STENBOL - Dozgeriyê ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê yê CHP’î Înan Guney kir.
Ji bo di çarçoveya lêpirsîna “Muxalefeta li dijî qanûna hilbijartinê” de îfadeyê bide, bang li Şaredarê Beyoglû ya Stenbolê yê CHP’î Înan Guney hate kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyanî da û got: “Kaxiza bangê ji Guney re hate şandin û jê hat xwestin ku bê îfadeyê bide. Lêpirsîn, têkildarî sûcê muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2820’ê hatiye destpêkirin û hûrgiliyên wê hêj zelal nebûne. Lêbelê binpêkirina qanûna behsa xeberê, têkildarî binpêkirina qanûnê ya der heqê peywira şaredar de ye.”