'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'

img

ÎZMÎR - Serokê Komeleya 10'ê Cotmehê Îshak Kocabiyik diyar kir ku tevgera kurd bi banga Abdullah Ocalan erka xwe pêk aniye, lê desthilat şerxwaz e û got: "Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne."

Dema ku PKK'ê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agirbest îlan kir, ji 1'ê Cotmeha 2024'an û vir ve ku pêvajo tê gengeşekirin heta niha dewlet di vê mijarê de gav neavêtiye. Rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên siyasî daxwaza gavên pêbawer ji desthilatê dikin. 
 
Serokê Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Îshak Kocabiyik ku ji aliyê kesên xizmên xwe di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya 10'ê Cotmeha 2015'an de jiyana xwe ji dest dane hatiye avakirin, diyar kir ku ev 6 meh in pêvajoyeke ku navê wê nayê zanîn didome. Kocabiyik anî ziman ku di civakê de her kes bêriya aştiyê dike û geşedanên ji bo aştiyê girîng in û got: "Du aliyên van geşedanan hene. Yek desthilat, dewlet e; ya din jî baskê PKK û Qendîlê ye. PKK’ê agirbest îlan kir û ji aliyê her kesî ve erênî hat nirxandin. Ji niha û pê ve divê gavên pêwîst bên avêtin û bang vala nemîne. Lê bi qasî ku em dibînin, baskê desthilatdariyê xwediyê xebateke wiha nîne. Berovajî vê yekê tişt çêdibin. Li Rojava malbatek ji aliyê SÎHA'yan ve hat qetilkirin. Ez vê yekê wekî sabotekirina pêvajoyê dibînim. Piştre Ekrem Îmamoglû hat girtin û li gelek cihan jiyan felc bû. Ev hemû bi rastî jî nêrîna me xurtir dike ku ev pêvajo dê îsraf bike. Xwezî me di vî warî de fikarên me nebûna, lê em dibînin ku ev fikar hîn zêdetir bûne."
 
'DIVÊ HEMÛ RÊXISTIN JI BO AŞTIYÊ TEVBIGERIN'
 
 
Koçabiyik anî ziman ku muxalefeta civakî xwedî erkên mezin in û diyar kir ku divê civak li ser daxwaza aştiyê bibe yek û vê daxwazê bike civakî. 
 
Kocabiyik bal kişand ser Meclisê û got: "Di vî warî de pêwîst e mirov girîngiyeke mezin bidin CHP'ê. Pêşniyaza CHP'ê ya avakirina komîsyoneke li Meclisê hewldaneke girîng bû. Lê belê divê ev hewldan tenê bi Meclisê re sînordar nemîne. Divê hemû rêxistinên ku pêwîstiya wan bi aştiyê heye, ji bo civakîbûna aştiyê têbikoşin. Her serdem pêşketinên xwe hene. Di pêvajoyê berê d ekêmasî hebûn. Divê mirov dersê ji wan pêvaoyan bigire. Di wê pêvajoyê de meclis ne çalak bû. Partiyên siyasî cih negirtin. Lê niha gelek partiyên siyasî piştgiriya pêvajoyê dikin. Divê Meclis helwesteke şênber bigire. Li Tirkiyeyê 400 hezar girtî û hikumxwar hene. Li girtîgehan cih nema. Desthilateke ku pesnê xwe bi çêkirina girtîgehên nû dide. Divê qanûneke înfazê ya nû têkeve dewrê û girtiyên nexweş dmeildest bên berdan." 
 
DIVÊ GUH BIDIN NEWROZA AMEDÊ
 
Kocabiyik ku got "Divê hemû civak guh bide dengê Newroza Amedê" wiha dewam kir: "Li gorî min divê dengên aştiyê yên ku ji Amedê derdikevin, bên bersivandin. Bila ev Newroz ji bo hemû gelan aştî û aramiyê bîne. Ji bo ev pêk were divê her kes beşdarî vê pêvajoyê bibe."
 
Kocabiyik da zanîn ku divê desthilat di vê pêvajoyê de zimanê xwe û helwesta xwe biguherîne û got ku desthilat hê jî vê bûyerê wekî mijara "terorê" dibîne û dixwaze muxalefetê krîmînalîze bike. 
 
Kocabiyik ku got "Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Nêzîkatiya ku darazê ji holê rabike û bike amûr, ne rewşek e ku em qebûl bikin. Di vê pêvajoyê de divê desthilat pêşî zimanekî ehlê aştiyê bi kar bîne. Lê berevajî vê zimanekî ku şer gur bike heye. Heya ev neguherin wê tişt çênebin. Tevgera kurd tişta ket se rmilê wê kir û li gor banga 27'ê Sibatê tevgeriya."
 
 
 

Sernavên din

25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin HATE NÛKIRIN
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
12:28 Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
12:20 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
12:17 Li Edeneyê govenda Newrozê
11:29 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
11:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Îmamoglû dan
10:50 Ji CHP'ê berteka ewil: Dê hesabê vê bidin
10:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 48 kes hatin girtin
10:27 Li CHP’ê dengdayîna serokkomariyê dest pê kir
10:05 Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 32 Filistînî hatin qetilkirin
09:59 Gelê Stenbolê ber bi qada Newrozê ve diherike
09:34 Ekrem Îmamoglû hate girtin
09:22 Oya Yildirim: Divê em jiyaneke demokratîk ava bikin
09:01 Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo: Banga dîrokî ji bo me esas e
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2025’AN