NAVENDA NÛÇEYAN - 10'emîn Festîvala Şano ya Amedê di 25'ê Nîsanê de dest pê dike .
Şanoya Bajêr a Amedê û Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) îsal wê bi dirûşma 'Çiraya Me Geş Dîbe' 10'emîn Festîvala Şano ya Amedê Festîval lidar bixin. Festîval 25 'ê Nîsanê dest pê bike û heta 4'ê Gulanê bidome. Li gel pêşandanên şanoyên bi Tirkî, Kurdî û Ermenî, wê di festîvalê de atolye jî bên lidarxistin.
Lîstikên ji Silêmaniyê, Seqiz, Sinê, Stenbol, Mêrdîn û Êlihê dê li Navenda Kongreyê ya Çand Amed werin pêşandan; performansa dogaçlama ya bi navê Deriyê Navdariyê (Şohret Kapisi) wê li Şanoya Bajêr a Amedê bê lidarxistin.
RESEPSIYON
Festîval wê di 25'ê Nîsanê saet di 19:00 de bi resepsiyona li Qesra Cemîlpaşa destpê bike. Di resepsiyonê de wê performansa dansê ya bi navê "Palma" were pêşandan. Bi koreografiya Serhat Kural, muzîka Palma ji aliyê Onur Seçkî, sêwirandina ronahiyê ji aliyê Utku Kara û sêwirandina kostumê jî aliyê Ece Ozlem Yeşilbaş hatiye amadekirin. Di performansa ku bi repîtortiya Ogûz Tûrgûggenç hatiye amadekirin de, dê ciwanên reqsvan Ay Çakir, Ceren Sezgî Çopur, Duru Yilmaz, Derîn Agma, Gîzem Yalman, Îpek Ozgen, Nazlî Denîz Mercan û Rayna Keleş derkevin ser dikê.
LÎSTIKA 'ROMEO Û JULÎET'
Festîval wê lîstika Romeo û Juliet (Niha Çawa ye) ku Ruknettîn Gun derhênerî kiriye û ji aliyê DBŞT'ê ve hatiye amadekirin, dest pê bike. Lîstika ku cara ewil dê di 26'ê Nîsanê de li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê bê lîstin û Omer Şahîn, Elvan Koçer, Ozcan Ateş, Nurşen Adiguzel, Perinaz Delazy û Sena Ozbey wek lîstikvan cih digirin.
Di 27 'ê Nîsanê de lîstika Stenbolîmpro ya bi navê Deriyê Navdariyê ku performanseke bêeman e, wê li Şanoya Bajêr a Amedê saet di 20:00 de were nîşandan. Serlîstikvanên lîstika înteraktîf dê temaşevan bin. Lîstikvanên Stenbolê Zeynep Ozyurt Tarhan û Koray Tarhan dê temaşevanan dawetî serpêhatiyeke pir sînemayî, kêfûşahî û surprîz bikin. Deriyê Navdariyê, lîstikeke ku klîşe, rewşên tên zanîn, karakterên naskirî, serpêhatîyên ku li ser cureyên fîlman nayên texmînkirin disekine û dubare nîn in.
DILÊ MIN LI ÇIYÊ YE
Di 28'ê Nîsanê saet di 15:00 de wê şîrketa şanoya serbixwe Hangardz şanoya Ermenî ya bi navê 'Dilê min li çiyê ye' ji aliyê Wîllîam Saroyan ve hatiye nivîsandin bê lîstin. Lîstika bi derhêneriya Tara Demîrcîoglû û Yegya Akgun; Temaşevanan vedixwîne ku li ser têgehên wekî kok, ax, bîr, aîdî û hesretê bifikirin. Lîstik, bi karakterên xwe yên ku hev du bi dilgermî qebûl dikin, bi zimanekî gelekî nerm ji me re dibêje ku li bajarekî çandî hewl tê dayîn bîne bîra me ku di her warî de têkoşîna hebûnê tê meşandin.
Di heman rojê de saet di 20.00 ' an de lîstika bi navê 39 û Nîv Pêlekan ku ji aliyê Adam Tiyatro ve tê lîstin, wê derkeve ser dikê. Lîstika bi derhêneriya Ogûz Ûtkû Guneş, di salên destpêkê yên Komarparêzan de li Stenbolê pêk tê. Nivîskarê îskoçî John Buchan, ji bo li ser romana xwe ya serpêhatîyê bixebite li Pera Palas Hotelê bi cih dibe. Lê belê haya wî jê nîne ku ew ê di şeva cejnê ya Feshaneyê de bibe gumanbarê sereke yê dozê û ji aliyê polîs, sîxûr û rojnamevanan ve bê peywirdarkirin. Maceraya ku li pey şopê ketiye, li pey wî ketiye.
MAMOSTE SHAKESPEARE
Di 29'ê Nîsanê de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amed saet di 15.00 û 20.00an de dê lîstika Mamoste Shakespeare ya "Koma Hunerên Dîtbarî ya Bogazîçî" (BGST) wek matinee/soire bê nîşandan. Di lîstikê de jiyan û serbêhatiyên helbestvan, şanoger û lîstikvan William Shakespeare tê vegotin.
Di 30'ê Nîsanê de lîstika bi navê 'Xizmetkar' ya Moda Sahnesî derkeve ser dikê. Jean Genet di sala 1933'an de li Fransayê nivîsandiye, li ser bûyera Papin Brothers ê ku li xaniyê ku lê wek xizmetkar dixebitîn û xwediya malê kuştine tê vegotin. Lîstik analîzeke kûr a cudahiyên çînî, têkiliyên hêzê, nasname û rexneyên sîstemê pêşkêş dike. Di lîstika derhêner Kemal Aydogan de; wek lîstikvan Yilmaz Sutçu, Kerem Firtina û Dîlan Dûzgûner cih digirin.
Di 1 'ê Gulanê de jî wê lîstika Şaneşîn Performansa lîstika bi navê 'Kela Dimdime' were pêşandan, di 2 'ê Gulanê de jî wê lîstika Batman Yenî Sahneyê ya bi navê 'Bekoyê Ewan' were pêşandan. Lîstika Shanoya Goran Rûtbûn a ji Silêmanî wê lîstika Akedemiya Hûner jî wê Chonour li Sîne bi Soranî were lîstin. Lîstika dawî ya festîvalê 4'ê Gulanê wê Piromte Le Zincîrda ji aliyê Bertevg kargeha Şanûya Hûman a ji Seqizê ve bê lîstin.
ATOLYE
Di festîvalê de wê atolye jî bên lidarxistin. Komxebata Sureyya Karacabey a bi navê "Ji bo sahneyê nivîsandin" wê di 26-27 'ê Nîsanê saet di 11:00 de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amed pêk were. Di 28 'ê Nîsanê de saet di 10.00'an de wê atolyeya performansê ya Koray Tarhan bê lidarxistin. Di 2 'ê Gulanê saet di 11:00 de li salona civînê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amed wê atolyeya Rejîsoriya Şano ya Mizgîn Bîlmen pêk were.