AMED - Li navçeyên Rezan û Bismilê yên Amedê bi boneya 8’ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.
Şaredariyên Rezan û Bismilê yên Amedê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî li dar xistin. Li gundê Bekiya Şên ê navçeya Rezanê çalakî hat lidarxistin. Gelek şêniyên gund tev li çalakiyê bûn û Koroya Jinê ya Şaredariya Rezanê derket ser dikê. Li qada çalakiyê pankarta "Raperîna me li dijî qirkirina jinê ye, meşa me ber bi azadiye ve" hat daliqandin.
Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz di çalakiyê de got: “Bi taybetî li herêmên wiha jin gelek karan dikin lê çi bikin bila bikin keda wan nayê dîtin. Di vê çarçoveyê de me weke jinên Kurd got wer in em bi hev re govendê bigirin û mihrîcanê li dar bixin. Jin, Jiyan, Azadî!”
Çalakî bi govend û dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.
BISMIL
Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê jî li Parka Kardeşlîkê çalakiya “Hevdîtina kedê ya jinan” li dar xist. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn, endamên meclisa şaredariyê, rêveberên DBP’ê yên bajar û gelek jin tev li çalakiyê bûn. Di standa hatiye dayin de berhemên keda destan ên jinan hatin pêşandan û firotin.
Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn di çalakiyê de diyar kir ku dê çalakiyên wan heta 8’ê Adarê bidomin û banga tevlibûnê kir.