Ji çar aliyan jin hatin Efrînê: Em Efrînî ne

img

EFRÎN – Bi sedan jinên ji Şengal, Misir, Lubnan, Şam, Heleb, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, Sûriyeya Bakur, hatin Efrînê li dijî êrîşên Tirkiye ya 48 rojin li ser Efrînê bi tang û topan berdewam dike, gotin "Em Efrînî ne. Em li Kobanê bi ser ketin em dê li vir jî bi ser bikevin." 

Tevî biryara Konseya Neteweyên Yekbûyî ya agirbesta Sûriye jî dîsa Tirkiye bi balafir, tang û topan axa Efrînê bombe dike. Şerê TSK'ê û komên girêdayên wê yê li ser Efrînê di roja 48’an de bi  bombekirina balafiran, tang û topan berdewam dike. Di êrîşên hewayî û bejayî de heta niha zêdeyî 200 welatiyên sivîl ku gelek ji wan jin û zarok in hatin kuştin. Zêdeyî 400 welatî birîndar bûn. Li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) parastina rewa dike. Li aliyê din piştgiriya ji bo gelê Efrînê jî her ku diçe zêde dibe. Bi sedan jin ji Şengal, Misir, Lubnan, Şam, Heleb, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, Sûriyeya Bakur, hatin Efrînê û piştgirî dan gelê Efrînê. Bi sedan jinên ku du roj berê hatin Efrînê piştgiriya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew hemû Efrînî ne. Jinên ji çar aliyên cîhanê hatin dê 8'ê Adarê li Efrînê pîroz bikin. Jinên duh beşarî merasima cenazeyên şervanên ku di eniyên şer de jiyana xwe ji dest dabûn bûn, li pêş Nexweşxaneya Avrînê daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî daxuyani dan derbasî Gundê Qaretepe yê navçeya Şêrava bûn. 
 
BI SEDAN JIN MEŞIYAN ŞÊRAVAYÊ
 
Jinên ku bi karwanek mezin hatin Efrînê bi coşek mezin û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Jinên Efrînê jî bi coş tev li karwanê bûn û renbasî gundê Qaratepe bûn. 
 
'EFRÎN DÊ BI SER BIKEVE'
 
Jinên ku ji gelek welatan hatin Efrînê û şeva xwe li gundê Qeretepeyê debas kirin, diyar kirin ku jin ji bo parastina nasname, çand û axa xwe şer dikin û ew li tenişta jinên Efrînê cih digirin. Jinan anîn ziman ku jibo piştevaniya jinan dê 8'ê Adarê li Efrînê bi jinan re derbas bikin. 
 
‘EM LI KOBANÊ BI SER KETIN EM DÊ LI VIR JÎ BI SER BIKEVIN'
 
Jina 60 salî Xecê Îmêl  a Kobanî, êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û got: “Erdogan di şer de jin, zarok, kal û pîran qetil dike. Rahm pêre tune ye. Ev komkujî bi xwe ye. Efrîn li dijî vî şerî keleha berxwedanê ye. Em hatin keleha bexwedanê. Cihê Efrînê yê li Kurdistanê pir giranbuha ye. Me li Kobanê li ber xwe da û em bi ser ketin. Em li Efrînê jî li ber xwe didin û emê bi ser bikevin. Ji bilî serkeftinê tu çareserî tune ye. Em buhustek axa xwe jî nadin wan. Em dê 8'ê Adara xwe jî li vir pîroz bikin. Yên girîngî û wateya vê rojê fêrî me kiriye YPJ’î ne."
 
‘EFRÎN DÊ JI ERDOGAN RE BIBE GORISTAN' 
 
Leyla Emîn (43) ya ji Serêkaniyê hat jî wiha got: "Em ji bo piştevaniyê û 8'ê Adarê pîroz bikin hatin vir. DAÎŞ'ê ewil li Serêkaniyê û piştre li Kobanê êrîşî jinan kir. Niha êrîşî Efrînê dikin. Em dayikên şehîdan in. Em di rêya wan de ne. Welatê me jî Kurdistan e. Me li Serêkaniyê şehîd dan û em derneketin. Em dê li vir jî şehîdan bidin û em dernakevin. Efrîn dê ji Erdogan re nebîne." 
 
‘EV ŞEREKÎ NEHEQ E '
 
Jina rojnameger Shina Saiq ku ji Silênaniyê hat Efrînê jî wiha got: "Em wekî vîna jinê hatin Efrînê. Ji bo em hêz û moral bidin şervanên gel YPJ’ê hatin vir. Ger ku Erdogan sûcê şer û sucê mirovahiyê berdewam bike, divê hemû welatên cîhanê li dijî vê yekê rawestin. Ev şerekî neheq e. Ev dagirkerî ye. Em jinên Kurdistanî û Rojhilata Navîn ji bo vî şerî rawestinin çi ji destê me bê em dê bikin. Em jin ji Rojhilat, Rojava û çar perçeyên Kurdistanê hatin. Em ji Lubnan û Misirê hatin vir. Ji ber ku Erdogan belayê serê Rojhilata Navîn e. Em ji jinên YPJ’î bawer in. Jin dê bi ser bikevin." 
 
'EM DESTÛR NADIN SÛRIYE PERÇE BIBE'
 
Endama Meclisa Jinê ya Gundên Rojhilatên Reqqa Xewle Îbrahim Îsa ku ji Reqqa hat Efrînê jî diyar kir ku gelê Efrînê bû alîkar ku DAIŞ ji Reqqayê derkevin û wiha got: "Em destûr nadin ku Sûriye têkeve bin metîngeriya welatekî din. Em destûr nadin Sûriye perçe bibe. Em hemû gelên Kurd, Ereb, û yên din wekî hev difikirin. Em li Reqqa 5 salan di bin zilma DAÎŞ’ê de man. Ji ber vê yekê îro em li Efrînê ne. Em ji jinên YPJ'ê ku li eniyê şer dikin re dibêjin Hûn ne bi tenê ne." 
 
MA / Selami Aslan

Sernavên din

11/03/2018
08:02 Kurd ji bo Efrînê li her derê daketin qadan
07:17 Foza Yûsif: Îro Efrîn sibe hemû Sûriyê, divê gel seferberiyê ragihîne
07:06 Swîsre ji bo Efrîne daketin kolanan
10/03/2018
17:32 'Cizîr dîroka raperînê ya li dijî zilmê ye'
15:58 Xwestin girtiya nexweş Gul bê berdan
15:58 Elîaçik: Hikûmet hat ser rêya me û Ocalan
15:39 Faîlê Cavît Ozalp ê 23 sal berê winda kirin pirsîn
15:28 'Ya hat girtin ne TV10, dengê elewiyan e’
14:44 Dermankirina wî temam nebû û şandin girtîgehê
14:31 Dayikên Şemiyê: Em gorek ku li ser duayan bikin dixwazin
14:30 Xizmên girtiyên li Erzînganê: Dibe ku sibê pir dereng be
13:49 Li Mêrdînê starta Newrozê: Dê têkoşîna gelan wek agirê Newrozê geş bibe
13:48 24 kes li Wanê hatin girtin
13:24 ‘Ya dev ji tenduristiya xwe, ya jî dev ji rêgezên xwe berdin’
12:58 Li Efrînê pevçûn dijwar bûn: Di bin kavilan de sivîl hene
12:44 Êzidiyên Efrinê: DAIŞ'ê li Şengalê çi kir, heman tiştî li Efrînê jî dikin
12:07 Nûnerên baweriyan berê xwe dan Efrînê
12:01 Li rojnamegerê ji qeyûm re got ‘simbêlnivişt’ doz hat vekirin
11:46 Navê Qeyûm Atilla li ser bombeya avêtin Efrinê nivîsandin
11:45 Dadgeha Îdareyê got ‘xebatên sendîkayî’ lê Dadgeha Îstînafê ji nedîtî ve hat
11:11 Remza lîstika zarokan û sotemeniya Newrozê: Teker
10:39 ‘Hikûmet ne li pey îstîsmarê ye, li pey sansûrkirinê ye’
10:23 ‘Jin dê bi coşa 8'ê Adarê tev li Newrozê bibin'
10:03 ‘Dixwazin zimanê kurdî tune bikin û bifetisînin’
09:24 EKA: Îsal dê bibe sala jinê
09:12 Dozger rojnamegerî wekî sûc qebûl kir
09:11 Prof. Gursoy: Divê muxalif siyaseta kolanan çalak bike
09:08 Polîs ji malbatên xwendekaran re sîxuriyê dikin
09:07 Îstîsmarkar bi parastina 'Min henek kir' hat berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2018'AN
09/03/2018
21:36 Rojnameger Ahmet Şik û Murat Sabuncu hatin berdan
19:09 Nûnerên Rêxistinên Cizirê:
Em ê bi Berxwedana Serdemê Federaliya Demokratîk ragihînin
16:45 Serdozger daxwaza hevdîtina malbatan red kir
16:38 Polîsan bi ser malan de girt û 8 kes binçav kir
16:25 Li Edeneyê xwendekarek hat girtin
16:17 Kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:49 Yildirim: Firotina fabriqeyên şekir gel dixe zerarê
15:25 Dadgehê 6 sal ceza li du rojnamegeran birî
14:58 Bi sedan Cizîriyên hatin Efrînê: Em fikrên Ocalan esas digirin
14:27 Ji bo Yekîtiya Neteweyî dakevin qadên Newrozê
13:15 Jina di her qadê de serkeftî Delal Amed: Em li her derê bihara jinê dijîn
12:46 Li Wanê starta Newrozê hat dayîn
12:17 Li kargehek Amedê teqîn rû da
11:55 Gelek zarok li YÎBO rastî îstîsmara zayendî hatin
11:54 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:24 Komên OSO li ser gundan vala kirine şerê hev dikin
10:53 Jinan li Efrînê qîr kirin: Namûs ne jin e, axa me ye
10:09 Komîsyonê qanûna tifaqa AKP- MHP’ê qebûl kir
09:34 Jinan li Atînayê ji bo Ocalan qurnefil avêtin behrê
09:25 Gelê Şirnexê piştî 2 salan dê karibin qismî xaniyan ava bikin
09:23 Saxlem hat girtin, 15 roj şûnce cenazeyê wî derket
09:23 Di 3 salan de 11 hezar û 631 HDP'î hatin binçavkirin
09:22 Doza Hevseroka KCD'ê Guven dê ji nûve bê dîtin
09:21 Hem girtî derb kirin û hem jî li 111 girtiyan 2 meh cezayê dîsîplîne birin
09:19 Mihrîcana Fîlmên Jinan a Filmmor dest pê dike
09:18 Newroza li Stenbolê bi hezar kesan dest pê kir gihişt milyonan
09:00 ROJEVA 09'Ê ADARA 2018'AN
08/03/2018
22:08 Bi hezaran jinên Feminist Meşa Şevê li dar xistin: Silav ji Efrînê re
20:25 Komîsyona Qanûna Bingehîn qanûna îtîfaqa AKP û MHP’ê qebûl kir
17:44 Uca: Em şerê li ser Efrînê şermezar dikin
17:25 Rêveberiya Xweser a Efrînê helwesta NY'yê şermezar kir
17:02 Serlêdana parêzeran a ji bo hevditina Ocalan cara 737’emîn red kirin
16:38 Konca li Wanê got: Me DAIŞ’ê têk bir, em ê OHAL’ê jî têk bibin
16:28 Buldan: Em dê jinane têbikoşin û divê hemû jin di refê pêş de bin
15:50 Kemalbay li Êlihê axivî: Dê jin rejîma yek zilam hilweşînin
14:58 TEV-DEM: Berxwedana Efrînê dîrok û pêşeroja gelên herêmê dinivîse
14:56 Li Colemêrgê amadekariyên Newrozê dest pê kir
14:38 JIN TV dest bi weşanê kir
14:30 Li Dîlok û Riha jinan got: Em hebûn, em hene û em ê hebin
14:29 Di Nobeta Edaletê de ji bo azadiyê nepox firandin
13:52 Li Wan, Amed, Dîlok, Riha Enqere û Dersimê jinan got: Em ê her hebin
13:30 Xebatkarên Heyva Sor a Kurdistanê: Saziyên Navneteweyî li hemberî Efrinê bêdeng in
13:14 Bernameya Newroza 2018’an zelal bû
12:49 Jinan li Efrînê di bin bombeyan de dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' berz dikin'
12:49 Hogirê Nurî Dersimî Sitto: Dijminahî gihîşt Efrînê
12:35 Zarokên Mexmûrê stranek diyarî zarokên Efrînê kirin
12:19 Qeyûm tayînî ser qeyûm kirin
11:44 Wekîlên AKP’ê milê Parlamenter Togrul şikandin
11:30 Ji çar aliyan jin hatin Efrînê: Em Efrînî ne
11:26 Parezerên Ocalan cara 737’emîn serlêdana hevdîtinê kirin
11:19 Gotina ‘Jin hene’ cihê herî zêde lê bi wate ye erdnîgariya Botanê ye
10:43 Ji Swêd û Welatên Ereb daxuyaniya Efrînê
10:15 Demirer: Li dijî tifaqa AKP-MHP'ê mecbûrî ye
09:51 NY biryara agirbestê nû kir
09:41 Rojnameger Tunç binçav kirin
09:33 AKP’îyan êrişê HDP’îyan kirin
09:21 Ji bo girtiyê nexweş Keleş serî li AYM'ê da
09:20 Wê biryara QSD'ê bandoreke çawa li qadê bike?
09:19 Li Sûrê 2 doktor li 6 taxan dinêrin
09:18 ‘Divê CHP, HDP, Partiya Îyî û Saadetê deklarasyonek hevpar biweşînin’
09:17 6 meh di ser îşkenceyê re derbas bû lê tu pêşketin tune ye
09:13 Ji ber sendîkayî bûn gef li wan hat xwarin, ji kar hatin avêtin
09:12 Ji qadan bang kirin: Divê herkes ji bo Efrînê serî rake
09:11 Qulûba Mafên Jinan a Stenbolê: Em ê nesekinin
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2018'AN
07/03/2018
19:02 QSD'ê bîlançoya 47 rojan aşkere kir:
1588 leşker û 283 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan
18:21 Rojnameger Oruç nehat berdan
18:06 Balafiren şer en TSK'ê Cindirês bombe kir: 4 sivîl hatin kuştin
17:59 Hozana Gel Ayten Gulçinar kuştin
17:23 Bi hezaran jin dê li Efrînê bibin mertalên zindî