ŞIRNEX – Jinên TJA, DBP û DEM Partiyî diyar kirin ku ji bo endamên çeteya fuhûşê ya ku 3 çawîşê pispor û efserek jî di nav de ji 25 kesan pêkhatî cezayên herî giran wergirin dê bitêkoşin û banga tevlîbûna danişîna dozê ya ku wê sibê bê lidarxistin kir.
"Lêpirsîna fuhûşê" ya ku di sala 2013'an de li Şirnexê li dijî 25 gumanbarên ku di nav wan de 3 çawîşê pispor û efserek jî heye, 11 sal şûnde veguherî dozê. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê piştî 11 salan amade kir û tê de 25 gumanbar, 4 jinên daxilî nava fuhûşê hatine kirin û kesên ji welatên cuda hene, ji aliyê adgeha Cezayê Giran a 3'yan Şirnexê ve hat qebûlkirin. Danişîna duyemîn a dozê wê di 26'ê Adarê de li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê bê lidarxistin. Jinan banga tevlîbûna li danişîna dozê kirin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslanê diyar kir ku bi polîtîkayên şerê taybet dixwazin jin û ciwan bi rêbazên cuda ji civakê bên dûrxistin û got: "Em dizanin ku yên di van polîtîkayan de cih digirin, pisporên ji aliyê dewletê ve hatine hilbijartin. Der barê van rewşan de gelek ravekirin hene û pêşniyazên ku me pêşkêşî Meclisê kiribûn. Çawa ku di slaên 90'î de bi destê JÎTEM'ê mirov hatin qetilkirin, niha jî bi polîtîkayên şerê ciwanên me daxilî nava fuhûşê û tiryakê dikin. Di 26'ê Adarê de danişîan dozeke bi vî rengî li Şirnexê heyeç Em Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê vê dozê bişopînin û ji bo ku cezayên herî giran li van kesan bê birîn, çi ji destê me bê em ê bikin. Her wiha em ê di 26'ê Adarê de bi sedan jinên Şirnexê vê dozê bişopînin da ku bi awayekî zelal nîşan bidin ku em li hemberî van polîtîkayan in."
'EM Ê BIŞOPÎNIN'
Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Pinar Kilitê jî diyar kir ku ew di her firsendê de qîr dikin ku ew bi polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê re rû bi rû ne û ew ê dozê bişopînin û got: "Di nava van çeteyan de leşker û polîs jî hene. Bi dewlet re dibin yek û vê yekê dikin. Bi taybetî li Şirnexê û derdora wê, em gelek caran bi polîtîkayên şer ên taybet re rû bi rû dimînin. Ev polîtîkayên qirêj bi bêcezatiyê tên nixumandin. Ev polîtîka ji bo jin nebin xwedî nasnameyeke siyasî û xwedî li vîna xwe dernekvin tên kirin. Em jin em ê li dijî van çetayn bin û em ê danişîna kuw êd i 26'ê Adarê de bê lidarxistin bişopînin."
Aktivîsta TJA'yê Adalet Fîdanê bal kişand ser girîngiya danişînê û got ku ji bo kiryar bi awayekî herî giran bên cezakirin dê têkoşîna xwe mezin bikin. Edalet Fîdanê bang li hemû jinan kir ku danişîna ku dê di 26'ê Adarê de bê lidarxistin bişopînin.