NAVENDA NÛÇEYAN - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê endamên MYK’a Egîtîm Senê de lêpirsîn da destpêkirin.
Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) duh di daxuyaniyek da û got: “Li dijî sepanên dijdemokratîk, zext û bêhiqûqiyan ku demekî dirêj e didomin, em bi xwendekaran re ne!” Di heman demê de ragihand ku dê di 25’ê Adarê (îro) de di hîndekariya bilind de “xizmetê nekin.”
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku der heqê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Egîtîm Senê de lêpirsîn daye destpêkirin. Serdozgeriyê, peyama Egîtîm Senê weke hincet nîşan da û îdiaya “sorkirina bûyerên civakî” û “Ji bo sûc were kirin yekser sor kirine” kir.