COLEMÊRG - Cerdevan, darên li çolterên navçeya Çelê tên birîn li ser rêyan difiroşin.
Cerdevanên navçeya Çelê ya Colemêrgê li herêmên ser sînor ên operasyonên leşkerî lê didomin, daran dibirin. Cerdevan, darên tên birîn li nêzî gundê Biyadireyê ku li ser rêya Çelê-Colemêrgê ye, kom dikin. Li vir jî van daran difiroşin xelkê herêmê. Şêniyên gund dan zanîn ku ev darên tên firotin, li herêmên weke Zap, Avaşîn û Metînayê hatine birîn û li vir tên firotin.