Çeka polîsan a li Amedê pê Omer Koçê 17 salî kuştin li Efrînê ye 2018-07-16 09:33:26   AMED -  Di 4'ê cotmeha 2015'an de polîsan li taxa 5 Nîsana Rezan a Amedê bi tifinga seydê Omer Koç ê 17 sali kuştin. Di lêpirsînê de derket holê ku tifinga seydê ku polîsan pê Omer kuşt dane tîmên taybet û tîmên taybet ew bi xwe re birine Efrînê û çek hêj li Efrînê ye.    Di 4'ê Cotmeha 2014'an de li Taxa 5 Nîsanê ya Navçeya Rezan a Amede polisan bi tifinga seydê Omer Koç ê 17 salî kuştin. Dema Koç ji bo maşê temaşe bike ji malê derket li kolanê. Dema derket kolanê polîsan ji maşîneya “Rangerê" bi tifinga seyê gule berdan Koç û li kolanê kuştin. Dema polîsan Koç li kolanê kuştin destûr neda ambûlans bê cihê bûyerê. Piştî dayik û bavê Koç hatin cihê bûyerê cenaze rakirin û bi ambulansa 2 kolan wêde birin nexweşxaneyê. Lê Koç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê Serdozgerê Komarê der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin. Di heman şevê de li Bazara Sêşemê ya Taxa Huzurevlerî jî polîsan Rezan Kaya yê 20 salî kuştibûn. Polîsên ku li 5 Nîsanê û Huzurevlerî 2 ciwan kuştin, li Şaxa Têkoşîna Bi terorê re (TMŞ) girtek girtin û wekî ku endamên rêxistinê bin û bi çekên lûledirêj êrîşî wan kiribe derbasî qeydan kirin. Li gorî girteka amade kirin, yekîneyên Dogan 4 û Dogan 5 li kolana Sento ya Rezan û Qada Medine dema li dewriyê digeriyan, endamên rêxistinê lastik pêxistinbûn û 3 endamên rêxistinê bi çekan gule berdan maşîneyên polîsan. Di girtekê de îdîa kirin ku piştî endamê rêxistinê êrîş kirine wan jî bersîv daye û bê bandor kirine.    ŞOPA BARÛDÊ LI DESTÊ KOÇ NEHAT DÎTIN    Piştî polîsan Koç kuşt, li nexweşxaneyê otopsiya Koç hat kirin. Di muayineya miri de li gorî girteka otopsiyê şopa barûdê û çekê li destê Koç nehat dîtin. Li bedena Koç birîna 4 guleyên çekê hat dîtin. Hat diyar kirin ku ji bedan Koç guleyek mezin a tifinga seydê derketiye. Di rapora otopsiyê de hat diyar kirin Koç ji ber guleya tifingê ku li dil û kezeba wî ketiye û perçe kiriye jiyana xwe ji dest daye. Di rapora li Midûriyeta Laboratuara Kriminal hat amadekirin de hat diyar kirin ku guleyên ji bedena Koç derketine li gorî lêkolîna balistik a li ser guleyê (Saçme) hatiye kirin, nehatiye tespîtkirin ku ji kijan tifinfa seydê hatiye avêtin.    Dayika Koç Heremsî Koç, têkildari kuştina kurê xwe 5 meh piştî bûyerê di 12'ê Adara 2016’da gilî kir û îfade da. Dayik Heremsî Koç di îfadeya xwe de got “Kurê min Omer karê xurdeyan dikir. Saet di 19.30'an de hat mal, xwarin xwar û derket. Piştî ji malê derket dengê çekê hat min. Piştî bûyerê kesekê bi telefona Omer li min geriya û got kurê de birîndar e zû were. Ez ji ser hişê xwe çûm. Piştî ez hatim ser hişê xwe û çûm cihê bûyerê Omer li erdê dirêjkirî bû. Dema em çûn cihê bûyerê polîsan bi gazê mudaxale dikir. Ambulans li kolana din rawestiya bû. Min û heserê xwe rahişt Omer û me bir ambulansê."    ‘GOT POLÎSAN OMER KUŞT'    Bav Mehmet Koç jî di îfadeya xwe de diyar kir ku piştî kurê wî piştî xwarin xwar ji bo maçê temaşe bike derket derve û kesekê bi telefona Omer li dayika wî geriya ye û got "Polîsan Omer kuşt" û wiha got: "Piştre em çûn cihê bûyerê. Dema ez çûm cihê bûyerê kurê min li kolanê dirêj bûbû. Li cihê bûyerê Ranger,  2  maşîneyên zirxî û TOMA yek hebû. Polîsan bi gazê mudaxale dikir.    TIVINGA SEYDÊ LISER POLÎS ZİMMETKIRÎ BÛ   Dozgerê ku lêpirsînê dimeşîne, diyar kir ku bi hinceta li ser îfadeya bavê Koç ku diyar kir ku polîsan kurê wî kuştiye û îdiayên di girtekên dosyayê de, pêwiste lêpirsîna dosyayê ji aliyê Buroya Sucdarên Karmendan ve bê lêpirsîn. Di Hezîrana 2016’an de dosya şand Buroya Memûran. Dozgerê Lêpirsînê di sibata 2017’an de dosya Şand Midûrê TMŞ'ê yê Midûriyeta Polîsan a Amedê. Buroyê, der barê polîsên di nava yekîneya Dogan 4 û Doğan 5'an de cih digire agahiya ku Polisên peywirdar tifinga seydê bikar anîye ya na xwest û nivîs ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re şand. Di nivîsê de hat diyar kirin ku ji bo mudaxaleya buyerên civakî di nava yekîneyê de polîsê tevgera taybet F.K., ji bo deriyên xaniyên tîpa hucre veke, di 17'ê îlona 2015’an de tifinga seydê ya bombeyî ya 12. Cal Mosberg teslîm kiriye. Lê diyar kir ku di roja bûyerê de gule neteqandiye.    POLÎS ÎDÎA KIR KU TIFING NE LI CEM WÎ BÛ   Endamê yekîneya Dogan 4 ku piştî bûyerê teqawît bû, polîsê tevgera taybet F.K. (53) ku bersûc e, di 19'ê Kanûna 2017’an de bi sedema "Bi çekê bûye sedema kuştinê" îfade da. Polîs F.K. jî parast ku tevli operasyonên li Sûr û Farqînê bûye û tev li hemû çalakiyên hendekan bûye. F.K. îdia kir ku piştî operasyonên hendekan bi dawî bûye Tifinga Seydê teslîmî depoyê kiriye. F.K., parast ku roja bûyerê çeka MP5 marka li ser wî bû û Tifinga Seydê ya Pompeyî ne li ser wî bû. F.K. îdîa kir ku Omer Koç ji aliyê polîsan ve nehatiye kuştin.    Dozgerê Buroya Sucdarên Memûr ya girêdayî Serdozgeriya Komarê ya Amedê, xwest guleya tifingê ya ji bedena Koç hat derxistin û tifinga marka Mosberk a li ser navê polîs F.K. zimetkirî bê lêkolînkirin. Ji bo vê yekê di di 8'ê Adara 2018’an de nivîs ji Midûriyeta Polîsan a Amedê re şand. Midûrê TMŞ'ê yê Midûriyeta Polîsan a Amedê bi îmzeya xwe di 13'ê Nîsanê de nivîs ji dozgerê lêpirsînê dimeşîne re şand û got: “Li gorî nivîsa hêjmar 04/10/2015'an hatiye xwestin ku çeka polîs a marka 12 CAL. Mosbergê ku bûye sedema kuştina Omer Koç bê lêkolînkirin. Lê bi nivîsa hat xwestin der barê çeka 12 Cal Mosberg a hêjmara wê J 28 1753 lekolîn hatiye kirin. Çeka qala wê tê kirin, teslîmî zîmetta Polîsê tîmê taybet ê tev li operasyona "Zeytin Dali" bûye hatiye kirin. Ji ber vê yekê li ser vê çeka navborî lêkolîn nehatiye kirin."     ÎHD: DELÎL NEHATIN KOMKIRIN   Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ku dozê dişopîne destnîşan kir ku keşif nehatiye kirin û delîlên ku tê xwestin nehatine komkirin.    MA / Deniz Tekin