NAVENDA NÛÇEYAN - "Mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan ku 154 roj berê Devlet Bahçelî li Meclisê anîbû rojevê, tevî biryara "binpêkirinêl" a 11 sal berê ya DMME'yê jî nayê bicihanîn.
154 roj di ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên ji kursiya Meclisê yên der barê sererastkirina qanûnî ya der barê "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de derbas bûn. Lê der barê “mafê hêviyê” de heta niha tu gav nehatine avêtin.
Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya heftane ya 22'yê Cotmeha 2024'an de tecrîda li ser Abdullah Ocalan qebûl kir û ji Ocalan xwest ku "rêxistinê tasfiye bike". Bahçelî xwest ku ger ev "şert" pêk bê bila Ocalan di Civîna Koma DEM Partiyê de biaxive û ji bo "mafê hêviyê" sererastkirinên qanûnî bên kirin.
Tevî ku 154 roj derbas bûne jî tu gav nehatine avêtin. Di vê pêvajoyê de banga dîrokî ji aliyê Abdullah Ocalan hat kirin. Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de li gel Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir.
ZÊDETIRÎ 4 HEZAR GIRTÎ HENE
“Mafê hêviyê” ku Bahçelî li Meclisê anî ziman mijareke ku bi salan e di rojevê de ye. "Mafê hêviyê", bêyî girtî xwedî mafê berdana bi şertî bin, mehkûmiyeta bi cezayê muebbedê yê girankirî ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014'an de biryara "binpêkirina" mafê "hêviyê" yê Abdullah Ocalan da. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE BK) jî di civîna xwe ya 17-19'ê Îlona 2024'an de biryara binpêkirina DMME'yê nirxand û hişyarî da Tirkiyeyê ku divê di meha Îlonê de tevdîrên pêwîst bên girtin yan na wö dı cıvina xwe ya dı İlona 2025'an de bıryarö bıde. Lê tevî biryara “binpêkirin” û hişyariyan jî hê tu gav nehatine avêtin.
Ji bilî Abdullah Ocalan zêdetirî 4 hezar girtî di girtîgehan de bi cezayên muebeda giran hene. Gelek ji van kesan nikarin ji “mafê hêviyê” sûd wergirin. Me tiştên der barê "mafê hêviyê" de tên meraqkirin berhev kirine.
'MAFÊ HÊVIYÊ' ÇI YE?
Li gor Qanûna Ceza ya berê, cezayên darvekirinê li gor sererastkirinên qanûnî yên nû wekî cezayê muebeda giran hatin sererastkirin. Ev jî tê wateya ku dê kesên ev ceza li wan hatiye birîn dê heya mirinê di girtîgehê de bin. Îstsinaya van cezayn tune ye. Lê 'mafê hêviyê', ew tişt e ku girtî piştî demekê jinûve bigihê civakê bi xwe ye. Kesên xwedî vî mafî, divê piştî wextekê rewşa wna ji nû ve di ber çavan re bê desrbakirin.
JI BO 'MAFÊ HÊVIYÊ' SÎNOREKE DEMÊ HEYE YAN NA?
Di vî warî de tu sînoreke demê tune ye. DMME, di vî warî de biryar daye ku welatê endamê di çarçoveya mafê serderdestiyê de bi xwe vê demê diyar dike. Lê belê di vê yekê de tê gotin ku divê ev dem 'mafê hêviyê' yê kes ji holê raneke. DMME, di biryara Vînterê de behsa 25 salan dike.
'MAFÊ HÊVIYÊ' DI MEWZÛATA TIRKIYEYÊ DE HEYE YAN NA? ÇARÇOVEYA WÊ ÇI YE?
Di xala 16/4'an a Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê ya bi hejmata 3713'an de, di Xala 47'an a Qanûna Ceza ya Tirk a bi hejmara 5237'an de û di Xala 25'an a Qanûna Înfazê ya Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê ya Hejmara 5275'an de hatiye diyarkirin ku kesên ev ceza li wan hatiye birîn dê heya mirinê bikişînin. Yanî 'mafê hêviyê' bi tu awayî di qanûnên Tirkiyeyê de tune ye. Sererastkirinên ku mafên Abdullah Ocalan û hikumxwarin di heman wesfê de ev in. Ev sererastkirin bi awayekî kategorîk qedexeyên berdana bi şertî dihewînin.
Lê ger qedexeyên berdana bi şertî ji holê bên rakirin û derfeta berdanê bi awayekî qanûnî bê dabînkirin, dibe ku pêkanîna fiîlî ya qanûnê bê nîqaşkirin.
DMME'YÊ JI BO 'MAFÊ HÊVIYÊ' YÊ ABDULLAH OCALAN BIRYAREKE ÇAWA DA?
DMME'yê piştî salên 2000'î bi hin biryarên ku dan, ji bo 'mafê hêviyê' yê hikumxwaran hin referans dan û têkildaîr mijarê hin îçtihadên girîng pêşxistin. Piştî di destpêka salên 2000'î de cezayê mirinê hat betalkirin, cezayê Abdullah Ocalan wekî cezayê 'muebeda girankirî' hatibû guherandin. DMME'yê, têkildarî awayê înfazkirina vî cezayê li şûna cezayê mirinê hat pêşbînîkirin, bi biryara Adara 2014'an re nirxand û biryara di Cotmeha 2014'an de teqez bû. Paşê DMME'yê di vî warî de di Îlona 2015'an de biryara Kaytan/Tirkiye, di Kanûna 2015'an de biryara Gurban/Tirkiye û di Sibata 2019'an de biryara Boltan/Tirkiye da.
Dadgehê bi îçtîhada xwe ya di vî warî de, Tirkiyeyê gelek caran mehkûm kir, ji ber ku xala 3'yemîn a peymanê binpêkiriye. DMME'yê bi biryara Ocalan-2, bi biryara Tirkiyeyê di sala 2014'an de Tirkiyeyê careke din mehkûm kir. DMME'yê got, 'Cezayê hepsê yê heta mirinê' qedexeya îşkenceyê ye û binpêkirina 'mafê hêviyê' ye.
PIŞTÎ BIRYARA BINPÊKIRINÊ DIVÊ TIRKIYE PROSEDUREKE ÇAWA BIDE ŞIXULANDIN?
Di warê tiştên ku divê Tirkiye bike de, biryarên DMME'yê yên der barê Gurban de, gavên ku Komîteya Wezîran di vî warî de li welatên din avêtine û nirxandinên kirine nexşerêyekê dide der. Li gor vê, divê mekanîzmayeke ku cezayên muebeda giran li gor standardên peymanê tên kirin yan na bê çêkirin.
TIRKIYE ÇIMA VÊ BIRYARÊ PÊK NAYNE?
Tirkiye diyar kir ku, biryara DMME'yê ya Ocalan-2 di sala 2015'an de wergerandiye û ji hemû meqamên darazê re şandiye û biryarê îcra kiriye. Lê tevî serlêdanên parêzerên Abdullah Ocalan di 7 salan de tu pêşketin çênebûn û li ser vê di sala 2021'ê de rêxistinên civaka sivîk ragihandin ku Tirkiye biryarê pêk nayne û ji sala 2014'an ve li çend kesan cezayê muebeda girna hatiye birîn nediyar e.
Tirkiyeyê bersivên manîpulatîf dan, lê Komîteya Wezîran di navbera 30'yê Mijdarê-2'yê Kanûnê de 1419'emîn civîna xwe li dar xist û di vê civînê de dosyeyên 'mafê hêviyê' xist rojevê û li ser vê bang li Tirkiyeyê kir ku demildest mevzûat li gor van biryaran bê sereraskirin. Komîteyê, têkildarî hejmara kesên cezayê muebed agirna li wan hatiye birîn agahî xwestin û biryar da ku Tirkiye herî dereng heta Îlona 2022'yan plana xwe ya di vî warî de ragihîne. Tirkiyeyê di Cotmeha 2022'yan de planek berpêş kir. Hikûmetê bi zimanekî polîtîk got di vî warî de tu planeke guherandinê ya Tirkiyeyê tune ye. Herî dawî Tirkiye bi heman argumanan di Tîrmeha 2024'an de planek berpêş kir.
GER TIRKIYE LI GOR BIRYARÊ TEVNGERE DÊ BI MUEYÎDEYEKE ÇAWA RE RÛ BI RÛ BIMÎNE?
Komşteya Wezîran, dikare ji Tirkiyey ji bo pêkanîna biryaran plansaziyeke bixwaze. Dikare dozan bi perîyodeke 3 mehî vekolîne û ji nêz ve bişopîne. Ji bo zorê bide dewletê dikare biryarên navberî bigire. Biryarên navberî ji biryarên giştî bi bandortir in. Komîteya Wezîran li gor xala 3'yemîna Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME), ger bigihê wê qenaetê ku pêkanîna biryarê ketiye xetereyê dibe ku ji bo biryardayînê biryarê berpêşî DMME'yê bike. Ji bo xebitandina vê mekanîzmayê pêdivî ji 3 par dengên Komîetya Wezîran bi du paran heye.
Di rewşên îstisnayî de ji bo xebitandina binpêkirin dest pê bike, pêkan e serî li xala 4'emîna PMME'yê bê dayîn û ger Komîteya Wezîran bigihê wê qenatê ku dewlet guh nade biryara dawî, dikare meseleyê bibe DMME'yê.