AMED - Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Abdurrahman Gok ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tê darizandin careke din nehat rakirin.
7'emîn danîşîna doza rojnameger Abdurrahman Gok ku bi hinceta xebatên xwe yên pîşeyî û îfadeyên îtîrafkar Ümit Akbiyik bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê kiriye" dihat darizandin pêk hat. Di rûniştina ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat de Gok û parêzerên wî Resul Tamur û Mehmet Emîn Aktar amade bûn. Di rûniştinê de Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê, Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA), DÎSK Basin-Îş, Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê jî danîşîn şopandin.
Gok di danîşînê de mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku ji ber qedexeya li derveyî welat demeke dirêj e ew nikare pîşeyê xwe bi cih bîne û got, "Ez rojnameger im û li derveyî welat karê xwe dikim û demeke dirêj e nikarim baş bixebitim." Gok xwest ku qedexeya derketina derveyî welat bê rakirin.
Parêzer Tamûr biryarên neşopandinê yên di lêpirsînên bi heman rengî de hatin dayîn bibîr xist û xwest, qedexeya li ser derketina li derveyî welat bê rakirin. Parêzer Aktar diyar kir ku qedexeya derketina li derveyî welat bûye sedema mexdûriyetê.
TALOQÎ 11'Ê ÎLONÊ HAT KIRIN
Heyeta dadgehê biryar da ku bi nûmaraya lêpirsînê ya bi hejmara 2024/54423'an li ser dosyayê nîqaşekê binivîsîne û bipirse bê ev pêş ve çû yan na. Heyeta dadgehê daxwaza qedexeya derketina derveyî welat red kir û rûniştin taloqî 11'ê Îlonê kir.
'ŞERMA DADGERIYA TIRKIYEYÊ YE'
Piştî rûniştinê daxuyanî hate dayîn. Hevserokê DFG'ê Selman Çîçek diyar kir ku îro 22'ê Nîsanê Roja Rojnamevanên Kurd e û wiha got, "Em dixwazin îro pîroz bikin, lê mixabin em li edliyeyê ne. Di rojek wiha de bûyîna li edliyeyê ji bo me ne şerm e, ji bo daraza Tirk şermek e. Me doza Abdurrahman Gok şopand. Qedexeya derketina derveyî welat a rojnamevanekî hat parastin. Rojnamevanek diçe derveyî welat û nûçeyan çêdike. Ji bo pêşî li vê bê girtin, biryar hate dayin. Em vê biryarê şermezar dikin. Ev yek rûreşiyeke li demokrasiya Tirkiyeyê ye."
Nûnerê DÎSK Basin-Îş'ê yê Herêma Amedê Hakî Boltan jî wiha got: "Rojnamegeriya Kurdî dikeve sala 127'an û em doza hevalên xwe yên tên darizandin dişopînin. Ev zexteke dadgeriyê ye." Boltan da zanîn ku zextên li dijî rojnamevanan zêde bûne û wiha got: "Nikarin bi êrîşan xebatên rojnamegeriyê asteng bikin. Rojnamevanên Kurd wê xebatên xwe yên ji bo mafê agahî girtinê ya gel dewam bikin. Rojnamevanî ne sûc e, destê xwe ji rojnamevanan bikişînin."