ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin ji bo berdana girtiyên nexweş Kavak Ozbek û Selver Yildirim serî li ÎHÎK’ê da.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Colemêrgê Oznûr Bartin têkildarî rewşa girtiyên nexweş Kavak Ozbek û Selver Yildirim serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dan.
Di serlêdanê de hat gotin ku mafê tenduristiyê yê girtiyan heye ku ev bi Destûra Bingehîn hatiye misogerkirin û di heman demê de ev maf di PMME’yê de jî cih digire. Oznûr Bartin got ku li gorî qanûna Înfazê divê girtiyên xetere li ser jiyana wan heye bên berdan lê ev qanûn di pratîkê de nayê cîbicîkirin.
XETERE LI SER JIYANA GIRTIYAN HEYE
Hat diyarkirin ku tevî xalên di Destûra Bingehîn û PMME’yê de jî Ozbek û Yildirim ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin nayên berdan. Hat gotin ku ji ber şert û mercên girtîgehê masûlke û rehikên Ozbek dihelin û nexweşiyên wê yên weke guatra jehrî, fitqa piştê û gelek nexweşiyên kronîk hene. Oznûr Bartin, da zanîn ku dema Ozbek dibin nexweşxaneyê kelemçeyê lê ferz dikin lewma tedawî nabe û wiha domand: “Ev rewş jî xetereyê li ser jiyana Ozbek çêdike. Divê Ozbek û girtiyên din ên di rewşa wê de tavilê bên berdan. Çavê rastê yê Yildirim jî kor bûye û çavê wê yê çepê jî her ku diçe kor dibe. Yildirim nikare pêdiviyên xwe pêşwazî bke. Divê Yildirim jî tavilê bê berdan.”
PÊŞNIYARPIRS DA WEZARETÊ
Oznûr Bartin, bi daxwaza ku Wezareta Dadê bersivê bide pêşnûmepirs da meclisê. Di pêşnûmeyê de hejmara girtiyên nexweş, hejmara girtiyên nexweş ên ji ber nexweşiyê hatine berdan û cureyê cezayên wan, aqûbeta serlêdanên ji bo berdana girtiyên nexweş hatine kirin û hejmara girtiyên nexweş ên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dayin hate pirsîn.
SERLÊDANA TÊKILDARÎ SEWQAN
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî têkildarî rewşa girtiyên sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan, serî li ÎHÎK’ê da. Di serlêdanê de hate gotin ku ev rewş bi awayekî polîtîk tê destgirtin, malbat tên cezakirin, mafên civakîbûnê yê girtiyan tê binpêkirin, hinek malbat bi sala nikarin bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin, sewq bi darê zorê tên kirin û neçûna serdana malbatan jî weke hinceta taloqkirina tehliyeyan tê nîşandan. Aslan, xwest ku ev rewş bi dawî bibe.