NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Haşim Zêbarî û Kamûran Berwarî diyar kirin ku tekane derdê dewleta tirk a li Sûriyeyê hêzên Kurdan e û wiha gotin: “Tirkiye jî dizane ku Sûriyeyeke demokratîk tê wateya Rojhilata Navîn a demokratîk. Tunebûna destkeftiyên li Rojava dê bê wateya tunebûna Iraq û başûrê Kurdistanê.”
Rejîma Baasê ya Sûriyeyê di 8'ê Kanûnê de hate hilweşandin û bi destê Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) hikûmeta demkî hat avakirin. Bi awayekî hemwext jî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. Ji aliyê din ve Îsraîl li Sûriyeyê ku ji başûr ketibû nava sînoran, pêşveçûna xwe didomîne. Ji aliyekî gefên Tirkiyeyê yên li ser herêmê berdewam dikin, li aliyekî bi HTŞ’ê re hevdîtinan dike û li hêla din jî li cihên weke Laziqiye, Tartus û deverên din ên piraniya şêniyên wan Elewî û Xiristiyan, agahiyên êriş, îşkence, revandin û hwd. tên.
Hîndekarê Zanîngeha Zaxoyê û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Haşim Zêbarî û Hîndekarê Zanîngeha Dihokê û Cîgirê Akademiya Raman a Siyasî ya Demokratîk Dr. Kamûran Berwarî der barê êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê axivîn.
'TIRKIYE NAXWAZE KONFEDARÎLZMA NETEWÎ AVA BIBE'
Haşim Zebarî, anî ziman ku Tirkiye ji bo ku pêşî li avabûna Sûriyeyeke demokratik bigire her planeke xwe xistiye dewreyê û wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tirkiye karaktereke sereke ye. Hêzên çekdar ê kontra yê ku girêdayî Tirkiyeyê ne bi MÎT'a Tirkiyeyê tevdigerin. Van hêzan ji dewletên desthilatdar ê cîhanê destûr xwestiye ku hin guherînan di pergala asayî, siyasî ya Şamê de bikin. Bi vê planê armanc dikin ku daxwazên Tirkiyeyê pêk bînin. Îro pergala siyasî ya medenî li Sûriyeyê ketiye xetereyê. Çimkî ev di çarçoveya HTŞ'ê de civiyane û heta ku 27 komên siyasî di nava van komên çekdar de hene. Di nava van koman de ji sedî 90 hêzên Îslamî hene. Ev kom pêwistiyê bi ilm û şaristaniyê nabînin. Îro bêndengiya hêzên navdewletî ya li dijî faşîzma Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayê qebûlkirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Tirkmen, Xiristiyan û netewên din di bin siwana HSD'ê de kombûne û li vê herêmê daxwaza azadiyê û mafê xwe dikin. Lêbelê Tirkiye naxwaze ku statûyek anku defoktayek li wê herêmê ava bibe û li Sûriyeyê konfedarîlizma neteweyî bê ava kirin. Lêbelê biryara vê jî dê Şam bide. Li Şamê bi danûstandina bi hemû aliyên siyasî ka biryareke çawa li ser avakirina pergala konferalîzmê bidin. Ev nakokiyên ku di navbera aliyên siyasî de mînak hêzeke weke ENKS'ê ku ji çeteyên Tirkiyeyê pêk tê û her daxwazeke Tirkiyeyê pêk tîne ji bo xweseriya demokratik a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xetere ye. Bi vê re PDK'ê jî di vî şerî de û di helwest girtinê de roleke gelek xerab dilîze. Xewna her Kurdekî ye ku statûyeke Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bibe."
'HEBÛNA TIRKIYEYÊ YA LI WIR NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Dr. Zêbarî, bi lêv kir ku hebûna Tirkiyeyê ya li herêmê ji aliyên hêzên navdewletî ve jî de neyê qebûlkirin û wiha got: “Niha metirsiyeke mezin li ser Kobanê heye. Ez bi xwe di wê baweriyê de me ku hemû armancên Tirkiyeyê û komên çeteyên girêdayî wan ew e ku beriya ku hikûmeta Şamê bê avakirin hin deskeftiyan bi dest xwe ve bînin û Kurdan ji aliyê Rojhilat li çemê Firat jî derbixin. Tirkiye dixwaze ku Kobanê û derdora wê dagir bikin. Îro armanca Tirkiyeyê ne tenê Kobanê ye, çawa ku di demê xwe de Girê Spî, Serêkaniyê, Efrîn dagir kiriye, dixwaze ji Kobanê heta ku digihîje Qamişlo, Amûdê dagir bike. Hemû armancên wê ew e ku ti statûyeke Kurdî ya demokratîk li wê herêmê neyê avakirin. Ji ber wê bi hinceta, 'PKK li wir e' êriş dike. Em ê li bendê bin ku HSD û hêzên Xweseriya Demokratîk dê bi danûstandinên bi hikûmeta Şamê re bigihîje çi encaman. Heke ku ev encam bi dilê Tirkiyeyê be îxtîmale ku xwe bêdeng bike. Lê heke ku ne bi dilê wan jî be wisa dixuye ku wê nesekîne. Niha civaka navdewletî, Emerîka, hêzên koalîsyonê hemû li ser heman fikirîne ku nehêlin Tirkiye li ser Sûriyeyê zêdetir xwedî gotin be. Ji ber ku bi rastî piştî ruxandina rejîma Esad hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ne tişteke ku bê qebûlkirine.”
'XETERE LI SER PAREZGEHÊN MEZIN ÊN IRAQÊ HEYE'
Dr. Zêbarî, di berdewama axaftina xwe de destnîşanî bi rola Iraqê kir û got ku bêdengiya Iraqê wê zirarê bide sînorên xwe û ev tişt anî ziman: “Îro ev xeteriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bandora xwe li ser çar perçeyan bike. Heke ku Tirkiyeyê li wir hedef û armancên xwe pêk anîn dê vi re nemîne û neraweste. Plana wê ya duyemîn dê bibe dagirkirina başûrê Kurdistanê, Şengal, Mexmûr. Îro li dijî geşedanên ku Bakur û Rojhilatê Kurdistanê diqewimin hikûmeta Iraqê û başûrê Kurdistanê bê helwest in. Di vir de hikûmeta Iraqê jî rolek dilîze û îxtîmal heye ku wan jî hin hêzên xwe şandibin. Çimkî ji bo berjewendiyên dewleta Sûriyeyê, serweriya wê bê parastin di nav hewledayinê de. Ev sedsal sedsala azadiya gelane, sedsala aştiyê ye. Prensîbên nû çêbûne, pergala cîhanê hatiye guhertin, nexşên welatan hatine guhertin. Lewra ez sekna Iraqê bi dostane nabînim. Pir klasîk û teqlîdî dibînim. Lêbele îro êrişen li ser Rojava wê xeteriyeke mezin li ser her sê parezgehên mezin weke Nînova, Enbar û Tikrîtê çêbike ku ev her sê parezegehên Erebên sunî ne ku îxtîmal heye ku ev daxwaza statûyekî bikin û hikûmeta Iraqê jî têk biçe. Heke Iraq di sekna xwe ya li hemberî Tirkiyeyê de bi tawîz dayinê bidomîne wê bi çeteyên DAIŞ'ê dawiya xwe bîne.”
'EMRÎKA NAXWAZE QADÊ JI TIRKIYEYÊ RE BIHÊLE'
Zêbarî, got ku wê Tirkiye bi hêsanî nekaribe plan û armancên xwe pêk bîne û wiha pê de çû: “Berxwedana HSD'ê wê ji Tirkiyeyê û dewletên din re bibe dersek ku ne wisa hêsane ku piştî evqasî bedelên giran van deran ji wan re bihêlin. Ne wisa hêsane ku Tirkiye vê ezmûnê bi serkeftî derbas bike. Bi hatina Trump îxtîmaleke ku gefên li ser Tirkiyeyê zêdetir bibin. Wisa jî dixuye ku Emrîkî roj bi roj li rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêdetir dike û di hêla lojîstîk û leşkerî jî alîkarî dide. Ev jî nîşan dide ku dê Emerîka rê nede Tirkiyeyê. Lêbelê divê hêzên Kurd jî bi Emerîka, Fransa û ew hêzên ku di asta cîhanî de desthilatdar danûstandina xwe zêdetir bike. Lê eşkereye ku Emerîka naxwaze ku qadê ji Tirkiyeyê re vala bike."
'HETA KU TIRKIYE LI WIR BE LIHEVHATIN ÇÊNABIN'
Akademîsyen Dr. Kamûran Berwarî jî bi lêv kir ku Tirkiye niha bi hemû hêza xwe êriş dike ku hêzên Kurd ên li herêmê tune bike û ev tişt anî ziman: “Êrişên Tirkiyeyê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêgûman ne nû ne. Ji roja rizgarkirina Sûriyeyê heta niha Tirkiyeyê li dijî serxwebûn û azadiya gelê Sûriyeyê bû. Ji ber vê jî ji roja destpêke hin komên çete yên bi çekdar li Sûriyeyê hatin bi cihkirin. Ji bo şoreşa cemawerî ya Sûriyeyê têk bibin û li wir bibin xwedî gotin her planek xistin dewre yê. Ji ber wê heta ku ji aliyê hêzên netewî ve sînoreke dewleta tirk li wir te danîn ev êrişên li ser Sûriyeyê dê berdewam bin. Ji ber ku hêzên navdewletî jî dizanin heta ku destê dewleta tirk li ser Sûriyeyê hebe çi lihev hatin, aştî ûazadî jî çênabe. Heke ku hêzên Sûriyeyê li dijî van êrişan bibin yek helwest dawiya van jî dê bê. Em bawer dikin ku hêzên Sûriyeya Demokratîk û gelê herêmê van êrişan li ser xwe û welate xwe qebûl nake. Ji ber ku piştî damezirandina pergala xweseriya demokratîk ev aramiye çêbû ye. Lihev hatina gelan û bi hevre jiyankirina gelan nûmûneyeke herî serkeftî ye. Ew gelên ku di 14 salin fêrî azadiyê bûne êdî şer û dagirkirinê qebûl nake."
'TIRKIYE NIKARE ÊDÎ SÎNORÊN XWE BIPARÊZ E’
Berwarî, destnîşanî xetereya dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got ku di hedef û armancên Tirkiyeyê de gelek dever hene ku dagir bike û wiha pê de çû: “Tirkiye ne tenê ji bo dagirkirina Rojava, ji bo dagirkirina Iraq, Lubnan, Bakurê Efrîqayê, welatên Balkanan xwe amade dike. Lêbelê ev wisa bi hêsanî pêk nayê. Ji ber ku heke ku kete Kobanê dê şer di Rojhilata Navîn de bikeve qonaxeke metirsîdar. Êdî dê kes nikaribe vî şerî kontrol bike. Ji ber ku Kobanê devereke siyaseta navnetewî hatiye rizgarkirinê, roja rizgarkirina Kobanê bûye rojeke cîhanî. Hemû hêzên aştîxwaz, demokrasîxwez piştevaniya azadiya Kobanê dikin. Nepêkane ye ku civaka navnetewî û gelê Kurd bihêle ku Kobanê bikeve destê Tirkiyeyê. Heke ku Kobanê ket bi dîtina min dê Enqere û Stenbol jî bikevin. Ji ber ku dewleta tirk êdî nikare sînorên xwe hemûyan biparêz e. Rewşa wan a aborî, leşkerî, ewlekarî, sîyasî û dîplomasî dê têk biçe. Ji ber wê metirsî li ser dewleta tirk bi xwe heye ku hilweşe.”
'IRAQ PIŞTGIRIYÊ NEDE WÊ HILWEŞE'
Berwarî, bal kişand ser bandora êrişên li ser Rojava yên li ser Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê jî û got: “Hebûna Sûriyeyeke demokratîk û hebûna hêzên Sûriyeyê yê demokratîk di van 14 salên derbas bûyî de wisa kiriye ku Iraq û başûrê Kurdistanê jî bê parastin. Heke ku Rojava ji dest çû bêgûman Iraq û başûrê Kurdistanê jî li ser nexşeyê namînin. Îro peywendiyên başûrê Kurdistanê yê stratejîk bi Tirkiyeyê re hene. Leşkerên başûrê Kurdistanê bi leşkerên tirk re di heman çeperê de ne. Ev jî xetereyeke mezin li ser pêşeroja Kurd dike. Di van demên dawî de Iraq jî ji vê rewşê neraziye. Helbet divê îro Iraq û başûrê Kurdistanê pişt bidin HSD'ê û derfet bidin ku ew pergala demokratîk a ku hatiye avakirin bê parastin. Pergala HSD'ê pergala konfederalîzmê divê ku ew çeteyên ku îro li wir hatine bi cihkirin yek û yek teslîmî dewletê bibin. HSD ku ev 14 sal in li wire bibe hêzeke leşkerî ya îdarî ya Sûriyeyê. Heke ku îro Iraq piştgiriya Sûriyeyeke demokratîk neke bêguman dê hilweşe.”
'ÇARESERÎ DERKETINA TIRKIYEYÊ YA JI SÛRIYEYÊ’
Akademîsyen Berwarî, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser Kampa Holê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê ku Kampa Holê ji aliyê hêzên navewletî ve bê parastin. Îro ew çete ji wir derbikevin ev ji bo tevahiya cîhanê xetere ye. Divê ji HSD'ê re piştevanî bê kirin ku bikaribin biparêzin. Ev bar jî dikeve li ser milê Iraqê û hêzên koalîsyonê. Heke ku Iraq piştevaniya HSD'ê neke ew sînor neyên parastinê demê derketina wan çeteyan a ji kampê dê rewşa Iraqê metirsidar be. Çawa ku di sala 2014'an de ketin rewşeke nebaş de wê nekarî be xwe li ber bigire. Çareseriya krîza şerê Sûriyeyê ew e ku Tirkiye bi giştî ji Sûriyeyê derbikeve, Tirkiye êrişên xwe yên li ser herêmê bide sekinandin û destê xwe ji hikûmeta ku nû bê avakirin bikêşe. Divê ku pêkhatên wê derê bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Tirkiye di vê projeya xwe ya tunekirinê de, dê bi ser nekeve."
'DEMOKRATÎKBÛNA SÛRIYEYÊ, DEMOKRATÎKBÛNA ROJHILATA NAVÎN E’
Akademîsyen Berwarî, diyar kir ku Tirkiye demokratîkbûna Sûriyeyê naxwaze ji ber ku dizane projeya Rojhilata Navîn a demokratîk bi Sûriyeyê re pêkane ye û axaftina xwe wiha qedand: “Heke ku dewleta tirk bi hinceta terorê êriş bike, bila di destpêkê de li xwe binêre. Bi dehan caran jî MÎT û berpirsên MÎT'ê li Qendîlê bi PKK'ê re rûniştine. 10 salan jî Emerîka û Tirkiyeyê bi PKK'ê re danûstandin kiriye. Heke ku herkesê ku bi PKK'ê re danûstandin kiriye terorîst be, divê serî de ev kes bên darizandin. Ji ber wê ev peyva terorê tenê hinceteke. Ji ber ku Tirkiye dizane Rojavayeke demokratîk wateya Rojhilateke demokratîk e. Tirkiye jî vê tu carî naxwaze û qebûl nake. HSD gele, gel jî HSD de ye. Heke ku Tirkiye êrişî HSD'ê bike gelê Kurd qebûl nake. Ev bizava qelskirina tevgera Kurd e. Ji ber wê ev hêzên ku ev plana li Sûriyeyê kirine armanc dikin ku tu hêzeke Kurd li van deran nemîne. Lê herkes dizane û dibîne xweseriya Sûriyeyê HSD' ye û ji bo her çareseriyekî jî amade ne."
MA / Zeynep Durgut