ŞIRNEX - Taybet Encu ku di Komkujiya Roboskê de birayê xwe û di têkoşîna edaletê de jî dayika xwe winda kir, wiha got: “Heke edalet hatibûya Roboskê dê pirsgirêka Kurd çareser bûbûya.”
Di 28’ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê 17 jê zarok 34 kes bi balafirên şer ên ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê rabûn ve hatin bombebarankirin û qetilkirin. Ji ber komkujiyê heta niha der barê yek kesekî de doz nehate vekirin û beyî ku kujer hesabê bidin, doza Roboskê hate girtin. Malbatên Roboskê, 13 sal in daxwaza edaletê dikin. Dayika Kadriye Encû ku di komkujiyê de kurê wê Hamza Encû hate qetilkirin, 10 salan bênavber ji bo edaletê têkoşiya. Di destê wê de wêneyê kurê wê bajar bi bajar, welat bi welat geriya û daxwaz kir ku kujerên 34’an bên darizandin û hesabê bidin. Lê dilê dayika Kadriyeyê ev êş zêdetir ranekir û di sala 2021’an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Niha keça wê, xwişka Hamza Encû, Taybet Encû ji bo ku edalet pêk were di dewsa dayika xwe de dimeşe û di destê wê de wêneyê dayika wê û birayê wê daxwaza edaletê dike.
Taybet Encû ku tenê daxwaza wê ew e ku kesera ku di dilê dayika wê de maye nîvco nemîne û edaletê ew bibîne niha li şûna dayika xwe têdikoşe. Taybet Encû bi minesebeta salvegera Komkujiya Roboskê, ji ajansa me re axivî.
DI DEWSA DAYIKA XWE DE YE
Taybet Encû, diyar kir ku ew niha di dewsa dayika xwe de daxwaza edaletê dike û wiha got: “Birayê min jî di Komkujiya Roboskê de hate qetilkirin. Diya min ji bo ku kujer bên dîtin bi şev û roj daxwaza edaletê kir. Lêbelê hê ku kujerên birayên min û hevalên wan nehatine dîtin dayika min jiyana xwe ji dest da. Ew hêrs di hundirê dayika min de ma. Ji kujeran hesab nepirsî û wê jî jiyana xwe ji dest da. Min soz da ku têkoşîna wê ya edaletê bidomînim. Min biryar da ku ez ew kesera ku di dilê dayika min de maye di dilê me de nemîne. Ev bû 13 sal hê edalet nehatiye Roboskê. Lêbelê em ê tu caran dev ji vê tekoşîna xwe ya edaletê bernedin. Piştî ku ev 34 zarok perçe perçe bûn yek kes jî nehate darizandin, yek kesî hesab neda. Gelo çima herkesî xwe bêdeng kir û çima kesekî hesab neda? Em dixwazin ku kujerên wan bên cezakirin. Bila êdî dengê Roboskê bibihîzin. Dema ku ev kujer hatine dîtin û hesab dan wê demê dibe ku pîçekî dilê me jî rehet bibe."
‘WESIYETA DAYIKA MIN NEJIBÎRKIRIN BÛ’
Taybet Encû, anî ziman ku piştî komkujiyê wan weke malbat berdelên giran dan û wiha domand: “Piştî komkujiyê jî min bi xwe jî gelek dît û me gelek kişand. Ez hatim binçavkirin, der heqê min de doz vekirin. Dema ku ez binçavkirim ez ducanî bûm û ji ber tirs û wê êşê min zarokê xwe winda kir. Piştî vê komkujiyê derûniya min xerab bû. Êdî ez nehatim ser hişe xwe. Lê dayika min li tevî wê dilşewatiya xwe di destê wê de wêneyê birayê min edalet digeriya. Tenê daxwaza wê ew bû ku hê nemire nava çavê kujerên zarokên xwe binêre û hesab ji wan bixwaze. Ji ber vê êşê dilê dayika min êdî nerakir û jiyana xwe ji dest da. Baweriya me êdî bi edaletê nema ye. Ew perçeyên 34 mirovan li ber çavê me naçin. Lê belê hezar sal li ser derbas bibin jî em ê daxwaza xwe ya edaletê bikin. Qasî ku rih di bedena me de hebe, qasî ku em li ser vê axê bin em ê jibîr nekin. Wesiyeta dayika mine ji me re digot,'tu carî jibîr nekin, nedin jibîrkirin.' Em ê her roj, her seat bibêjin kujerên 34'an li ku derê ne? Tenê ji van 34'an 11 ji malbata min bûn. 34 mirov ne hindikin ku mirov jibîr bike. Ez ê 34'an çawa ji bîr bikim? Heta ku yek ji wan kujeran hesab nede em ê biaxivin, em ê edaletê daxwaz bikin. "
‘80’Ê KÎLO BÛ, 10 KÎLO JÊ MABÛN’
Taybet Encû bi lêv kir ku heta ku kujer hesab didin û tên darizandin ew ê dev ji daxwaza edaletê bernedin û axaftina xwe wiha qedand: “Dinyayê tev jî dît ku ev 34 kes dewletê kuştin. Ev 34 mirov kî bûn? Zarok bûn, xwendekar bûn. Destê wan de çek tune bû. Herkes dizane ku ev mirove ji bo ku debara xwe bikin diçûn sînor. Sivîl bûn û kuştin. Bila ev dewlete nebêje,'me bi xeletî kuştin.' Ev 34 mirov bi plankirî hatin qetilkirin. Fermana qetilkirina van 34 mirovan Enqereyê bi xwe da. Kengî demsal bibe zivistan, hewa bicemide em rondik dibarînin. Birayê min 80'ê kîlo bû, 10 kîlo ji me re anîn. Em ê çawa jibîr bikîn? Ew zarok dê çawa jibîra me biçe. Heke ku îro edalet bihata Roboskê belkû pirsgirêka kurd jî çareser biba. Heke ku edalet hatiba Roboskê dê aşitî jî bihata. Ez niha di dewsa diya xwe de me û qasî ku ji destê min bê ez ê têkoşina dayika xwe ya edaletê bidomînim."
MA / Zeynep Durgut