STENBOL - Dozgerê li dosyaya rojnamegerên binçavkirî dinihêrt ji ewil biryara berdana bi şertê kontrola edlî da û piştre jî biryara xwe guherand û bi daxwaza girtinê sewq kir.
Karûbarê îfadegirtinê yên rojnamegerên dema çalakiyên li dijî lêpirsîna der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de dişopandin û bi îdiaya “Muxalefeta li dijî civîn û xwepêşandanan” hatibûn biçavkirin ên li emniyetê temam bûn. Rojnameger sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.
Dozger ji ewil ji bo rojnamegeran Zeynep Kuray, Alî Onur Tosun, Bulent Kiliç, Yasîn Akgul, Kurtuluş Ari, Gokhan Kam û Hayrî Tunç biryara berdana bi şertê kontrola edlî da. Lê belê demekî kin piştre dozgerî biryara xwe guherand û hemû rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir.