Hevserokên MSD'ê: Tirkiye bi hevkariya navneteweyî êrîşî Sûriye û Iraqê dike 2018-07-16 15:53:31   TEBQA - Hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Riyad Dirar, di sêyemîn konferansa MSD'ê de diyar kirin ku êrîşên Tirkiyeyê li dijî axa Sûriyeyê û Iraqê bi rêya lihevkirinên navneteweyî pêk tên.    Hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û Riyad Dirar di sêyemîn konferansa MSD'ê de axaftin. Serokatiya MSD'ê diyar kir ku lihevkirinên ji bo avakirina hikumeta Iraqê jî li hemberî Îranê berdewam dikin û hewldanên xistina Hizbullah di lîsteya terorê de berdewam in. Ev yek tê wateya ku diyardeyên şerê dema bê li herêmê naveroka wê dê Îran û Sûriye be û dê bandora xwe zêde be.   Axaftina hevbeş a serokatiya MSD'ê wiha ye:   “Sedemên bingehîn di pergala sîstem û siyasetên hundirîn û derve de ji beriya niha ve fektora sereke ya derketina şer û berdewamkirina aloziyên li herêma Rojhilata Navîn in. Dijwarbûna aloziyan hê jî mezin dibe û di van aloziyan de sîstemên desthilatdar û li paş wan sîstemên hegomonyaya navneteweyî  cih digirin û aloziyan dijwartir dikin û tevliheviya hilweşîner bi awayekî sîstematîk li giştî herêmê û bi taybet li Sûriyeyê didin meşandin. Berjewendiyên teng hê jî kirinên xwe di Sûriyeyê de pêk tînin. Niha blokbûyîneke mezin pêk tê. Hin hêz nêzî hev dibin û hin jî ji hev dûr dikevin û di encamê de lihevkirin û hevpeyman li ser aliyên dijber ferz dikin û her hêzek ji wan parçeyekî ji axa Sûriyeyê bi dest xwe ve tîne. Bûyerên li Bakurê Sûriyeyê rûdane û dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û bûyerên li Deraa, nîşanên zelal ên lihevkirina navneteweyî ne ku li ser lihevkirinan pêk hatine. Dibe ku di demeke pêş de li Idlibê jî pêk were.   SERÊ SÛRIYE DERBASÎ QONAXEK NÛ DIBE   Ev tê wateya ku şerê li Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû dibe û êdî şerê wekîlan bi dawî dibe û niha amûrên şer bi riya lihevkirinan tên tunekirin. Sedemên aloziyê di cih de dihêlin û çareser nakin da ku di dehsalên pêş de bi rola xwe rabin. Bi giştî hemû komên çekdar girêdayî rêxistinên DAIŞ û El-Nusra û El-Qaîdê ne û niha ji aliyê hêzên navneteweyî ve yên di dosya Sûryeyê de ne, tên armancgirtin. Ji ber ku çalakiya veguhertina demokratîk yek ji çalakiyên herî dijwar û herî girîng ji bo herêmê ye, em dibînin ku sîstemên totalîter tevî ku rola wan bi dawî bûne jî di cih de tên hiştin. Her wiha çalakiyên pînekirinê didin meşandin ku dibe di demeke sînordar de sûdewar be, lê nikare pêşniyareke nû pêşkêş bikin û tenê temenê wan dirêj dikin. Mînaka vê yekê hilbijartinên li Lubnan, Iraq û Tirkiyeyê ne. Di encamê de heman sîstemê tên rûniştandin û tenê rûyê desthilatdaran diguherînin û ji destekî radestî destekî din dikin.   Lê Tirkiye rastî guhertineke bingehîn di sîstemê de hat û êdî navendîbûna wê xurt dibe û li gorî pîvanên demokrastiyê gelekî paşve çûye. Guhertinên li dewletên cîran bêguman dê bandore li rewşa Sûriyeyê bi awayekî rasterast bike û bandorê lê bike. Bêguman serkeftina Hizbullah li Lubnanê û Muqteda El-Sedr li Iraqê û Erdogan li Tirkiyeyê di encamê de dê rasterast bandorê li rewşa Sûriyeyê bike.   Êrîşa Tirkiyeyê li dijî axa Sûriye û Iraqê û bi taybet li dijî başûrê Kurdistanê bi rêya lihevkirinên navneteweyî pêk tê. Efrîn bi Xota guhertin û Deraa jî ji bo derxistina Îranê ji Sûriyeyê radestî rêjîmê kirin. Li Iraqê jî lihevkirinên girêdayî avakirina hikumetê li hemberî Îranê berdewam in. Her wiha hewl didin Hizbullah li lîsteya terorê zêde bikin. Ev yek tê wateya ku diyardeyên şerê dema bê li herêmê dê bêne guhertin û naveroka wê Sûriye û Îran e. Sûriye dê bibe qada yekemîn ku pê bandor bibe.   Tişta herî metirsîdar di çalakiyên dagirkeriyê de ku li ser axa Sûriyeyê tê meşandin, çalakiyên guhertina demografîk e ku dewletên herêmî pê radibin. Ango malbatên biyanî di malên sûriyeyiyan de bi cih dikin piştî ku xwediyên van malan tên koçberkirin. Her wiha bicihkirina malbatên çekdaran li şûna malbatên kurd li Efrînê, siyaseteke bi zanebûn tê meşandin û ev hêz bi rêya vê siyasetê hewl didin serweriya xwe li ser herêmê ferz bikin û dînamîka bingehîn û resen a civaka Sûriyeyê şerpeze bikin.   REJÎMA HEGEMON XWE FIREH DIKE    Piştî heft salan ji aloziya Sûriyeyê, axaftinên girêdayî danûstandinan hê jî berdewam in. Xebatên Cenêvê hê jî mijara baldariyê ji aliyê hemû aliyan ve ye. Lê mixabin ev danûstandin hê jî di xala sifir de ne, di bin hinceta vetoya Tirkiyeyê de ku çalakiyên tunekirinê didomîne. Şerpezebûna opozîsyonê ku xwe spartin dewletên herêmî hê jî zêde dibe. Rêjîm bi alîkariya hevkarên wê ji vê derfetê sûdê werdigire û serweriya xwe li ser axa Sûriyeyê firehtir dike û hegomonyaya xwe vedigerîne. Ferzkirina leşkertiyê li ser rewşa Sûriyeyê û qebûlnekirina diyaloga aştiyane di navbera aliyan de, ji destpêk û heta niha berdewam dike û di encamê de Sûriyeyê gihaşt vê astê. Tevî hemû daxuyaniyên rayedarên rêjîma Sûriyeyê û dê deriyê xwe ji diyaloga bi Hêzên Sûriya Demokratîk re vebike, lê li ser erdê tiştek pêk neanî. Evan daxuyanî ji xebatên çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi riya danûstandinan bêtir, weke peyamên ji hêz û aliyên navneteweyî û herêmî re bû. Tevî vê yekê em dibînin ku riya danûstandin û diyalogê bingeha çareseriyê ye û bingeha bidawîkirina şer û şerkirin da ku çalakiyên jinûve avakirinê bêne destpêkirin.   ROLA MECLÎSA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK    Li vir xurtkirina mîsyonên Meclisa Sûriya Demokratîk di rêveberiya opozîsyona niştimanî de û rola wê li ser asta Sûriyeyê diyar e, niha li rex rewşa Sûriyeyê ya girêkok a herî guncaw e. Banga damezirandina Meclisa Sûriya Demokratîk û lidarxistina yekemîn konferansa wê di 8-9'ê Çileya 2015'an de armanca wê alîkariya doza demokratîk, laîktîk û piralîbûnê û mafên mirovan di Sûriyeyê de ye. Her wiha da ku parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike û ji bo pêkanîna vê parastinê xebatên xwe li hemberî mîsyonên çarenûsî li Bakurê Sûriyeyê li dijî êrîşên terorîst dane meşandin. Her wiha li hemberî komployên tabûrên ku alîkariya xwe ji aliyên derve werdigirtin da ku jiyana hevbeş li herêmê sînordar bikin. Avakirina yekîneyên ku karibin parastina gel û jinan bikin û hêzeke hevgirtî di bin yek sîwanê de ava bikin ew jî Hêzên Sûriya Demokratîk e ku bi saya fedekariya şervanên wê Minbic, Tebqa, Reqa û giştî gundewarên Dêrazorê hate rizgarkirin. Her wiha karibû rêxistina terorîst a li van herêman tune bike. Ev hêz serfiraziya destkeftiyên şoreşa gel li Sûriyeyê ye ku ber bi azadî û rûmetê ve tê dikoşe û ji bo avakirina welatekî aram dixebite. Di navbera konferansên duyemîn û sêyemîn de gelek pêşveçûn û geşedan di qada Sûriyeyê de pêk hatin û vê yekê hişt ku em asta têkoşîna xwe ber bi pêkanîna rizgariyê ve bilind bikin.   Piştî pêkanîna serkeftinên li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞ'ê, li van herêman rêveberiyên demokratîk hatin avakirin û ji bo pêkanîna aştî, ewlehî, aramî, avakirin û peydakirina pêdiviyên welatiyan tevdigerin. Li ser vê bingehê em dibînin ku pêwîst e pergala Meclisa Sûriya Demokratîk ji nû ve were avakirin da ku karibe barê avakirina siyasî bigire ser milên xwe û alternatîfeke niştimanî û demokratîk ji giştî Sûriyeyê re peyda bike. Ev yek jî girêdayî destpêkirina xebatên doza niştimanî ye ku divê weke mijareke stratejîk were destgirtin da ku dozên civakî bêne çareserkirin û mafên hemû pêkhateyan bêne bidestxistin. Ev vebijêrka stratejîk girêdayî çareseriya laîktiya demokratîk û sîstema siyasî ya nenavendî ye, ji ber ku mercekî objektîf û siyasî ya li hemberî rewşa navneteweyî û herî  ya herî ye û ji ber rewşa şer pêdivî pê zêde bûye, nemaze ji ber ku di encama şer de radîkalbûn zêde bûye û komên cuda yên dijber hatine avakirin. Pêdiviya vebijêrka stratejîk bi diyarkirina rêbaz û mijarên sereke heye da ku helwesta siyasî û rûyê wê bibe û bandorê li rêveberiya siyasî û bingeh û rêbazên wê bike û bandorê li kadroyên ku armancên têkoşînê şîrove dikin, bike.   Bingeha Meclisa Sûriya Demokratîk ku li ser hevbendiyan pêk hatiye rengîniya nêrînan ferz dike û rê li pêşiya dilnermiyê vedike. Her wiha peydakirina nêrîneke rêxistinî ya demokratîk ya zelal û serweriya bîrdoziyeke diyar li ser wê tune be. Her wiha rê li pêşiya nêrînên partîtî yên teng bêne girtin û li ser vê bingehê pêdivî bi hevbeniyê heye da ku berjewendiyên partîtî derbas bike û demokrasiyê ava bike. Ango di pêkanînê de tenê rêbazekî wernegire û naveroka wê girêdayî diyarkirina xebatan be û weke belgeyeke bilind di ser her tiştî re were nirxandin.   DESTÛRA NÛ YA SÛRIYEYÊ    Tişta ku em dixwazin nû bibe girêdayî nasnameya ku sûrîbûna me vejîne ye. Nasnameyeke nûjen were avakirin û xwe di paş dirûşman de veneşêre da ku karibe guhertinekê pêk bîne û tenê bi helwest û teorî bes nake. Hemû pêkhateyên Sûriyeyê beşdar bibin û hebûna wan a neteweyî û siyasî û çandî were parastin û ji bo parastina mafên mirovan xebat bêne meşandin û qanûnên pêwîst girêdayî wê bêne derxistin û mafê çarenûsî were naskirin. Hevgirtina hemû pêkhateyên Sûriyeyê mijarekî pêwîst di dewleteke qanûnî  de ye. Ango pirkombûn taybetmendiya pêkhateyekê tune nake û diparêze. Lihevkirin li ser hevpeymana civakî pêk were û xwe bispêre pîvan û qanûnên navneteweyî û mirovahiyê û ji mezhebîbûn û nijadperestiyê dûr bikeve. Bi vê yekê avakirina dewleteke niştimanî li gorî destûreke hevgirtî pêkan dibe û bêalîbûna dewletê li hemberî hemû pêkhateyên etnîkî û olî misoger dibe û hemû welatî di erk û peywiran de wekî hev dibin.