‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê

  • rojane
  • 09:36 23 Sibat 2025
  • |
img
STENBOL - Heman lêpirsînên ku li djî KCD'ê hatine kirin û ji hêla dadgehên bilind ve hatine xetimîn jî li dijî HDK'ê têne kirin. Cengîz Çîçek bertek nîşanî girtin û binçavkirinan da û got ku dixwazin bingeha siyasî ku Abdullah Ocalan dixwaze ava bike xirab bikin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna li dijî HDK'ê ya di sala 2022 'an de li Tekîrdagê hat destpêkirin de, lîsteyên navên di serdegirtina polîsan a li avahiya navenda HDK'ê ya Stenbolê de hatin desteserkirin, weke hinceta operasyona dawî hatin bikaranîn. Ji bilî delege û endaman, navên ku tevlî bûyerên HDK'ê yên wekî meclîsên giştî, meclîs û konferansan bûne jî di lêpirsînê de cih girtin. Hin kesên ku jiyana xwe ji dest dane, kesên ku ev demeke dirêj e li derveyî welat dijîn û gelek navên ku ji 2016-2017'an ve girtî ne jî di bin lêpirsînê de ne. 
 
Ji kesên hatine girtin û berdan re pirsên li ser çalakî û armancên HDK'ê hatin pirsîn, gelo tevlî çalakiyan bûne yan na, delege ne û li ti xebatên wê cih girtine yan na. Her wiha hat diyarkirin ku rêziknameya HDK'ê dişibe rêziknameya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD). Dozger bi îdîaya ku dişibin "Peymana KCK'ê" hem qanûnên HDK'ê hem jî yên DTK'ê krîmînalîze kir.  
 
LÊPIRSÎNÊN KCD'Ê
 
Pêla binçavkirin û girtinê ya li dijî KCD'ê ku di lêpirsîna HDK'ê de cih digire, sala 2016'an dest pê kir. 20 'ê Kanûna 2016'an li Amedê li dijî siyasetmedarên ku di KCD'ê de cih girtibûn operasyon pêk hatin. Alîkarên Hevserokên Giştî yên DBP'ê Seydî Firat û Edîp Yaşar ku di heman demê de endamên meclîsa KCD'ê bûn, hatin binçavkirin. Polîsan bi ser avahiya KCD'ê de girt. Hevseroka berê ya KCD'ê Aysel Tûglûk li Enqereyê hate binçavkirin. Tûglûk di 28’ê Kanûnê de bi îdiaya "rêvebara rêxistina terorî" û "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. 
 
Di serdegirtinên avahiya KCD’ê û buroyan de gelek belge û kompîtir hatin desteserkirin. Der barê 64 kesan de biryara girtinê hat dayîn û 43 kes hatin binçavkirin. Di heman rojê de avahiya KCD'ê hate mohrkirin. Ev operasyon xwe dispêre belgeyên ku di dema lêgerînên 9'ê Cotmeha 2018'an de li KCD'ê hatine desteserkirin.  
 
Kesên ku di çarçoveya lêpirsînên KCD'ê de hatin binçavkirin û girtin, bi sûcdariya "endamtiya rêxistina terorê" hatin sûcdarkirin. Tevî ku dadgehên herêmî cezayên giran li gelek navan birîne jî, di qonaxên îtirazê de biryar hatiye dayîn ku bi tena serê xwe tevlîbûna li çalakî û xebatên KCD'ê sûcê 'endamtiya rêxistina terorê' nîne.  
 
 
BIRYARÊN DADGEHA BILIND 
 
* 3’yemîn Daîreya Cezayên Giran a Dadgeha Bilin (Yargitay) 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Şahîsmaîl Bedirhanoglu birî. Seroka Lijneya Rêveber a Komeleya Pîşesaz û Karsazan a BaşûrêRojhilat (GUNSÎAD) û hevsera wî dermansaz Filîz Bedirhanoglu ji ber ku di navbera salên 2011-2013'an de beşdarî civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû, ji ber "endamtiya rêxistinê" Di biryarê de bal hat kişandin ku beşdarbûn û axaftina li civînên KCD'ê wê ne sûcekî 'endamtiya rêxistina terorê' be. 
 
Di biryarê de hat gotin ku li şûna ku biryara beraetê bê dayîn birîna cezayê mehkûmiyetê li dijî hiqûqê ye. 
 
* Heman dadgehê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen betal kir. Di biryarê de tê gotin ku "(...) Bi tevlîbûna KCD'ê wekî wekîltiya herêmê û di Komîsyona Tenduristiyê de, di civînên 2012-2013an de, di organîzasyona atolye yan jî konferansan de cih digirin, hin fikir û ramanên xwe wek axaftvan an jî moderator îfade dikin, naveroka wan sûc nîn e û beşdarî civîn û meşên xwepêşandanê yên ne tundiyê nabin, çalakiyên wan bes in ku nîşan bidin ku ew endamên rêxistinê ne û di avaniya hiyerarşîk a rêxistinê de cih digirin an na..." nirxandin hatin kirin. 
 
* Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê 2’emîn a Daîreya Ceza ya Sûlhê, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li endamê ÎHD'ê Racî Bîlîcî hat birîn, bi hinceta tevlî civînên KCD'ê bûye û axivîne, betal kir. Di biryarê de hat gotin ku moderatoriya li ser "koçberiyê" û axaftina wî di çarçoveya saziyeke sîvîl de hatiye kirin.
 
* Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê ya 9’emîn di sala 2022’yan de, Daîreya Ceza biryar da ku têketin û derketina Azîz Mahmût Ak a ji avahiya KCD’ê û tevlîbûna wî ya ji bo xebatên wê ne delîla "endambûna rêxistina terorî" ye. Daîreyê xwest biryar bê betalkirin.
 
* Rojnamevan-nivîskar Faîk Bûlût bi hinceta ku di heman demê de endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê ye, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate darizandin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara beraatê da.  
 
* 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku "di xebatên KCD’ê de cih girtin" bi tena serê xwe nikare wekî "endamê rêxistinê" bê dîtin û Cabbar Laygara, Edîp Yaşar û Cafer Kan beraet kirin.
 
ÇIMA HDK HEDEF TÊ GIRTIN?
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Stenbolê û endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Cengîz Çîçek bûyerên qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Çîçek da xuyakirin ku HDK ji roja ava bûye û vir ve bûye hedef û destnîşan kir ku sedema vê yekê jî ew e ku HDK xwe weke têkoşîna ‘Rêya Sêyemîn’ bi nav dike û got 
 
Çîçek wiha got: "HDK di heman demê de namzet e ku bibe mijara bingehîn a siyasî ya têkoşîna komara demokratîk. Hemû meylên mîna operasyonên qirkirina siyasî yên siyaseta Kurd ku li dora fikir û bernameya HDK'ê hatin cem hev, dorpêçên li dijî tevgerên sosyalîst ku pêkhateyên HDK'ê ne û komkujiyên Gar a e Enqereyê, komkujiya Pirsûsê di esasê xwe de li dijî fikir û paradîgmaya HDK'ê bûn."
 
'TÊ XWESTIN KU EV HEWLDANA OCALAN BÊÎTÎBAR BIKIN' 
 
Çîçek diyar kir ku 3 sedemên hedefkirina HDK'ê hene. Çîçek da xuyakirin ku di roja îro de nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tên meşandin û wiha got: "Hikûmet-dewlet bi van operasyonan re dixwaze qada siyasetê teng bike ku normalîzekirina avhewaya siyasî wê li siyaseta Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirk, her wiha rêxistinbûyîna wan a têkoşîna hevpar HDK'ê veke. Ji ber ku dizane asayîbûna avhewaya siyasî wê herî zêde ji aliyê hêzên şoreşger-demokratîk ên Tirkiye û Kurdistanê ve bê nirxandin. Di sala 2013-15 'an de dîtin. Ji bo vê jî serketineke nû ya 7'ê Hezîranê, Geziyek nû, Kobanêya nû serhildan wan ditirsîne." 
 
'BI DELÎLÊN FETOYÊ EW HATIN GIRTIN'
 
Çîçek operasyona HDK'ê weke "komployekê" pênase kir û wiha got: "Mîna operasyonên KCD û KCK'ê hewl didin bi komployeke siyasî û hiqûqî bi pêş ve biçin. Qanûn û saziyên saziyên dewletê dikin amûrê berjewendiyên xwe yên serwer. Di nav bêcezahiyeke wiha de ne ku weke di operasyona dawî de jî hate dîtin, 2011-12'an bi 'delîlên' derzagonî ku ji hêla polîsên Fetullahî û endamên darazê ve hatine hilberandin 30 hevalên me yên hatine destgîrkirin. Bi gotineke din, bi kasetên ku rêxistina 'FETO' ji bo niha yek ji dijminê sereke yê dewletê ye, sosyalîst, Kurd û jinan digirin."
 
'EM BI HÊZA VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK BAWER BIKIN'
 
Çîçek wiha dewam kir: "Ev operasyon hewldana pêşîgirtina li dînamîkên berxwedanê yên vî welatî û tevgerên civakî yên nû yên civakî û tevgerên hevgirtinê yên di berjewendiya xwe de ne. Lê ev hemû hewldan pûç in. Wê çi biqewime û gelên herêmê, bindest û bêxwedî, wê tevgera civakî her demî û mezin bikin. Heta ku em ji kapasîteya şoreşgerî ya heyî û hêza wê ya veguherîna demokratîk bawer bikin."
 
MA / Dîren Yurtsever
 

Sernavên din

16:55 Gundê Bêlaveyê hate bombebarankirin
16:52 Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê
16:43 Talabanî: Ji bo pêvajoya aştiyê hewcehî bi muzakereyan heye
15:41 'Heke Ocalan azad nebe em nikarin qala pêvajoyekê bikin’
14:55 Boksorê Kurd Agît Kabayel bû şampiyonê cîhanê
14:45 Serokê Baroya Stenbolê: Em tenê serdestiya hiqûqê nas dikin
14:01 Êrişa ser HDK’ê li Wan û Şirnexê hate protestokirin
13:42 HSD: Êrişên dewleta tirk û çeteyên wê hatin şikandin
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin