WAN - Welatiyên ku ji ber krîza aborî meha Remezanê zehmet derbas dikin, diyar kirin ku ji ber nebûna debarê nikarin mêvanan jî gazî mala xwe bikin.
Krîza aborî bandoreke neyînî li ser sifreyên gel dike. Welatiyên Wanê, ji ber krîza aborî rojên giran derbas dikin. Rabûna dovîzê ya ji ber operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, bi xwe re fikarên welatiyan girantir kir. Xelkê bajar dibêje ku êdî nikarin bo xwe nan jî bikirin.
Ji welatiyan Îkram Yilmaz diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan divê tavilê hilbijartin bê li darxistin û got: “Em di meha Remezanê de ne. Dixwazin li ser sifreya me xwarinên xweş hebin lê nikarin bikirin. Ez teqawid im û meaşê min 14 hezar TL ye. Ma ez ê bi vî pereyî çawa debara xwe bikim? Dev ji xwarina xweş berde, gelek caran pereyê min nîne nan bibim malê. Sedema van tevan jî îktîdar e. Êdî qeweta gel nemaye. Tekane daxwaza me ew e ku tavilê hilbijartina pêşwext bê lidarxistin û îktîdar biçe. Tenê alîgirên îktîdarê rehet dijîn. Yên din xizan û hejar in. Tekane çareseriya pirsgirêkan, çûna îktîdara AKP’ê ye.”
'EM TENÊ JI BO NIHÊRTINÊ TÊN’
Hanim Elîş jî got ku tê bazarê lê destvala vedigere û ev tişt anî ziman: “Hatim bazarê lê destvala vedigerim. Nikarim tiştekî bikirim. Em di kirê de dimînin. Tenê kurekî min dixebite û ew sexbêra me dike. Ew jî pê re nagihije. Ma dê bi mesrefe kê ji me re bigîhije? Her tişt gelek bihaye û em tenê ji bo lê binihêrin tên. Ma ev rewş dê heta kengî wiha be? Divê demildest bê çareserkirin ji ber ku rewşa miletî nebaş e."
Abdurrahman Taşkin jî got ku nikare kîloyeke bacanan jî bikire û bibe malê û wiha dom kir: “Em di meha Remezanê de ne, bi rojî ne û divê li ser fitareya me xwarinên xweş hebin lê hema hema her roj em birincî dixwin. Em dixwazin her roj xwarinên cuda bixwin lê pereyê me têr nake. Kîloyeke bacanan bûya 100 TL. Em nedikarin debara xwe ne jî ya malê bikin. Hêviya me ew e ku ev krîz xelas bibe û xelk hinek bêhn bistîne.”
'MIROV NIKARIN DEBARA XWE BIKIN’
Abdulrezak Baynak jî bertek nîşanî krîza aborî û bihabûna fiyetan da û got: “Her sal em dibêjin xwezî bi par. Niha kîloya goşt bûye 700-800 TL. Ma çend kes dikarin goşt bikirin? Kesên kêmtirîn mûçeyê û meaşê teqawidiyê digirin dê çawa debara xwe bikin? Rewşa miletî gelek nebaş e. Em di meha Remezanê de ne û rojiyan digirin, divê xwarinên xweş bên çêkirin lê em bi zehmetî nanê tisî dibin mala xwe. Ji bo çareseriya van pirsgirêkan hewcehî bi yekitiyê heye.”
Ridvan Yuruk jî destnîşan kir ku di Remezanên berê de her tişta dixwestin dibirin malê û got: “Lê niha dev ji tişta em dixwazin berdin, hema hema nikarin tu tiştekî bibin malê. Berê me bi kîloyan goşt dibir lê niha em graman dikirin. Şîv û paşîvên xwe em bi xwarinên taştê îdare dikin. Em nikarin êdî ji pêşiya marketan re jî derbas bibin. Her tişt gelek biha ye û hema hema her roj zem tê kirin. Milet êdî nikare nanekî bibe mal. Ev rewş wiha nadome.”
'EM NIKARIN TU TIŞTEKÎ BIKIRIN’
Kamîle Kara jî got ku bi 500 TL’an hatiye bazara Semtê lê nekariye tu tiştekî bikire û ev tişt anî ziman: “Salek berê me bi 500 TL’an gelek tişt dikirî. Lê em niha nikarin tu fêkiyan bikirin. Her tişt gelek biha ye. Ji sibehê ve digerim lê min nekarî tiştekî dixwazim bikirim. Beriya niha me tiştên dixwest dikarî bikirin, me erzaqê mehane dibir malê lê niha ew derfetên me nînin. Neviyên min dixwazin ji wan re pêlavan bikirim lê dema min li bihayê wan nihêrtî, min dît ku min pê çênabe bikirim. Milet êdî nikare tu tiştekî bikire. Krîza aborî roj bi roj girantir dibe û hêvîdarim ev rewş biserûber bibe.”
'LI SER SIFREYA ME HINGIV TUNE YE LÊ LI SER YA ÎKTÎDARÊ HEYE’
Omer Dolaz jî bi lêv kir ku nikare êdî penîr jî bikire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em şîv û paşîvan dixwin lê em nikarin mastê medekan û hingiv bixwin. Ev li ser sifreya me nînin lê li ser sifreya îktîdarê hene. Dev ji wê berde, em nikarin penîr jî bikirin. Kîloyeke bacanreşan bûye 180 TL. Di Remezanên berê de me her tişta dixwest dikirî û li ser sifreya me her tişt hebû, lê niha tu tiştek nîne. Rewşa aboriya welat li holê ye. Em her roj çavên xwe bi zeman vedikin. Bi tu awayî kontrolek tune ye. Dewlet ji bo başkirina aboriyê tu tiştekî nake. Hema dibêjin yên ketî bila bimire.”
'EM DITIRSIN GAZÎ MÊVANAN JÎ BIKIN’
Haydar Kara jî anî ziman ku sedema krîza aborî îktîdar e û got: “Ez meaşê teqawidiyê distînim lê nikarim debara xwe bikim. Em di meha Remezanê de ne û dixwazin tiştan bikirin, xwarinên xweş bixwin lê pereyê me nîne. Di Remezanên berê de me bi dilrehetî gazî mêvanan dikir. Lê niha nikarin gazî bikin. Jiyan pir biha ye, krîza aborî giran e, gel nikare tiştekî bikire. Em dixwazin ev pirsgirêk tavilê bên çareserkirin. Divê demek beriya demekî hilbijartin bê kirin û îktîdara heyî biçe.”
Sabrî Kaya jî destnîşan kir ku xelk êdî nikare nanê tisî jî bibe mala xwe û axaftina xwe wiha qedand: “Di salên berê de dema me ji bo mal erzaq dikirî, me bi torbeyan dikirî lê niha dev ji torbeyan berde, nikarin bi poşetan jî bibin. Hinek mirov hene, kêm jî be tiştekî dibin mala xwe lê hinek kes jî hene ku nikarin nanê tisî jî bibin mala xwe. Belkî hinek kes salê carekê jî nikarin goşt bixwin. Ew jî ji cejnekê heta cejna din. Êdî mirov nikarin goştê mirîşkan jî bikirin. Ên malê ji min re gotin bacanreşkan bîne. Ez çûm cem zebzefiroşan, min bihayê wan pirsî, got 180 TL ye. Min nekirî û vegeriyam.”
MA / Bîlal Babat - Mazlum Engîndenîz