Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû 2018-03-11 09:21:49 ÎZMÎR - Kurdan ji ber ku bi bedena xwe pêtên agirê Newrozê geş kirine remzek din li wateya Newrozê bar kirine. Bi dehan ciwanên kurd bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirin û bûn Newroz. Yek ji ciwanên kurd ên bedena xwe kirin agirê Newrozê Zekîye Alkan e.  Di salên 1990'î de pirozkirina Newrozê li kurdan qedexe bû. Hêj agirê Newrozê li her derê belav nebûbû. Di serdema qedexe de pêtên Agir ronahiya xwe li her derê belav dikir. Di 21’ê Adara 1990’an li ser Sûrên Amedê  agirek geş bû. Sal bi sal pêtên agir li her derê belav bû. Agirê bi bedena Zekiye Alkan dest pê kir, li hezaran û milyonan belav bû. Zekiye wê demê got: “Newroz bi vêxistina agir tê pîrozkirin” li hemberî zilmê, tarîbûnê serî rakir. Jinên kurd di şopa lingê wê de rêya berxwedanê dişopînin. Zekiye di 21’ê Adarê de bi bedena xwe Newroz geş kir û gîhand milyonan. Wate û mîsyona wê  zêde kir. Yek ji kesên bi gotina “Ger azadî hêsan bûya Zekiye xwe nedişewitand” tê bibîranîn Zekiye Alkana ku bûye Newroz e. Zekiye Alkan di 25'ê Sibata 1965’an de hat dinê. Dema li Amedê Zanîngeha Dîcleyê beşa Fakulteya Tibê dixwend têkoşîna gelê kurd bala wê kişand. Ew dem dema ku gelê kurd di pêşengiya jinan de rabûn serhildanê, bi taybet jî di pêşengiya jinan de dema gelê kurd li Nisêbînê ji bo mafê xwe û zordariya li ser gel bidin rawestandin rabûn ser piyan bû. Piştî li Nisêbînê cenazeyê 13 jinên PKK’î hat definkirin, serhildana ku dest pê kir di dilê wê de cih girt. Zekiye Alkan ku bi ruhê vê serhildanê bi şevan raneket, lêgerînên wê kurtir bûn û zilma ku dihat kirin qebûl nekir. Wê demê pirtûka ku di sala 1982’yan de Mazlun Dogan bi 3 darikê niftikê li Zîndana Amedê Newroz pîroz kir dixwend.   NEWROZ BI AGIRÊ BEDENÊ TÊ PÎROZKIRIN   Beriya ku çalakiya xwe pêk bîne di Newroza sala pêş de dema bi hevalên xwe re li Parka Trafîkê rûniştîbû, pereyên di berîka xwe de derdixe û dişewitîne. Ji kesên ku jêre dibêjin ‘tu çidikî’ got ‘ez Newrozê pîroz dikim.’ Dibêje “Newroz bi agir tê pîrozkirin.” Zekiye dixwest bi can û dilê xwe bibe bersiv ji serhildana jinên Nisêbînê, di 21’ê Adara 1990’an de derket ser Sûrên dîrokî yên Amedê û bedena xwe da ber agir. Zekiye, ji bo bide doktor hat Amedê, lê piştî çalakiyê bû lehenga gelê kurd. Piştî çalakiya xwe pêk anî, çalakiya wê li her derê belav bû û hat bihîstin. Hemû kes êdî Zekiye wekî jinekî kurd nas dikin. Êdî her kesê Zekiye wekî lehengekê wekî jineke ku Newroz bi bedena xwe pîroz kiriye nas kirin û wisa nas dikin.    NEWROZ AZADÎ YE   Çalakiya Zekiye Alkan bandorek mezin li ser jinên di nava PKK’ê de kir û nîşan da ku rêxistinbûna jinan dikeve pêvajoyek nû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Zekiye wiha dibêje: “Çalakiya Zekiye Alkan a ku bi agirê azadiyê yê ku bilin dibe di Newroze de bedena xwe da ber agir bû sembola ku azadî bi hêsanî nayê bidestxistin. Jinên kurd ketin ferqa jiyana azad. Dema em van pevajoyên ku hatin jiyîn dinirxînin, piştî salên 1990’î ji bo xebatên jinan pêvajoyek îfade dike. Çalakiya Zekiye Alkan ya di Newroza 1990’an de ku ji îdolojiya partiya me bi bandor bû û bedena xwe da ber agir, digot ‘Agirê Newrozê bi awayek baş divê di bedena mirov de bê vêxistin’ mînaka wêrekî û fedekariyê ya bê dawî bû. Ji ber wê ketina jinan a rizgariyê ne we qad hêsan bû. Şoreşên cîhanê, giştî û taybet dema jin di nav de ne be şoreşek kêm mayî ye û ji bo me jî şoreşek wiha ne minkûne. Dixwest bibe çalakgrek mezin û dixwest bibe dildarek azadiyê. Ev jî bi agirê ku li ser Sûrên Amedê berda bedena xwe xwest îlan bike.   Mirov dikare bêje watedare. Ji ber ku jin bû baştir dihat fêmkirin. Ji ber ku mirovek ku dinava nakokiyan de dikare bigihije wê wêrekiyê. Ev rastiyek girîng e ku jinên Kurdistanê hişyar bûn, dema xwe rêxistin kirin û qat bi qat azad bûn wê demê Kurdistan jî hişyar, zindî, azad dibe û dibe cihekî ku mirov bikare lê bijî. Şahadeta Zekiye Alkan a Amedê bi şahadeta Mazlum re têkikdare. Mazlum çawa li hemberî teslîmyeta li zîndanê çalakiyek mezin bû û bi şahadeta xwe bû serkeftineke, Zekiye Alkan jî bû berxwedana li hemerî bêçerahiştin û tirsandina gelê kurd û Kurdistanê.”   ‘ZEKÎYE BI BEDENA XWE NEWROZ Û SÛR KIRIN YEK'    Endama PAJK’ê Pelşîn Tolhildan wiha behsa Zekiye Alkan û çalakiya wê dike: “Her her car kolanên Amedê ku tê dijiya û Newroza wê xeyal dikim û di sûrên wê de Zekiyeya di nava agir de ji nû ve tê dinê. Bi rûyek ken li bajar dinêre û bêhnek ji kûrahiyê dikişîne. Dibe ku her Newroza piştî çalakiya wê ku ciwan agirê destpêkê yê Newrozê ku li ser sûran pêdixin bi çoşek mezin temaşe dike. Di sala 1990’î de dema min li Enqereyê dixwed min çalakiya wê bihîst. Di demek ku ez bi kurdbûna xwe re rûbirû bûbûm bû. Xwendekarek jin a zanîngehê li ser sûrên Amedê bedena xwe dabû ber agir û çalakiya Newrozê pêk anî bû û şehîd ketibû. Ez şaşwaz bûbûm! Mirovek çima xwe dişewitîne? Ev hêzek çawa ye? Ev hêrsek çawa ye? Ev peyamek çawa bû? Di dest pêkê de çalakiya Mazlum Dogan, Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Nemcî Oner û Mahmut Zengîn a li hemberî pêkanînên dijmirovî yên li Zîndana Amedê ku bedena xwe dar ber agir anî bîra me. Piştî wan cara yekem çalakiya bi agir û jinek! Di fêmkirinê de min zehmetî dikişand. Min hewl da ku halê wê yê dema biryara xwe da bînim ber çavên xwe. Min pir dixwest ku ez hest û ruhê wê hîs bikim. Piştre min wêneyê wê dît. Çiqas xwişik bû! Çiqas jinek asî bû! Û çiqas ji xwe bawer bû. Gelo jinek çawa bû? Çi jiyan kir? Di dilê Kurdistanê de dixwend û dibû şahidê zilma li wir. Di kolanên wê de dîrokê her roj bi mirovan re diaxivî, her roj pirs dikirin.   ‘Di Newrozê de sûrên Amedê bi Zekiyeyê agir tê vêxistin’   Di demeke ku neviyên qehremanan ku li hemberî Dehakan agir vêxistin, dibin dorpêça dîrokê de, dema li hemberî zilma ku rûmeta wan binpê dikir dicemidîn, Zekiye bi kîjan agirî xwe germ kir û xwest xwe germ bike? Agirê ku sala 1982’yan de li zîndanê hat pêxistin ber bi çiyayan ve çû, vêxistina agir bi zîndana bajar bikîjan ruhê asî û hestan mezin dibe? Zîndan di nava bajar de bû yan jî bajar di nava zîndanê de bû? Keleh bajar dorpêç dikir an jî bajar keleh dorpêç dikir? Dîrok xwe digihand roja îro yan roja îro xwe digihand dîrokê? Jinekê bi agirê xwe bajarek şewitand an jî bajarekê dilê jinekê şewitand? Di Newrozê de sûrên Amedê bi Zekiyeyê agir tê vêxistin. Jinek kurd ku li sûran dibe agir û geş dibe, li Silêmaniyê dibe peykerek ku diaxive û her sal li Amedê dibe Newroz û diherike. Li sûrên Amedê jinek ku agirê ji zîndanên bajar girtî ji ber ku bajar ji zîndanê rizgar kir bi şenazî ji bo zarok û jinan dikene…”   ALIYEKÎ MIROVAN ROHANÎ ALIYEK TARÎ YE    Sema Yuce piştî sal der bas bûn di Newrozê de li zîndanê bedena xwe da ber agir, dibêje çavkaniya wê ya dildariya azadiyê Zekiye Alkan e û wiha berdewam dike: “Dapîra min Zekiye bû û navka min Zekiyê birî. Sema Yuce di nivîsek xwe de dibêje ku du aliyên mirovan hene yek ronahî ye ya din jî tarîtî ye. Di nameya xwe de dibêje aliyê wê yê tarî bêhêzî ye û yê ronahî jî Zekiye Alkan e.   MEŞALEYA ZEKÎYE HER GEŞ E    Xwişka Alkan Gullu Can, jî diyar kir ku meşxaleya Zekiye pêxistiye her geş e û her diçe belavdibe.  Can, anî ziman ku dema bihîstin Zekîye bedena xwe daye ber agir şok bûn û whia got: "Dema agahî ji mere hat em şok bûn. Dema bedena xwe da ber agir rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Piştre sewqî Enqereyê kirin. Malbat çû Enqereyê. Lê xwişka min li Enqere nîşanî me nedan. Dema xwişka min çalakî pêk anî got: "Ev biryara min a tekakesi ye. Min ferman ji tu kesî negirtiye. Min li dijî zilma li Kurdistan û Tirkiye ev çalakî pêk anîye. Agir tenê bi qirşt û qalan nayê pêxistin. Newroz bi bedena mirov jî geş dibe." Dema sewqî Fakulteya Dîcle kirin ewil hevalên wê ew tedawî kirin. Wê demê ji hevalên xwe re got "Dema ez mirim li gorî Şana Newrozê min bi def û zurne defin bikin." Pişti Alkan bi bedena xwe Newroz pîroz kir bêtir bi wate û pîroz e. "   Can, ani ziman ku pîrozbahiya Newrozêji bo gelê kurd ji nûve raperîn û berxwedan e û wiha bi dawî kir: "Li ser axa Kurdistanê bi hezaran salan tevî hemû qedexeyan agirê Newrozê geş dibe. Dibe ku di pîrozbahiya Newrozê de bedelên giran tên dayîn. Lê wate û rola Newrozê ji bo kurdan pir mezin e. Kurdan bedelên giran dane û astengî çi dibe bila bibe dê ji her sal bêtir bi coşek mezintir pîroz bikin. Îro Sûr bi tang û topan wêran kiribin jî meşaleya Newrozê ku li ser Sûrê Amedê geş bûye dê her dem geşe bibe û li her derêbelav bibe.    Îro bi milyonan gel Newrozê pîroz dike. Ev bi agirê ku Mazlum Dogan, Kemal Pir, Zekiye Alkan geş kiriye hatiye heta îro. Bi bedena Kemal Kurkut belav bûye û ji salên 90’î heta 2018'an sal bi sal geş dibe û belav dibe. Newroz ji bo kurdan her dem têkoşîn, berxwedan û raperîn e."    MA / Ruken Demir