EKA: Îsal dê bibe sala jinê

img

STENBOL – Jinên ku di 8'ê Adarê de derketin kolanan her der kirin qada îsyanê. Endama EKA Nurten Karahanci, diyar kir ku îsal dê bibe sala jinê. Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan jî diyar kir ku her çend wan dîroka 8'ê Adarê li pey xwe hişt jî, daxwazên wan ên jêneveger hej bê bersîv in .

Tevî şert û mercên OHAL'ê bi deh hezaran jin li gelek navendan derketin qadan û 8'ê Adarê bi mîtîng, meş û çalakiyên rengîn pîroz kirin. Platforma Jinan a 8'ê Adarê li gelek qadan mîtîng pêk anîn. Li Stenbolê jî di 4'ê Adarê de bi dirûşmeya “Li dijî Şer, OHAL û zayendîparêziyê ji bo ked, nasname û azadiyê em li ber xwe didin" mîting pêk anîn. Jin li Stenbolê li Qada Azadiyê ya Bakirkoye bi tevlêbûna hezaran daketin kaqan û daxwazên xwe anîn ziman. Di 8'ê Adarê de jî bi dirûşmeya “jiyana me, îsyana me, têkoşîna me feminizm” 16'emîn meşa Şevê ya Feministê li dar xistin. Jin bi coş, reng û tevlêbûnek zêde li Qada Taksîmê kom bûn û li kolana Îstîklalê meşiyan û daxwazên xwe anîn ziman.  Jinan di çalakiyan de herî zêde li dijî şer daxwazên aştiyê, li dijî pergala OHAL'ê daxwazên demokrasî û azadiyê, li dijî qedexe û kuştina jinan edalet, heq û hiqûq xwestin. 
 
DAXWAZA AŞTÎ Û YEKÎTIYÊ DERKET PÊŞ 
 
Jinan di hemû mîtîng, meş û panelan de herî zêde daxwaza aştî, yekîtî û edaletê anîn ziman. Jinan bi pankart, dowîz û dirûşmeyên xwe piştgirî dan berxwedana Efrinê û jinên Efrînê silav kirin. Peyam dan ku jin ji Spanya heta Kolombiya, ji Arjantinê heta Ewropa, Ji Efrinê heta heta hemû bajarên Tirkiye û Kurdan jin bi hevre bi hêz in û dikarin biguherînin. Jinan di peyama xwe de diyar kirin ku hebûn, hene û dê her dem hebin û xwestin li dijî polîtîkayên dijminê jinê bibin yek deng û yek dil. Bi taybetî bi dirûşmên qîr kirin û dowîzên di destê xwe de gotin "Mêr û îktîdar şer, em aştiyê dixwazin", "Emê bi hêz bibin û biguherînin, têkoşîna xwe mezin bikin", "Jin şer naxwazin", "Tundiya herî mezin şer e, em aştiyê dixwazin", "Jin dê aştiyê birêsin", "Ji nifrînê re înat, bijî jiyan" rakirin û dirûşmeyên “Ji Şerê Efrînê re Na", “Jin şer Naxwazin" û “Jin Jiyan Azadî”  berz kirin. Jinan her qad bi rengê xwe yê xemrî neqişandin û gotin 'Îro roja me ye em dê govendê bigirin' rojek be jî rengê jiyana li cîhanê guherandin.
 
Endamên Piştevaniya Xemrî, Piştevaniya Jinan a Kirkyama û Jinên Kedkar (EKA) 8'ê Adarê nirxandin. 
 
DAXWAZ Û ÎSYANA ME DIDOME 
 
Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan jî diyar kir ku her çend wan dîroka 8'ê Adarê li pey xwe hişt jî, daxwazên wan ên jêneveger hej bê bersîv in. Korkutan, diyar kir ku îsal di 8'ê Adarê de li dijî militarizm û hovîtiya şer, li dijî tundiya mêr ya roj bi roj zêde dibe daketin qadan û li dijî dagirkerî, mêtîngerî û zextên li ser jinan û li dijî kesên dixwazin jinê bêdeng bikin daketin qadan. Korkutan wiha got: "Jinan li dijî tundiya mêr, tundiya dewletê û hemû pêkanînên faşîzmê li ser jinê îsyana xwe anîn ziman. Me daxwazên xwe anîn ziman. Dibe ku 8'ê Adarê weki roj derbas bûbin, lê daxwaz, îsyan û qerîna me didome. Berxwedan û têkoşîna me didome. 
 
ÎSAL DÊ BIBE SALA JINÊ 
 
Endama Jinên Kedkar (EKA) Nurten Karahanci, diyar kir ku îsal dê bibe sala jinê û wiha got: “Em şer naxwazin. Em tacîz û tecawizê jî naxwazin. Em kuştina jinan jî naxwazin. Em cîhanek ku zarok rastî îstîsmarê tên jî naxwazin. Em azadiyê dixwazin. Me li dijî şerê li ser Efrînê banga bilindkirina têkoşîna azadiya jinê kir. Me xwest li dora têkoşîna yekitiya jinê kom bibin. Jin azadiyê û aştiyê dixwazin. Îsal dê bibe sala jinê." 
 
JIN LI DIJÎ DÎWARÊ TIRSÊ DAKETIN QADAN
 
Endama Piştevaniya Xemrî Gamze Ozkok jî anî ziman ku êdî hikûmet cînayetê jinê dikin tiştekî asayî û wiha got: "Jin di 8'ê Adarê de li dijî baran, herî, tundî û zextan li kolanan bû. Em hemû bi hevre ji bo jiyana xwe û azadiya xwe qêriyan. Welatê me bi OHAL'ê tê rêvebirin. Me xwest êdî nefes bistîne. Jin li dijî dîwarê tirsê daketin qadan. Ji bo me 8'ê Adarê ne tenê rojek e. Têkoşîn her roj e." 
 
MA / Necla Demîr
 

Sernavên din

11/03/2018
08:02 Kurd ji bo Efrînê li her derê daketin qadan
07:17 Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne
07:06 Swîsre ji bo Efrîne daketin kolanan
10/03/2018
17:32 'Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye'
15:58 Xwestin girtiya nexweş Gul bê berdan
15:58 Elîaçik: Hikûmet hat ser rêya me û Ocalan
15:39 Faîlê Cavît Ozalp ê 23 sal berê winda kirin pirsîn
15:28 'Ya hat girtin ne TV10, dengê elewiyan e’
14:44 Dermankirina wî temam nebû û şandin girtîgehê
14:31 Dayikên Şemiyê: Em gorek ku li ser duayan bikin dixwazin
14:30 Xizmên girtiyên li Erzînganê: Dibe ku sibê pir dereng be
13:49 Li Mêrdînê starta Newrozê: Dê têkoşîna gelan wek agirê Newrozê geş bibe
13:48 24 kes li Wanê hatin girtin
13:24 ‘Ya dev ji tenduristiya xwe, ya jî dev ji rêgezên xwe berdin’
12:58 Li Efrînê pevçûn dijwar bûn: Di bin kavilan de sivîl hene
12:44 Êzidiyên Efrinê: DAIŞ'ê li Şengalê çi kir, heman tiştî li Efrînê jî dikin
12:07 Nûnerên baweriyan berê xwe dan Efrînê
12:01 Li rojnamegerê ji qeyûm re got ‘simbêlnivişt’ doz hat vekirin
11:46 Navê Qeyûm Atilla li ser bombeya avêtin Efrinê nivîsandin
11:45 Dadgeha Îdareyê got ‘xebatên sendîkayî’ lê Dadgeha Îstînafê ji nedîtî ve hat
11:11 Remza lîstika zarokan û sotemeniya Newrozê: Teker
10:39 ‘Hikûmet ne li pey îstîsmarê ye, li pey sansûrkirinê ye’
10:23 ‘Jin dê bi coşa 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin'
10:03 ‘Dixwazin zimanê kurdî tune bikin û bifetisînin’
09:24 EKA: Îsal dê bibe sala jinê
09:12 Dozger rojnamegerî wekî sûc qebûl kir
09:11 Prof. Gursoy: Divê muxalif siyaseta kolanan çalak bike
09:08 Polîs ji malbatên xwendekaran re sîxuriyê dikin
09:07 Îstîsmarkar bi parastina 'Min henek kir' hat berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2018'AN
09/03/2018
21:36 Rojnameger Ahmet Şik û Murat Sabuncu hatin berdan
19:09 Nûnerên Rêxistinên Cizirê:
Em ê bi Berxwedana Serdemê Federaliya Demokratîk ragihînin
16:45 Serdozger daxwaza hevdîtina malbatan red kir
16:38 Polîsan bi ser malan de girt û 8 kes binçav kir
16:25 Li Edeneyê xwendekarek hat girtin
16:17 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:49 Yildirim: Firotina fabriqeyên şekir gel dixe zerarê
15:25 Dadgehê 6 sal ceza li du rojnamegeran birî
14:58 Bi sedan Cizîriyên hatin Efrînê: Em fikrên Ocalan esas digirin
14:27 Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê
13:15 Jina di her qadê de serkeftî Delal Amed: Em li her derê bihara jinê dijîn
12:46 Li Wanê starta Newrozê hat dayîn
12:17 Li kargehek Amedê teqîn rû da
11:55 Gelek zarok li YÎBO rastî îstîsmara zayendî hatin
11:54 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:24 Komên OSO li ser gundan vala kirine şerê hev dikin
10:53 Jinan li Efrînê qîr kirin: Namûs ne jin e, axa me ye
10:09 Komîsyonê qanûna tifaqa AKP- MHP’ê qebûl kir
09:34 Jinan li Atînayê ji bo Ocalan qurnefil avêtin behrê
09:25 Gelê Şirnexê piştî 2 salan dê karibin qismî xaniyan ava bikin
09:23 Saxlem hat girtin, 15 roj şûnce cenazeyê wî derket
09:23 Di 3 salan de 11 hezar û 631 HDP'î hatin binçavkirin
09:22 Doza Hevseroka KCD'ê Guven dê ji nûve bê dîtin
09:21 Hem girtî derb kirin û hem jî li 111 girtiyan 2 meh cezayê dîsîplîne birin
09:19 Mihrîcana Fîlmên Jinan a Filmmor dest pê dike
09:18 Newroza li Stenbolê bi hezar kesan dest pê kir gihişt milyonan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2018'AN
08/03/2018
22:08 Bi hezaran jinên Feminist Meşa Şevê li dar xistin: Silav ji Efrînê re
20:25 Komîsyona Qanûna Bingehîn qanûna îtîfaqa AKP û MHP’ê qebûl kir
17:44 Uca: Em şerê li ser Efrînê şermezar dikin
17:25 Rêveberiya Xweser a Efrînê helwesta NY'yê şermezar kir
17:02 Serlêdana parêzeran a ji bo hevditina Ocalan cara 737’emîn red kirin
16:38 Konca li Wanê got: Me DAIŞ’ê têk bir, em ê OHAL’ê jî têk bibin
16:28 Buldan: Em dê jinane têbikoşin û divê hemû jin di refê pêş de bin
15:50 Kemalbay li Êlihê axivî: Dê jin rejîma yek zilam hilweşînin
14:58 TEV-DEM: Berxwedana Efrînê dîrok û pêşeroja gelên herêmê dinivîse
14:56 Li Colemêrgê amadekariyên Newrozê dest pê kir
14:38 JIN TV dest bi weşanê kir
14:30 Li Dîlok û Riha jinan got: Em hebûn, em hene û em ê hebin
14:29 Di Nobeta Edaletê de ji bo azadiyê nepox firandin
13:52 Li Wan, Amed, Dîlok, Riha Enqere û Dersimê jinan got: Em ê her hebin
13:30 Xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê: Saziyên Navneteweyî li hemberî Efrinê bêdeng in
13:14 Bernameya Newroza 2018’an zelal bû
12:49 Jinan li Efrînê di bin bombeyan de dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' berz dikin'
12:49 Hogirê Nurî Dersimî Sitto: Dijminahî gihîşt Efrînê
12:35 Zarokên Mexmûrê stranek diyarî zarokên Efrînê kirin
12:19 Qeyûm tayînî ser qeyûm kirin
11:44 Wekîlên AKP’ê milê Parlamenter Togrul şikandin
11:30 Ji çar aliyan jin hatin Efrînê: Em Efrînî ne
11:26 Parezerên Ocalan cara 737’emîn serlêdana hevdîtinê kirin
11:19 Gotina ‘Jin hene’ cihê herî zêde lê bi wate ye erdnîgariya Botanê ye
10:43 Ji Swêd û Welatên Ereb daxuyaniya Efrînê
10:15 Demirer: Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê mecbûrî ye
09:51 NY biryara agirbestê nû kir
09:41 Rojnameger Tunç binçav kirin
09:33 AKP’îyan êrişê HDP’îyan kirin
09:21 Ji bo girtiyê nexweş Keleş serî li AYM'ê da
09:20 Wê biryara QSD'ê bandoreke çawa li qadê bike?
09:19 Li Sûrê 2 doktor li 6 taxan dinêrin
09:18 ‘Divê CHP, HDP, Partiya Îyî û Saadetê deklarasyonek hevpar biweşînin’
09:17 6 meh di ser îşkenceyê re derbas bû lê tu pêşketin tune ye
09:13 Ji ber sendîkayî bûn gef li wan hat xwarin, ji kar hatin avêtin
09:12 Ji qadan bang kirin: Divê herkes ji bo Efrînê serî rake
09:11 Qulûba Mafên Jinan a Stenbolê: Em ê nesekinin
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2018'AN
07/03/2018
19:02 QSD'ê bîlançoya 47 rojan aşkere kir:
1588 leşker û 283 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan
18:21 Rojnameger Oruç nehat berdan
18:06 Balafiren şer en TSK'ê Cindirês bombe kir: 4 sivîl hatin kuştin
17:59 Hozana Gel Ayten Gulçinar kuştin
17:23 Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî