ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-17 09:00:12   * Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, bal kişand ser tercida ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û helwesta CPT'î. Ocalan, destnîşan kir ku erka CPT’î ewe ku rê li pêş îşkenceyê bigire, lê li hemberî îşkencela li Îmraliyê bêdeng e û di mijara tecrîdê de ji armanca xwe dûr ketiye û di polê de maye.    * Şîrketa Lêkolîn û Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), piştî demek dirêj ceyran ji ser navçeya Sîlopî qut kir, niha jî ceyranê ji ser taxên Cizîrê qut dike. Hat zanin ku zêdeyî 70 malên li taxa Sûrê ya Cizîrê 19 rojin ceyan ji ser wan hatiye qutkirin. Welatiyên ku 19 rojin ceyran ji ser wan hatiye qutkirin xaniyên xwe terk dikin.    * Muslum Karak ê 63 salî ku li gundê Qubika Çareba ya Pirsûsê dijî, diyar kir ku kur û birayekî wî girtî ne û rastî cezayê muebetê hatine û birayeki wî jî li girtîgehê jiyana xwe ji dest daye. Karak ku rastî gelek êşên giran hatiye û ji malbatê, kur, bira û keça wî girtî ye, mala xwe kiriye muzeya wêneyên xizmên xweyên girtî. Karak ku li baxçeyê xwe bi dehan cureyên dar û beran çandiye her kesên ku li mala xwe dike mêvan dibe nava baxçe digerinê fêkî dide wan û piştre çîroka wêneyên di muzeyê de yek bi yek vedibêje.    *Ji bo avdaniya zeviyan li gelek deveran bi pêşxistina teknîkê re ketiye meriyetê. Li hin herêman jî bi pergala berê avdanî tê kirin. Li Farqînê karkerên avdaniyê zeviyên garis av didin û gotin ku ew heqdestê keda xwe nastînin   * Li Gundên Colemêrgê demsala dirûna gihayê ya bi rêbaza zibareyê dest pê kir. Roja Zibareyê hemû gundî li hev kom dibin û bi hevkariya hev giha didirûn. Gundi her rojê gihayê malbatekê diridûn (diçinin). Gundiyan diyar kirin ku bi vê çanda zebareyê çîrontî û xizmantiya xwe zext diparêzin.    * Parêzer Yaşar Kaya yê ku ji doza “KCK” a Erdexanê tê darizandin diyar kir ku emniyet salekê li telefona wî guhdar kiriye û got: “Emniyetê ji min re got ‘Me salek li we guhdar kir. Lê em di tapeyên telefonê de rastî hêmanek sûc nehatin. Em lêborîna xwe dixwazin. Mafê we yê tazmînatê vekirinê heye.’ Li gel tiştek nedîtine jî dîsa doz li min vekirine.”    * Karkerên firmaya kozmetîkê ya Flormar ên bi hinceta xwestine bibin endamê sendîkayê û ji ber vê yekê ji kar hatin avêtin ji 15’ê gulanê vir ve li ber fabrîkayê çalakiya xwe dewam dikin. Karkeran got: “Ne em bila patron bitirsin. Em jin bixwazin em ê bi ser bikevin.”    * Li ser axa Sûriye 7 salin şerê dewletên, di bin kontrola pergala DYA û Rûsya de ne tê meşandin. Di şerê li ser axa Sûriye yê 7 salan de 100 hezar sivîl bi giştî 340 hezar mirov hatin kuştin. 13 milyon mirov ji ser axa xwe koç kirin. Piştî pergala kapîtalîst li ser axa Rojhilata Navîn xetimî, li dijî wê pergala alternatif, Projeya Neteweya Demokratîk di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Bakurê sûriyeyê hat avêtin. Pergala Neteweya Demoratîk ku di pêşengiya jinê de dikeve meriyetê, ji bo mirovahiyê bû destkeftiyek mezin.    * Karkerê Şaredariya Zeytinburnu Kenan Gungordu, diyar kir ku piştî ji kar hat avêtin bûye hedefa Şaredarê Zeytînbûrnu Murat Aydin wiha got: "Di demên dawi de rastî gefên cîddî têm. Gefên 'Em li ser stuyê te n, li xwe baldar be' têm."    * Şahidê Komkujiya Dersimê yê 110 salî Ahmet Fidan, diyar kir ku zilma wê demê îro jî li ser gel berdewam dike û wiha got: "Tişta ku îro pêk tê ez dê vebêjim. Hez dikin bila min bavêjin zindê ez dê dîsa rastiyan vebêjim."    * Girtiyê nexweş Yaşar Erîş ku rastî îşkenceya giran hat û bi nexweşiya şizofreniyê ket, tevî nexweşiya xwe di yek huceryê detê girtin. Vasîsa Yaşar Eriş Arzu Aksakal, diyar kir ku Erîş bi tena serê xwe di yek hucreyê de tê girtin û rîska ku Eriş întîhar bike gelek zêde ye. Aksakal, xwest di serî de Erîş û hemû girtiyên nexweş bi lez bên berdan.    * Danişîna doza rojnameger İsminaz Temel û Havva Cuştan û parêzerên wan Ozlem Gumuştaş û Sezin Uçar jî di navde 13 girtî 23 kesên tê darizandin dê li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam bike. (10.00)   * Danişina doza Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu û dê 19'ê Tîrmehê bê dîtin. Ji bo danişînê dê hevparên HDK'ê bi civina çapemeniyê banga tevlêbûnê bikin. (12.00)    * ÎHD, 32'emîn salvegera damezirandina xwe pîroz dike. Şaxa ÎHD'ê ya Stenbole jî dê li avahiya xwe pîrozbahiyê pêk bîne. (12.00-19.00)