Kurd ji bo Efrînê li her derê daketin qadan

img
NAVEENDA NUÇEYAN - Şerê TSK û OSO ku li ser gelê Efrînê ji hewayî û bejayî dimeşîne 51 rojin didome. Bi deh hezaran welatiyên kurd û pêkhateyên din bi armanca êrîşên TSK û OSO yên ji bejayî û hewayî li ser gelê Efrînê dimeşînin şermezar bikin li Atîna, London, Saarbruck, Mannheim, Gras, Frankfurt, Qamişlo çalakî pêk anîn. 
 
Şerê Tirkiye ku bi destê TSK û OSO li ser gelê Efrînê ji hewayî û bejayî dimeşîne ket roja 51'an. 51 rojin bi balafirên şer, tang û topan ax, gund û navçeyên Efrînê bombe dikin. Heta niha zêdeyî 230 welatiyên sivîl ku jin û zarok jî di navde jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 650 sivîl jî birîndar bûn. Kurd li welatên Ewropa û Bakurê Sûriye daketin qadan û bi çalakiyan êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. 
 
ATÎNA 
 
Li Qampa Lavrionê ya bajarê Atina yê li ser banga KCDK E  ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meşiyan û pênc deqe çalakiya rûniştinê pêk anîn. 
Li Qampa Lavrionê ya bajarê Atina yê li ser banga KCDK E  ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meşiyan. Piştî meşê sirûda Çerxa Şoreşê û daxuyanî hat dayîn. Siyasetmedarê Kurd Metin Bîngol daxuyanî da. Bîngol balkişand ser bombebarana TSK'ê ya li ser taxên Efrînê û êrişên çeteyan şermezarkir û wiha got : "Şervanê kurd YPG û YPJ di şerê hemberî Daîşê de parastina hemû mirovahiyê kirin. Firasetên paşverû di Rojhilata Navînde xwestin mirovahiyê bifetisînin lê Şervanên Kurd jî li hemberî vê parastina mirovahiyê, exlaq, jiyan û ekolojiyê kirin. Erdogan di dema berxwedana Kobaniyê de digot de Kobanî bikeve lê Kobanî neket û hêzên paşverû yên Daîşê binket dê îro jî li Efrînê çeteyên Erdogan binkeve. " 
 
Bîngol balkişand ser bêdengiya dewletên desilatdar û wiha berdewam kir: "Hêzên Kurdan hemû mirovahî parast dewletên desilatdar li hemberî qirqirina Kurdan  çima bêdeng dimînin. Em niha li ber Şaredariyê kombune Hêzên desilatdar bila vê baş bizanibin xilasiya mirovahiyê di paradîgma Rêber Apo û di têkoşîna gelê Kurd de ye. Bila hemû kes dostên me baş bizanibin bê kurdan di Rojhilata Navînde de tu proje bi ser nakeve ji wî divê yekitiya gelan bê avakirin û hêzên navnetewî li ser vî esasî tevbigere. Di sala 16 Adara 1988 an de dîktator Sadam li Helepçe çekê kimyewi bikar anî û komkujî pêkanî.Çawa Sadam Huseyin bi destê kurdan hat daliqandin dê berxwedana Efrînê bend bavê stuyê Erdogan jî û  dewleta Tirk têk biçe.Em hemû gelê xwe vedixunin qadan. " Piştî axaftina Bîngol pênc deqe çalakiya rûniştinê hat kirin." 
 
GIRKÊ LEGÊ 
 
Bi hezaran gelê Navçeya Girkê Legê ji bo xwedîderktina li gelê Efrînê û şermezarkirina êrîşên TSK û OSO daket qadan. Weke xwedîderketineke li banga rayedarên TEV-DEM?ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku gel ji bo piştgiriya Efrînê dakeve qadan, şevê din bi hezaran gelê Girkê Legê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê li qada Şehîd Xebat xwepêşandanek girseyî li dar dixe. Girseya gel al û sembol bilind kirin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Efrînê” berz kirin, her wiha êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kirin. Gel bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê ji Qada Şehîd Xebat derket, li sûka bajêr geriya û careke din vegeriya qadê. Piştre xwepêşandan veguherî mîtîngê. 
 
Gel deqeyekê rêz girt, piştre axaftin bi navê Yekîtiya Ciwanên Rojava Seyid Nûrî axivî.  Seyid Nûrî Berxwedana Serdemê silav kir, nirx da serkeftinên gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJ?ê. Nûrî bang li ciwanan kir ku xwedî li Berxwedana Serdemê derkevin û da zanîn ku şerê Efrînê şerê çarenûsa gelê Bakurê Sûriyê ye. Nûrî bi navê ciwanan soz da ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û bi qehremanî bi Berxwedana Serdemê re bisekinin. Her wiha Nûrî bang li ciwanan kir ku çalakiyên xwe heta serkeftinê berdewam bikin.
 
Piştre Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat axivî û wiha got, “Dijminê mirovahiyê dixwaze Efrînê dagir bike, li hemberî wê jî gelê Efrînê berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Çawa berî niha Kobanê bi rihê berxwedana Apoyî bi ser ket, berxwedana Efrînê jî dê wisa bi ser bikeve.
Berekat di berdewamiya axaftina xwe de, da zanîn ku di van kêliyan de Efrîn li hemberî êrîşên hovane yên sivîlan hedef digire, rûbirû ye. Di dawiyê de Berekat bang li raya giştî ya Kurd kir ku bi ruhekî seferber tev bigerin û li pêşiya hember êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin.
 
 
SAARBRUCK
 
Li bajarê Saarbruck ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan bi heman armancê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin û daketin kolanan.  Di çalakiya bêîtihatiya sivîl a li pêşiya HBF Saarbruck hate lidarxistin dirûşmên “Bijî Berxwedan Efrînê” û” Kujer Erdogan” hate qîrkirin. Girse li pêşiya HBF’ê çalakiya rûniştinê lidar xist. 
 
MANNHEÎM 
 
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li pêşiya HBF’ê civîyan û êrîşên TSK û OSO yên li ser Efrînê protestokirin. Girse li pêşiya HBF’ê dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Qatil Erdogan” û “Bijî Berxwedana Efrînê” qîr dikin.
 
GRAS
 
Kudistanî û dostên wan ên li bajarê Gras ê Avûstûryayê dijîn li pêşiya HBF Grazê kom bûn û êrîşên TSK û OSO yên li ser gelê Efrînê protestokirin. Kurdisantiyan pankarta “NATO fînanse dike,Tirkiye bombe dike” vekirin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” qîr kirin.
 
FRANKFURT 
 
Girseya ku ji bo êrîşên TSK û OSO yên li ser gelê Efrînê şermezar bikin li pêşiya avahiya HBF’ê dest bi çalakiya bêîtiahtiya sivîl kirin û ber bi navenda bajarê ve dest bi meşê kirin. Girseya ku li ser banga Ciwanên Azad ji bo protestokirina êrîşên TSK'ê ya li ser Efrînê li bajarê Frankfurt a Elmanyayê dest bi çalakiya bêîtihatiya sivîl kirin û ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Tolhildan” û “Dewleta Tirk a dagirker ji Kurdistanê bi cehenime” qîr kirin. 
 
LONDON 
 
Kurdên Ewropayê, bi heman armancê li paytext Londra ya Îngiltereyê jî, ji bo êrîş û şerê Tirkiye ku bi destê TSK OSO li ser axa Efrînê dimeşîne bi çalakiyeykan  protesto kir. Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Sefaretxaneya Îngiltereyê kom bûn, demekê rê li çûn û hatinê girtin û piştre ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin. Girseya ku li ser rêyên herî qelebalix rê li tirafîkê girtin, li Qada Trafalger û Picadilyê rê li trafîkê girtin, çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di tevahî rê de axaftin hatin kirin û dirûşim hatin qîrikrin. Girseya ku heta pêşiya BBC’ê meşiyan çalakiya xwe didomînin. Li bajarê Brighton ê Îngilteryê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk protestokirin. Çalakiya ku her diçe hejmara welatiyan zêde dibe dewam dike.
 
QAMIŞLO 
 
Li Qamişlo jî bi heman armancê bi sedan welatî ji bo şermezarikirina êrîşên TSK û OSO yên li ser sivîlan dimeşîne çalakî pêk anîn. Weke xwedîderketineke li banga Federaliya Bakurê Sûriyê, Meclîsa Sûriya Demokratîk û  PYD'ê, gelê Qamişlo li Taxa Hilêliyê kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin. Xwepêşandêran alên YPG/YPJ/QSD'ê bilind kirin. Piştre bi erebeyan li kolanên bajêr geriyan û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Serdemê” berz kirin. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

13/03/2018
11:00 Ji bo Newroza Stenbolê serlêdana fermî hat kirin
10:55 Kişanak: Bi xwedî derketina vîna azad em dikarin şer rawestînin
10:54 Meclîsê pêşniyaza tifaqa AKP-MHP’ê qebûl kir
10:46 Welatiyê ker û lal ji ber hişyariya ‘belav bibin’ guhdar nekiriye girtin
10:40 Ondul: Divê NY ji bo biryarek nû dîsa kom bibe
09:57 Bi hezaran welatiyên Rojhilat û Başûr êrişên li ser Efrînê şermezar kirin
09:31 Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be?
09:30 Malbatên Roboskî: Em komkujiya li Efrînê ji Roboskiyê dizanin
09:29 Gavrîlof: Li Efrînê bi hevrebûna jinan Tirkiyeyê dîn û har kir
09:28 Qedexeya li ser zozanan sewalkariyê diqedîne
09:27 ‘Em ê wekî hevrêyên Kawayê Hesinkar li qada Newrozê bin'
09:26 Piraniya rêwiyên Şirnexê ji Hewlêr û Silêmaniyeyê ne!
09:26 Qeyûm çav berda tekane qada hêşîn a Êlihê
09:25 Prof. Jongerden: Danîna xwe li nedîtin û bihîstinê tê wateya hevpariya sûcê tê kirin
09:24 Ji bo Newrozê bang kirin: Em Stenbolê veguherînin Amedê
09:22 Di dosyeya Mûrat Araç de geşedaneke nû: Şahidê emniyetê dîn e!
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2018'AN
12/03/2018
19:29 Polîsan avêt ser avahiiya HDP'ê ya Erzinganê: Hevserokên bajêr hatin binçavkirin
17:50 Gelê Reqayê ji bo Efrînê meşiyan
16:29 Li Hewler û Qamişlo, êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin
16:07 Kurd li Lubnanê ji bo Efrînê meşiyan
15:53 8 kesên bertek nîşanî operasyona Efrînê dan hatin bedan
15:50 Li Nepalê balafir ket: Herî kêm 50 kes mirin
15:36 Balafirên şer li Efrînê sivîl kirin hedef
15:25 'Ên li dijî Komkujiya Qamişlo bêdeng man, îro ji bo Efrînê jî bêdengin’
15:14 Tirkiye dê li Tribunala Navneteweyî bê darizandin
15:05 Di bîranîna komkujiya Gaziyê de piştevaniya Efrînê kirin
14:47 Hediye Yusuf: Divê bi taybet gelê Bakûrê Kurdistan dakevin qadan
14:27 Li Sûriyeyê di 7 salan de 353 hezar û 935 kes mirin
14:14 Kurdan li Kanada, Elmanya û Rûsyayê piştgirî dan Efrînê
13:46 Hemû rê diçin Efrînê
13:33 Li Cizîr û Edeneyê banga tevlîbûna Newrozê
13:01 Welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan du qat zêde kirin
12:55 HDP: Sivîlên li Efrînê hatin kuştin lêkolîn bikin
12:41 Hevalên Hrant: Heya em nebêjin qediya ev doz naqede
11:51 Asya Abdullah: Bi sedhezaran Efrînî bi komkujiyê re rû bi rû ne
11:47 Yên li Efrînê bûn mertalên zindî: Hûn çima ker, kor û lal in?
11:11 Efrîn û Newroz
10:42 Li 25 bajên Îranê dê çalakiyên ‘Rojhilat Efrîn e’ pêk bên
10:28 Leşker gefa kuştinê li girtiyan xwar
10:16 ‘NY, NATO, DYA û Rusya berpirsiyarên êrîşên li ser Efrînê ne’
10:15 Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin
10:14 Şêniyên Amedê: We got çi? Aramî?
09:39 ‘Ji bo komkujî pêk neyê divê şerê li Efrînê bi dawî bibe’
09:23 Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e
09:22 Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye
09:21 Dema OHAL têrê nekir Efrîn xistin dewrê
09:21 N.Y.A, rastî îstîsmara zayendî hat: Jiyana min di talûkeyê de ye
09:19 Di 2 salan de ji ber teqemeniyan 19 zarok mirin
09:18 Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
09:17 Li Stenbolê seferberiya Newrozê
09:17 Keleha Ayenîsê cihê ku ji ziyaretê re vekin, hepis kirine
09:16 Ji bo ji Sûrê qut nebe ji taxek Sûrê koçî taxek din kir
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 20187AN
11/03/2018
22:26 Hevserokê Heyva Sor: Tirkiye dixwaze bi tirsa komkujiyê Efrînê vala bike
20:52 Li Ewropayê deh hezar jibo Efrînê meşiyan: Bêdeng nemînin
20:30 Platforma Helwesta Neteweyî ya Efrînê:
Efrîn Kurdistane, parastina Efrînê parastina hemî Kurdistanê ye
19:18 Gelê Helebê: Efrîn ne bi tenê ye
18:49 Bi deh hezaran gelê Rojava ji bo piştiriya Efrînê meşiyan
18:14 Gelê Kobanê bi meşek heybet piştgirî da Efrînê
18:06 Balafira Tirkiye li Îranê ket: 11 kes mirin
17:48 Bi sedan welatî li Atîna ji bo Efrînê meşiyan
17:05 Meclîsa Jinan a Tirkiye civîya
16:53 2 sal û 3 meh cezayê Tuncel erê kirin
16:43 Oktay spartin axê
16:38 Kujerê Berkîn Elvan kesên ferman dan in
16:36 Taşdemîr: Divê Efrîn tenê di televîzyonê de neyê temaşekirin, deng bê derxistin
15:55 Muslim: Tirkiye bi çekên Ewropayê komkujiyê dike
15:53 'Reaksiyona bê nîşandan dibe ku di polîtîkayê de guhertinan bike'
15:36 Bi hezaran li Kobanê, Qamişlo û Ranyayê ji bo Efrînê dimeşin
15:30 Siyasetmedarên kurd: Em li dijî êrîşên li ser Efrinê rawestin
15:27 Bûldan: Divê Tirkiye li gorî biryara agirbestê ya NY'yê tev bigere
15:02 Rêveberiya Xweser a Efrînê bang li Konsereya Ewlekarî û NY kir
14:44 Kurdên li Ewropayê ji bo Efrînê kom bûn
14:34 Pîlotê Şer: Dê bi bombekirina hewayî û bejayî komkujiyê bikin
13:47 Ji 90’an heta îro manşetên rojnameyan ên Newrozê
13:32 Rojnamegerê fîlîstînî: Gazze çi be Efrîn jî ew e
12:59 Tuzel û Hatîmogullari: Tekane rêya çareseriyê yekitiya gelan e
12:50 Li Efrînê çalakiya mertalên zindî dest pê dike
12:21 ‘Peywira hunermend ew e, hêviyê ava bike’
12:07 Gelê Qamişlo ketin rêya Efrînê
11:43 TEV-DEM: Li Efrînê xwedî derkevin
11:36 Çavê xwe ji komkujiya gelê Efrînê re negirin!
11:27 Gelê Kobanê berê xwe da Efrînê
11:23 Çalakiyên gelê Başûr ên ji bo Efrînê dest pê kirin
11:11 NAV-DEM: Gotin qediya, em ji bo Efrînê dakevin qadan
10:42 Şahidê Gaziyê: Heke ew berxwedan nebûya, dê Gazî îro nebûya
10:21 Zarokek li Geverê bi teqemeniyê jiyana xwe ji dest da
10:05 Ji ber olê Zerduştiyê ceza lê birîn
09:51 Balafirên şer Bajarê Efrînê ku bi sed hezaran mirov lê dijîn bombe dikin
09:32 Li Îskenderûnê bi darê zorê 'maçkirina alayê' tê ferzkirin
09:30 Toprak: Di çarçoveya rêgezan de serkeftin pêkan e
09:27 Rewşa Deriyê Xabûrê ne tu rewş e: Dora xwe li maseyên okeyê dikin
09:26 24 sal in Nazim Babaoglû winda ye
09:26 14 sal di ser Komkujiya Qamişloyê re derbas bûn: Ji wê rojê ve kurd li ber xwe didin
09:25 Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike
09:23 Piştî Rewşa Awarte çewisandinên li ser xwendekaran zêdetir bûn
09:23 Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike
09:21 Agirê Zekiye Alkan li her derê belav bû
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2018'AN