NAVENDA NÛÇEYAN - Elewiyên sûriyeyî, piştî îdîayên ku tê gotin êrişî îbadetxaneya elewiyan hatiye kirin, HTŞ’ya ku Sûriye bi dest xistî protesto kirin. Li Humusê, bi şev qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li navçeyên behrî yên rojavayê Sûriyeyê Tartûs, Jableh û Laziqiyeyê ku civaka Elewî lê pir e, li dijî HTŞ’ê çalakî hatin lidarxistin.
Rasatxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (OSDH), li gor ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA’yê, li bajarên mezin û navendî Banias û Humusê jî protestoyên heman pêk tên û polîsan li her du bajaran ji 6’ê êvarî heta 8’ê sibehê qedexeya derketina derve îlan kiriye.
Xwepêşandanan, piştî belavbûna vîdeoyeke li ser medyaya dijîtal ku tê de êrişa li ser îbadetxaneyeka civaka elewî nîşan dide, dest pê kir.