Kurd ji bo Efrînê li her derê daketin qadan 2018-03-11 08:02:26   NAVEENDA NUÇEYAN - Şerê TSK û OSO ku li ser gelê Efrînê ji hewayî û bejayî dimeşîne 51 rojin didome. Bi deh hezaran welatiyên kurd û pêkhateyên din bi armanca êrîşên TSK û OSO yên ji bejayî û hewayî li ser gelê Efrînê dimeşînin şermezar bikin li Atîna, London, Saarbruck, Mannheim, Gras, Frankfurt, Qamişlo çalakî pêk anîn.    Şerê Tirkiye ku bi destê TSK û OSO li ser gelê Efrînê ji hewayî û bejayî dimeşîne ket roja 51'an. 51 rojin bi balafirên şer, tang û topan ax, gund û navçeyên Efrînê bombe dikin. Heta niha zêdeyî 230 welatiyên sivîl ku jin û zarok jî di navde jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 650 sivîl jî birîndar bûn. Kurd li welatên Ewropa û Bakurê Sûriye daketin qadan û bi çalakiyan êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin.    ATÎNA    Li Qampa Lavrionê ya bajarê Atina yê li ser banga KCDK E  ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meşiyan û pênc deqe çalakiya rûniştinê pêk anîn.  Li Qampa Lavrionê ya bajarê Atina yê li ser banga KCDK E  ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meşiyan. Piştî meşê sirûda Çerxa Şoreşê û daxuyanî hat dayîn. Siyasetmedarê Kurd Metin Bîngol daxuyanî da. Bîngol balkişand ser bombebarana TSK'ê ya li ser taxên Efrînê û êrişên çeteyan şermezarkir û wiha got : "Şervanê kurd YPG û YPJ di şerê hemberî Daîşê de parastina hemû mirovahiyê kirin. Firasetên paşverû di Rojhilata Navînde xwestin mirovahiyê bifetisînin lê Şervanên Kurd jî li hemberî vê parastina mirovahiyê, exlaq, jiyan û ekolojiyê kirin. Erdogan di dema berxwedana Kobaniyê de digot de Kobanî bikeve lê Kobanî neket û hêzên paşverû yên Daîşê binket dê îro jî li Efrînê çeteyên Erdogan binkeve. "    Bîngol balkişand ser bêdengiya dewletên desilatdar û wiha berdewam kir: "Hêzên Kurdan hemû mirovahî parast dewletên desilatdar li hemberî qirqirina Kurdan  çima bêdeng dimînin. Em niha li ber Şaredariyê kombune Hêzên desilatdar bila vê baş bizanibin xilasiya mirovahiyê di paradîgma Rêber Apo û di têkoşîna gelê Kurd de ye. Bila hemû kes dostên me baş bizanibin bê kurdan di Rojhilata Navînde de tu proje bi ser nakeve ji wî divê yekitiya gelan bê avakirin û hêzên navnetewî li ser vî esasî tevbigere. Di sala 16 Adara 1988 an de dîktator Sadam li Helepçe çekê kimyewi bikar anî û komkujî pêkanî.Çawa Sadam Huseyin bi destê kurdan hat daliqandin dê berxwedana Efrînê bend bavê stuyê Erdogan jî û  dewleta Tirk têk biçe.Em hemû gelê xwe vedixunin qadan. " Piştî axaftina Bîngol pênc deqe çalakiya rûniştinê hat kirin."    GIRKÊ LEGÊ    Bi hezaran gelê Navçeya Girkê Legê ji bo xwedîderktina li gelê Efrînê û şermezarkirina êrîşên TSK û OSO daket qadan. Weke xwedîderketineke li banga rayedarên TEV-DEM?ê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku gel ji bo piştgiriya Efrînê dakeve qadan, şevê din bi hezaran gelê Girkê Legê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê li qada Şehîd Xebat xwepêşandanek girseyî li dar dixe. Girseya gel al û sembol bilind kirin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Efrînê” berz kirin, her wiha êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kirin. Gel bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê ji Qada Şehîd Xebat derket, li sûka bajêr geriya û careke din vegeriya qadê. Piştre xwepêşandan veguherî mîtîngê.    Gel deqeyekê rêz girt, piştre axaftin bi navê Yekîtiya Ciwanên Rojava Seyid Nûrî axivî.  Seyid Nûrî Berxwedana Serdemê silav kir, nirx da serkeftinên gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJ?ê. Nûrî bang li ciwanan kir ku xwedî li Berxwedana Serdemê derkevin û da zanîn ku şerê Efrînê şerê çarenûsa gelê Bakurê Sûriyê ye. Nûrî bi navê ciwanan soz da ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û bi qehremanî bi Berxwedana Serdemê re bisekinin. Her wiha Nûrî bang li ciwanan kir ku çalakiyên xwe heta serkeftinê berdewam bikin.   Piştre Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat axivî û wiha got, “Dijminê mirovahiyê dixwaze Efrînê dagir bike, li hemberî wê jî gelê Efrînê berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Çawa berî niha Kobanê bi rihê berxwedana Apoyî bi ser ket, berxwedana Efrînê jî dê wisa bi ser bikeve. Berekat di berdewamiya axaftina xwe de, da zanîn ku di van kêliyan de Efrîn li hemberî êrîşên hovane yên sivîlan hedef digire, rûbirû ye. Di dawiyê de Berekat bang li raya giştî ya Kurd kir ku bi ruhekî seferber tev bigerin û li pêşiya hember êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin.     SAARBRUCK   Li bajarê Saarbruck ê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan bi heman armancê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin û daketin kolanan.  Di çalakiya bêîtihatiya sivîl a li pêşiya HBF Saarbruck hate lidarxistin dirûşmên “Bijî Berxwedan Efrînê” û” Kujer Erdogan” hate qîrkirin. Girse li pêşiya HBF’ê çalakiya rûniştinê lidar xist.    MANNHEÎM    Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li pêşiya HBF’ê civîyan û êrîşên TSK û OSO yên li ser Efrînê protestokirin. Girse li pêşiya HBF’ê dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Qatil Erdogan” û “Bijî Berxwedana Efrînê” qîr dikin.   GRAS   Kudistanî û dostên wan ên li bajarê Gras ê Avûstûryayê dijîn li pêşiya HBF Grazê kom bûn û êrîşên TSK û OSO yên li ser gelê Efrînê protestokirin. Kurdisantiyan pankarta “NATO fînanse dike,Tirkiye bombe dike” vekirin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” qîr kirin.   FRANKFURT    Girseya ku ji bo êrîşên TSK û OSO yên li ser gelê Efrînê şermezar bikin li pêşiya avahiya HBF’ê dest bi çalakiya bêîtiahtiya sivîl kirin û ber bi navenda bajarê ve dest bi meşê kirin. Girseya ku li ser banga Ciwanên Azad ji bo protestokirina êrîşên TSK'ê ya li ser Efrînê li bajarê Frankfurt a Elmanyayê dest bi çalakiya bêîtihatiya sivîl kirin û ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên “Tolhildan” û “Dewleta Tirk a dagirker ji Kurdistanê bi cehenime” qîr kirin.    LONDON    Kurdên Ewropayê, bi heman armancê li paytext Londra ya Îngiltereyê jî, ji bo êrîş û şerê Tirkiye ku bi destê TSK OSO li ser axa Efrînê dimeşîne bi çalakiyeykan  protesto kir. Kurdistanî û dostên wan ên li pêşiya Sefaretxaneya Îngiltereyê kom bûn, demekê rê li çûn û hatinê girtin û piştre ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin. Girseya ku li ser rêyên herî qelebalix rê li tirafîkê girtin, li Qada Trafalger û Picadilyê rê li trafîkê girtin, çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di tevahî rê de axaftin hatin kirin û dirûşim hatin qîrikrin. Girseya ku heta pêşiya BBC’ê meşiyan çalakiya xwe didomînin. Li bajarê Brighton ê Îngilteryê jî Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk protestokirin. Çalakiya ku her diçe hejmara welatiyan zêde dibe dewam dike.   QAMIŞLO    Li Qamişlo jî bi heman armancê bi sedan welatî ji bo şermezarikirina êrîşên TSK û OSO yên li ser sivîlan dimeşîne çalakî pêk anîn. Weke xwedîderketineke li banga Federaliya Bakurê Sûriyê, Meclîsa Sûriya Demokratîk û  PYD'ê, gelê Qamişlo li Taxa Hilêliyê kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin. Xwepêşandêran alên YPG/YPJ/QSD'ê bilind kirin. Piştre bi erebeyan li kolanên bajêr geriyan û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Serdemê” berz kirin.