Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya

img
STENBOL - Berî 23 salan li Gaziyê komkujiyek pêk hat û 22 kesan jiyana xwe ji dest da. Yek jî şahidê komkujiyê Kalê Mala Cemê ya Pîr Sultanê Mehmet Karabulut e û got ku "Ew berxwedan nebûya dê Gazî îro nebûya" û wiha axivî: "Wê rojê jî wekî îro dixwestin me ji holê rakin, divê em li dijî vê hişmendiyê bibin yek."
 
Sal 1995 12'ê Adarê... Taxa Gaziyê ya Stenbolê ya ku zêdetir welatiyên elewî lê dijîn, 3 qehwexane û pastexaneya ku elewî lê dema xwe derbas dikin gulebaran kirin. Di qehwexaneyekê de kalê elewiyan Halîl Kaya jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşkar li cihê bûyerê revîn, texsiyek xesp kirin û ajokarê texsiyê jî kuştin û texsî jî dan ber agir. 
 
Piştî bûyer hat bihîstin welatiyên elewî li Taxa Gaziyê li hev civiyan. Ji ber ku polîsan dereng mudaxaleyê bûyerê kir, gel ji bo vê şermezar bikin ber bi qereqolê ve dest bi meşê kirin, polîsan gule li girseyê reşand û Mehmet Gunduz guleya ku ji serê xwe xwar jiyana xwe ji dest da.
 
22 KES MIRIN, 155 KES BIRÎNDAR BÛN
 
Bûyer roja din jî dewam kirin, bi hezaran kesên li ber Mala Cemê li hev kom bûn cenaze nedan welatiyan, piştî bûyerên ku derketin polîsan dîsa girse da ber guleyan û di bûyerên 2 rojan de 17 kesan jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes birîndar bûn. Bûyer bi Taxa Gaziyê re sînor nema. Di bûyerên 14-15'e Adarê de li Umraniyeyê derketin de, di êrîşên bi çek de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi van kuştiyan re hejmara kesên mirî derket 22'yan. Di bûyeran de 155 kes birîndar bûn.
 
Piştî komkujiyê otopsiya 17 kesên ku hat kirin, derket holê ku 7 ji wan bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dane.
 
TENÊ POLÎSEKÎ 4 SAL Û 32 MEHAN CEZA GIRT
 
Serdozgerê Komarê yê Eyupê, lêpirsîn da destpêkirin û bi îdiaya "Sînorê parastin û zarûretê derbas kirine û beyî ku faîla wan diyar bibe kes kuştine" der barê 20 polîsan de doz vekir. Doza li Dadgeha Cezayê Giran a Eyupê hat vekirin, bi îdiaya dê ewlehiya cemaweriyê neyê girtin doz birin Trabzonê. Pêvajoya darazê di 11'ê Îlona 1995'an de li Dadgeha Cezayê Giran a Trabzonê dewan kir, di 5 salan de 31 danişîn pêk hatin di 3'yê Adara 2000'î de biryar dan. Di pêvajoya darazê de ji 20 polîsan 18 ji wan beraet kirin, li 2 polîsan bi giştî 4 sal û 32 meh ceza birîn.
 
Di 11'ê Tîrmeha 2002'yan de doz bi encam bû, malbatê 22 kesên jiyana xwe ji dest dan serî li DMME'yê dan. Di pêvajoya darizandinê de, di 27'ê Tîrmeha 2005'an de tazmînat dan malbatên 12 kesên li Gaziyê û 5 kesên li Umraniyeyê jiyana xwe ji dest dan. Dadgehê ji bo 17 kesên jiyana xwe ji dest dan, cuda cuda 30 hezar avro cezayê pere birî, bi vê re Tirkiyeyê bi giştî 510 hezar avro tazmînat da.
 
Di dema bûyeran de Midurê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar bû.
 
‘GEL MALA CEMÊ PARAST’
 
Yek jî şahidê bûyerên Taxa Gaziyê jî Serokê Mala Cemê ya Pîr Sultanê ya Sultangaziyê Mehmet Karabulut (72) e. Karabulut di sala 1990'î de jji gundê Tekmanê ya Erziromê koçî Taxa Gaziyê kiriye. Karabulut tev li 3 Komxebatên Elewiyan ên ku AKP'ê di 3'ê Hezîrana 2009'an de li Enqereyê pêk anî bûye, lê piştre tev li 3 komxebatan nebûye û ew komxebat şermezar kirine.
 
Karabulut 28 sal e li Gaziyê dijî, aşkera kir ku her çendî pevçûnên wê demê wekî bûyerên 12'ê Adarê bên zanîn jî, bingeha wan gelekî kevin e.
 
Karabulut bi lêv kir ku dema bingeha Mala Cemê hatiye avêtin, êrîşan dest pê kiriye, lê gel li dijî van êrîşan Mala Cemê parastiye. Karabulut da zanîn ku piştî gel xwedî li baweriya xwe derketiye, hewldanên provokasyonê dest pê kirine û wiha got: "Bi şev êrîşê qehwexaneyê kirin, lê sibehê li taxê yek polîs jî tune bû. Rewşeke gelekî ecêb e. Wê demê li ber Mala Cemê girseyeke xurt hebû. Digotin ku 'Dewlet li ku ye?' û dirûşim berz dikirin."
 
Karabulut, derbirî ku di van çalakiyên protestoyî de guleya ku ji ku hatiye teqandin ne diyar e, li xizmê wî ketiye û jiyana xwe ji dest daye.
 
‘LI DIJÎ KEVIRAN GULE BERDIDAN’
 
Karabulut anî ziman ku piştre her ku çûne bûyer zêde bûne, 10 kes ber bi qereqola kevin dest bi meşê klirine û wiha got: "Piştî demekî ez û hevjîna xwe em ji meşê veqetiyan û demekê şûn de dîsa hatin. Me xwe gihand ber postexaneya berê. Di dema êrîşê de polîs ne li wir bûn, bi panzerê pêşî li meşê girtin. Ez di wê demê de ji rêya binî re derbas bûm. Çend gule berdan hewa. Di wê navberê de ciwanan maşîneya postexaneyê wergerand. Raperînê dest pê kir. Kevir davêtin polîsan. Wê demê polîsekî pişta xwe dabû apartmanekê û bi bêtêlê diaxivî. Piştî wê hevdîtinê bi çekan êrîş kirin. Dengê guleyan gelek zêde bûn. Li dijî keviran çek xistibûn dewrê. Keçeke me ya ciwan heye. Polîsan bi jop dema lêda ew li ser xwe çû. Wekî ku cendekê sewalan e, polîsan ew kaş kirin û avêtin ber bîdonê sergo. Ji bo bûyer bi dawî bibin, Zulfu Lîvanelî anîn. Lîvanelî li ser cihekî betonî axaftinek kir. Lê kesî guhdar nekir. Gel carekî dest bi meşê kiribû. Ji xwe niyeteke ku qereqolê dagir bikin tune bû. Dê heta derketina Taxa Gaziyê meş pêk bihata. Li nêzî qereqola kevin 17 kes kuştin."
 
‘HEKE EW BERXWEDAN NEBÛYA DÊ GAZÎ NEBÛYA’
 
Karabulut aşkera kir ku dewletê ev provokasyon organîze kiriye û wiha pê de çû: "Ev bûyereke wisa ne ji rêzê ye. Ev der cihekî kozmopolîtîk e. Li vir elewî, kurd û tirkmen dijîn. Hin kes ji vê yekitiyê aciz bûn. Lê di vir de bi ser neketin. Gel hev du girt û Taxa Gaziyê parast. Heke ew berxwedan nebûya dê Gazî niha tunebûya."
 
Karabulut destnîşan kir ku daxwaza esasî ya gel edalet e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li vî welatî daxwaza edaletê sûc e. Gel li dijî tevlihevkirinê bertek dabû nîşan."
 
Karabulut, got ku her gava ku civaka elewiyan xwedî li baweriya xwe derdikeve, bi êrîşan re rû bi rû dimîne û wiha axivî: "Her çendî Kerbela noqteya herî dawî be, le gelek Kerbela bi serê me de hatin."
 
‘EM ÎRO JÎ TUNE TÊN HESIBANDIN’
 
Karabulut aşkera kir ku ji berê ve polîtîkayên dewletê yên li dijî wan neguherî ne û ev nirxandin kir: "Berê jî em tune dihesibandin, îro jî me tune dihesibînin. Em dixwazin statuya Malên Cemê bên naskirin, lê nas nakin."
 
‘SERKEFTIN NE DÛR E’
 
Karabulut diyar kir ku dê gelê elewî dest ji doza xwe bernede û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Cihê ku em rikê xwe li hev tînin, em hev du bigirin. Dibe ku fikrên me ne yek bin, lê em hev du bigirin, bên gel hev. Em li dijî wê hişmendiya ku dixwaze me tune bike, piştgiriyê bidin hev. Em ê her dem şehîdan bidin û ji xwe re bigirîn? Na. Em jî serkeftinê bi dest bixin. Serkeftin ne dûr e."
 
MA / Yasîn Kobulan
 
 

Sernavên din

13/03/2018
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin
10:55 Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin
10:54 Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
10:46 Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin
10:40 Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe
09:57 Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin
09:31 Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be?
09:30 Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin
09:29 Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir
09:28 Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne
09:27 ‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin'
09:26 Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne!
09:26 Qeyûm çav berda tekane qada hêşîn a Êlihê
09:25 Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin
09:24 Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê
09:22 Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN
12/03/2018
19:29 Polîsan avêt ser avahiiya HDP'ê ya Erzinganê: Hevserokên bajêr hatin binçavkirin
17:50 Gelê Reqayê ji bo Efrînê meşiyan
16:29 Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
16:07 Kurd li Lubnanê ji bo Efrînê meşiyan
15:53 8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan
15:50 Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin
15:36 Balafirên şer li Efrînê sivîl kirin hedef
15:25 'Ên li dijî Komkujiya Qamişlo bêdeng man, îro ji bo Efrînê jî bêdengin’
15:14 Tirkiye dê li Tribunala Navneteweyî bê darizandin
15:05 Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin
14:47 Hediye Yusuf: Divê bi taybet gelê Bakûrê Kurdistan dakevin qadan
14:27 Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin
14:14 Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê
13:46 Hemû rê diçin Efrînê
13:33 Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê
13:01 Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin
12:55 HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin
12:41 Hevalên Hrant: Heya em nebêjin qediya ev doz naqede
11:51 Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne
11:47 Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in?
11:11 Efrîn û Newroz
10:42 Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên
10:28 Leşker gefa kuştinê li girtiyan xwar
10:16 ‘NY, NATO, DYA û Rusya berpirsiyarên êrîşên li ser Efrînê ne’
10:15 Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin
10:14 Şêniyên Amedê: We got çi? Aramî?
09:39 ‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’
09:23 Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e
09:22 Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN