Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya 2018-03-11 10:42:04   STENBOL - Berî 23 salan li Gaziyê komkujiyek pêk hat û 22 kesan jiyana xwe ji dest da. Yek jî şahidê komkujiyê Kalê Mala Cemê ya Pîr Sultanê Mehmet Karabulut e û got ku "Ew berxwedan nebûya dê Gazî îro nebûya" û wiha axivî: "Wê rojê jî wekî îro dixwestin me ji holê rakin, divê em li dijî vê hişmendiyê bibin yek."   Sal 1995 12'ê Adarê... Taxa Gaziyê ya Stenbolê ya ku zêdetir welatiyên elewî lê dijîn, 3 qehwexane û pastexaneya ku elewî lê dema xwe derbas dikin gulebaran kirin. Di qehwexaneyekê de kalê elewiyan Halîl Kaya jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşkar li cihê bûyerê revîn, texsiyek xesp kirin û ajokarê texsiyê jî kuştin û texsî jî dan ber agir.    Piştî bûyer hat bihîstin welatiyên elewî li Taxa Gaziyê li hev civiyan. Ji ber ku polîsan dereng mudaxaleyê bûyerê kir, gel ji bo vê şermezar bikin ber bi qereqolê ve dest bi meşê kirin, polîsan gule li girseyê reşand û Mehmet Gunduz guleya ku ji serê xwe xwar jiyana xwe ji dest da.   22 KES MIRIN, 155 KES BIRÎNDAR BÛN   Bûyer roja din jî dewam kirin, bi hezaran kesên li ber Mala Cemê li hev kom bûn cenaze nedan welatiyan, piştî bûyerên ku derketin polîsan dîsa girse da ber guleyan û di bûyerên 2 rojan de 17 kesan jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes birîndar bûn. Bûyer bi Taxa Gaziyê re sînor nema. Di bûyerên 14-15'e Adarê de li Umraniyeyê derketin de, di êrîşên bi çek de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi van kuştiyan re hejmara kesên mirî derket 22'yan. Di bûyeran de 155 kes birîndar bûn.   Piştî komkujiyê otopsiya 17 kesên ku hat kirin, derket holê ku 7 ji wan bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dane.   TENÊ POLÎSEKÎ 4 SAL Û 32 MEHAN CEZA GIRT   Serdozgerê Komarê yê Eyupê, lêpirsîn da destpêkirin û bi îdiaya "Sînorê parastin û zarûretê derbas kirine û beyî ku faîla wan diyar bibe kes kuştine" der barê 20 polîsan de doz vekir. Doza li Dadgeha Cezayê Giran a Eyupê hat vekirin, bi îdiaya dê ewlehiya cemaweriyê neyê girtin doz birin Trabzonê. Pêvajoya darazê di 11'ê Îlona 1995'an de li Dadgeha Cezayê Giran a Trabzonê dewan kir, di 5 salan de 31 danişîn pêk hatin di 3'yê Adara 2000'î de biryar dan. Di pêvajoya darazê de ji 20 polîsan 18 ji wan beraet kirin, li 2 polîsan bi giştî 4 sal û 32 meh ceza birîn.   Di 11'ê Tîrmeha 2002'yan de doz bi encam bû, malbatê 22 kesên jiyana xwe ji dest dan serî li DMME'yê dan. Di pêvajoya darizandinê de, di 27'ê Tîrmeha 2005'an de tazmînat dan malbatên 12 kesên li Gaziyê û 5 kesên li Umraniyeyê jiyana xwe ji dest dan. Dadgehê ji bo 17 kesên jiyana xwe ji dest dan, cuda cuda 30 hezar avro cezayê pere birî, bi vê re Tirkiyeyê bi giştî 510 hezar avro tazmînat da.   Di dema bûyeran de Midurê Giştî yê Emniyetê Mehmet Agar bû.   ‘GEL MALA CEMÊ PARAST’   Yek jî şahidê bûyerên Taxa Gaziyê jî Serokê Mala Cemê ya Pîr Sultanê ya Sultangaziyê Mehmet Karabulut (72) e. Karabulut di sala 1990'î de jji gundê Tekmanê ya Erziromê koçî Taxa Gaziyê kiriye. Karabulut tev li 3 Komxebatên Elewiyan ên ku AKP'ê di 3'ê Hezîrana 2009'an de li Enqereyê pêk anî bûye, lê piştre tev li 3 komxebatan nebûye û ew komxebat şermezar kirine.   Karabulut 28 sal e li Gaziyê dijî, aşkera kir ku her çendî pevçûnên wê demê wekî bûyerên 12'ê Adarê bên zanîn jî, bingeha wan gelekî kevin e.   Karabulut bi lêv kir ku dema bingeha Mala Cemê hatiye avêtin, êrîşan dest pê kiriye, lê gel li dijî van êrîşan Mala Cemê parastiye. Karabulut da zanîn ku piştî gel xwedî li baweriya xwe derketiye, hewldanên provokasyonê dest pê kirine û wiha got: "Bi şev êrîşê qehwexaneyê kirin, lê sibehê li taxê yek polîs jî tune bû. Rewşeke gelekî ecêb e. Wê demê li ber Mala Cemê girseyeke xurt hebû. Digotin ku 'Dewlet li ku ye?' û dirûşim berz dikirin."   Karabulut, derbirî ku di van çalakiyên protestoyî de guleya ku ji ku hatiye teqandin ne diyar e, li xizmê wî ketiye û jiyana xwe ji dest daye.   ‘LI DIJÎ KEVIRAN GULE BERDIDAN’   Karabulut anî ziman ku piştre her ku çûne bûyer zêde bûne, 10 kes ber bi qereqola kevin dest bi meşê klirine û wiha got: "Piştî demekî ez û hevjîna xwe em ji meşê veqetiyan û demekê şûn de dîsa hatin. Me xwe gihand ber postexaneya berê. Di dema êrîşê de polîs ne li wir bûn, bi panzerê pêşî li meşê girtin. Ez di wê demê de ji rêya binî re derbas bûm. Çend gule berdan hewa. Di wê navberê de ciwanan maşîneya postexaneyê wergerand. Raperînê dest pê kir. Kevir davêtin polîsan. Wê demê polîsekî pişta xwe dabû apartmanekê û bi bêtêlê diaxivî. Piştî wê hevdîtinê bi çekan êrîş kirin. Dengê guleyan gelek zêde bûn. Li dijî keviran çek xistibûn dewrê. Keçeke me ya ciwan heye. Polîsan bi jop dema lêda ew li ser xwe çû. Wekî ku cendekê sewalan e, polîsan ew kaş kirin û avêtin ber bîdonê sergo. Ji bo bûyer bi dawî bibin, Zulfu Lîvanelî anîn. Lîvanelî li ser cihekî betonî axaftinek kir. Lê kesî guhdar nekir. Gel carekî dest bi meşê kiribû. Ji xwe niyeteke ku qereqolê dagir bikin tune bû. Dê heta derketina Taxa Gaziyê meş pêk bihata. Li nêzî qereqola kevin 17 kes kuştin."   ‘HEKE EW BERXWEDAN NEBÛYA DÊ GAZÎ NEBÛYA’   Karabulut aşkera kir ku dewletê ev provokasyon organîze kiriye û wiha pê de çû: "Ev bûyereke wisa ne ji rêzê ye. Ev der cihekî kozmopolîtîk e. Li vir elewî, kurd û tirkmen dijîn. Hin kes ji vê yekitiyê aciz bûn. Lê di vir de bi ser neketin. Gel hev du girt û Taxa Gaziyê parast. Heke ew berxwedan nebûya dê Gazî niha tunebûya."   Karabulut destnîşan kir ku daxwaza esasî ya gel edalet e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li vî welatî daxwaza edaletê sûc e. Gel li dijî tevlihevkirinê bertek dabû nîşan."   Karabulut, got ku her gava ku civaka elewiyan xwedî li baweriya xwe derdikeve, bi êrîşan re rû bi rû dimîne û wiha axivî: "Her çendî Kerbela noqteya herî dawî be, le gelek Kerbela bi serê me de hatin."   ‘EM ÎRO JÎ TUNE TÊN HESIBANDIN’   Karabulut aşkera kir ku ji berê ve polîtîkayên dewletê yên li dijî wan neguherî ne û ev nirxandin kir: "Berê jî em tune dihesibandin, îro jî me tune dihesibînin. Em dixwazin statuya Malên Cemê bên naskirin, lê nas nakin."   ‘SERKEFTIN NE DÛR E’   Karabulut diyar kir ku dê gelê elewî dest ji doza xwe bernede û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Cihê ku em rikê xwe li hev tînin, em hev du bigirin. Dibe ku fikrên me ne yek bin, lê em hev du bigirin, bên gel hev. Em li dijî wê hişmendiya ku dixwaze me tune bike, piştgiriyê bidin hev. Em ê her dem şehîdan bidin û ji xwe re bigirîn? Na. Em jî serkeftinê bi dest bixin. Serkeftin ne dûr e."   MA / Yasîn Kobulan