Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû

img

ÎZMÎR - Kurdan ji ber ku bi bedena xwe pêtên agirê Newrozê geş kirine remzek din li wateya Newrozê bar kirine. Bi dehan ciwanên kurd bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirin û bûn Newroz. Yek ji ciwanên kurd ên bedena xwe kirin agirê Newrozê Zekîye Alkan e. 

Di salên 1990'î de pirozkirina Newrozê li kurdan qedexe bû. Hêj agirê Newrozê li her derê belav nebûbû. Di serdema qedexe de pêtên Agir ronahiya xwe li her derê belav dikir. Di 21’ê Adara 1990’an li ser Sûrên Amedê  agirek geş bû. Sal bi sal pêtên agir li her derê belav bû. Agirê bi bedena Zekiye Alkan dest pê kir, li hezaran û milyonan belav bû. Zekiye wê demê got: “Newroz bi vêxistina agir tê pîrozkirin” li hemberî zilmê, tarîbûnê serî rakir. Jinên kurd di şopa lingê wê de rêya berxwedanê dişopînin. Zekiye di 21’ê Adarê de bi bedena xwe Newroz geş kir û gîhand milyonan. Wate û mîsyona wê  zêde kir. Yek ji kesên bi gotina “Ger azadî hêsan bûya Zekiye xwe nedişewitand” tê bibîranîn Zekiye Alkana ku bûye Newroz e. Zekiye Alkan di 25'ê Sibata 1965’an de hat dinê. Dema li Amedê Zanîngeha Dîcleyê beşa Fakulteya Tibê dixwend têkoşîna gelê kurd bala wê kişand. Ew dem dema ku gelê kurd di pêşengiya jinan de rabûn serhildanê, bi taybet jî di pêşengiya jinan de dema gelê kurd li Nisêbînê ji bo mafê xwe û zordariya li ser gel bidin rawestandin rabûn ser piyan bû. Piştî li Nisêbînê cenazeyê 13 jinên PKK’î hat definkirin, serhildana ku dest pê kir di dilê wê de cih girt. Zekiye Alkan ku bi ruhê vê serhildanê bi şevan raneket, lêgerînên wê kurtir bûn û zilma ku dihat kirin qebûl nekir. Wê demê pirtûka ku di sala 1982’yan de Mazlun Dogan bi 3 darikê niftikê li Zîndana Amedê Newroz pîroz kir dixwend.
 
NEWROZ BI AGIRÊ BEDENÊ TÊ PÎROZKIRIN
 
Beriya ku çalakiya xwe pêk bîne di Newroza sala pêş de dema bi hevalên xwe re li Parka Trafîkê rûniştîbû, pereyên di berîka xwe de derdixe û dişewitîne. Ji kesên ku jêre dibêjin ‘tu çidikî’ got ‘ez Newrozê pîroz dikim.’ Dibêje “Newroz bi agir tê pîrozkirin.” Zekiye dixwest bi can û dilê xwe bibe bersiv ji serhildana jinên Nisêbînê, di 21’ê Adara 1990’an de derket ser Sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe da ber agir. Zekiye, ji bo bide doktor hat Amedê, lê piştî çalakiyê bû lehenga gelê kurd. Piştî çalakiya xwe pêk anî, çalakiya wê li her derê belav bû û hat bihîstin. Hemû kes êdî Zekiye wekî jinekî kurd nas dikin. Êdî her kesê Zekiye wekî lehengekê wekî jineke ku Newroz bi bedena xwe pîroz kiriye nas kirin û wisa nas dikin. 
 
NEWROZ AZADÎ YE
 
Çalakiya Zekiye Alkan bandorek mezin li ser jinên di nava PKK’ê de kir û nîşan da ku rêxistinbûna jinan dikeve pêvajoyek nû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Zekiye wiha dibêje: “Çalakiya Zekiye Alkan a ku bi agirê azadiyê yê ku bilin dibe di Newroze de bedena xwe da ber agir bû sembola ku azadî bi hêsanî nayê bidestxistin. Jinên kurd ketin ferqa jiyana azad. Dema em van pevajoyên ku hatin jiyîn dinirxînin, piştî salên 1990’î ji bo xebatên jinan pêvajoyek îfade dike. Çalakiya Zekiye Alkan ya di Newroza 1990’an de ku ji îdolojiya partiya me bi bandor bû û bedena xwe da ber agir, digot ‘Agirê Newrozê bi awayek baş divê di bedena mirov de bê vêxistin’ mînaka wêrekî û fedekariyê ya bê dawî bû. Ji ber wê ketina jinan a rizgariyê ne we qad hêsan bû. Şoreşên cîhanê, giştî û taybet dema jin di nav de ne be şoreşek kêm mayî ye û ji bo me jî şoreşek wiha ne minkûne. Dixwest bibe çalakgrek mezin û dixwest bibe dildarek azadiyê. Ev jî bi agirê ku li ser Sûrên Amedê berda bedena xwe xwest îlan bike.
 
Mirov dikare bêje watedare. Ji ber ku jin bû baştir dihat fêmkirin. Ji ber ku mirovek ku dinava nakokiyan de dikare bigihije wê wêrekiyê. Ev rastiyek girîng e ku jinên Kurdistanê hişyar bûn, dema xwe rêxistin kirin û qat bi qat azad bûn wê demê Kurdistan jî hişyar, zindî, azad dibe û dibe cihekî ku mirov bikare lê bijî. Şahadeta Zekiye Alkan a Amedê bi şahadeta Mazlum re têkikdare. Mazlum çawa li hemberî teslîmyeta li zîndanê çalakiyek mezin bû û bi şahadeta xwe bû serkeftineke, Zekiye Alkan jî bû berxwedana li hemerî bêçerahiştin û tirsandina gelê kurd û Kurdistanê.”
 
‘ZEKÎYE BI BEDENA XWE NEWROZ Û SÛR KIRIN YEK' 
 
Endama PAJK’ê Pelşîn Tolhildan wiha behsa Zekiye Alkan û çalakiya wê dike: “Her her car kolanên Amedê ku tê dijiya û Newroza wê xeyal dikim û di sûrên wê de Zekiyeya di nava agir de ji nû ve tê dinê. Bi rûyek ken li bajar dinêre û bêhnek ji kûrahiyê dikişîne. Dibe ku her Newroza piştî çalakiya wê ku ciwan agirê destpêkê yê Newrozê ku li ser sûran pêdixin bi çoşek mezin temaşe dike. Di sala 1990’î de dema min li Enqereyê dixwed min çalakiya wê bihîst. Di demek ku ez bi kurdbûna xwe re rûbirû bûbûm bû. Xwendekarek jin a zanîngehê li ser sûrên Amedê bedena xwe dabû ber agir û çalakiya Newrozê pêk anî bû û şehîd ketibû. Ez şaşwaz bûbûm! Mirovek çima xwe dişewitîne? Ev hêzek çawa ye? Ev hêrsek çawa ye? Ev peyamek çawa bû? Di dest pêkê de çalakiya Mazlum Dogan, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Nemcî Oner û Mahmut Zengîn a li hemberî pêkanînên dijmirovî yên li Zîndana Amedê ku bedena xwe dar ber agir anî bîra me. Piştî wan cara yekem çalakiya bi agir û jinek! Di fêmkirinê de min zehmetî dikişand. Min hewl da ku halê wê yê dema biryara xwe da bînim ber çavên xwe. Min pir dixwest ku ez hest û ruhê wê hîs bikim. Piştre min wêneyê wê dît. Çiqas xwişik bû! Çiqas jinek asî bû! Û çiqas ji xwe bawer bû. Gelo jinek çawa bû? Çi jiyan kir? Di dilê Kurdistanê de dixwend û dibû şahidê zilma li wir. Di kolanên wê de dîrokê her roj bi mirovan re diaxivî, her roj pirs dikirin.
 
‘Di Newrozê de sûrên Amedê bi Zekiyeyê agir tê vêxistin’
 
Di demeke ku neviyên qehremanan ku li hemberî Dehakan agir vêxistin, dibin dorpêça dîrokê de, dema li hemberî zilma ku rûmeta wan binpê dikir dicemidîn, Zekiye bi kîjan agirî xwe germ kir û xwest xwe germ bike? Agirê ku sala 1982’yan de li zîndanê hat pêxistin ber bi çiyayan ve çû, vêxistina agir bi zîndana bajar bikîjan ruhê asî û hestan mezin dibe? Zîndan di nava bajar de bû yan jî bajar di nava zîndanê de bû? Keleh bajar dorpêç dikir an jî bajar keleh dorpêç dikir? Dîrok xwe digihand roja îro yan roja îro xwe digihand dîrokê? Jinekê bi agirê xwe bajarek şewitand an jî bajarekê dilê jinekê şewitand? Di Newrozê de sûrên Amedê bi Zekiyeyê agir tê vêxistin. Jinek kurd ku li sûran dibe agir û geş dibe, li Silêmaniyê dibe peykerek ku diaxive û her sal li Amedê dibe Newroz û diherike. Li sûrên Amedê jinek ku agirê ji zîndanên bajar girtî ji ber ku bajar ji zîndanê rizgar kir bi şenazî ji bo zarok û jinan dikene…”
 
ALIYEKÎ MIROVAN ROHANÎ ALIYEK TARÎ YE 
 
Sema Yuce piştî sal der bas bûn di Newrozê de li zîndanê bedena xwe da ber agir, dibêje çavkaniya wê ya dildariya azadiyê Zekiye Alkan e û wiha berdewam dike: “Dapîra min Zekiye bû û navka min Zekiyê birî. Sema Yuce di nivîsek xwe de dibêje ku du aliyên mirovan hene yek ronahî ye ya din jî tarîtî ye. Di nameya xwe de dibêje aliyê wê yê tarî bêhêzî ye û yê ronahî jî Zekiye Alkan e.
 
MEŞALEYA ZEKÎYE HER GEŞ E 
 
Xwişka Alkan Gullu Can, jî diyar kir ku meşxaleya Zekiye pêxistiye her geş e û her diçe belavdibe.  Can, anî ziman ku dema bihîstin Zekîye bedena xwe daye ber agir şok bûn û whia got: "Dema agahî ji mere hat em şok bûn. Dema bedena xwe da ber agir rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Piştre sewqî Enqereyê kirin. Malbat çû Enqereyê. Lê xwişka min li Enqere nîşanî me nedan. Dema xwişka min çalakî pêk anî got: "Ev biryara min a tekakesi ye. Min ferman ji tu kesî negirtiye. Min li dijî zilma li Kurdistan û Tirkiye ev çalakî pêk anîye. Agir tenê bi qirşt û qalan nayê pêxistin. Newroz bi bedena mirov jî geş dibe." Dema sewqî Fakulteya Dîcle kirin ewil hevalên wê ew tedawî kirin. Wê demê ji hevalên xwe re got "Dema ez mirim li gorî Şana Newrozê min bi def û zurne defin bikin." Pişti Alkan bi bedena xwe Newroz pîroz kir bêtir bi wate û pîroz e. "
 
Can, ani ziman ku pîrozbahiya Newrozêji bo gelê kurd ji nûve raperîn û berxwedan e û wiha bi dawî kir: "Li ser axa Kurdistanê bi hezaran salan tevî hemû qedexeyan agirê Newrozê geş dibe. Dibe ku di pîrozbahiya Newrozê de bedelên giran tên dayîn. Lê wate û rola Newrozê ji bo kurdan pir mezin e. Kurdan bedelên giran dane û astengî çi dibe bila bibe dê ji her sal bêtir bi coşek mezintir pîroz bikin. Îro Sûr bi tang û topan wêran kiribin jî meşaleya Newrozê ku li ser Sûrê Amedê geş bûye dê her dem geşe bibe û li her derêbelav bibe. 
 
Îro bi milyonan gel Newrozê pîroz dike. Ev bi agirê ku Mazlum Dogan, Kemal Pir, Zekiye Alkan geş kiriye hatiye heta îro. Bi bedena Kemal Kurkut belav bûye û ji salên 90’î heta 2018'an sal bi sal geş dibe û belav dibe. Newroz ji bo kurdan her dem têkoşîn, berxwedan û raperîn e." 
 
MA / Ruken Demir
 

Sernavên din

13/03/2018
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin
10:55 Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin
10:54 Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
10:46 Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin
10:40 Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe
09:57 Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin
09:31 Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be?
09:30 Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin
09:29 Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir
09:28 Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne
09:27 ‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin'
09:26 Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne!
09:26 Qeyûm çav berda tekane qada hêşîn a Êlihê
09:25 Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin
09:24 Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê
09:22 Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN
12/03/2018
19:29 Polîsan avêt ser avahiiya HDP'ê ya Erzinganê: Hevserokên bajêr hatin binçavkirin
17:50 Gelê Reqayê ji bo Efrînê meşiyan
16:29 Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
16:07 Kurd li Lubnanê ji bo Efrînê meşiyan
15:53 8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan
15:50 Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin
15:36 Balafirên şer li Efrînê sivîl kirin hedef
15:25 'Ên li dijî Komkujiya Qamişlo bêdeng man, îro ji bo Efrînê jî bêdengin’
15:14 Tirkiye dê li Tribunala Navneteweyî bê darizandin
15:05 Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin
14:47 Hediye Yusuf: Divê bi taybet gelê Bakûrê Kurdistan dakevin qadan
14:27 Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin
14:14 Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê
13:46 Hemû rê diçin Efrînê
13:33 Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê
13:01 Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin
12:55 HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin
12:41 Hevalên Hrant: Heya em nebêjin qediya ev doz naqede
11:51 Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne
11:47 Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in?
11:11 Efrîn û Newroz
10:42 Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên
10:28 Leşker gefa kuştinê li girtiyan xwar
10:16 ‘NY, NATO, DYA û Rusya berpirsiyarên êrîşên li ser Efrînê ne’
10:15 Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin
10:14 Şêniyên Amedê: We got çi? Aramî?
09:39 ‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’
09:23 Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e
09:22 Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN