Hevserokên MSD'ê: Tirkiye bi hevkariya navneteweyî êrîşî Sûriye û Iraqê dike

  • rojane
  • 15:53 16 Tîrmeh 2018
img
TEBQA - Hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Riyad Dirar, di sêyemîn konferansa MSD'ê de diyar kirin ku êrîşên Tirkiyeyê li dijî axa Sûriyeyê û Iraqê bi rêya lihevkirinên navneteweyî pêk tên. 
 
Hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Riyad Dirar di sêyemîn konferansa MSD'ê de axaftin. Serokatiya MSD'ê diyar kir ku lihevkirinên ji bo avakirina hikumeta Iraqê jî li hemberî Îranê berdewam dikin û hewldanên xistina Hizbullah di lîsteya terorê de berdewam in. Ev yek tê wateya ku diyardeyên şerê dema bê li herêmê naveroka wê dê Îran û Sûriye be û dê bandora xwe zêde be.
 
Axaftina hevbeş a serokatiya MSD'ê wiha ye:
 
“Sedemên bingehîn di pergala sîstem û siyasetên hundirîn û derve de ji beriya niha ve fektora sereke ya derketina şer û berdewamkirina aloziyên li herêma Rojhilata Navîn in. Dijwarbûna aloziyan hê jî mezin dibe û di van aloziyan de sîstemên desthilatdar û li paş wan sîstemên hegomonyaya navneteweyî  cih digirin û aloziyan dijwartir dikin û tevliheviya hilweşîner bi awayekî sîstematîk li giştî herêmê û bi taybet li Sûriyeyê didin meşandin. Berjewendiyên teng hê jî kirinên xwe di Sûriyeyê de pêk tînin. Niha blokbûyîneke mezin pêk tê. Hin hêz nêzî hev dibin û hin jî ji hev dûr dikevin û di encamê de lihevkirin û hevpeyman li ser aliyên dijber ferz dikin û her hêzek ji wan parçeyekî ji axa Sûriyeyê bi dest xwe ve tîne. Bûyerên li Bakurê Sûriyeyê rûdane û dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û bûyerên li Deraa, nîşanên zelal ên lihevkirina navneteweyî ne ku li ser lihevkirinan pêk hatine. Dibe ku di demeke pêş de li Idlibê jî pêk were.
 
SERÊ SÛRIYE DERBASÎ QONAXEK NÛ DIBE
 
Ev tê wateya ku şerê li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe û êdî şerê wekîlan bi dawî dibe û niha amûrên şer bi riya lihevkirinan tên tunekirin. Sedemên aloziyê di cih de dihêlin û çareser nakin da ku di dehsalên pêş de bi rola xwe rabin. Bi giştî hemû komên çekdar girêdayî rêxistinên DAIŞ û El-Nusra û El-Qaîdê ne û niha ji aliyê hêzên navneteweyî ve yên di dosya Sûryeyê de ne, tên armancgirtin. Ji ber ku çalakiya veguhertina demokratîk yek ji çalakiyên herî dijwar û herî girîng ji bo herêmê ye, em dibînin ku sîstemên totalîter tevî ku rola wan bi dawî bûne jî di cih de tên hiştin. Her wiha çalakiyên pînekirinê didin meşandin ku dibe di demeke sînordar de sûdewar be, lê nikare pêşniyareke nû pêşkêş bikin û tenê temenê wan dirêj dikin. Mînaka vê yekê hilbijartinên li Lubnan, Iraq û Tirkiyeyê ne. Di encamê de heman sîstemê tên rûniştandin û tenê rûyê desthilatdaran diguherînin û ji destekî radestî destekî din dikin.
 
Lê Tirkiye rastî guhertineke bingehîn di sîstemê de hat û êdî navendîbûna wê xurt dibe û li gorî pîvanên demokrastiyê gelekî paşve çûye. Guhertinên li dewletên cîran bêguman dê bandore li rewşa Sûriyeyê bi awayekî rasterast bike û bandorê lê bike. Bêguman serkeftina Hizbullah li Lubnanê û Muqteda El-Sedr li Iraqê û Erdogan li Tirkiyeyê di encamê de dê rasterast bandorê li rewşa Sûriyeyê bike.
 
Êrîşa Tirkiyeyê li dijî axa Sûriye û Iraqê û bi taybet li dijî başûrê Kurdistanê bi rêya lihevkirinên navneteweyî pêk tê. Efrîn bi Xota guhertin û Deraa jî ji bo derxistina Îranê ji Sûriyeyê radestî rêjîmê kirin. Li Iraqê jî lihevkirinên girêdayî avakirina hikumetê li hemberî Îranê berdewam in. Her wiha hewl didin Hizbullah li lîsteya terorê zêde bikin. Ev yek tê wateya ku diyardeyên şerê dema bê li herêmê dê bêne guhertin û naveroka wê Sûriye û Îran e. Sûriye dê bibe qada yekemîn ku pê bandor bibe.
 
Tişta herî metirsîdar di çalakiyên dagirkeriyê de ku li ser axa Sûriyeyê tê meşandin, çalakiyên guhertina demografîk e ku dewletên herêmî pê radibin. Ango malbatên biyanî di malên sûriyeyiyan de bi cih dikin piştî ku xwediyên van malan tên koçberkirin. Her wiha bicihkirina malbatên çekdaran li şûna malbatên kurd li Efrînê, siyaseteke bi zanebûn tê meşandin û ev hêz bi rêya vê siyasetê hewl didin serweriya xwe li ser herêmê ferz bikin û dînamîka bingehîn û resen a civaka Sûriyeyê şerpeze bikin.
 
REJÎMA HEGEMON XWE FIREH DIKE 
 
Piştî heft salan ji aloziya Sûriyeyê, axaftinên girêdayî danûstandinan hê jî berdewam in. Xebatên Cenêvê hê jî mijara baldariyê ji aliyê hemû aliyan ve ye. Lê mixabin ev danûstandin hê jî di xala sifir de ne, di bin hinceta vetoya Tirkiyeyê de ku çalakiyên tunekirinê didomîne. Şerpezebûna opozîsyonê ku xwe spartin dewletên herêmî hê jî zêde dibe. Rêjîm bi alîkariya hevkarên wê ji vê derfetê sûdê werdigire û serweriya xwe li ser axa Sûriyeyê firehtir dike û hegomonyaya xwe vedigerîne. Ferzkirina leşkertiyê li ser rewşa Sûriyeyê û qebûlnekirina diyaloga aştiyane di navbera aliyan de, ji destpêk û heta niha berdewam dike û di encamê de Sûriyeyê gihaşt vê astê. Tevî hemû daxuyaniyên rayedarên rêjîma Sûriyeyê û dê deriyê xwe ji diyaloga bi Hêzên Sûriya Demokratîk re vebike, lê li ser erdê tiştek pêk neanî. Evan daxuyanî ji xebatên çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi riya danûstandinan bêtir, weke peyamên ji hêz û aliyên navneteweyî û herêmî re bû. Tevî vê yekê em dibînin ku riya danûstandin û diyalogê bingeha çareseriyê ye û bingeha bidawîkirina şer û şerkirin da ku çalakiyên jinûve avakirinê bêne destpêkirin.
 
ROLA MECLÎSA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK 
 
Li vir xurtkirina mîsyonên Meclisa Sûriya Demokratîk di rêveberiya opozîsyona niştimanî de û rola wê li ser asta Sûriyeyê diyar e, niha li rex rewşa Sûriyeyê ya girêkok a herî guncaw e. Banga damezirandina Meclisa Sûriya Demokratîk û lidarxistina yekemîn konferansa wê di 8-9'ê Çileya 2015'an de armanca wê alîkariya doza demokratîk, laîktîk û piralîbûnê û mafên mirovan di Sûriyeyê de ye. Her wiha da ku parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û ji bo pêkanîna vê parastinê xebatên xwe li hemberî mîsyonên çarenûsî li Bakurê Sûriyeyê li dijî êrîşên terorîst dane meşandin. Her wiha li hemberî komployên tabûrên ku alîkariya xwe ji aliyên derve werdigirtin da ku jiyana hevbeş li herêmê sînordar bikin. Avakirina yekîneyên ku karibin parastina gel û jinan bikin û hêzeke hevgirtî di bin yek sîwanê de ava bikin ew jî Hêzên Sûriya Demokratîk e ku bi saya fedekariya şervanên wê Minbic, Tebqa, Reqa û giştî gundewarên Dêrazorê hate rizgarkirin. Her wiha karibû rêxistina terorîst a li van herêman tune bike. Ev hêz serfiraziya destkeftiyên şoreşa gel li Sûriyeyê ye ku ber bi azadî û rûmetê ve tê dikoşe û ji bo avakirina welatekî aram dixebite. Di navbera konferansên duyemîn û sêyemîn de gelek pêşveçûn û geşedan di qada Sûriyeyê de pêk hatin û vê yekê hişt ku em asta têkoşîna xwe ber bi pêkanîna rizgariyê ve bilind bikin.
 
Piştî pêkanîna serkeftinên li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞ'ê, li van herêman rêveberiyên demokratîk hatin avakirin û ji bo pêkanîna aştî, ewlehî, aramî, avakirin û peydakirina pêdiviyên welatiyan tevdigerin. Li ser vê bingehê em dibînin ku pêwîst e pergala Meclisa Sûriya Demokratîk ji nû ve were avakirin da ku karibe barê avakirina siyasî bigire ser milên xwe û alternatîfeke niştimanî û demokratîk ji giştî Sûriyeyê re peyda bike. Ev yek jî girêdayî destpêkirina xebatên doza niştimanî ye ku divê weke mijareke stratejîk were destgirtin da ku dozên civakî bêne çareserkirin û mafên hemû pêkhateyan bêne bidestxistin. Ev vebijêrka stratejîk girêdayî çareseriya laîktiya demokratîk û sîstema siyasî ya nenavendî ye, ji ber ku mercekî objektîf û siyasî ya li hemberî rewşa navneteweyî û herî  ya herî ye û ji ber rewşa şer pêdivî pê zêde bûye, nemaze ji ber ku di encama şer de radîkalbûn zêde bûye û komên cuda yên dijber hatine avakirin. Pêdiviya vebijêrka stratejîk bi diyarkirina rêbaz û mijarên sereke heye da ku helwesta siyasî û rûyê wê bibe û bandorê li rêveberiya siyasî û bingeh û rêbazên wê bike û bandorê li kadroyên ku armancên têkoşînê şîrove dikin, bike.
 
Bingeha Meclisa Sûriya Demokratîk ku li ser hevbendiyan pêk hatiye rengîniya nêrînan ferz dike û rê li pêşiya dilnermiyê vedike. Her wiha peydakirina nêrîneke rêxistinî ya demokratîk ya zelal û serweriya bîrdoziyeke diyar li ser wê tune be. Her wiha rê li pêşiya nêrînên partîtî yên teng bêne girtin û li ser vê bingehê pêdivî bi hevbeniyê heye da ku berjewendiyên partîtî derbas bike û demokrasiyê ava bike. Ango di pêkanînê de tenê rêbazekî wernegire û naveroka wê girêdayî diyarkirina xebatan be û weke belgeyeke bilind di ser her tiştî re were nirxandin.
 
DESTÛRA NÛ YA SÛRIYEYÊ 
 
Tişta ku em dixwazin nû bibe girêdayî nasnameya ku sûrîbûna me vejîne ye. Nasnameyeke nûjen were avakirin û xwe di paş dirûşman de veneşêre da ku karibe guhertinekê pêk bîne û tenê bi helwest û teorî bes nake. Hemû pêkhateyên Sûriyeyê beşdar bibin û hebûna wan a neteweyî û siyasî û çandî were parastin û ji bo parastina mafên mirovan xebat bêne meşandin û qanûnên pêwîst girêdayî wê bêne derxistin û mafê çarenûsî were naskirin. Hevgirtina hemû pêkhateyên Sûriyeyê mijarekî pêwîst di dewleteke qanûnî  de ye. Ango pirkombûn taybetmendiya pêkhateyekê tune nake û diparêze. Lihevkirin li ser hevpeymana civakî pêk were û xwe bispêre pîvan û qanûnên navneteweyî û mirovahiyê û ji mezhebîbûn û nijadperestiyê dûr bikeve. Bi vê yekê avakirina dewleteke niştimanî li gorî destûreke hevgirtî pêkan dibe û bêalîbûna dewletê li hemberî hemû pêkhateyên etnîkî û olî misoger dibe û hemû welatî di erk û peywiran de wekî hev dibin.
 
 
 
 

Sernavên din

19/07/2018
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2018'AN
08:35 Pêkanîna OHAL'ê bi dawî bû!
18/07/2018
16:10 Heyeta HDP’ê çû serdana şîna Yakişir
15:41 Danişîna Yuksekdag hat taloqkirin
15:27 Dozger sekinandina dozê daxwaz kir dadger red kir
14:46 Dadgehê biryara berdewama girtina Demirtaş da
14:22 Malbata Yildiz ê AKP’î gef li malbata Şenyaşar xwar
14:03 HDP'ê destek da wekîlên xwe: Em li cem nirxên gelê xwe ne
13:45 Bîlgen: Dirêjkirina 3 mehî diqede ya 3 salî destpê dike
13:38 Jin dê ji 1'ê tebaxê heta 3'ê Tebaxê çalakiyan li dar bixin
13:23 Ji bo Mehmet Tunç serî li AYM’ê dan
12:39 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan cara 772’yemîn hat redkirin
12:35 Nûçegîhana ANHA Dicle: Min nekarîbû Kobanê di wî halî de bihêlim û biçim
12:21 Li aliyekî OHAL’ê radikin û li aliyekî kuleyan ava dikin
12:06 Parlamenter Tosun: Bila ewil dozger cenazeyan radestî malbatan bikin
12:04 KCD’ê 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
12:04 Serokê OSP'ê Çîftyurek: Qendîl çiyayê hemû kurdan e
12:03 Polîsê li Wanê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
10:52 Aktar: OHAL û îşkence mayînde dibe
10:51 SDGF: Em dê di 20'ê Tîrmehê de li Navenda Çandê ya Amara bin
10:22 Birîndarên Pirsûsê: Bi pêlîstokan werin bîranîna 20’ê Tîrmehê
10:22 KADAV: ducaniya zarokên Sûriyeyî îhlala zagonen navneteweyî ye
10:01 AYM’ê nameya ‘Yekîtiya Neteweya Kurd' teşwîkkirina tundiyê nedît
10:00 Biryara ‘neşopandinê’ dan dosyeya xebatkarê NÇM’ê Balikesîr
09:44 Talûkeya mirinê li ber serê wane
09:40 Kesên çirûskên destpêkê yên Şoreşa Rojava vêxistin axivîn
09:39 Jina 90 salî hekîmtiyê dide jiyîn
09:38 Qeyûm Parka 4’ê Nîsanê ceza kiriye!
09:37 Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin
09:36 14 mehên girtî weke îşkenceyê derbas bûn
09:34 Dengdêrên Colemêrgê: Leyla Guven îradeya me ye divê berdin
09:29 ‘Hilweşandina aboriya Tirkiyeyê bi hilweşandina ekolojîk telafî dikin’
09:26 Bavê zaroka wî rastî îstîsmarê hat bang kir: Tu carî ser îstîsmarê negirin
09:24 Berxwedanê kana keviran girt niha jî dora kana mermerê ye
09:23 Mêşên hingiv ên Kafkas havînê li Erdexanê, zivîstinê jî li Artvînê ne
09:22 ‘Girtina saziyên jin û zarokan îstîsmar zêde kir’
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2018'AN
09:00 Bi ser mala şînê de girtin
08:10 Piştî topbarana leşkerî agir bi daristana Çiyayê Gabarê ket
17/07/2018
17:08 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk
16:46 Li Şemrexê pevçûn: Karkerên TPAO’yê şandin kifşa operasyonê
15:44 Banga tevli danişîna Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu bibin
14:59 15 meh ceza li rojnameger Îdrîs Yilmaz birîn
14:58 Şahidê Komkujiya Dersimê Zilm îro jî didome
14:03 Piştî 20 mehan derketin pêşberî dadger
14:02 TTB: Em li Onur Hamzaoglu xwedî derkevin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Ceryana jina ducanî birîn
12:56 ÎHD 32 salî ye: Têkoşîna me ya rûmeta mirovahiyê dê bidome
12:55 Bertek nîşanî lêpirsîna lezgîn da: Wekîltiya gel viya dide ferzkirin
12:14 Rojnameger Oruç: Herî zêde min bêriya kameraya xwe kiribû
11:41 Îranê ji bo şivanên hatin binçavkirin pere xwestin
11:34 Bi kulmek komir û axa goran çûn Enqereyê: Em ji riya xwe venagerin
11:16 Li Amanosan 35 hektar daristan tev şewitî
11:09 Ji bo Rojnameger Turfent û Sayilgan serî li AYM'ê dan: Xala 14'an a PMME'ê îhlal bû
10:50 'Meclîs Herêmî ya Efrînê' biryara parvekirina axa gelê Efrînê stendin
10:15 Bi bayê bezê derbarê wekîlên HDP’ê de lêpirsîn destpêkirin
09:40 MSD'ê encamnameya 3'emîn kongreyê aşkere kir
09:39 Karkerên avdaniyê heqê keda xwe nastînin
09:20 Mala xwe kiriye muzeya wêneyên xizmên xwe yên girtî
09:19 Li taxa ku 19 rojin ceyrana wê tune welatî xaniyan vala dikin
09:18 Girtiyê nexweşê şizofrenî di yek hucreyê de tê girtin
09:17 Omer Ocalan: CPT ji armanca xwe dûr ketiye
09:16 Karkerê hat îxrackirin Gongordu: Ez rastî gefan têm
09:16 Modela jiyana hevpar a mirovahiyê: Rojava
09:14 Karkerên Flormarê: Em ê bi ser bikevin
09:13 Emniyetê got ‘biborîne’ dîsa jî doz vekirin
09:12 Li gundên Colemêrgê demsala dirûna gihayê dest pê kir
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2018'AN
16/07/2018
19:30 700 karkeran dest ji kar berdan
17:59 Nûçegihanê me Soylemez hat berdan
17:55 HDP’ê rewşa girtina Guven bir Meclîsê
17:09 Çiyayên Amanosê dişewitin
17:06 Sererastkirina OHAL’ê pêşkêşî Meclîsê kirin
16:20 16 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:06 Xwişka zaroka rastî îstîsmara O.B. hat di dadgehê de axivî
15:54 Doza ku Demîrtaş li Erdogan vekiribû hat redkirin
15:53 Hevserokên MSD'ê: Tirkiye bi hevkariya navneteweyî êrîşî Sûriye û Iraqê dike
15:28 Malbatên Somayê dê bi Serokê HSK’ê re hevdîtin bikin
15:18 Danişîna doza 12 rojnamegeran taloq kirin
15:18 Nûçegihanê me Soylemez hat binçavkirin
15:10 Danişîna rojnameger û parêzeran destpê kir
14:58 ‘Daxwaza aştiyê ne sûc e, ji Onur Hamzaoglu re azadî'
14:51 Karkerên di grevê de bi parêzerên zanîngehê re hevdîtin kirin
14:26 Rêxistina HDP’ê ya Sancaktepe, serdegirtin şermezar kir
13:53 HRW: Tirkiye qeydkirina penaberên Sûriyeyî rawestand
13:21 Polîsan mudaxeleyî malbatên Somayê kir
12:29 HDK: Di serdema nû de dê kolan esas bê girtin
12:23 Wezîrê Dadê: OHAL dê rabe, lê...
12:19 Li Pirsûsê kesek hat binçavkirin û kesek hat girtin
12:11 CHP’ê ji bo kongreya awarte îmze komkirin
12:10 Rojnameger Erdem Gul ji doza TIR'ên MÎT'ê beraet kir
11:57 3'emîn Kongreya MSD'ê destpê kir
11:15 Rêjeya bêkariyê ji sedî 9,6
10:39 Hêjmara nexweş û mirinên li Şehbayê zêde dibin
10:27 'Dixwazin di Elewîtiyê de hişmendiya serdest ava bikin’
10:26 Li Îzmîrê di jêrzemînekê de cenazeyek hat dîtin
10:21 MSD'ê, dê kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne
09:34 Qeyûm bi butçeya şaredariyê maşîna dozger tamîr kir
09:33 Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye