ENQERE – Rexmê ‘plana aştiyê’ ya Serokê DYA’yê Trump, êrişên Îsraîl ên li dijî Xezeyê didomin.
Tevî banga Serokê Amerîkayê Donald Trump a "rawestandina êrişan" û "plana aştiyê" ya ku wî bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu re îmze kir, artêşa Îsraîlê êrişên li dijî deverên cuda yên Xezeyê didomîne. Di êrişên Îsraîlê de, ku tevahiya şevê berdewam kirin, gelek kes birîndar bûn û Zanîngeha El Ezher a li Xezeyê jî bû hedef. Ji ber bombebaranê avahiyên kampusa zanîngehê bi tevahî hilweşiyan.
Balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Asda, bakurê Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê, konên koçberan kirin hedef. Di êrîşê de çend Filistînî birîndar bûn. Yekîneyên topxaneyên Îsraîlê û wesayîtên zirxî yên li rojhilatê Wadî Xezeyê bi cih bûbûn, gule li Filistîniyên ku li bende alîkariya mirovî bûn reşandin. Di êrişê de gelek kes birîndar bûn.
Li bajarê Xezeyê, balafirên şer ên Îsraîlê rêze êrişên hewayî li ser taxên Sabra, Cela û Salasîn kirin. Avahiyên malbatên Lawh û Ebû Şaban ên li nêzî xaçerêya Tayeran bûn hedef, gelek kes birîndar bûn û avahî û malên derdorê wêran bûn.
Balafirên Îsraîlê êrişê Kampa Mexazî ya li navenda Xezeyê jî kir. Di êrişê de welatî birîndar bûn û malan zirar dît. Ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de herî kêm 67,074 Filistînî hatine kuştin û 169,430 kes jî birîndar bûne.