ENQERE - Xelkê Taxa 100. Yilê ya Enqereyê girtina Îmamoglû protesto kirin û bi dirûşman meşek li dar xistin.
Çalakiyên protestokirina girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû berdewam in. Şêniyên Taxa Îşçî Bloklari (100. Yil) ya Enqereyê şevê din li taxê hatin gel hev û bi dirûşman meş li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “Her der ODTU her der berxwedan”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “ Hikûmet îstîfa” hatin berzkrin. Welatiyên din ên taxê jî bi girtin û vekirina ronahiyên malên xwe piştgirî dan çalakiyê.