Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye

  • rojane
  • 09:33 16 Tîrmeh 2018
  • |
img
AMED -  Di 4'ê cotmeha 2015'an de polîsan li taxa 5 Nîsana Rezan a Amedê bi tifinga seydê Omer Koç ê 17 sali kuştin. Di lêpirsînê de derket holê ku tifinga seydê ku polîsan pê Omer kuşt dane tîmên taybet û tîmên taybet ew bi xwe re birine Efrînê û çek hêj li Efrînê ye. 
 
Di 4'ê Cotmeha 2014'an de li Taxa 5 Nîsanê ya Navçeya Rezan a Amede polisan bi tifinga seydê Omer Koç ê 17 salî kuştin. Dema Koç ji bo maşê temaşe bike ji malê derket li kolanê. Dema derket kolanê polîsan ji maşîneya “Rangerê" bi tifinga seyê gule berdan Koç û li kolanê kuştin. Dema polîsan Koç li kolanê kuştin destûr neda ambûlans bê cihê bûyerê. Piştî dayik û bavê Koç hatin cihê bûyerê cenaze rakirin û bi ambulansa 2 kolan wêde birin nexweşxaneyê. Lê Koç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê Serdozgerê Komarê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. Di heman şevê de li Bazara Sêşemê ya Taxa Huzurevlerî jî polîsan Rezan Kaya yê 20 salî kuştibûn. Polîsên ku li 5 Nîsanê û Huzurevlerî 2 ciwan kuştin, li Şaxa Têkoşîna Bi terorê re (TMŞ) girtek girtin û wekî ku endamên rêxistinê bin û bi çekên lûledirêj êrîşî wan kiribe derbasî qeydan kirin. Li gorî girteka amade kirin, yekîneyên Dogan 4 û Dogan 5 li kolana Sento ya Rezan û Qada Medine dema li dewriyê digeriyan, endamên rêxistinê lastik pêxistinbûn û 3 endamên rêxistinê bi çekan gule berdan maşîneyên polîsan. Di girtekê de îdîa kirin ku piştî endamê rêxistinê êrîş kirine wan jî bersîv daye û bê bandor kirine. 
 
ŞOPA BARÛDÊ LI DESTÊ KOÇ NEHAT DÎTIN 
 
Piştî polîsan Koç kuşt, li nexweşxaneyê otopsiya Koç hat kirin. Di muayineya miri de li gorî girteka otopsiyê şopa barûdê û çekê li destê Koç nehat dîtin. Li bedena Koç birîna 4 guleyên çekê hat dîtin. Hat diyar kirin ku ji bedan Koç guleyek mezin a tifinga seydê derketiye. Di rapora otopsiyê de hat diyar kirin Koç ji ber guleya tifingê ku li dil û kezeba wî ketiye û perçe kiriye jiyana xwe ji dest daye. Di rapora li Midûriyeta Laboratuara Kriminal hat amadekirin de hat diyar kirin ku guleyên ji bedena Koç derketine li gorî lêkolîna balistik a li ser guleyê (Saçme) hatiye kirin, nehatiye tespîtkirin ku ji kijan tifinfa seydê hatiye avêtin. 
 
Dayika Koç Heremsî Koç, têkildari kuştina kurê xwe 5 meh piştî bûyerê di 12'ê Adara 2016’da gilî kir û îfade da. Dayik Heremsî Koç di îfadeya xwe de got “Kurê min Omer karê xurdeyan dikir. Saet di 19.30'an de hat mal, xwarin xwar û derket. Piştî ji malê derket dengê çekê hat min. Piştî bûyerê kesekê bi telefona Omer li min geriya û got kurê de birîndar e zû were. Ez ji ser hişê xwe çûm. Piştî ez hatim ser hişê xwe û çûm cihê bûyerê Omer li erdê dirêjkirî bû. Dema em çûn cihê bûyerê polîsan bi gazê mudaxale dikir. Ambulans li kolana din rawestiya bû. Min û heserê xwe rahişt Omer û me bir ambulansê." 
 
‘GOT POLÎSAN OMER KUŞT' 
 
Bav Mehmet Koç jî di îfadeya xwe de diyar kir ku piştî kurê wî piştî xwarin xwar ji bo maçê temaşe bike derket derve û kesekê bi telefona Omer li dayika wî geriya ye û got "Polîsan Omer kuşt" û wiha got: "Piştre em çûn cihê bûyerê. Dema ez çûm cihê bûyerê kurê min li kolanê dirêj bûbû. Li cihê bûyerê Ranger,  2  maşîneyên zirxî û TOMA yek hebû. Polîsan bi gazê mudaxale dikir. 
 
TIVINGA SEYDÊ LISER POLÎS ZİMMETKIRÎ BÛ
 
Dozgerê ku lêpirsînê dimeşîne, diyar kir ku bi hinceta li ser îfadeya bavê Koç ku diyar kir ku polîsan kurê wî kuştiye û îdiayên di girtekên dosyayê de, pêwiste lêpirsîna dosyayê ji aliyê Buroya Sucdarên Karmendan ve bê lêpirsîn. Di Hezîrana 2016’an de dosya şand Buroya Memûran. Dozgerê Lêpirsînê di sibata 2017’an de dosya Şand Midûrê TMŞ'ê yê Midûriyeta Polîsan a Amedê. Buroyê, der barê polîsên di nava yekîneya Dogan 4 û Doğan 5'an de cih digire agahiya ku Polisên peywirdar tifinga seydê bikar anîye ya na xwest û nivîs ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re şand. Di nivîsê de hat diyar kirin ku ji bo mudaxaleya buyerên civakî di nava yekîneyê de polîsê tevgera taybet F.K., ji bo deriyên xaniyên tîpa hucre veke, di 17'ê îlona 2015’an de tifinga seydê ya bombeyî ya 12. Cal Mosberg teslîm kiriye. Lê diyar kir ku di roja bûyerê de gule neteqandiye. 
 
POLÎS ÎDÎA KIR KU TIFING NE LI CEM WÎ BÛ
 
Endamê yekîneya Dogan 4 ku piştî bûyerê teqawît bû, polîsê tevgera taybet F.K. (53) ku bersûc e, di 19'ê Kanûna 2017’an de bi sedema "Bi çekê bûye sedema kuştinê" îfade da. Polîs F.K. jî parast ku tevli operasyonên li Sûr û Farqînê bûye û tev li hemû çalakiyên hendekan bûye. F.K. îdia kir ku piştî operasyonên hendekan bi dawî bûye Tifinga Seydê teslîmî depoyê kiriye. F.K., parast ku roja bûyerê çeka MP5 marka li ser wî bû û Tifinga Seydê ya Pompeyî ne li ser wî bû. F.K. îdîa kir ku Omer Koç ji aliyê polîsan ve nehatiye kuştin. 
 
Dozgerê Buroya Sucdarên Memûr ya girêdayî Serdozgeriya Komarê ya Amedê, xwest guleya tifingê ya ji bedena Koç hat derxistin û tifinga marka Mosberk a li ser navê polîs F.K. zimetkirî bê lêkolînkirin. Ji bo vê yekê di di 8'ê Adara 2018’an de nivîs ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re şand. Midûrê TMŞ'ê yê Midûriyeta Polîsan a Amedê bi îmzeya xwe di 13'ê Nîsanê de nivîs ji dozgerê lêpirsînê dimeşîne re şand û got: “Li gorî nivîsa hêjmar 04/10/2015'an hatiye xwestin ku çeka polîs a marka 12 CAL. Mosbergê ku bûye sedema kuştina Omer Koç bê lêkolînkirin. Lê bi nivîsa hat xwestin der barê çeka 12 Cal Mosberg a hêjmara wê J 28 1753 lekolîn hatiye kirin. Çeka qala wê tê kirin, teslîmî zîmetta Polîsê tîmê taybet ê tev li operasyona "Zeytin Dali" bûye hatiye kirin. Ji ber vê yekê li ser vê çeka navborî lêkolîn nehatiye kirin."  
 
ÎHD: DELÎL NEHATIN KOMKIRIN
 
Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ku dozê dişopîne destnîşan kir ku keşif nehatiye kirin û delîlên ku tê xwestin nehatine komkirin. 
 
MA / Deniz Tekin 

Sernavên din

19/07/2018
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2018'AN
08:35 Pêkanîna OHAL'ê bi dawî bû!
18/07/2018
16:10 Heyeta HDP’ê çû serdana şîna Yakişir
15:41 Danişîna Yuksekdag hat taloqkirin
15:27 Dozger sekinandina dozê daxwaz kir dadger red kir
14:46 Dadgehê biryara berdewama girtina Demirtaş da
14:22 Malbata Yildiz ê AKP’î gef li malbata Şenyaşar xwar
14:03 HDP'ê destek da wekîlên xwe: Em li cem nirxên gelê xwe ne
13:45 Bîlgen: Dirêjkirina 3 mehî diqede ya 3 salî destpê dike
13:38 Jin dê ji 1'ê tebaxê heta 3'ê Tebaxê çalakiyan li dar bixin
13:23 Ji bo Mehmet Tunç serî li AYM’ê dan
12:39 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan cara 772’yemîn hat redkirin
12:35 Nûçegîhana ANHA Dicle: Min nekarîbû Kobanê di wî halî de bihêlim û biçim
12:21 Li aliyekî OHAL’ê radikin û li aliyekî kuleyan ava dikin
12:06 Parlamenter Tosun: Bila ewil dozger cenazeyan radestî malbatan bikin
12:04 KCD’ê 6’emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
12:04 Serokê OSP'ê Çîftyurek: Qendîl çiyayê hemû kurdan e
12:03 Polîsê li Wanê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
10:52 Aktar: OHAL û îşkence mayînde dibe
10:51 SDGF: Em dê di 20'ê Tîrmehê de li Navenda Çandê ya Amara bin
10:22 Birîndarên Pirsûsê: Bi pêlîstokan werin bîranîna 20’ê Tîrmehê
10:22 KADAV: ducaniya zarokên Sûriyeyî îhlala zagonen navneteweyî ye
10:01 AYM’ê nameya ‘Yekîtiya Neteweya Kurd' teşwîkkirina tundiyê nedît
10:00 Biryara ‘neşopandinê’ dan dosyeya xebatkarê NÇM’ê Balikesîr
09:44 Talûkeya mirinê li ber serê wane
09:40 Kesên çirûskên destpêkê yên Şoreşa Rojava vêxistin axivîn
09:39 Jina 90 salî hekîmtiyê dide jiyîn
09:38 Qeyûm Parka 4’ê Nîsanê ceza kiriye!
09:37 Di bazara semtê de, kesên dikirin jî û yên difiroşin jî îsyan dikin
09:36 14 mehên girtî weke îşkenceyê derbas bûn
09:34 Dengdêrên Colemêrgê: Leyla Guven îradeya me ye divê berdin
09:29 ‘Hilweşandina aboriya Tirkiyeyê bi hilweşandina ekolojîk telafî dikin’
09:26 Bavê zaroka wî rastî îstîsmarê hat bang kir: Tu carî ser îstîsmarê negirin
09:24 Berxwedanê kana keviran girt niha jî dora kana mermerê ye
09:23 Mêşên hingiv ên Kafkas havînê li Erdexanê, zivîstinê jî li Artvînê ne
09:22 ‘Girtina saziyên jin û zarokan îstîsmar zêde kir’
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2018'AN
09:00 Bi ser mala şînê de girtin
08:10 Piştî topbarana leşkerî agir bi daristana Çiyayê Gabarê ket
17/07/2018
17:08 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dan Hevşaredarê Kopê Rahmî Çelîk
16:46 Li Şemrexê pevçûn: Karkerên TPAO’yê şandin kifşa operasyonê
15:44 Banga tevli danişîna Hevberdevkê HDK'ê Hamzaoglu bibin
14:59 15 meh ceza li rojnameger Îdrîs Yilmaz birîn
14:58 Şahidê Komkujiya Dersimê Zilm îro jî didome
14:03 Piştî 20 mehan derketin pêşberî dadger
14:02 TTB: Em li Onur Hamzaoglu xwedî derkevin
13:50 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:17 Ceryana jina ducanî birîn
12:56 ÎHD 32 salî ye: Têkoşîna me ya rûmeta mirovahiyê dê bidome
12:55 Bertek nîşanî lêpirsîna lezgîn da: Wekîltiya gel viya dide ferzkirin
12:14 Rojnameger Oruç: Herî zêde min bêriya kameraya xwe kiribû
11:41 Îranê ji bo şivanên hatin binçavkirin pere xwestin
11:34 Bi kulmek komir û axa goran çûn Enqereyê: Em ji riya xwe venagerin
11:16 Li Amanosan 35 hektar daristan tev şewitî
11:09 Ji bo Rojnameger Turfent û Sayilgan serî li AYM'ê dan: Xala 14'an a PMME'ê îhlal bû
10:50 'Meclîs Herêmî ya Efrînê' biryara parvekirina axa gelê Efrînê stendin
10:15 Bi bayê bezê derbarê wekîlên HDP’ê de lêpirsîn destpêkirin
09:40 MSD'ê encamnameya 3'emîn kongreyê aşkere kir
09:39 Karkerên avdaniyê heqê keda xwe nastînin
09:20 Mala xwe kiriye muzeya wêneyên xizmên xwe yên girtî
09:19 Li taxa ku 19 rojin ceyrana wê tune welatî xaniyan vala dikin
09:18 Girtiyê nexweşê şizofrenî di yek hucreyê de tê girtin
09:17 Omer Ocalan: CPT ji armanca xwe dûr ketiye
09:16 Karkerê hat îxrackirin Gongordu: Ez rastî gefan têm
09:16 Modela jiyana hevpar a mirovahiyê: Rojava
09:14 Karkerên Flormarê: Em ê bi ser bikevin
09:13 Emniyetê got ‘biborîne’ dîsa jî doz vekirin
09:12 Li gundên Colemêrgê demsala dirûna gihayê dest pê kir
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2018'AN
16/07/2018
19:30 700 karkeran dest ji kar berdan
17:59 Nûçegihanê me Soylemez hat berdan
17:55 HDP’ê rewşa girtina Guven bir Meclîsê
17:09 Çiyayên Amanosê dişewitin
17:06 Sererastkirina OHAL’ê pêşkêşî Meclîsê kirin
16:20 16 kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:06 Xwişka zaroka rastî îstîsmara O.B. hat di dadgehê de axivî
15:54 Doza ku Demîrtaş li Erdogan vekiribû hat redkirin
15:53 Hevserokên MSD'ê: Tirkiye bi hevkariya navneteweyî êrîşî Sûriye û Iraqê dike
15:28 Malbatên Somayê dê bi Serokê HSK’ê re hevdîtin bikin
15:18 Danişîna doza 12 rojnamegeran taloq kirin
15:18 Nûçegihanê me Soylemez hat binçavkirin
15:10 Danişîna rojnameger û parêzeran destpê kir
14:58 ‘Daxwaza aştiyê ne sûc e, ji Onur Hamzaoglu re azadî'
14:51 Karkerên di grevê de bi parêzerên zanîngehê re hevdîtin kirin
14:26 Rêxistina HDP’ê ya Sancaktepe, serdegirtin şermezar kir
13:53 HRW: Tirkiye qeydkirina penaberên Sûriyeyî rawestand
13:21 Polîsan mudaxeleyî malbatên Somayê kir
12:29 HDK: Di serdema nû de dê kolan esas bê girtin
12:23 Wezîrê Dadê: OHAL dê rabe, lê...
12:19 Li Pirsûsê kesek hat binçavkirin û kesek hat girtin
12:11 CHP’ê ji bo kongreya awarte îmze komkirin
12:10 Rojnameger Erdem Gul ji doza TIR'ên MÎT'ê beraet kir
11:57 3'emîn Kongreya MSD'ê destpê kir
11:15 Rêjeya bêkariyê ji sedî 9,6
10:39 Hêjmara nexweş û mirinên li Şehbayê zêde dibin
10:27 'Dixwazin di Elewîtiyê de hişmendiya serdest ava bikin’
10:26 Li Îzmîrê di jêrzemînekê de cenazeyek hat dîtin
10:21 MSD'ê, dê kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne
09:34 Qeyûm bi butçeya şaredariyê maşîna dozger tamîr kir
09:33 Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye