan kir ku erka CPT’î ewe ku rê li pêş îşkenceyê bigire, lê li hemberî îşkencela li Îmraliyê bêdeng e û di mijara tecrîdê de ji armanca xwe dûr ketiye û di polê de maye. 
 
* Şîrketa Lêkolîn û Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), piştî demek dirêj ceyran ji ser navçeya Sîlopî qut kir, niha jî ceyranê ji ser taxên Cizîrê qut dike. Hat zanin ku zêdeyî 70 malên li taxa Sûrê ya Cizîrê 19 rojin ceyan ji ser wan hatiye qutkirin. Welatiyên ku 19 rojin ceyran ji ser wan hatiye qutkirin xaniyên xwe terk dikin. 
 
* Muslum Karak ê 63 salî ku li gundê Qubika Çareba ya Pirsûsê dijî, diyar kir ku kur û birayekî wî girtî ne û rastî cezayê muebetê hatine û birayeki wî jî li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye. Karak ku rastî gelek êşên giran hatiye û ji malbatê, kur, bira û keça wî girtî ye, mala xwe kiriye muzeya wêneyên xizmên xweyên girtî. Karak ku li baxçeyê xwe bi dehan cureyên dar û beran çandiye her kesên ku li mala xwe dike mêvan dibe nava baxçe digerinê fêkî dide wan û piştre çîroka wêneyên di muzeyê de yek bi yek vedibêje. 
 
*Ji bo avdaniya zeviyan li gelek deveran bi pêşxistina teknîkê re ketiye meriyetê. Li hin herêman jî bi pergala berê avdanî tê kirin. Li Farqînê karkerên avdaniyê zeviyên garis av didin û gotin ku ew heqdestê keda xwe nastînin
 
* Li Gundên Colemêrgê demsala dirûna gihayê ya bi rêbaza zibareyê dest pê kir. Roja Zibareyê hemû gundî li hev kom dibin û bi hevkariya hev giha didirûn. Gundi her rojê gihayê malbatekê diridûn (diçinin). Gundiyan diyar kirin ku bi vê çanda zebareyê çîrontî û xizmantiya xwe zext diparêzin. 
 
* Parêzer Yaşar Kaya yê ku ji doza “KCK” a Erdexanê tê darizandin diyar kir ku emniyet salekê li telefona wî guhdar kiriye û got: “Emniyetê ji min re got ‘Me salek li we guhdar kir. Lê em di tapeyên telefonê de rastî hêmanek sûc nehatin. Em lêborîna xwe dixwazin. Mafê we yê tazmînatê vekirinê heye.’ Li gel tiştek nedîtine jî dîsa doz li min vekirine.” 
 
* Karkerên firmaya kozmetîkê ya Flormar ên bi hinceta xwestine bibin endamê sendîkayê û ji ber vê yekê ji kar hatin avêtin ji 15’ê gulanê vir ve li ber fabrîkayê çalakiya xwe dewam dikin. Karkeran got: “Ne em bila patron bitirsin. Em jin bixwazin em ê bi ser bikevin.” 
 
* Li ser axa Sûriye 7 salin şerê dewletên, di bin kontrola pergala DYA û Rûsya de ne tê meşandin. Di şerê li ser axa Sûriye yê 7 salan de 100 hezar sivîl bi giştî 340 hezar mirov hatin kuştin. 13 milyon mirov ji ser axa xwe koç kirin. Piştî pergala kapîtalîst li ser axa Rojhilata Navîn xetimî, li dijî wê pergala alternatif, Projeya Neteweya Demokratîk di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Bakurê sûriyeyê hat avêtin. Pergala Neteweya Demoratîk ku di pêşengiya jinê de dikeve meriyetê, ji bo mirovahiyê bû destkeftiyek mezin. 
 
* Karkerê Şaredariya Zeytinburnu Kenan Gungordu, diyar kir ku piştî ji kar hat avêtin bûye hedefa Şaredarê Zeytînbûrnu Murat Aydin wiha got: "Di demên dawi de rastî gefên cîddî têm. Gefên 'Em li ser stuyê te n, li xwe baldar be' têm." 
 
* Şahidê Komkujiya Dersimê yê 110 salî Ahmet Fidan, diyar kir ku zilma wê demê îro jî li ser gel berdewam dike û wiha got: "Tişta ku îro pêk tê ez dê vebêjim. Hez dikin bila min bavêjin zindê ez dê dîsa rastiyan vebêjim." 
 
* Girtiyê nexweş Yaşar Erîş ku rastî îşkenceya giran hat û bi nexweşiya şizofreniyê ket, tevî nexweşiya xwe di yek huceryê detê girtin. Vasîsa Yaşar Eriş Arzu Aksakal, diyar kir ku Erîş bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin û rîska ku Eriş întîhar bike gelek zêde ye. Aksakal, xwest di serî de Erîş û hemû girtiyên nexweş bi lez bên berdan. 
 
* Danişîna doza rojnameger İsminaz Temel û Havva Cuştan û parêzerên wan Ozlem Gumuştaş û Sezin Uçar jî di navde 13 girtî 23 kesên tê darizandin dê li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam bike. (10.00)
 
* Danişina doza Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu û dê 19'ê Tîrmehê bê dîtin. Ji bo danişînê dê hevparên HDK'ê bi civina çapemeniyê banga tevlêbûnê bikin. (12.00) 
 
* ÎHD, 32'emîn salvegera damezirandina xwe pîroz dike. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbole jî dê li avahiya xwe pîrozbahiyê pêk bîne. (12.00-19.00) 

Sernavên din

19/07/2018
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2018'AN
08:35 Pêkanîna OHAL'ê bi dawî bû!
18/07/2018
16:10 Heyeta HDP’ê çû serdana şîna Yakişir
15:41 Danişîna Yuksekdag hat taloqkirin
15:27 Dozger sekinandina dozê daxwaz kir dadger red kir
14:46 Dadgehê biryara berdewama girtina Demirtaş da
14:22 Malbata Yildiz ê AKP’î gef li malbata Şenyaşar xwar
14:03 HDP'ê destek da wekîlên xwe: Em li cem nirxên gelê xwe ne
13:45 Bîlgen: Dirêjkirina 3 mehî diqede ya 3 salî destpê dike
13:38 Jin dê ji 1'ê tebaxê heta 3'ê Tebaxê çalakiyan li dar bixin
13:23 Ji bo Mehmet Tunç serî li AYM’ê dan
12:39 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan cara 772’yemîn hat redkirin
12:35 Nûçegîhana ANHA Dicle: Min nekarîbû Kobanê di wî halî de bihêlim û biçim
12:21 Li aliyekî OHAL’ê radikin û li aliyekî kuleyan ava dikin
12:06 Parlamenter Tosun: Bila ewil dozger cenazeyan radestî malbatan bikin
12:04 KCD’ê 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
12:04 Serokê OSP'ê Çîftyurek: Qendîl çiyayê hemû kurdan e
12:03 Polîsê li Wanê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
10:52 Aktar: OHAL û îşkence mayînde dibe
10:51 SDGF: Em dê di 20'ê Tîrmehê de li Navenda Çandê ya Amara bin
10:22 Birîndarên Pirsûsê: Bi pêlîstokan werin bîranîna 20’ê Tîrmehê
10:22 KADAV: ducaniya zarokên Sûriyeyî îhlala zagonen navneteweyî ye
10:01 AYM’ê nameya ‘Yekîtiya Neteweya Kurd' teşwîkkirina tundiyê nedît
10:00 Biryara ‘neşopandinê’ dan dosyeya xebatkarê NÇM’ê Balikesîr
09:44 Talûkeya mirinê li ber serê wane
09:40 Kesên çirûskên destpêkê yên Şoreşa Rojava vêxistin axivîn
09:39 Jina 90 salî hekîmtiyê dide jiyîn
09:38 Qeyûm Parka 4’ê Nîsanê ceza kiriye!
09:37 Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin
09:36 14 mehên girtî weke îşkenceyê derbas bûn
09:34 Dengdêrên Colemêrgê: Leyla Guven îradeya me ye divê berdin
09:29 ‘Hilweşandina aboriya Tirkiyeyê bi hilweşandina ekolojîk telafî dikin’
09:26 Bavê zaroka wî rastî îstîsmarê hat bang kir: Tu carî ser îstîsmarê negirin
09:24 Berxwedanê kana keviran girt niha jî dora kana mermerê ye
09:23 Mêşên hingiv ên Kafkas havînê li Erdexanê, zivîstinê jî li Artvînê ne
09:22 ‘Girtina saziyên jin û zarokan îstîsmar zêde kir’
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2018'AN
09:00 Bi ser mala şînê de girtin
08:10 Piştî topbarana leşkerî agir bi daristana Çiyayê Gabarê ket
17/07/2018
17:08 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk
16:46 Li Şemrexê pevçûn: Karkerên TPAO’yê şandin kifşa operasyonê
15:44 Banga tevli danişîna Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu bibin
14:59 15 meh ceza li rojnameger Îdrîs Yilmaz birîn
14:58 Şahidê Komkujiya Dersimê Zilm îro jî didome
14:03 Piştî 20 mehan derketin pêşberî dadger
14:02 TTB: Em li Onur Hamzaoglu xwedî derkevin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Ceryana jina ducanî birîn
12:56 ÎHD 32 salî ye: Têkoşîna me ya rûmeta mirovahiyê dê bidome
12:55 Bertek nîşanî lêpirsîna lezgîn da: Wekîltiya gel viya dide ferzkirin
12:14 Rojnameger Oruç: Herî zêde min bêriya kameraya xwe kiribû
11:41 Îranê ji bo şivanên hatin binçavkirin pere xwestin
11:34 Bi kulmek komir û axa goran çûn Enqereyê: Em ji riya xwe venagerin
11:16 Li Amanosan 35 hektar daristan tev şewitî
11:09 Ji bo Rojnameger Turfent û Sayilgan serî li AYM'ê dan: Xala 14'an a PMME'ê îhlal bû
10:50 'Meclîs Herêmî ya Efrînê' biryara parvekirina axa gelê Efrînê stendin
10:15 Bi bayê bezê derbarê wekîlên HDP’ê de lêpirsîn destpêkirin
09:40 MSD'ê encamnameya 3'emîn kongreyê aşkere kir
09:39 Karkerên avdaniyê heqê keda xwe nastînin
09:20 Mala xwe kiriye muzeya wêneyên xizmên xwe yên girtî
09:19 Li taxa ku 19 rojin ceyrana wê tune welatî xaniyan vala dikin
09:18 Girtiyê nexweşê şizofrenî di yek hucreyê de tê girtin
09:17 Omer Ocalan: CPT ji armanca xwe dûr ketiye
09:16 Karkerê hat îxrackirin Gongordu: Ez rastî gefan têm
09:16 Modela jiyana hevpar a mirovahiyê: Rojava
09:14 Karkerên Flormarê: Em ê bi ser bikevin
09:13 Emniyetê got ‘biborîne’ dîsa jî doz vekirin
09:12 Li gundên Colemêrgê demsala dirûna gihayê dest pê kir
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2018'AN
16/07/2018
19:30 700 karkeran dest ji kar berdan
17:59 Nûçegihanê me Soylemez hat berdan
17:55 HDP’ê rewşa girtina Guven bir Meclîsê
17:09 Çiyayên Amanosê dişewitin
17:06 Sererastkirina OHAL’ê pêşkêşî Meclîsê kirin
16:20 16 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:06 Xwişka zaroka rastî îstîsmara O.B. hat di dadgehê de axivî
15:54 Doza ku Demîrtaş li Erdogan vekiribû hat redkirin
15:53 Hevserokên MSD'ê: Tirkiye bi hevkariya navneteweyî êrîşî Sûriye û Iraqê dike
15:28 Malbatên Somayê dê bi Serokê HSK’ê re hevdîtin bikin
15:18 Danişîna doza 12 rojnamegeran taloq kirin
15:18 Nûçegihanê me Soylemez hat binçavkirin
15:10 Danişîna rojnameger û parêzeran destpê kir
14:58 ‘Daxwaza aştiyê ne sûc e, ji Onur Hamzaoglu re azadî'
14:51 Karkerên di grevê de bi parêzerên zanîngehê re hevdîtin kirin
14:26 Rêxistina HDP’ê ya Sancaktepe, serdegirtin şermezar kir
13:53 HRW: Tirkiye qeydkirina penaberên Sûriyeyî rawestand
13:21 Polîsan mudaxeleyî malbatên Somayê kir
12:29 HDK: Di serdema nû de dê kolan esas bê girtin
12:23 Wezîrê Dadê: OHAL dê rabe, lê...
12:19 Li Pirsûsê kesek hat binçavkirin û kesek hat girtin
12:11 CHP’ê ji bo kongreya awarte îmze komkirin
12:10 Rojnameger Erdem Gul ji doza TIR'ên MÎT'ê beraet kir
11:57 3'emîn Kongreya MSD'ê destpê kir
11:15 Rêjeya bêkariyê ji sedî 9,6
10:39 Hêjmara nexweş û mirinên li Şehbayê zêde dibin
10:27 'Dixwazin di Elewîtiyê de hişmendiya serdest ava bikin’
10:26 Li Îzmîrê di jêrzemînekê de cenazeyek hat dîtin
10:21 MSD'ê, dê kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne
09:34 Qeyûm bi butçeya şaredariyê maşîna dozger tamîr kir
09:33 Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye