EKA: Îsal dê bibe sala jinê 2018-03-10 09:24:35 STENBOL – Jinên ku di 8'ê Adarê de derketin kolanan her der kirin qada îsyanê. Endama EKA Nurten Karahanci, diyar kir ku îsal dê bibe sala jinê. Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan jî diyar kir ku her çend wan dîroka 8'ê Adarê li pey xwe hişt jî, daxwazên wan ên jêneveger hej bê bersîv in . Tevî şert û mercên OHAL'ê bi deh hezaran jin li gelek navendan derketin qadan û 8'ê Adarê bi mîtîng, meş û çalakiyên rengîn pîroz kirin. Platforma Jinan a 8'ê Adarê li gelek qadan mîtîng pêk anîn. Li Stenbolê jî di 4'ê Adarê de bi dirûşmeya “Li dijî Şer, OHAL û zayendîparêziyê ji bo ked, nasname û azadiyê em li ber xwe didin" mîting pêk anîn. Jin li Stenbolê li Qada Azadiyê ya Bakirkoye bi tevlêbûna hezaran daketin kaqan û daxwazên xwe anîn ziman. Di 8'ê Adarê de jî bi dirûşmeya “jiyana me, îsyana me, têkoşîna me feminizm” 16'emîn meşa Şevê ya Feministê li dar xistin. Jin bi coş, reng û tevlêbûnek zêde li Qada Taksîmê kom bûn û li kolana Îstîklalê meşiyan û daxwazên xwe anîn ziman.  Jinan di çalakiyan de herî zêde li dijî şer daxwazên aştiyê, li dijî pergala OHAL'ê daxwazên demokrasî û azadiyê, li dijî qedexe û kuştina jinan edalet, heq û hiqûq xwestin.    DAXWAZA AŞTÎ Û YEKÎTIYÊ DERKET PÊŞ    Jinan di hemû mîtîng, meş û panelan de herî zêde daxwaza aştî, yekîtî û edaletê anîn ziman. Jinan bi pankart, dowîz û dirûşmeyên xwe piştgirî dan berxwedana Efrinê û jinên Efrînê silav kirin. Peyam dan ku jin ji Spanya heta Kolombiya, ji Arjantinê heta Ewropa, Ji Efrinê heta heta hemû bajarên Tirkiye û Kurdan jin bi hevre bi hêz in û dikarin biguherînin. Jinan di peyama xwe de diyar kirin ku hebûn, hene û dê her dem hebin û xwestin li dijî polîtîkayên dijminê jinê bibin yek deng û yek dil. Bi taybetî bi dirûşmên qîr kirin û dowîzên di destê xwe de gotin "Mêr û îktîdar şer, em aştiyê dixwazin", "Emê bi hêz bibin û biguherînin, têkoşîna xwe mezin bikin", "Jin şer naxwazin", "Tundiya herî mezin şer e, em aştiyê dixwazin", "Jin dê aştiyê birêsin", "Ji nifrînê re înat, bijî jiyan" rakirin û dirûşmeyên “Ji Şerê Efrînê re Na", “Jin şer Naxwazin" û “Jin Jiyan Azadî”  berz kirin. Jinan her qad bi rengê xwe yê xemrî neqişandin û gotin 'Îro roja me ye em dê govendê bigirin' rojek be jî rengê jiyana li cîhanê guherandin.   Endamên Piştevaniya Xemrî, Piştevaniya Jinan a Kirkyama û Jinên Kedkar (EKA) 8'ê Adarê nirxandin.    DAXWAZ Û ÎSYANA ME DIDOME    Endama Piştevaniya Jinan a Kirkyama Tulay Korkutan jî diyar kir ku her çend wan dîroka 8'ê Adarê li pey xwe hişt jî, daxwazên wan ên jêneveger hej bê bersîv in. Korkutan, diyar kir ku îsal di 8'ê Adarê de li dijî militarizm û hovîtiya şer, li dijî tundiya mêr ya roj bi roj zêde dibe daketin qadan û li dijî dagirkerî, mêtîngerî û zextên li ser jinan û li dijî kesên dixwazin jinê bêdeng bikin daketin qadan. Korkutan wiha got: "Jinan li dijî tundiya mêr, tundiya dewletê û hemû pêkanînên faşîzmê li ser jinê îsyana xwe anîn ziman. Me daxwazên xwe anîn ziman. Dibe ku 8'ê Adarê weki roj derbas bûbin, lê daxwaz, îsyan û qerîna me didome. Berxwedan û têkoşîna me didome.    ÎSAL DÊ BIBE SALA JINÊ    Endama Jinên Kedkar (EKA) Nurten Karahanci, diyar kir ku îsal dê bibe sala jinê û wiha got: “Em şer naxwazin. Em tacîz û tecawizê jî naxwazin. Em kuştina jinan jî naxwazin. Em cîhanek ku zarok rastî îstîsmarê tên jî naxwazin. Em azadiyê dixwazin. Me li dijî şerê li ser Efrînê banga bilindkirina têkoşîna azadiya jinê kir. Me xwest li dora têkoşîna yekitiya jinê kom bibin. Jin azadiyê û aştiyê dixwazin. Îsal dê bibe sala jinê."    JIN LI DIJÎ DÎWARÊ TIRSÊ DAKETIN QADAN   Endama Piştevaniya Xemrî Gamze Ozkok jî anî ziman ku êdî hikûmet cînayetê jinê dikin tiştekî asayî û wiha got: "Jin di 8'ê Adarê de li dijî baran, herî, tundî û zextan li kolanan bû. Em hemû bi hevre ji bo jiyana xwe û azadiya xwe qêriyan. Welatê me bi OHAL'ê tê rêvebirin. Me xwest êdî nefes bistîne. Jin li dijî dîwarê tirsê daketin qadan. Ji bo me 8'ê Adarê ne tenê rojek e. Têkoşîn her roj e."    MA / Necla Demîr