‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê 2025-02-23 09:36:44   STENBOL - Heman lêpirsînên ku li djî KCD'ê hatine kirin û ji hêla dadgehên bilind ve hatine xetimîn jî li dijî HDK'ê têne kirin. Cengîz Çîçek bertek nîşanî girtin û binçavkirinan da û got ku dixwazin bingeha siyasî ku Abdullah Ocalan dixwaze ava bike xirab bikin.   Di çarçoveya lêpirsîna li dijî HDK'ê ya di sala 2022 'an de li Tekîrdagê hat destpêkirin de, lîsteyên navên di serdegirtina polîsan a li avahiya navenda HDK'ê ya Stenbolê de hatin desteserkirin, weke hinceta operasyona dawî hatin bikaranîn. Ji bilî delege û endaman, navên ku tevlî bûyerên HDK'ê yên wekî meclîsên giştî, meclîs û konferansan bûne jî di lêpirsînê de cih girtin. Hin kesên ku jiyana xwe ji dest dane, kesên ku ev demeke dirêj e li derveyî welat dijîn û gelek navên ku ji 2016-2017'an ve girtî ne jî di bin lêpirsînê de ne.    Ji kesên hatine girtin û berdan re pirsên li ser çalakî û armancên HDK'ê hatin pirsîn, gelo tevlî çalakiyan bûne yan na, delege ne û li ti xebatên wê cih girtine yan na. Her wiha hat diyarkirin ku rêziknameya HDK'ê dişibe rêziknameya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD). Dozger bi îdîaya ku dişibin "Peymana KCK'ê" hem qanûnên HDK'ê hem jî yên DTK'ê krîmînalîze kir.     LÊPIRSÎNÊN KCD'Ê   Pêla binçavkirin û girtinê ya li dijî KCD'ê ku di lêpirsîna HDK'ê de cih digire, sala 2016'an dest pê kir. 20 'ê Kanûna 2016'an li Amedê li dijî siyasetmedarên ku di KCD'ê de cih girtibûn operasyon pêk hatin. Alîkarên Hevserokên Giştî yên DBP'ê Seydî Firat û Edîp Yaşar ku di heman demê de endamên meclîsa KCD'ê bûn, hatin binçavkirin. Polîsan bi ser avahiya KCD'ê de girt. Hevseroka berê ya KCD'ê Aysel Tûglûk li Enqereyê hate binçavkirin. Tûglûk di 28’ê Kanûnê de bi îdiaya "rêvebara rêxistina terorî" û "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.    Di serdegirtinên avahiya KCD’ê û buroyan de gelek belge û kompîtir hatin desteserkirin. Der barê 64 kesan de biryara girtinê hat dayîn û 43 kes hatin binçavkirin. Di heman rojê de avahiya KCD'ê hate mohrkirin. Ev operasyon xwe dispêre belgeyên ku di dema lêgerînên 9'ê Cotmeha 2018'an de li KCD'ê hatine desteserkirin.     Kesên ku di çarçoveya lêpirsînên KCD'ê de hatin binçavkirin û girtin, bi sûcdariya "endamtiya rêxistina terorê" hatin sûcdarkirin. Tevî ku dadgehên herêmî cezayên giran li gelek navan birîne jî, di qonaxên îtirazê de biryar hatiye dayîn ku bi tena serê xwe tevlîbûna li çalakî û xebatên KCD'ê sûcê 'endamtiya rêxistina terorê' nîne.       BIRYARÊN DADGEHA BILIND    * 3’yemîn Daîreya Cezayên Giran a Dadgeha Bilin (Yargitay) 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li Şahîsmaîl Bedirhanoglu birî. Seroka Lijneya Rêveber a Komeleya Pîşesaz û Karsazan a BaşûrêRojhilat (GUNSÎAD) û hevsera wî dermansaz Filîz Bedirhanoglu ji ber ku di navbera salên 2011-2013'an de beşdarî civînên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû, ji ber "endamtiya rêxistinê" Di biryarê de bal hat kişandin ku beşdarbûn û axaftina li civînên KCD'ê wê ne sûcekî 'endamtiya rêxistina terorê' be.    Di biryarê de hat gotin ku li şûna ku biryara beraetê bê dayîn birîna cezayê mehkûmiyetê li dijî hiqûqê ye.    * Heman dadgehê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen betal kir. Di biryarê de tê gotin ku "(...) Bi tevlîbûna KCD'ê wekî wekîltiya herêmê û di Komîsyona Tenduristiyê de, di civînên 2012-2013an de, di organîzasyona atolye yan jî konferansan de cih digirin, hin fikir û ramanên xwe wek axaftvan an jî moderator îfade dikin, naveroka wan sûc nîn e û beşdarî civîn û meşên xwepêşandanê yên ne tundiyê nabin, çalakiyên wan bes in ku nîşan bidin ku ew endamên rêxistinê ne û di avaniya hiyerarşîk a rêxistinê de cih digirin an na..." nirxandin hatin kirin.    * Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê 2’emîn a Daîreya Ceza ya Sûlhê, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê yê li endamê ÎHD'ê Racî Bîlîcî hat birîn, bi hinceta tevlî civînên KCD'ê bûye û axivîne, betal kir. Di biryarê de hat gotin ku moderatoriya li ser "koçberiyê" û axaftina wî di çarçoveya saziyeke sîvîl de hatiye kirin.   * Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê ya 9’emîn di sala 2022’yan de, Daîreya Ceza biryar da ku têketin û derketina Azîz Mahmût Ak a ji avahiya KCD’ê û tevlîbûna wî ya ji bo xebatên wê ne delîla "endambûna rêxistina terorî" ye. Daîreyê xwest biryar bê betalkirin.   * Rojnamevan-nivîskar Faîk Bûlût bi hinceta ku di heman demê de endamê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê ye, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate darizandin. 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara beraatê da.     * 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryar da ku "di xebatên KCD’ê de cih girtin" bi tena serê xwe nikare wekî "endamê rêxistinê" bê dîtin û Cabbar Laygara, Edîp Yaşar û Cafer Kan beraet kirin.   ÇIMA HDK HEDEF TÊ GIRTIN?   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Stenbolê û endamê Desteya Rêveber a HDK'ê Cengîz Çîçek bûyerên qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand. Çîçek da xuyakirin ku HDK ji roja ava bûye û vir ve bûye hedef û destnîşan kir ku sedema vê yekê jî ew e ku HDK xwe weke têkoşîna ‘Rêya Sêyemîn’ bi nav dike û got    Çîçek wiha got: "HDK di heman demê de namzet e ku bibe mijara bingehîn a siyasî ya têkoşîna komara demokratîk. Hemû meylên mîna operasyonên qirkirina siyasî yên siyaseta Kurd ku li dora fikir û bernameya HDK'ê hatin cem hev, dorpêçên li dijî tevgerên sosyalîst ku pêkhateyên HDK'ê ne û komkujiyên Gar a e Enqereyê, komkujiya Pirsûsê di esasê xwe de li dijî fikir û paradîgmaya HDK'ê bûn."   'TÊ XWESTIN KU EV HEWLDANA OCALAN BÊÎTÎBAR BIKIN'    Çîçek diyar kir ku 3 sedemên hedefkirina HDK'ê hene. Çîçek da xuyakirin ku di roja îro de nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd tên meşandin û wiha got: "Hikûmet-dewlet bi van operasyonan re dixwaze qada siyasetê teng bike ku normalîzekirina avhewaya siyasî wê li siyaseta Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirk, her wiha rêxistinbûyîna wan a têkoşîna hevpar HDK'ê veke. Ji ber ku dizane asayîbûna avhewaya siyasî wê herî zêde ji aliyê hêzên şoreşger-demokratîk ên Tirkiye û Kurdistanê ve bê nirxandin. Di sala 2013-15 'an de dîtin. Ji bo vê jî serketineke nû ya 7'ê Hezîranê, Geziyek nû, Kobanêya nû serhildan wan ditirsîne."    'BI DELÎLÊN FETOYÊ EW HATIN GIRTIN'   Çîçek operasyona HDK'ê weke "komployekê" pênase kir û wiha got: "Mîna operasyonên KCD û KCK'ê hewl didin bi komployeke siyasî û hiqûqî bi pêş ve biçin. Qanûn û saziyên saziyên dewletê dikin amûrê berjewendiyên xwe yên serwer. Di nav bêcezahiyeke wiha de ne ku weke di operasyona dawî de jî hate dîtin, 2011-12'an bi 'delîlên' derzagonî ku ji hêla polîsên Fetullahî û endamên darazê ve hatine hilberandin 30 hevalên me yên hatine destgîrkirin. Bi gotineke din, bi kasetên ku rêxistina 'FETO' ji bo niha yek ji dijminê sereke yê dewletê ye, sosyalîst, Kurd û jinan digirin."   'EM BI HÊZA VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK BAWER BIKIN'   Çîçek wiha dewam kir: "Ev operasyon hewldana pêşîgirtina li dînamîkên berxwedanê yên vî welatî û tevgerên civakî yên nû yên civakî û tevgerên hevgirtinê yên di berjewendiya xwe de ne. Lê ev hemû hewldan pûç in. Wê çi biqewime û gelên herêmê, bindest û bêxwedî, wê tevgera civakî her demî û mezin bikin. Heta ku em ji kapasîteya şoreşgerî ya heyî û hêza wê ya veguherîna demokratîk bawer bikin."   MA / Dîren Yurtsever